Pilingê Serhedê: Xormek û Cibirî
Mahmut Ozçelik
Pilingê Serhedê romana Eyûp Kiran e ku di sala 2005an de ji Weþanên Elma”yê derçûye. Eyûb ji bilî vê, romanek bi navê Dewrêþê Evdî” jî nivîsandiye û xizmetek hêja ji bo edebiyata kurmancî kiriye. Ez ê li ser romana wî “Pilingê Serhedê” we hinek agahdar bikim.
Ev roman beþek ji dîroka kurdan dihewîne. Bi gelemperî derheqê dewra Siltan Evdilhemîdê duyem de, derheqê damezrandina Alayên Hemîdiyeyî de, kiryarên wan yên neqanûnî û nelirê de agahiyên balkêþ dide. Divê mirov qedrê pirtûkên bi vê naverokê hatiye nivîsîn bizane. Romanûs wekî cihê ku bûyer lê qewimînê ji xwe re herêma Gimgimê hilbijartiye. Nakokiyên navbera eþîrên elewî û sunî yên wekî Xormek û Cibiriyan û hin malbatên ermenî bi gelek rêzeçîrokan ve hatiye raberkirin.
Roman bi vegotin û danasîna “Mala Feran” dest pê dike. Ev malbat ji eþîrek elewî ye ku wekî Xormekan tê bi nav kirin. Xormek di pêvajoya dîrokê de ji Dêrsimê hetanî Ezirganê belav bûye û hin jê jî hatiye û li deþta Ûskiranê li çend gundan bi cih bûye. Dîroka wan ya derketina ji Dêrsimê digihêje hetanî destpêka salên 1700î. Ûskiran di navbera Gimgim û Kanîreþê de ye. Niha nahiyeyek girêdayî Gimgimê ye. Malbata Feran bi sewalvaniyê debara xwe dike. Havînan li zozanên Þerefdînê, Çiyapanikê û Çiyayê Bîngolê dimîne û bi destpêkirina sermayê re jî ji çiyayan dadikeve cihên nizm û germ. Navenda vê malbatê gundê Qasiman e. Li vî gundî û li derdorê hin malbatên filehan/ermeniyan jî hene û di nava aþtiyê de dijîn. Serekê vê malbatê Talo Axa ye. Talo Axa di wexta xwe de, di Herba Nodûsisêyan de (1877-1878) bi milîsên ku ji Xormekan berhev kiriye li hember artêþa rûsan li bajarên wekî Erzirom û Qersê þer kiriye, mirovekî jêhatîbûye. Lê ew êdî kal bûye û îdareya malbatê di dest lawê wî Îbrahîmî de ye. Têkiliyên Îbrahîm bi eþîra Cibiriyan re, bi filehên li herêmê re baþ e. Lê mixabin bi damezrandina Alayên Hemîdiyeyî re ev aramî têk diçe, þerê etnîk û mezhebî di navbera van her sê civakan de dest pê dike. Mirov dikare bibêje ku aramiya herêmê bi destê dewletê hatiye xerabkirin û ev civakinan li hev hatine sorkirin û pîjkirin… Îbarhîmê Talo dema dibîne ku hin file/ermenî zarokên xwe li Xarpêtê didin xwendin, ew jî bi alîkariya qeymeqamê Gimgimê lawê xwe Zeynel li Elezîzê dide xwendin.
Roman bi hilbijartina mijara xwe ve bi rastî þayanî xwendinê ye. Ji ber ku mijarên ji hev cihê lê têkilî hev –etnîkî, mezhebî û feodalî- yên beþek ji dîroka me wekî xelekên zincîrê bi hev ve girêdaye û pêþkêþî me kiriye. Vegotin derheqê jiyana herêmî a feodalî de ye. Û pê re jî qala avakirina Alayên Hemîdiyeyî tê kirin ku ev jî parçeyek ji dîroka me û Osmaniyan e ku gelek girîng û balkêþ e.
