Mahmut Ozçelik
“Asoyê Dînan” pêncemîn romana romannivîs Fêrgîn Melîk Aykoç e ku ji WeÅŸanên “Ar”ê di sala 2013an de çap bûye. Di romanê de du karakterên balkêÅŸ hene ku wekî dînan dixuyin: Jê yek Hesik e û yê din jî Dergo ye. Herdu jî mexdûrên pergala dewletê ne. Derbên giran ji dewletê xwarine. Mafê Hesik yê xwendina li zanîngehê hatiye astengkirin, ji ber vê astengiya dewletê xwendina li zanîngehê di nîvî de hiÅŸtiye. Dergo jî ji artêÅŸê hatiye avêtin. Û herdu leheng jî piÅŸtî ji dewletê van derbên mezin dixwin, ji hêla ruhî ve têk diçin. Her ku diçe nexweÅŸiyên wan yên derûnî girantir dibin. Hesik carinan bi cinan dikeve û zirarê dide dora xwe. Heçî Dergo ye wî jî hiÅŸ sivik kiriye û ji siya xwe ditirse. Rojên bi tav û tîrêj mirina wî ye, lewra xuyabûna siya wî, ji bo wî wekî ajanek dewletê yê wî diÅŸopîne dixuye, ji ber vê hindê tenê di rojên bi ewr de rehetiyê dibîne. Dema rojek ew û çend mirovên ji malbatê ber bi “Ziyareta Warê Welo” ve diçin, ji bo ku ji siya xwe zivêr nebe bi sîwaneke mezin xwe ji tavê diparêze. Endamên malbatê li ser ziyaretê dixwazin wekî di nava civakê de bûye kevneÅŸopî boraqekê bidin, paçik û keman bi dara ziyaretê ve bikin da ku ji xerabiyan bên parastin. Mirov dikare vê rewÅŸê wekî ÅŸopên baweriyên paganîst yên hêj di nava civaka me de dijî jî bihesibîne. Tam jî di wê kêliyê de ji çiyayên serdestî wan leÅŸker gulleyan bi ser wan de direÅŸîne û pê re jî Dergo ber bi gelî û newalan ve direve, wekî peza ji keriya xwe biheyive winda dibe, yên din jî bi zorê canê xwe xelas dikin û vedigerin bajêrê xwe yê bi navê Çala Oxiyê, lê Dergo êdî wenda ye. Li ser windabûna wî her kes derewek diafirîne…
Bi vegotina ku geh vebêj nivîskar bi xwe ye, geh jî Segwan e em rewÅŸa civakî û olî/dînî ya çend malbatên elewî yên li berpala çiyayê Åžerefdînê hîn dibin. “Elewî û sunî” di nava hevsengiyek de bi hev re li zozanan, li berpalê çiyayê Åžerefdînê jiyanê dikudînin.
Li dora serpêhatiya Hesik em derheqê bawerî û ayînên elewiyan de dibin xwedî gelek agahiyên xurt. Qala hin beÅŸên baweriyên elewiyan tê kirin: Dema rewÅŸek neasayî dertê holê berê xwe didin rojê û ji Xizirê Kal alîkariyê dixwazin, pîroziya“Tîja Heqî” raser e û hwd. Mezinê van çend malbatên elewî Kalo Kekil e ku ewilîn li çiyayên Bîngolê niÅŸtecihbûye, ji eÅŸîra Xormekan e û piÅŸtî geÅŸedanên nerênî tên û li derûdora çiyayê Åžerefdînê bicih dibin.
