logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

"Dilya û Zalar" - 2

Romana Mîr Qasimlo ya bi navê Dilya û Zalar ku min di beşa yekem de nirxandina wê hinek kiribû û serpêhatiyên Zalar bi w

  • Dîrok: 26/09/2013
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

                                                                                                                 

Romana Mîr Qasimlo ya bi navê Dilya û Zalar ku min di beşa yekem de nirxandina wê hinek kiribû û serpêhatiyên Zalar bi we dabû nasîn, niha jî ez ê hewl bidim ku “delala xewnên wî”   -Dilyayê- bi tevî serpêhatiyên wê û qewimînên din bi we bidim nasîn. Çîroka Dilyayê bi xewna ku dibîne dest pê dike. Vebêj ew bixwe ye û xewn di rojek bi baran de dest pê dike. Di xewna ku dibîne de, pêrgî mêrê xewnên xwe tê û bi hev re bi firê dikevin û li ser ewran gerek pêktînin û paşê li rastberek kesk vedinişin erdê û dîmenên balkêş dibînin. Jinên bi cilên mor û spî, di konên mor û spî de dijîn û hin mêr û xort jî ji wan re xizmetê dikin. Bi kurtasî gerdûnek ku serweriya wê jin in û hin xort û mêr jî xizmetkarên wan in. Di vê xewna ku nivîskar bi Dilyayê dide vegotin de, bêhna hin terîqetên ku li hin welatên pêşketî yên dinyayê hevşabûnan serbest dihesibînin tê. Û Dilya ji vê xewna bihuştî, bi dengê dayika xwe ve şiyar dibe. Li gel vê xewnê Zalar jî ji dayika Besê re qala penaberiya xwe dike. Û gava hatiye Almanyayê çawa zor û zehmetî, tenêtî û birçîbûnî dîtiye yek bi yek tevî rabirdûya xwe ya di derûniya wî de kartêkeriyen mezin yên neyînî pêkaniye, vedibêje. Pê re jî li Almanyayê çawa bûye xwedî şîrketa paqijiyê û di demek kin de dewlemend bûye, bi hemû kiteyan vedibêje. Lê bi vê jî namîne mijarên bêhna erotîzmê jê tê û hemû kiteyên hevşabûnê dihewîne ji jina ku wekî dayik ji xwe re hesibandiye -Dayika Besê- re vedibêje: Jê re qala heştê jinên ku bi wan re hevşabûn pêkaniye dike, danberheviya jinên rojhilatî û ên rojavayî dike û bêsiûdiya jinên rojhilatî tîne ziman. Ji pîra heftê salî re qala tatmînkirina jinê dike, divê mêr çawa jinê tatmîn bike û qala mizdan û alastin û tiştên hwd. dike ku bi raya min ev vegotin ne di cî de ye. Zalar ev vegotin dikarîbû bi hevsaleke xwe re an bi dost û yarek xwe re parve bikira. Lê bi jinek ku êdî nikare riya mala xwe bi hêsanî bibîne û Zalar bi xwe dibe alîkar ku bigihêje mala xwe re  qalkirina tiştên wiha ku bi ser de jî bêsansor bilêvkirina organên cinsî, pir beloq dixuye. 

Di hêla din de çend xewnên xwe yên balkêş ji Dayika Besê re vedibêje ku di wan de, jina ku li pey ye -Dilya- tê xewna wî û ew bi wan xewnan bi Dilyayê ve tê girêdan û bi heman şêweyî Dilya jî li pey mêrê xewnên xwe Zalar e. 

Di herka romanê de mirov fêm dike ku ev eşqa wan ya di xewnan de didome, li Stembolê di dema kuştina dayika Zalar de şax berdaye. Dilya, dema dayika Zalar tê kuştin hêj deh dozdeh saliye û ew kuştin li ber çavê wê diqewime, dûre dema Zalar bi xalê xwe re, ber bi mal dihere ew û Dilya ku navê wê yê esasî Dilê ye, çav bi hev dikevin û di wê dema karesatek diqewime de, tovê evînek jî bi nepenî di dilê herduyan de tê avêtin… Û dûre tu carî hevdu nabînin. Teseliya wan tenê xewn in. Lê balkêşiyek xewnan heye ew jî ew e ku hin caran mirovên dilxerab nahêlin ku ev evîndaranan di xewnan de jî bigihêjin mirazên xwe. Dema Zalar di xewna xwe de dixwaze bigihêje Dilyaya xwe, mirovek ajaldirûv dibe bela serê wî, şer dikin, dema Dilya li Çemberlîtaşa Stembolê di xewna xwe de dixwaze demek xweş bi mêrê xewnên xwe re derbas bike, mirovê bi navê Dewrêşê Serhedî dibe bela serê wan. Dîsa di xewna Dilê dibîne û bi vebêjiya Gulperiyê tê vegotin de, Zalar û Dilê ji hêla dadgeha welatê Daristanê ve tê darizandin û cezayê mirinê li herduyan tê birîn.  Ev xewnên bi tirs û xof yên li ser evîndaran, peyama nivîskar e ku li rojhilat eşq û evînên mirovan çiqas di bin pêkutiyan de diçilmisin. Ev welatên ku li Rojhilata Navîn îroj navên wan tê bilêvkirin, ji hêla mafê jinan ve, ji hêla evîn û hezkirinê ve bi tevayî welatê ku bi zagonên daristanan ve tên birêvebirin in. Xewn, rastiya xwe ji van welatên xerîbên evîn û hezkirinê ne, digire.