Di dema siltan Evdilhemîdê Osmanî de biryara damezrandina Alayên Hemîdiyeyî tê dayin(1891). Her çiqas sedema damezrandina wê wekî li hember ermenî-ûrisan parastina herêmê û kurdan were kifþkirin jî, di esasê xwe de ev alayana ji bilî hin tirkmenan tenê ji eþîrên sunî yên kurdan hatibû damezrandin, armanca Dewlata Osmaniyan ew bû ku yekîtiya kurdan asteng bike, kurdên sunî û elewî berde pêsîra hevdu. Ji ber vê yekê tu rêveberiya alayekê an jî tu çekek nedabûn eþîrên elewiyan, bi ser de jî bi pîjkirina rayedarên Dewlata Osmanî, zordariya eþîrên sunî yên di bin navê Alayên Hemîdiyeyî de hatibûn rêxistinkirin roj bi roj zêde dibû, gund û malên elewiyan talan dikirin, tu qanûn û nîzam nas nedikirin. Divê li vir rastiyek din jî were kifþkirin ku Alayên Hemîdiyeyî di heman demê de talan dibirin ser ermeniyan, hin gund û malên suniyan jî bi ber xezeba wan ketibû û ne li mezhebê dinihêrîn, ne jî li nijadê. Tenê çavê wan li kulûc û malê dinyayê bû. Xaleke balkêþ jî ew e ku ev siltanê bi damezrandina Alayên Hemîdiyeyî aþtî û aramiya herêma kurdniþîn herimandibû, ji hêla hin kom û komikên kurdan ve wekî “bavê kurdan” hatibû pênasekirin. Ev komên wê demê ji xwe re li zirbavekî digeriyan, tora dojehî ya li dora civaka kurdan hatibû hûnandin jî ji nedîtî ve hatiye. Di wê dema ku her netew û kêmnetewan doza azadiya xwe dikirin, hin kurdan ew siltanê tora mirinê ji bo wan li dar xistibû ji xwe re wekî bav pejirandibû. Divê ev xala reþ ya li ser dîroka me ji hêla dîroknasan ve were ronîkirin. Ev roman wekî projeksiyoneke li wê dewra ku wekî tîr li ser dilê dîroka kurdan daçikandî mayiye, dixuye…
Ji hêla din ve jî nakokiyên têkilî jiyana feodalî dikir ku di navbera eþîrên kurd yên elewî û sunî de, ji ber sedemên çêregeh, zozan, av û delavan her tim pevçûn û xirecir hebe. Ev xirecir exlebî di navbera Cibirî û Xormekan de derdiket. Carinan ev nakokî dibû sedema þer û pevçûnan di navbera Alayên Hemîdiyeyî xwe bi xwe de jî. Nivîskar ev nakokiyana bi zimanek sade, herikbar û bi þayesandinên Çiyayên Þerefdînê û Çiyayên Bîngolê ve rave kiriye. Pê re jî me li wan çiya û zozanan digerîne, her cure kulîlkan bi me dide bêhnkirin û avên sar yên çilkaniyan bi me dide vexwarin.
Nakokî ne tenê di navbera elewî û suniyan de, carinan di navbera eþîrên elewiyan xwe bi xwe de jî derdiket û ji van yek dibe sedem ku Îbrahîmê Talo tevî yazdeh ji bira, pismam û lêzimên xwe ve, ji hêla leþkerên Osmanî ve were kuþtin. Ev bûyer dawiyê li xwendina Zeynel tîne, êdî mezinê mala Feran Zeynelê Îbrahîm e. Di demeke kin de dizewece, berpirsiyariya êl û eþîrê dikeve ser milên wî. Wekî peywira ewilîn bi pey kujerên bavê xwe dikeve, wisa difikire ku bavê wî ji hêla hin hêzên hemîdiyeyî û hêzên leþkerî yên Osmaniyan ve hatiye kuþtin. Rojek van herdu hêzan li nêzî Girê Boxe dike kemînê û gelekan jê dikuje, nav û dengê xwe li herêmê belav dike. Di nav milet de dibe qehreman. Û êdî fîrarê Roma Reþ e. Jiyana xwe tevî çend hevalên xwe di çiya, gelî û gebozan de derbas dike. Pirsgirêka kê çêbibe tavilê xwe digihînin Zeynel û jê daxwaza alîklariyê dikin.
Fîrariya Zeynel malbatê dike tengasiyê. Wekî çare giregirên malbatê dixwazin herin efûya wî li cem fermandarê artêþa ku li Ezirganê bi cih bûyî derxin. Ji malbatê çend mirov diçin Ezirganê, li cem fermandar Muþîr Zekî Paþa efûya wî dixwazin. Ji ber ku Zeynel li hember artêþa Osmanî serî hildaye, bi dehan leþker kuþtiye, Zekî Paþa nikare efûya wî derxe, lê rêyek ravî wan dide ku herin Stenbolê cem Siltan Evdilhemîd efûya wî bixwazin. Di dawiyê de Zeynel ji bo bexþandina xwe bi karwanek re berî dide Stenbolê ber dergehê qesra Elî Osman. Lê mixabin li Stenbolê ji hêla xefiyeyên Siltan Evdilhemîd ve tê girtin, ji ber ku nasnameyek sexte pê re ye, li navê xwe yê rastîn xwedî dernakeve, wekî biryara dawî destên wî kelemçe dikin û tevî çend leþkeran diþînin Gimgimê da ku nasnameya wî ya rastîn çi ye çi nîne derkeve holê… Lê Zeynel di rê da li nêzî Ezirganê ji nav cendirmeyan direve, þopa xwe winda dike, di rê de tê þêlandin, bi zor û zehmetiyan xwe digihîne Çiyayê Bîngolê. Piþtî demekê tevî mirovên çekdar yên ku li hev civandiye vedigere wî gundê ku ew þêlandibû, garana gayên wan, revdeyek hespên wan talan dike, heyfa xwe hiltîne.
Dem derbas dibe, leþkerên Osmaniyan Zeynel diþopîne, di navbera herdu aliyan de þer derdikeve, hevjîna Zeynel di þerî de birîndar dibe û ji ber ku nikarin wê xelas bikin wê bi derbên xwe dikujin.
Bi derbasbûna demê re, Zeynel êdî ji fîrariyê aciz dibe, dixwaze bi alîkariya hin mîrên mezin ku navbera wan û padîþahê Osmaniyan baþ e, xwe bide efûkirin. Bi vê mebestê berê xwe dide cem mîrê Milan ku li Wêranþarê niþtecih e. Dema ew digihêje cihê mîrê Milan, dielime ku mîr ne li mal e. Tam jî di wê wextê de dibe qerepere, gazî tê û dibêjin eþîra ereban ya ku jê re dibêjin “Þemiran“ êriþî þivanên Milanan kiriye, keriyê pezê wan talan kiriye. Li ser vê hawarê Zeynel û hevalên xwe tavilê di hawara wan de diçe, mêrên Þemiran kelûkût dikin û talanê vedigerîne. Li ser vê qehremaniya wî yek ji civatê meraq dike û dipirse ev kî ye ku wisa jêhatiye? Bersiv wiha ye: Ew pilingê Serhedê ye. Piþtî wextekê Brahîm Paþa jî tê, mêvanê xwe xweþ pêþwazî dike, li ser ricaya Zeynel, Brahîm Paþayê milî daxwaza wî þûn de venagerîne, diçe Stenbolê cem Siltan Evdilhemîd da ku efûya wî derxe. Li vegerê mizgîniya efûyê ji Zeynel re tîne û Zeynel tevî hevalên xwe bi kêf vedigere hêla Gimgimê, ji bo wî jiyanek nû dest pê dike…
Roman bi çîrokên balkêþ yên gelêrî û herêmî hatiye xemilandin. Mînak çîroka bi helbestî hatiye hûnandin ku zewaca qîza file û Mûsa Begê vedibêje, çîroka þerê qertel û leglegan vegotin hem dewlemend kiriye, hem jî xwendevan ji vegotina dîrokek rijd hinek dûr xistiye. Ziman gelek sade ye, bêsansûr e û ji vegotinek fermî dûr e, vegotinek nixamtî ya mîzahî heye ku carinan mirov têr dide kenandin û tehmek xweþ dide xwendinê. Lê di hêla redaktekirinê de, di hin hevokan de gelek kêmasî dixuyin ku divê di çapên din de werin sererastkirin: ” Welî kuþtina E’lî axa hetanî binî qala Zeynel kir.”(r. 219), “Biraziyê min tu xwendiye”(r. 162).
Dema Îbrahîmê Talo ku elewî ye bi qeymeqamê Gimgimê re dipeyive qeymeqam qala çêkirina mizgeftê li Ûskiran dike.(r. 13), ev agahî kêfa Îbrahîm tîne. Lê rastî ne wisa ye. Ji ber ku li Ûskiranê baweriya elewîtiyê serdest e gelo çêkirina camiyê çawa kêfa Îbrahîmê Talo tîne, divê mirov ji nivîskar bipirse. Li þûna camiyê mizgîna çêkirina “cemxaneyê” bida dibe ku kêf bikira.