Di romanê de du karakterên dînbûyî hene –Hesik û Dergo- ku herdu jî bi wê dînbûniya xwe civakê ÅŸên dikin û didin kenandin, lê piÅŸtî wextekê her du jî wenda dibin. Li ser wendabûna van herdu hiÅŸsivikan, heval û lêzimên wan li hev dicivin û mîna ku nû hay ji qedr û qîmetên van dînikên xwe bibin, bi xemgînî qala rabirdûyên wan dikin. Mîna ku bixwazin ji nû ve van dînîkên xwe yên ji ber egerên cur bi cur hiÅŸ wenda kirine û pê re jî bi cestî wenda bûne, nas bikin. Ji bo Hesik li çiyayê Åžerefdînê, di bin konê dozdehstûnî de dicivin, ji bo Dergo jî li bajêr –Çala Oxiyê- li mala Zengoyê birayê wî dicivin û her yek bîranînek xwe ya bi dînê xwe re jiyaye, bi civatê re parve dike. Lê her cara ku yek qise dike hêj qisedana xwe xelas nekiriye bûyereke seyr diqewime û civat û civîna wan serobin dibe. Mînak dema qala Hesik dibe ewr digurice, brûsk lê dide û her der di nava tirs û tariyê de dimîne, dîsa dema li ser Dergo qise dikin teqînek dike ku guhên mirovan kerr bike diqewime û vegotina bîranînan di nivî de dimîne…
Taybetiyek hevbeÅŸ ya van dînan heye ku herdu jî berî dînbûnê mirovên zana û baqil in. Hesik hetanî pola sisiyan ya zanîngehê xwendina xwe domandiye, Dergo jî dibistana leÅŸkerî xelas kiriye û hetanî efseriyê di artêÅŸê de pêÅŸ ve çûye… Lê ÅŸert û mercên jiyana kambax ya siyasî ev herdu mirov aniye asta hiÅŸsivikiyê û dû re jî bûne pêkenînên civaka xwe… Di romanê de em pêrgî hin dînên din jî tên: Asêya ku piÅŸtî di îÅŸkenceyê de kurê xwe wenda dike, Resoyê Pênctilî ku di ÅŸerê Qibrisê de hiÅŸ sivik dike û Mamoyê cureyên keviran fêrî kurxalê xwe dike ji vanan hinek in…
Di vegotina derheqê zaroktiya Hesik de, em dibînin ku zarokên kurdan çawa bi destê mamosteyên zimanê tirkî di çerxa biÅŸaftinê re derbas dibin û hêj di destpêka jiyana xwe de ji hêla derûnî ve têk diçin…
Di beÅŸa “Legana Cindar” de romannivîs bi zimanekî îronîk kevneÅŸopiyeke ku ji baweriya kevn ya gelê me ye û wekî cinderxistinê tê zanîn, bi bîra me dixe. Hesik dema ji hêla derûnî ve ber bi têkçûnê ve diçe, mezinên malbata wî gazî cindar Xefo dike ku cinên pêÅŸkalî wî bûye jê dûr bixe. Lê ev dêlindêziya ku bi ava di leganê de û bi xwendina erebî didome de Hesik hêrs dibe û li hember vê baweriya batil wiha deng li cindar dike: ”Min di te, legana te, cin û cindariya te…!”(rûp. 87). Dîsa di beÅŸa “NiviÅŸta MiÅŸto” de em pêrgî baweriyek batil ya din tên ku hevjîna Hesik/Porsorê tevî hin jinên din bi dizî diçin cem mele MiÅŸtoyê ji gundê Sêrdînan, da ku niviÅŸtek ji bo nexweÅŸiya Hesik çêke. PiÅŸtî demekê Hesik vê niviÅŸtê dibîne, dixwîne û diqehire, nexweÅŸiya wî zêdetir dibe, ji ber ku mele MiÅŸto di niviÅŸtê de li ser doxînsistiya xwe hin tiÅŸt nivîsiye.