Nivîskar me bi xewnên Dilyayê re geh dibe nava daristanan, dîmenên hevşabûnan yên evindaran bi me dide temaşekirin geh me ber bi deryayek ve dibe, geh jî ber bi çiyayên berz û bala ve dibe û li hemû cihan jî Zalar û Dilya hezkirinên nepen dijîn. Dûre em pêrgî vebêjeke nû tên: Gulperî. Gulperî hevala Dilê/Dilyayê ya li Stembolê ye. Û carinan Dilya diçe cem wê û derdê evîna xwe ya di xewnan de didome jê re aşkera dike. Li ser vê Gulperî mîna derûnînasekê bi binhişîna Dilyayê ve dikeve û egera vê evînê fêr dibe ku qasî bîst sal berê -1989- Dilya û hezkiriyê wî Zalar rojek di kuştina jinek de – diya Zalar- di demek kin de pêrgî hev hatine.

Di herka romanê de em dibînin ku Dilya di jiyana rastîn de bi karê qîz û jinên ku mafên wan  binpêbûyê re, ji ber egera namûsê tûşî zilm û zora zilam bûyî re mijûl e û dixwaze lêkolînek bike. Bi vê mebestê biryara çûyîna Başûrê Kurdistanê dide û ber bi wir ve diçe. Berî ku biçe ji Zalarê xwe re nameyek dinivîse û tê de wiha deng li evîndarê xwe dike: “Were û ji jana min a şîrîn re strana abadîn biawazîne… Ji serejorên çiyayan ve mîna roniya tavê were tarîgeha min ronî bike”(r. 551). Ev name tenê di pirtûkxana Dilyayê de veşartiye… Ji Zalar re nayê şandin. Û tenê diya Dilyayê pê dizane. Dilya piştî gera çar mehan ji Başûrê Kurdistanê vedigere Stembolê û bi ditîna xewnek ku mirina Zalar dihundirîne, derûniya wê têk diçe…

Nivîskar bi vegotina Sînemê re ku diya Dilê/Dilyayê ye, me agahdar dike ku ew ji ber zilma dewletê di sala 1989an de ji gundekî Êlihê koçberî Stembolê bûne û di heman salê de Dilya bûye şahidê wê bûyera trajîk –kuştina diya Zalar- û wê bûyerê hîkariyek mezin li ser Dilyayê hiştiye, pê re jî kesayeta wê guherandiye. Di pêdeçûna jiyanê de jî Dilya biryarê dide ku bibe parêzvanê mafê jinên jêrdestbûyî, yên ji ber namûsê hatiye kuştin an birîndarbûyî û hwd. 

Romannivîs Qasimlo, di honaka romanê de ji bo Zalar bigihêje hezkira xwe, Dayika Besê peywirdar dike û di heftê saliya wê de, dixwaze wê ji Almanyayê bişîne Stembolê. Lê Besê berî Zalar wê peywirdar bike û bêyî ku haya Zalar jê hebe dide pey rêç û şopa Dilyayê, diçe Stembolê û di dawiyê de bi alîkariya masîfiroşekî agahiyan derbarê Dilyayê de digire, lê wê rû bi rû nabîne û şopa wê nîvenîv rast dike. Dayika Besê di vê gera li Stembolê de lêzimê xwe yê bi navê Riza ku pismanê mêrê wê ye dibîne û nameyek ji bo Dilyayê dinivîse û dide Riza da ku dema Dilya dît bidiyê û vedigere Almanyayê. 

Di vê navberê de Zalar jî bi şeraba xwe re bilî ye û bi wêneya Dilyayê re di sohbetê de ye. Lê derûniya Zalar her ku diçe xerab dibe, dawiyê de dîn dibe û şilfîtazî di kolanên bajarê Elefteriyayê de dibeze û di dawiyê de di nexweşxaneya dînan de tedawiyê dibîne. Evîndara wê Dilya jî ji Başûrê Kurdistanê vegeriyaye û dema serî li masîvanê nas dide ku rewşa wan bipirse hem bi mirina masîvanê hêja Dewrêş ve dihese hem jî nameya ku dayika Besê radestî berkarê masîvan kiribû digire. Piştî xwendina nameyê agahdar dibe ku Zalar li Almanyayê dijî û dixwaze jina xewnên xwe bibîne. Li ser vê rewşê malbata xwe jî qanî dike û bi alîkariya lêzimê dayika Besê –Rizayî- vîzeya çûyina Almanyayê derdixe û berî dide evîndarê xewnên xwe û diçe. Lê bi vê çûyînê re pêrgî trajediyek din tê. Navnîşana ku dayika Besê kifşkiribû bi hêsayî dibîne û bi gava yekem ku dikeve hundirê avahiyê ve dikeve şokê. Lewra dayika Besê kes nizane berî çend rojan miriye û laşê wê yê bêhnketî û nepixî, tevî kurm û kêzikan li rasta odeyê vezelandî ye. Li vir kirûyek balkêş heye ew jî ev e ku Dilyaya ku li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi dû mafê jinan ketibû û xebatên hêja dikir, li welatê Almanyayê jî di gava yekem de pêrgî termê jinek tê. Zalar jî deverû li erdê ye, nola ku henaseya xwe ya dawî bide li ber mirinê ye. Dilya bi dilek jandar û bi cestek şokbûyî alîkariyê ji hin mirovan dixwaze û hêj Zalar nemiriye wî radikin nexweşxaneyê… Piştî demek, li nexweşxaneyê gava dixwaze Zalar bibîne, dikeve odeya wî û bi pirsa Zalar ya”tu navnîşana Xwedê dizanî” re tê derdixe ku mêrê xewnên wî dîn bûye û dibe kûrîna wê û digirî…

Dilya piştî van qewimînan, bi alîkariya Anjeyê hevalê Zalar, ji bo li Zalar binihêre serî li saziya m

afê penaberiyê dide û mafê rûniştina li Almanyayê werdigire. Ji ber ku Anje hevalê Zalar e ew û Dilya jî di demek kin de dibin hevalên hev. Lê ji ber ku Anje hem transeksuel e, hem jî bi nexweşîna Aidsê ketiye her roja ku diçe hinek din dihele û di dawiyê de Dilya dibe govana mirina wî jî. Li hember van neyîniyan tişta dilê Dilyayê geş dike jî diqewime. Dilya dixwaze bibe xwedî zarok lê ji ber ku Zalar êdî ji hemû hîsên mirovî dûr ketiye û tenê wekî heyiyek bêhîs dijî, Dilya serî li nexweşxanê dide ku jê re alîkariyê bikin da ku ji wê û Zalar berek/zarokek bigirin. Li ser vê yekê peywirdarên nexweşxaneyê bi alîkariya alavên tibbî yên pêşketî spermên Zalar digire û bi awayek teknîkî di malzaroka Dilyayê de bi cih dikin û Dilya dibe xwedî çar zarokan…  Li gel vê kêfxweşiyê romannivîs Nêrgiza ku di destpêka romanê de bi pirsgirêkên evînî re rû bi rû mabû û ji ber mezhebên cuda malbatên wan nedixwestin bizewicin û alîkarî ji Zalar xwestibû û me xwendevanan êdî ji ber qewimînên zêde jibîr kiribû, dîsa pêrgî me tîne û jîrîtiya xwe ravî me dide. Nêrgiz li seyrangehek bi rasthatinî pêrgî Zalar û Dilyayê tê û êdî di dawiya emrê Zalar de alîkarên wî û Dilyayê, Nêrgiz û mêrê wê Elî Riza ye.

Dawiya romanê bi hizn û trajediyek bi dawî dibe. Dilyaya ku ji bo jiyanek aram bi pey Zalar ketibû û çûbû Almanyayê, di dawiyê de dibe xwedî çar zarokan lê di heman katê de jî, Zalar bêyî zarokên xwe hembêz bike û dilşad bibe di heman nexweşxaneyê de dimire. Di vê rewşa kambax de alîkarên wan tenê Nêrgiz û mêrê wê ye. Piştî vê rewşê termê Zalar li ser wesiyeta wî, dibin li gundekî quntarê çiyayê Şerefdînê ku girêdayî Gimgimêye binax dikin. Lê wesiyeta ku Zalar nivîsiye hêjayî xwendinêye ku nivîskar bi dilek zîz jiyana Zalar ya bi janan dagirtî carek din wekî kurteya romanê bi bîra me dixe. 

