___Elîf Şekercî___
Şanoya kurdî ya bakurê Kurdistanê îro bi gelemperî di bindestiya şanoya konvansiyel, klasîk, de ye. Şanoya konvansiyel ya kurdî wateyên şablonî, amade dide temaşevanên xwe û wan dixe bin bandora wateyên teqez. Temaşevan di listîkê de dibin mirûdê nivîskar û derhêneran. Nikarin ji xeynî wateyên ku hatine amadekirin, wateyên din derxin û ji listîkê derkevin. Di vê şanoyê de armanca nivîskaran tehakûm û rêbertî ye. Dixwazin temaşevanên “bê rêber, nezan” bixin bin bandora xwe û wan bînin ser rê. Di vî aliyî de şanoya konvansiyonel ya kurdî ya bakurê Kurdistanê ji temaşevanên xwe mirûdan derdixe holê.
Ji xeynî vê şanoyê, şanoyeke hemberî şanoya klasîk jî di şanoya kurdî ya bakurê Kurdistanê de tê dîtin. Ev rêya alternatîf listîkvanan ji destê nivîskar û derhêneran rizgar dike. Listîkvan ne bi metn, bi laşê xwe di temaşevanan de wateyan hişyar dikin. Bedena xwe dikin amûra şanoyê. Bi saya vê, her temaşevan wateyekê derdixe. Hin kes hevpar dibin, hin kes cuda. Di vê cureyê de şanoya tehkûm dişikê, ya azad ava dibe.
Mirov difikire ku miletekî wekî kurd yê bindest çima di şanoyê de bindestiyê ava dike û qebûl dike? Şano ji bo jiyanê alternatîfek be, çima azadîxwaz nîn e? Gelo ev encam, encama bindestbûyînê ye?
Di şanoya cihanê de du dest hene ku yek li hemberî yê din e. Ev du rê di bingeha xwe de cureyên cuda bi cuda dihewîne. Rêya herî kevnar û herî tê qebûlkirin şanoya klasîk, konvansiyonel e. Şanoya klasîk, organîzmayeke totalîter e ku endamên xwe dixe xizmeta nivîskar yan jî derhêneran. Nivîskar, Xwedayê sîstemê ye û derhêner jî pêxemberê ku li ber destê Xwedê ye. Nivîskar ji bo armancên xwe yên bi sînor were cih
pêxemberê xwe dişîne û dîrektîfên xwe yên diyar dide lîstin. Di vê çarçoveyê de temaşevan bi şabloneke amade û bi çarçoveyeke hatiye diyarkirin wekî mirîdên şêxan bi teslîmiyeteke bêdawî diçin listîkan û wate, fikrên ne guherbar, dixin kîsên xwe. Bi vî awayî ji şanoyê derdikevin. Em bi vê hevşibiyê dikarin bêjin şanoya klasîk wekî sîstemên monarşiyê ne. Nivîskarên şanoya klasîk, monark in; derhêner, destên monark in; ekîbên teknîkê, endamên meclisê ne û temaşevan jî xelkên di bin tehakûmê monarkan de ne.
Em dema ku bala xwe didin rêya alternatîf ya ku li hemberî şanoya konvansiyonel-Performans- vê dibînin: ev rê rêya têkoşînê ye û dixwaze teslîmbûyîna mirîdan bişikîne û dêvla vê teslîmîyetê, serbestiyê bîne şanoyê. Di vê rêyê de; endamên organîzmayê (wekî ronahî, xeml, cil û berg, metn, listîkvan) ji nivîskar û derhêner biçûktir nayên dîtin. Her yek bi azadbûna xwe xizmetê dide listîkê, car caran bê metneke diyar, car caran bi metneke diyar lê hatiye guhartin..
Performans ser bûyerên provakatîv ava dibin. Li hemberî sînoran, Xwedayan, monarkan û şablonan e. Bi şanoyeke azad û bi temaşevanên ji sînoran hatine rizgarkirin li hemberî sistemên desthilatdar e.
Performans, bi potansiyela xwe ji bo gelên bindest dibe alternatîveke azadiyê. Di vê çarçoveyê de ev pirs tê bîra mirov, nivîskar û derhênerên kurd çima vê reya alternatîf tercîh nakin û dixwazin şablonên xwe li temaşevanan ferz bikin?
Di bindestiyê de car caran ji bo bindestî bê şikandin, bindest rêyeke alternatîf ya ku bi xwe otorîte ye, ava dike. Bi saya vê hest dike ku ji bindestbûnê difilite. Lê xwe dixapîne. Li gorî min ev israra şanoya klasîk, ji vê hestê tê. Kurd di her qadê de azadîxwaz in. Divê ji bo azadiyê di nav xwe de ji fikrên otorîteyê xwe dûr bixin. Ji bo şanoyê jî divê dev ji şanoya klasîk berdin û berê xwe bidin performansê. Tenê bi saya cureyên performansê
temaşevan dê azad û serbixwe bin.
***
Nivîseke din a Elîf Şekerçî ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li gorî zanista nîşaneyan û bi metoda Greimas analîza ‘Director’
***************************
20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)...
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
Ji bo yên nizanibin çawa bikin, li vîdeoyê binêrin:
Wekî notek: Di kanala me ya Youtube de beşa "KATIL" (Beşdar bibe) pişkovek heye. Bi ser wê bişkovê re jî yên bixwazin dikarin alîkarî bikin.