Di beÅŸa “Zimanê Keviran” de em bi dînekî xwe yê din re tên cem hev ku navê wî Mamo ye û dê û bavê wî miriye, ew jî bi tena serê xwe li kêleka çemê di geliyek de diherike ji xwe re holikek çêkiriye û li wir bi nêçîra masiyan û berhevkirina hin fêkiyan jiyana xwe didomîne, tenê lêzimek wî heye ku kurxalê wî Bîdar e. Bîdarê ku li bajêr dijî, carinan tê û li Mamo xwedîtiyê dike. Em bi diyaloga navbera Mamo û Bîdar de çêdibe dibînin ku bi dehan navên keviran yên cur bi cur hene ku Mamo dixwaze hemûyan bi Bîdar bide naskirin û fêmkirin: Seng/ber, xîz, xîç, xîbar, kuç, tevÅŸ, repin, hîm, sal, lat, kewke, baxir, çilindar û hwd… Neynika dewlemendiya zimanê kurdî. Ev vegotina bi diyaloga Mamo û Bîdar re diherike û çêjeke xweÅŸ dide romanê, di heman demê de me ber bi kûrahiya dîroka me ve jî dibe. Ji ber ku hîmê jiyana neolîtîk bav û kalên me avêtiye, ewqas nav jî li keviran hatiye danîn.
Rojek Bîdar Mamo dibe bajêr, da ku çend rojan bibe mêvanê wî. Di pêvajoya vê mêvaniyê de rojek riya Mamo û Dergo jî di baxçeyek ku peykerê Atatirk lê ye bi hev dikeve. Ji ber ku herdu jî bi ÅŸaÅŸwazî û meraq li ber peyker pêkoliyê dikin, çend leÅŸker tên û wan ber bi qereqolê ve dibin. Di wê kêliyê de Asêya ku kurê wê ji hêla leÅŸkeran ve hatiye kuÅŸtin jî bi wan re serî derdixe û êriÅŸî leÅŸkeran dike. Asê wisa difikire ku lawê wê ji hêla leÅŸkeran ve hatiye kuÅŸtin. Lê mixabin leÅŸker destê wê jî kelemçe dike û dibe qereqolê. Li vir em dibînin ku leÅŸkerên bajêrê Çala Oxiyê, dînên civakê jî rehet nahêlin û jiyanê li wan teng dike… Di qereqolê de îÅŸkenceyên nedîtî tînin serê van her sê dînikên bêsuc û guneh û wisa dibe ku Mamo dixwaze kêliyek berî kêliyê xwe bigihîne holik û kevirên xwe yên li kêleka çemê di gelî de. Kevir û zinar ji wî re ji leÅŸkeran germtir û kêÅŸwertir tê…
Em bi saya bîranînên ji hêla nasên Hesik ve di bin konê dozdehstûnî tê vegotin, derheqê baweriya elewiyan de jî dibin xwedî gelek agahiyan. Çimkî Hesik bi xwe jî ji malbatek elewî ye: Têkiliya baweriya elewîtiyê ya bi Xizir û ZerdeÅŸtî re, ya bi Manî û Mazdekî re tê vegotin û behsa pîrên wekî Baba Mansûr û Ebul Wefa dibe. Dîsa di vê baweriyê de jî wekî di baweriyên sunîtiyê de hin mele bi cinderxistin û niviÅŸtçêkirinê mirovên dilpak dixapîne, heman rewÅŸ di nava civaka elewiyan de jî pêk tê lê bi navên cuda. Vegotina çîroka pîrê elewiyan yê sexte ku bi navê Yemez Îçmez Boran Dede (Pîr Boranê naxwe venaxwe) tê nasîn vê rewÅŸê bi zimanek sade tîne ziman. Ligel vê dîmena neyinî, em pêrgî cemgirêdana di bin rêberiya pîrê pîran Pîr Rustem de jî tên û bi saya vê cemgirêdanê em dêlindêziya cemgirêdanê wekî dîmenek dilpakiya mirovên elewî dibînin û ayîna wan ya bi henase û gulbangan xemilandî dibihîsin. Di baweriya elewîtiyê de cemgirêdan, misahîbî, zakîrî, gulbangî û peywirdarên wekî rêber, delîl, koçek, çavdêr, loqmedar, dayika postê pîroz û semager hene. Dîwana Heq, gera semahê, dema xwarina loqmeya heq, vexwarina ava pîroz, semaha agir û dengvedana gulbangan ku bi navê “BîsmîÅŸah” dest pê dike wekî hin sembolên baweriya elewîtiyê ne. Û ji van peyv û peywirdaran jê hinek di baweriya êzdayetiyê de jî hene. Ev jî bi me dide zanîn ku têkiliya baweriya elewîtiyê bi zerdeÅŸtiyê, manîheîzmê û bi êzdayetiyê re heye…
Di bîranînên ku tê vegotin de em zilm û zora li ser elewiyên kurd tê meÅŸandin jî dibînin. Dîsa lîstikên rayedarên dûgela kemalîst ku dixwazin bi pîrên sexte û nijadperest elewiyên kurd ku hemû ayînên xwe bi zimanê kurdî/kurmancî û kirmanckî dikin, vegerînin ser ÅŸamanîzmê û koka wan bi Asyaya Navîn ve girê bidin. Vê rewÅŸê em di peywirdariya dede Yusuf Çelebî de dibînin ku çawa bi wêneyê Atatirk tê û dixwaze hiÅŸ û baweriya elewiyên kurd tevlihev bike. Lê li ser vê Hesik helwestek li gor dilê mirovên serhildêr nîÅŸan dide û weneyê Atatirk di serê dede Yusuf de diÅŸkênîne û berteka xwe ravî wî sextekarî dide…
Bi vegotina mamoste Soro em vêca xwe di fêrgehek de dibînin û li mamostetiya Dergo ÅŸahidiyê dikin. Ji ber ku Dergo tim diçe qehwexaneya ku mamoste di wextên xwe yên vala de lê bêhnvedanê didin, rojek di nava xwe de biryarê didin ku Dergo wekî mamosteyê dersa “ewlehiya netewî” erkdar bikin. Dergo vê biryarê qebûl dike, rojek di lîseyê de rutbeyên leÅŸkerî fêrî xwendekarên pola sisêyan dike. Hem bi vegotinek îronîk qala perwerdehiya salên nêzî 1970î li Tirkiyeyê dike ku çiqas ji zanistiyê dûr e, hem jî bi fêrkirina peyv û payeyên leÅŸkeriyê Dergo gelek tiÅŸtan hînî me dike: Yekper, serpel, sîtvan, serdar, binefser, berheng, serheng, sertîp, serhêz, serliq, serartêÅŸ, sererkan hin peyvên leÅŸkerîne ku em dibihîsin…
Hin beÅŸên romanê mîna ku silavek li romana nivîskarê çekî Jaroslav Hasek bike, pirtûka wî ya bi navê “ Åžêr leÅŸker Åžvayk/Aslan Asker Åžvayk “ tîne bîra mirovan…
Bi vebêjiya Ferzad ku qala çîroka Dergo û partiyên ji bo serokatiya ÅŸaredariyê di nava pêÅŸbirkê de ne, em rewÅŸa siyasî ya li Tirkiyê jî hinek dielimin, dek û dolabên partiyên pergalê dibînin û ev beÅŸ gelek xweÅŸ hatiye xemilandin û xwîner têra xwe dikarin tehmek jê bigirin û bikenin…
PiÅŸtî bîranînên bi Dergo û Hesik re tê vegotin, em dibînin ku ev herdu mirovên bêguneh yên ji ber sedemên cur bi cur di nava nexweÅŸiyên derûnî de ne, ji hêla peywirdarên leÅŸkerî ve wekî tawanbarên li hember nirxên neteweyî yên tirkan tên dîtin û wekî çare jî destên wan tên kelemçekirin û wan dibin davêjin nexweÅŸxaneya nexweÅŸên giyan û sînîrî ya Elezîzê… Ev jî tê wê wateyê ku rayedarên li bajarê Çala Oxiyê tehemûlî dînan jî nakin û dixwazin wan bêbandor bihêlin. Û muameleya wan ya li hember mirovên me yên dawa maf û azadiyên bingehîn dikin jî piÅŸtî roman xwendinê divê xwîner bifikire…
Dema Hesik û Dergo li nexweÅŸxaneya dînan ya li Elezîzê dimînin, rojek li baxçe bi rasthatinî hevdu dibînin, hewniya xwe bi hev tînin û piÅŸtî wextekê bi saya bijîÅŸkekî kurdperwer ji nexweÅŸxaneyê tên derxistin. Lê berî vê derxistina ji nexweÅŸxaneyê em dibînin ku bijîÅŸk dixwaze hinek jiyana wan ya demên berê hîn bibe. Li ser vê ewilînHesik dest bi qisedanê dike. Qala rojên xwe yên xwendina li zanîngehê dike. Pê re jî qala avêtina xwe ya ji zanîngehê dike. Dû re çûna xwe ya ber bi Kuveytê vedibêje. Dîsa qala jiyana erebên dewlemend ku li Kuveytê dîtiye û di nava kêf û zewqê de sermestbûyî dike, hûrgiliyên xewnên xwe yên têkilî Sûmeran, bajarê Ûrûkê tîne ziman. Ji vir ÅŸûn de nivîskar bi vebêjiya Hesik û xewnên wî ji GilgamêÅŸ bigire hetanî Nînsûn, Enkîdû û Înannayê ta bigihêje Gutîyan qala gelek agahiyên dîrokî dike.
Dema li Kuveytê ÅŸîrketa Hesik têde dixebite dawiyê li xebata wî tîne, vêca berê xwe dide Lûbnanê. Li wir pêrgî ÅŸerê navxweyî tê, ji jinên ku di vî ÅŸerî de bî mayî jê yek dixwaze Hesik bixapîne û pê re bizewice, li ser vê yekê Hesik dest bi revê dike û di ser Suriyê re tê Tirkiyeyê. Di deriyê Yayladagiyê de tê girtin û îÅŸkenceyên nemayî dibîne û tevî îÅŸkenceyên berê di leÅŸkerîyê de dîtibû li ser derûniya wî kartêkirinên neyînî dike û êdî baÅŸbûna wî negengaz e.
PiÅŸtî Hesik dawî bi vegotina çîroka jiyana xwe tîne vêca Dergo dest pê dike û ji bijîÅŸk Rodî re beÅŸek ji çîroka jiyana xwe vedibêje. Dema wekî efser di arteÅŸê de ye û li Afyonê peywirdar e, ji ber nasname û kurdbûna xwe pêrgî zilm û zordariya rayedarên leÅŸkerî tê û ji wir sirgûnî Ispartayê dibe, di îÅŸkenceyên giran re derbas dibe û piÅŸtî vê îÅŸkenceyê derûniya wî bi tevahî xerab dibe, ji artêÅŸê tê avêtin û êdî wekî nîvmirovekî li civata xwe vedigere…
Tevî hemû van bîranînan ber bi dawiya romanê ve em dibînin ku herdu lehengên me yên sereke yên wendabûyî -Hesik û Dergo- piÅŸtî lêgerînek bi qasî çend rojan, di kûrahiya geliyek de tên dîtin û li her hêlê dengê mizgîniya dîtina wan olan dide:
Me Dergo dîîît
Me Hesik dîîîît…
Romannivîs bi gelek hêlan ve çarenûsa herdu lehengên xwe mîna biÅŸibe hevdu hûnandiye. Herdu jî ji dewletê îÅŸkence û zilmê dibînin, herdu jî zewicî ne, sedema dînbûna wan dewleta zilimkar e, herduyan jî hetanî pîleya bilind xwendine, her du jî di nexweÅŸxaneya giyan û sînîrî ya Elezîzê de dimînin, herdu jî piÅŸtî demekê winda dibin û di heman gelî û ÅŸikeftan de dimînin û bi heman awayî ji hêla lêzimên xwe ve tên dîtin û hwd… Lê ji herduyan çarenûsa yekî di cihek de di cihokek ciyawaz de biherikiya mînak jê yek yan nehatibûya dîtin an ber bi asoyek din ve bimeÅŸiya û bûyerek hêj balkêÅŸtir bijiya dê ji bo xwîneran dê rakêÅŸtir bûya…
Romana kekê Fêrgîn Asoyê Dînan ji hêla honaka bûyeran ve pir dewlemend e, bûyer wekî libên tizbiyê li dû hev rêz dibin û bi biwêj û gotinên pêÅŸiyan jî tê dewlemendkirin û ruheke kurmancî, tehmeke xwendinê ya xweÅŸ dide romanê:
“Girî girî, heba tirî, tu vî kumî, ji min nagirî!”
“Kumê birî, naçe serî, biçe serî, dike gurî, gurî gurî, ku da terî!(r. 73)
“Mal bela seriyan e, çavên her kesî li parî û keriyan e!”
“Me xwedî kir bi nanê xwe, kir agir û berda canê xwe”(r. 74)
“Hêê! Pito! Pito! Sîr kuto, bê kinc û bê poto, li gundê çeto, bûye kûçikê koto!”(r. 228)
Di zimanê edebi yê vegotinê de sadebûn, ÅŸayikî û xweÅŸikiyek ku xwe dide der û pê re jî hin peyvên exlebî li herêma Serhedê di axaftinan de tê bikaranîn û mixabin li ber windabûnê ne bi saya vê romanê pêÅŸkêÅŸî ferhenga kurmancî kiriye û bala me kiÅŸandiye ser van peyvan: Maran(tekerlek), qanqol, qurequr, avtingî, pilpilîng, qencelîsk, tizkirin, ÅŸonik, ultîn, lûrkirin, tuxkirin, vît, çoroz, hêÅŸî, spindû, ÅŸavî…
Di vegotina bûyeran de, derheqê kesayetiya lehengan de romannivîs divê bêlayen bimaya, lê mixabin nivîskar ev taybetiya romanivîsiyê binpê kiriye, rasterast bûye alîgir, ketiye tatêla parastina herdu lehengên xwe, wekî parêzvanekî xwestiye wan biparêze. Dîsa lehengên romanê pir baÅŸ, zana, bêqisûr, her çiqas wekî taybetiya dînan be carinan dijûnan bikin jî bi nirxên exlaqî yê civakê ve girêdayî, herdem mafdar û dike ku dilê her kesî pê biÅŸewite û wekî netewperwerê kurdan hatiye nîÅŸandan. Mînak dema Hesik li Kuveytê di ÅŸîrketê de dixebite hevalê wî Salah dixwaze bi bîra wî bixe ger ji bo hevÅŸabûnê daxwaza wî hebe dikare jê re jinek bibîne, lê Hesik wiha bersivê didiyê:” Na, spas, ez bi îqrara pîrê xwe û helala xwe ve girêdayî me!”(r. 246). Dema ji Kuveytê tê Lûbnanê/Beyrûtê jî vêca rojek jinek li derê mala wî dide û jê daxwaza hevÅŸabûnê dike Hesik dîsa wekî mêrek xesandî dixuye: “Wê bi carê ve pêÅŸiya hêrama xwe vekir, ÅŸilfîtazî, ne pêsîrdank, ne jî derpê qolik lê hebû. “(r. 254). Lê bersîva Hesik û helwesta wî wiha ye. ”Min ÅŸaÅŸ tênegihêje tu jineke wek horiyan xweÅŸik î, ez bawer nakim ku li vî bajarî xweÅŸikiyeke wekê te hebe, lê ez miroveke zewicîme û ji welatekî biyanî me…”( r. 255). Qet hestê mêraniyê di Hesik de nemaye… Ne tenê ji hêla exlaqî ve Hesik wisa tê parastin, di hêla siyasî de jî Hesik li hember pîrê sextekar serî hildide û helwesta xwe nîÅŸan dide. Dergo jî di hêla sîyasî de ji Hesik ne kêmtir e. Partiyên pergalparêz yên sîyasî yên wê demê rexne dike, carê ji partiyekê re dijûnan dide û wan bi kêrî tiÅŸtek nahesibîne. Di dema wendabûna Hesik de jî em dibînin Hesik di geliyê kûr de di baxirên sêsed, çarsed mêtro bilindahiya wê heyî de gilor dibe û tiÅŸtek pê nabe: “Dema ew hatibû giharê gelî û xwestibû xwe berde gelî, lingê wî li ber pellekî darê ketibû, ew gêr bûbû û bi gêrbûnê re qasî sêsed çarsed mêtroyî wek loxekî serê xaniyan gilor bûbû û hatibû li ber wî kelemî sekinîbû û pê re ji xwe çûbû. (r. 282). Sêsed çarsed mêtro gilorbûn û tenê ji xwe çûyîn… Ev vegotin surrealîst e û divê qet nebûya ji çend cihan ve ÅŸikestin di laÅŸê wî de çêbibûya, lê mixabin tenê ji xwe diçe…
Dem û dîroka bûyerên li dora Hesik û Dergo diqewime navbera salên 1960î û 1970î ye. Lewra em dibînin di jiyana Dergo de qala Partiya Dadweriyê, Partiya Komara Gel tê kirin ku ev herdu partî di salên navborî de li Tirkiyeyê li ser kar bûn. Lê bi xewn û xeyalên lehengan em hetanî dema Sûmeran jî diçin, li bajarê Ûrûkê dibin mêvan, ÅŸerê GilgamêÅŸ û Enkîdû dibihîsin û hwd. Cihê bûyer lê diqewime her çiqas wekî bajarê Çala Oxiyê û çend gund û warê Åžerefdînê derbas dibe jî ji bilî van cihan navê bajarê Gimgimê jî derbas dibe. Hesik û Dergo ji bajarê Çala Oxiyê ne. Lê ev nav mîna ku xeyalî be dixuye. Çimkî li nêzî Gimgimê bajarek bi vî navî tuneye. Dibe ku bajaroka bi navê KanîreÅŸê be. Nivîskar ev nav lê kiribe. Lê di vir de pirsgirêkek derdikeve holê ew jî ev e navên hemû bajar û welatên di romanê de derbas dibin navên rastîn in, mînak Elezîz, Gimgim, Kuveyt, Lûbnan, Suriye û hin bajarên wekî, Afyon, Wan, Isparta û yên din, lê bajarê ku navenda bûyeran e xeyalî ye. (Çala Oxiyê). Dibe ku ev jî tercîhek nivîskar be…
Nivîskarê Asoyê Dînan zimanek gelek xweÅŸik, sade û herikbar yê edebî bi kar aniye ku ev tehmeke bêhempa dide xwendevan. Di vegotina bûyeran de zimanek rojane, dûrî xeml û remzên hiÅŸk yên xwendevan biwestîne, bi kurmanciyeke nerm ya bi gotin û biwêjên bav û kalan hatiye dermalekirin bala mirov dikiÅŸîne. Dîsa di ÅŸayesê de pir serkeftî ye. Dema qala zozanên Åžerefdînê, konê dozdehstûnî yê bi lokosê hatiye ronîkirin tê kirin, an qala simbêl û qelûna Kalo Kekil tê kirin, zimanek rehwan hefsar ji nivîskar digire û wekî cahniyek tor li deÅŸt û rasteyên Åžerefdînê dibeze…
Bi hêviya ev romana ku cihek taybet daye baweriyên elewiyên kurd û bi “henase û gulbangên kurmancî” hatiye xemilandin û hetanî niha mirov dikare di romana kurmancî de wekî yekem hewldanê bibîne, were xwendin…
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poÅŸmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuÅŸtinên kiryar nediyar
- PêÅŸangeha Sûretan: Çend dîmen ji êÅŸ û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoÅŸeyî
- ÅžûrkêÅŸiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Åžemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Åžerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Åžapînoz’a Enwer Karahan û ReÅŸbîniyên Nepen
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (BeÅŸ II)
- Åžêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneÅŸopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’