 Ev roman qet tiştek nede me jî dê em ê wê biwêja “tornê mala Alo”  ku di kûrahiya xwe de pir tiştan dihundirîne qet jibîr nekin. Ya din jî em ê çoyê ku Musa li ser pişta Zalar û diya wî li ba dikir tu carî jibîr nekin ku di xwe de hêmayên ji pêkutiyên jiyana kevneşopî dihewîne ku pêdivî bi vegotina wê nîn e. Dîsa ez meraq dikim ku ew rexnegirên çîrokên ji şêst heftê rûpelî pêktê wekî şaheseran bi nav dikin û li ser dikevin nava gengeşî û şîroveyan, gelo li hemberî vê romana ku di zaravayê kurmancî de yekem romane ku bi hezaran rûpelî dadigire, çima bêdeng in. Ji bilî birêz Dilşêr Bêwar ku li ser vê romanê nivîsek nivîsîbû ku ew jî tenê ketibû pey nêçîra hevokên bi hev re nakok yên di romanê de…

Berî ku dawî li nirxandina romanê bînim, dibe ku ne karê min be lê dîsa jî dixwazim çend pirsan ji birêz Qasimlo bikim:

-Gelo mirov bi sî, çil donim erdî çawa dikare di demek kin de bibe dewlemendê herî mezin yê bajarekî?(vegotina Sînemê r.527).

-Gazozek nîv kîloyî çawa dibe? Û mirov gazozê berdide ser xwe(!) an berdide gewriya xwe?(vegotina dayika Besê r.609).

-Çay vexwarin çawa dibe çav vexwarin?(r.655). Anje çawa geh bi veqetandeka nêr, geh bi veqetandeka mê tê nivîsîn û em nizanin cinsiyeta wî/wê çi ye?(r. 902). Û cardin çawa geh wekî Anje(r.139), geh wekî Ajne(r. 707) tê nivîsîn?

-Mirov li balafirê an li balafirgehê siwar dibe?(r.827).

- Çawa dibe ku “kî.” dikeve çavê mirov?(r. 735) An dibe ku çavê mirovî  pê ketibe?

 -Jina tenik(r. 402) an jina bejn zirav guncantir e?  Û gelek xeletiyê bi vî rengî…  Lê ev rewş bi tu awayî nirxa pirtûkê û  qedirbilindiya keda nivîskar danaxe.

Dîsa roman ji hêla ziman ve hetanî bê gotin sade û herikbar, ewqas jî bi peyvên herêma Serhedê ve dagirtiye ku êdî li ber tunebûnê ne. Ji hêla vegotinê ve jî şêweyek ciyawaz bikar aniye ku bi dehan vebêj serhatiyên xwe bi vegotinên xwe tînin ziman. Di uslûbê de bêhna anarşîzmê were jî -ku di vegotinê de an di vebijêriya peyvan de tu tixûban nasnake- dîsa serkeftinek dixuye. Birêz Qasimlo di tevna romana xwe de gelek caran cih daye xwestekên mirovan yên seksê. Ev tiştek normal e û bi serkeftin jî aniye ziman. Lê tişta ne asayî ew e ku organên zayendî yên mêr û jinan -k.r û q.z- bi awayeke aşkera û bêsansûr bi dehan caran di rûpelan de hatiye reşandin û nola ku qet li pêşeroja zarokan nefikiribe ku rojek zarokek jî dibe ku vê romanê bixwîne û jê sûdêwergire. Di dewsa vê aşkera nivîsînê de dikarîbû hin hêma/ sembol bi kar bianiya. Tevî ku min bi dehan romanên ji zimanên din xwendiye, qet ne di bîra min de ye ku nivîskarek, wekî birêz Qasimlo bi vê şêweyê ev bêjeyên zayendî bikar anîbe. 

Romannivîs Qasimlo bi vê helwesta xwe, nola ku bi gotina Faulkner dibêje “romannivîsê herî baş ew nivîskar e ku tixûbê exlaqê derbas bike” pêkanîbe dixuye. Bi rastî jî tixûbê exlaqê çirandiye û avêtiye ser sergoyan… Lê civak, xwîner vê rewşê çawa pêşwazî dike, em dê di herka demê de bibînin… 

Her tişt ji bo te ye, ey xwendevanê ku tenê dixwaze her tişt bi çend hevokên kinik ve were vegotin…

 

firatt_muratt@hotmail.com                                      

*** 

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

  

 

 

  


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Rojava ‘Koperatîfa Mirîşkan’

ad

Xwediyên Xelatên Pulitzerê diyar bûn

ad

Ji bo Xelîl Uysal

ad

Serokê CHP'ê Ozel wê here serdana Demîrtaş û bajarên kurdan

ad

Nivîskar Luis Sepulveda ji ber Covid-19'ê mir

ad

Li Katalonyayê perdeya duyem dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname