• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

Dîrok : 01 12 2013 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik      


Dema mirov li ser romanên kurdî nirxandinan dike, ez wisa bawerim ku bêyî mirov mêvaniyê li Mehmet Uzun û romanên wî bike, divê nebihure. Min jî wisa kir û ez îcar bûm mêvanê(!) birêz Mehmet Uzun. Li ser gelek romanên wî min dixwest hin tiþtan lêbikim, lê ji ber ku mebesta min romana wî ya “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” ye, ez ê bi çend hevokan li ser hin romanên wî bisekinim û derbasî romana navborî bibim. Ji romanên wî “Siya Evînê” romanek ji beþa dîroka kurdî ya nêzîk e. Bi xeyalê bidestxistina azadiya welatekî dest pê dike û me li çiyayê Agiriyê, “Binxetê” digerîne û têkoþîna salên 1930an di kesayetiya Memduh Selîm Begê de dide ravîkirin. Dîsa romana wî “Bîra Qederê” malbat û jiyana ronakbîrê kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan bi me dide fêmkirin. “Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” jî jiyan û bêsiûdiya þahê dengbêjan Evdalê Zeynikê ku êþên jiyana xwe, bi denglêkirina hevjîna xwe Gulê re parve dike, bi me dide bihîstin û dengê wî li çiyayê Sîpanê Xelatê olan dide. Bila tevî bi dehan pirtûkên nivîsiye û li gor gelek edîban, li sirgûniyê hîmê romana kurdî ya nûjen daniye li vir bimîne, ez ê romana wî ya “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê”bi çend beþan bi we bidim nasîn û parvekirin. 

Romana ku ez behs dikim -Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê- ji Weþanên Avestayê bi çapa duyem di sala 2002an de derçûye, lê ez bawerim hin çapên nû jî derketibe.

Romannivîs di vê romanê de teknîka vegotinê ya“þûnde vegerê” bi kar aniye û bûyera ku di dawiya romanê de pêk tê, wekî beþa ewilîn pêþkêþ kiriye. Di vê beþê de em dibînin ku herdu lehengên sereke yên romanê Kevok û Baz, li gundekî biçûk yê qeraxê deryayek rojava tên girtin û ji hêla kesên nasnameyên wan nediyar ve, ewilîn li paytexta ku niviskar wekî “Welatê Mezin” bi nav dike tên hewandin û dû re ber bi kuþtinek nediyar ve dibin.  Di çûna ber bi mirinê de, hemû jiyana Baz mîna þerîda fîlmekê di ber çavan re derbas dibe; derûniyek tevlihev ya bi bêçaretiyê hatiye hûnandin, zarokatiya wî ya di sêwîxaneyê de derbas bûye, xwendina dibistana leþkeriyê, di artêþê de wekî serbaz wergirtina peywirê, zewaca wî, zarokên wî yên çend sal in nedîtiye û hwd. Bi serweriya þevê re, li kêleka çemê Welatê Mezin ji minîbûsê tên peyakirin û li nêzî çem li ber çavên Baz, Kevokê dikujin û kujer çawa hatine dîsa Baz dikin minîbûsê û ber bi hêlek din ve diherin… 

Di destpêka romanê de ravîkirina vê sehneya kuþtinê, peyamek e ji bo xwîneran ku divê amadebin ji bo welatê ku wekî “Welatê Çiyan” tê bi nav kirin çawa tarûmar dibe û mirovên zagonnenas yên artêþa “Welatê Mezin” çawa gundan diþewitînin, mirovan dikujin û tirs û xofê raserî hawirdorê dikin û tenê riyek ji bo jiyanê li pêþiya mirovan dihêlin ku ew jî ji “Welatê Çiyan” ber bi gelî, newal, gêdûg û þikeftan rev e. Ku ger þopa xwe winda nekin dê li wir jî bên kuþtin… Di herka romanê de, mirov bi hêsanî têdigihêje ku mebesta romannivîs ji “Welatê Mezin” Tirkiye ye û Welatê Çiyan jî bakurê Kurdistanê ye. Dîsa xwîner têdigihê ku bûyerên tê vegotin, têkilî salên piþtî darbeya leþkerî ya dozdehê îlona 1980an li Tirkiyê qewimiye ye û dest pê kirina berxwedan û têkoþîna gelê kurd ya li hember zordestiya dûgelê  ye. Lê nivîskar bi israr tu carî navê wî gelê têkoþer -kurd-, zimanê wî -kurdî- û welatê wî –bakurê Kurdistanê- bilêv nake û me di nava xemgîniya xwesansorkirina xwe de dihêle. Bi vê helwesta xwe rexneya ku birêz Medenî Ferho di pirtûka xwe ya bi navê “Rewþa Romana Kurdî” de li nivîskarên kurd digire mafdar derdixe. Çimkî birêz Ferho di vê rexneyê de dibêje ku nivîskarên qala erdnîgarî/cografiya kurdan dikin, divê pewîste navê wê erdnîgariyê jî wekî Kurdistan bilêv bikin… Lê romannivîs qet bi carê xwe li vê rewþê nagire…