Dema Zeynel li Xarpêtê dixwîne em dibînin ku vebêj -ku nivîskar e- dibêje “Zeynel bi hêsanî Quran xitim kiribû, sê ziman jî ji Zeynel re ne xerîb bû, sê ziman jî zû fêr bûbû.”(r. 24): Farisî, erebî û osmanî. Gelo Zeynelê ku li gundê xwe tenê kurdî dipeyivî di salekê de çawa ev qas ziman bê astengî û zorî fêr bûye. Bi ser de jî xitimkirina Quranê ya di salekê de bi rastî ji bo bawermendekî girêdayî çanda elewîtiyê karekî zor e. Lê nivîskar vê serkeftinê bi hêsanî bi Zeynel dide kirin. Dîsa Zeynel dema carê ber bi biharê ji dibistanê tê gund, wê çaxê erdhej çêdibe û derheqê dinyayê de ji bilî Zeynel kes tiþtek nizane, dema Zeynel qala giloverbûn û doþbûna dinyayê dike, gundî wiha bertekê didin: ”Tobe- tobe îcar dinê top û gilover e û li dora royê doþ dibe, çêkirina Xwedê îþê xerîb e.”(r.34). Halbûkî li gelek deverên cîhanê mirovan ji berî Zayina Îsa û vir ve dizanîbûn dinya gilover e, lê mixabin nivîskar civaka herêmê bi cahiliyek wisa dide nasîn ku haya wan ji tu tiþtî tune ye, sal nêzî 1890î ye.
Vegotina bûyeran geh bi gotinên pêþiyan, geh bi paþgotiniyan tê dewlemendkirin û nivîskar bêyî xwe li vegotinek rijik û fermî bigire, bi hevokên sade û azad honaka romana xwe hûnandiye.
Di romanê de nivîskar carinan dikeve nava gelek hûrgiliyên dîrokî û xwe ji bîr dike ku romanê dinivîsîne. Mînak di rûpelên 152 û 153an de qala dîroka malbata Xormekan/Feran dike, çawa ji Dêrsimê ber bi Gêxiyê ve hatine, mezinê malbatê kî ye, bi kîjan eþîrê re þer kiriye, qîza kîjan eþîrê ji kê re hatiye xwestin û nizanim çi û çi… Dîsa ji rûpelên 152î hetanî 160î qala mîrêmîran Eladîn Paþa dike, zilma li xelkê kiriye, þer û pevçûnên navbera malbat û eþîran de qewimiye, zilma leþkerên osmaniyan yek bi yek tê vegotin. Ger mirov pir þiyar nebe wisa difikire ku xwe berdaye nav rûpelên Þerefnameya Þeref Xan ya mîrê Bedlîsê û bûyerên di nav eþîrên kurdan de qewimiye, nakokiyên di nav mîrekiyan de rûdayî, dixwîne… Ji xwe ji bo mirov van bûyerên tê vegorin têbigihêje jî divê herî kêm çend caran bixwîne. Divê ev beþên wekî meqale dixuyin di romanê de cih negirtana. Wekî pêvek dikaribû di dawiya romanê de bihata kifþkirin. Ev hûrgilî romanê dike romanek xwecihî/herêmî û nahêle roman di asoyên fireh de baskên xwe bilivîne. Serqisê ger mirov biyaniyê dîroka ku tê qalkirin be, dê ji van hûrgiliyan çi tehma xwendinê bigire?
Di hin beþên romanê de nivîskar hûrgiliyan ji bîr dike û çi tê hiþî dibêje: “Di serê cotmehê de baranek rind barî bû.”(r. 228), du hevok þûnde wiha pê de diçe: “Mihên zayî berxê xwe têr dikirin.”(r.228). Demsal payiz, meh cotmeh û miyên zayî li hev nayê… Di dema mêvaniya Zeynel ya li mala Brahîm Paþa de dema nanxwarinê de hûrgiliyek wiha heye:”… Birinc û goþt li ser lengeriya qûç bû… Bû teqi-reqa kefçiyan. Cemaatê hestiyên xwe ser xwe re avêtin.”(r.236). Di mala paþayek de di dema nanxwarinê de pêkhatina dîmenek wisa…
Dîsa di bin sernavê ”Eskerên nizamî û Hemîdiyan li hevxistin”(r. 150) de em dibînin ku tu tiþtek wisa tune ye û þer þerê Xormakan û Hemîdiyan e. Ti bûyerek têkilî “leþkerên nîzamî” nayê vegotin.
Zeynel dema li Stenbolê tê girtin û tevî cendirmeyan ber bi Gimgimê ve tên, plana revê/fîrariyê dike. Berî fîrariyê li Ezirganê ji Qumandan rica dike ku jê re pêlavekê nuh bikire û ji qumandan re wiha dibêje: ”…aha ji tere “deh zêr” ji min re pêlavekê bistînin…(172), çend hevok pêþ de îcar ji bo siwarî rê bikudînin ji qumandan rica dike ku jê re çend hespan bikire û îcar qumandar wiha dibêje: ”Haydê pera derxe, deh zêra jî seba estiran bide”(r. 172). Buhayê pêlavekê qat bi qat ji buhayê çend hespan/estiran zêdetir e… Bi vê jî namîne di rê de Zeynel plana xwe pêk tîne û direve, ji cerdirmeyan dûr dikeve, xwe davêje nav ava Çemê Reþ û bi avjeniyê derbasî hêla din ya çem dibe û ji ber çavê leþkeran winda dibe: “Zeynel bi avjeniyê gelekî dûr ket, li ciyekî qerax zinar xwe avêt reþayê.(r.173). Lê em rûpelek diqelibînin, xwendinê didomînin û dibînin ku Zeynel va ye kelemçaya li dest girêdayî diþkênîne û em di þaþwaziyê de dimînin ku Zeynel çawa bi destê kelemçekirî avjenî kiriye: Li cihek bilind rûniþt, darê kelemça destê xwe þikand, ji hev de xist û derxist avêt.”(r.174). Û rûpelek þûnde em dibînin ku Zeynel ji cendermeyan xelas bûye, vêca ji hêla hin gundiyên tirkmen ve hatiye qefaltin û þêlandin. Di nava amûrên þêlandinê de kum û kolosê Zeynel jî heye. Dest kelemçekirî avjeniyê dike û çawa kum û kolosê wî bi avê de naçe û li serî dimîne mirov þaþ dibe: ”Zeynel çiqas li ber canê xwe da wan Zeynel þêlandin, … fes û kolosê wî… hemû jêkirin.”(r.175).
Dîsa di destpêka romanê de nivîskar leheng Zeynelê Îbrahîm wekî mirovek baþ, xwenda û mirovhez dide nîþandan lê ber bi dawiya romanê ve em dibînin ku ji Zeynelê berê tu eser nemaye, carinan dibe talankerek û geh birra hespan, geh garana gayan talan dike, geh bi dehan leþkerî dikuje û carinan jî wekî lehengê “destanekê” ku nizane binketin çi ye dixuye. Di bûyerên tên serê Zeynel de romannûs qet derûniya leheng li ber çav negirtiye, qelsiyên wî yên mirovî çi bûn?, ji çi hez dikir?, ji çi ditirsiya?, evîna wî û Fatimayê çawa bû?. Ji van pirsan bersiva yekê jî di romanê de tune ye. Hetanî mirov dikare bibêje nivîskar derûniya ku Zeynel di nav de serobinbûyî jibîr kiriye. Çimkî bavê wî tê kuþtin, em tu guherînek derûnî pê re nabînin, tenê li dû dijmanan e, di serdegirtinek de hevjîna wî birîndar dibe û ji bo nekeve destê leþkeran bi hevalê xwe wê dide kuþtin û bi serfirazî ji kemînê xelas dibe, lê piþtî vê bûyerê qet bi hevokek jî derûniya Zeynel ya li hember vê kuþtina dilsotîner nayê zimên. Bi ya min di vê romanê de kêmasiya herî ber bi çav paþguhkirina derûniya lehengê sereke ye.
Bi hêviya ku hûn jî rahêjin rûpelên wê û bi ser hev de biqulipînin û tehmek dîrokê jê bistînin…
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Eþqa ku Dev jê Nayê Berdan: Ax û Azadiya Welat
- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin
- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poþmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuþtinên kiryar nediyar
- Pêþangeha Sûretan: Çend dîmen ji êþ û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoþeyî
- Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’