Romannivîsê ku Baz nade kuþtin û me xwendevanan di meraqan de dihêle, vêca di beþa “Koç”ê de me ber bi rabirdûya Baz ve dibe. Baz endamê malbateke wisa ye ku herêma lê dijî bi zilma biyaniyan ve hatiye rapêçan û mezinên malbatan biryara revê didin û ber bi bilindahiyên çiyayan ve koç dikin. Di rojek payiza sar û bi þilî de, gundên xwe terk dikin û li cihên asê, li bilindahiyên çiya, di þikeftan de xwe vediþêrin. Lê mixabin ev reva wan jî jê re nabe xelasî û rojek leþkerên Welatê Mezin bi ser wan de digire û hemûyan bi çekên giran dikujin. Tenê di þikeftê de cewrikek û zarokek biçûk bi saxî xelas dibe û ev zarokê du salî ji bilî Baz ê ku di herka romanê de dê bibe lehengê sereke wêdetir ne tu kes e. Zabitên leþkeran Baz nakuje û li vegerê wî jî bi xwe re dibin… Ev beþ tavilê dîmena beþek ji dîroka me ya rastîn ya dema serhildana Dêrsimê de –salên 1937-1938an- qewimiye tîne bîra mirov ku berpirsê dewletê yê wê demê Îhsan Sabrî Çaglayangîl û “Muhsîn Batur” di bîranînên xwe de qal kiribûn ku mirovên bêguneh ên ber bi þikeftan direviyan, çawa di wir de wekî miþkan jehrî kiribûn û hemû di ser hev de kuþtibûn… Û hin keçên dêrsimî jî wekî êsîr bi xwe re biribûn. Dîsa ev beþ me ber bi sazumana Osmaniyan ya dewþîrmetiyê ve dibe. Osmaniyan jî cihê dagir dikirin welat talan dikirin, zarokên malbatan bi xwe re vedigerandin navenda rêveberiya dûgelê û ew ji kok, malbat û baweriyên wan dûr dixistin û bi çandek nû mezin dikirin û  dikirin mirovê herî sadiq û xedar yê dewletê. Çîroka Baz jî çîroka dewþîrmetiyê bi 

xwe ye…

Em di beþa “Zayînê” de pêrgî çîroka Kevokê dibin. Kevok ji malbetek serhildêr e. Ev malbat ji wan malbatan e ku piþtî darbeya leþkerî biryara sirgûniya wan derketiye. Bavê Kevokê parêzer e û biryara sirgûniyê ji wî re jî derketiye. Tevî bi sedan malbatên sereke ku dewlet pênebawer e, sirgûnî baþûrê Welatê Mezin dibin. Rêwîtiya van mirovan bi trênê pêk tê. Ev trêna sirgûniyan, di bin venêriya zabit/tegmen Baz de dimeþe. Piþtî rêwîtiyek zor û zehmet a çend rojan, rêwî digihêjin cihê ku ji berê de ji bo wan hatiye amadekirin. Lê dema ew digihêjin wargeha sirgûniyê û Baz peywira xwe xelas dike ku vegere, Kevok çavên xwe li jiyanê vedike, tê dinyayê…

Kevok zaroka sirgûniyê û Baz zarokê tirs û mirinê. Em dê biþopînin ka di kîjan heyamê de cardin dê pêrgî hevdu werin.

Piþtî xizmetên gelek salan Baz li paytexta Welatê Mezin bi merasîmek nedîtî dizewice û jiyanek nû li pêþiya Baz vedibe. Piþtî di ser zewaca Baz re gelek sal derbas dibe, Kevoka ku li sirgûniyê hatibû dinê jî li bajarê wekî paytext tê nasîn yê Welatê Mezin, dest bi xwendina zanîngehê dike. Di beþa zimanê fransî de dixwîne û di vê navberê de bi xwendevanê zanîngehê Jîr re dibe heval. Jîr mirovek welatparêz e. Ji “Welatê Çiyan” e û haj ji xwe û netewa xwe heye, nakokiyên heyî, zilma rayedarên Welatê Mezin li þêniyên Welatê Çiyan dike, dibîne û piþtî hevaltiyek dirêj bi Kevokê re derbas dike, rojek biryara çûyina çiya, têkoþînê ji Kevokê re aþkere dike û dilê wê dax dike. Û xwe vedidize, berê xwe dide doza welatê xwe û ji ber çavan wenda dibe.

Nivîskar di herka romanê de me bi karên kirêt yên ku Baz pê re bilî bûye agahdar dike. Baz piþtî qedandina akademiya leþkerî û hin peywîrên bi cih aniye, ji paytexta Welatê Mezin ber bi Welatê Çiyan hatiye û li wir li bajarekî biçûk yê li ser tixûb, di nav karên kirêt de dixuye. Di esasê xwe de ev çîroka karên kirêt, ji hêla bi dehan romanivîs û çiroknûsan ve wekî babet hatiye neqandin. Lê birêz Uzun cînayetên kiryarên wan “nediyar” bi me carek din dide xwendin. Baz serbazê Welatê Mezin, tîmek kuþtinê amade dike û bi cil û bergên serhildêran xwe radipêçin û dikevin pey nêçîra welatparêzan, pey kuþtina mirovên bêguneh yên daw û doza maf û azadiya xwe û gelê xwe dikin… Û Baz di þevek tarî de, desteyek ji kujeran amade dike û dihavêjin ser gundek ji çend malan pêk tê. Bi alîkarî û rêberiya gundiyên xwefiroþ ên xayîn, di þevek bi baran de, bi dehan þervanên azadiyê dikujin û yên birîndar bidestketî jî bi fermana Baz dikujin. Zilmek ku nayê xeyalan pêk tînin.

Baz piþtî ku li Welatê Çiyan, bi dehan mirovên bêguneh dikuje, vedigere cem malbata xwe. Lê îcar bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimîne. Hevjîna wî tenê li dû mal û milkên dinyayê ye. Ji Baz hesabê bi meh û salan çûyin û nehatina wî dipirse û dixwaze sedema wendabûna wî ya demdirêj hîn bibe. Ev geremola nav malbatê gelek serê Baz diêþîne û ji vê êþê xwe dispêre jina bi navê Maderê ku di kerxaneyê de nas kiriye, xwe dihavêje hembêza wê û dixwaze ruhê xwe yê sar û kujer bi germahiya laþê fahîþeyek têr bike.

Di vê navberê de Kevok jî, di dawiyê de biryara çûyina nav refên þervanan dide û ber bi Welatê Çiyan dihere. Xwe digihîne nava refên gerîlayan. Her çiqasî nivîskar peyva “gerîla” bikar neyîne jî dema Kevok digihêje meqera wan, di nava çend mehan de perwerdehiya leþkerî dibîne û di dawiyê de ji bo çalakiyek ber bi gundan vedigerin. Di van çalakiyan de mixabin nivîskar Kevokê ne wekî gerîlayek jîr û jêhatî, nola ku barek giran yê li ser piþta hevalên xwe be, dide nasîn. Heval Rênas misêwa alîkariya wê dike. Di riya çalakiyê de pir zû westîna wê, di meþa bi berf de ji serma û seqemê þewîtîna nigên wê û hwd. Di çalakiya li hember leþkerên Welatê Mezin de bi birîndarî dîlketina wê, birina wê ya baregeha leþkerî ya Welatê Mezin, li wir îþkeceyên dibîne, dû re ji bo destnîþankirina meqerên serhildêran ber bi çiyan vegera wê, bi ser stargeha gerîlayan ve girtin û di encamê de kuþtina heft gerîlayan -ku di nav de Rênasê rêberê koma gerîlayan ku di rojên giran ên çalakiyan de alîkariyên mezin ji Kevokê re kiribû jî heye- kitekit bi me dide zanîn. Dema Kevok êdî bi tevahî di bin baskê Baz de ye, têkiliyên wan ên taybet jî geþ dibe. Kevok di lojmanên leþkerî de mêvanê Baz e. Ev rewþ rojek bi biryara fermandarê Baz re tê guherîn. Dema biryara ku Kevokê radestî navenda leþkerî bike tê dayîn, Baz vê biryarê qebûl nake, bi dizî Kevokê digire, fîrar dike û li pey rêwitiyek bi rojan, xwe dihavêje keviyê behrekê ku havîngeha hevalê wî lê ye. Êdî Baz hemû têkiliya xwe ji artêþê qut kiriye û bi Kevokê re li havîngehê dijî. Li wir têkiliyên wan vediguhere hezkirin û hevþabûnan û Kevoka wextek gerîla/þervan bû, bi hunera xeyalên romannivîs di bin kujerê zilimkar de vezelandî ye. Dîsa Bazê ku her cure xedarî û zalimî li ser welatiyên “Welatê Çiyan” meþandibû, bi hunera vegotina romannivîs mîna mirovek di kirinên xwe de mafdar be tê ravîkirin, li hin cihan pesnê wî tê dayîn û wekî masûmekî ravî xwîneran dide. Vayê çend hevokên ji bo pesinandina Bazê çavsor ê ji xwîna kurdan têrnebûyî hatî gotin: “Belê meþa umrekî bêkes –lê xurt, comerd, dilsoz- û gavên salên dirêj ên merivekî sêwî – lê wefakar, fedakar- niha li vir, bi kutahî tên(r. 374). Ji ber vê vegotina balkêþ û koneyî hemû kiryarên Baz yên kirêt bi hostayî hatiye nixumandin. Li hember vê xwedî derketina veþarî ya li Baz; nivîskar, welatê kurdan ku wekî “Welatê Çiyan” pênase kiriye di her hevoka têkilî Welatê Çiyan de, jêrdest dike, bi çavek nizm lê dinihêre, bi mirovan sar û pîs û naletkirî dide ravîkirin. Vayê çend hevok di vê derbarê de : “… Jîr mere, mere wî welatê bêyom ê mirinê…(r. 280).” “… dengê zimanê van însanan, vî welatê lanetkirî…(r. 293). ” … Ewana nezan û cahilên pêncperan ku hîç ji tarîxa xwe (…) dersan hilnadin(r.128). ”  “… li deþt û zozanên hov ên van însanên hov…(r. 294).”  

Rewþa Baz û Kevokê di havîngeha ber behrê de zêde najo, Baz ji hêla mirovên artêþê ve tê girtin û tevî Kevokê ku me çarenûsa wê di destpêka nivîsê de vegotibû, bi heman çarenûsê tê cezakirin. Di þevek tarî de tenê çemê Welatê Mezin lê govaniyê dike…

Rêgezek nivîsînê jî ew e ku divê mirov di honaka çîrok an romanê de heman hevokê du caran nexwîne. Lê mixabin di vê romanê de bi dehan caran an heman hevok an hevokên bi heman wateyê rêz dibe û me ji xwendinê sar dike. Peyvên gelî, newal, þikeft, gedûk, çiya, þer, çem, heyv, stêrk, tav, tîrêj, ronî, berf, ba, baran û hwd, ji çend rûpelan carê seranser rûpela nû dadigire û mirov ji xwendinê bêzar dike. Tevî ku çalakiya þervanan di meha nîsanê de ye, romannivîs berf û û pûk û tîpiyek wisa di honaka bûyerê de bi cih dike ku Kevok û hevalên xwe nikaribin herin cihê çalakiye û bi ser de nigên Kevokê ji sermayê biqerise û biþewite, mîna ku nivîskar mehên zivistanê jibîr kiribe, meha biharê/nîsanê hilbijartiye û bi berfê nexþandiye…

 Riya herî girîng ya ku “karakteran” bi hestî û goþt dike, ji hêla vebêj ve kurtevegotina rewþa wan nîne, ya esas wan di nava çalakiyan de ravîkirine. Lê mixabin em herdu lehengên romanê -ku Baz û Kevok in- bi tevger û çalakiyên wan zêde nabînin. Nivîskar/vebêj bi vegotina ji dûr ve ku wekî kamerayek lehengan raçav dike û tevgerên wan, ramanên wan bi me dide guhdarîkirin. Nivîskar tim bi vegotina kesayeta sêyem ya yekhejmar çalakî û derûniyên lehengan ji me re vedibêje, ev jî lehengan bêtaqet dihêle, kel û coþa herka romanê dixe, lehengan pasîf dihêle û meraqa xwîner ji holê radike. Roman, mîna ku jiyan û bîranînên Baz û Kevokê ji hêla vebêjekî ve were vegotin dixuye. 

Bi hêviya ku cihê rehmetî -Mehmet Uzun- bihuþta rengîn be û bi zimanê xwe yê herî sade ku  ji me re bi dehan roman nivîsiye tim di bîra kurdîhezan de be…

 

 

firatt_muratt@hotmail.com                                      

*** 

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê
- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz 


 

  


Hûn dikarin li van jî binêrin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

07 01 2023

Ev jî hene

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

14 09 2011

28 serî serê kirmanckî de xebetiya û xatir waþt

28 serî serê kirmanckî de xebetiya û xatir waþt

25 08 2021

Ji nivîskarên Diyarnameyê du nivîsên nû

Ji nivîskarên Diyarnameyê du nivîsên nû

28 06 2015

Mehîra rewþenbîrî

Mehîra rewþenbîrî

15 08 2008

Nivîsîna ji 93'yan heta niha 17 pirtûk: Cîhan Roj mêvan e

Nivîsîna ji 93'yan heta niha 17 pirtûk: Cîhan Roj mêvan e

08 06 2021

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname