logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji çar parçeyan helbestvanên jin ên kurd hat gihîştin hev

Ji çar parçeyan, 5 helbestvanên jin ên kurd di çalakiyeke de hatin cem hev û helbestên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin.

  • Dîrok: 23/03/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

 

Diyarname
5 helbestvanên jin ên kurd ku her yek li ser axa parçeyeke kurdan hatine dinê di çalakiyekê de hatin cem hev û helbestên xwe pêşkêş kirin.


Fatma Savci di sala 1974'an de li Girêmîra ya Nisêbînê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de ji ber bûyerên siyasî hatiye girtin û heta 2003'yan di girtîgehê de maye. Heta niha  du berhemên wê bi navê “Gulên Qasid” û “Xewnên Zîvîn” derketin.

Gulîzer di sala 1979'an de li Amedê hatiye dinê. Saglik Meslek Lisesi kuta kiriye û dûre jî  Zanîngeha Dîcle Beşa Mamostetiya Îngilîzî. Heta niha berhemeke wê b inavê  “Keziyên Jinebî” derketiye û ew li Amedê dijî.

Jana Seyda di sala 1976'an de li Amûdê hatiye dinê. Di salên 1990'an de helbestên wê di berhemên erebî û kurdî de hatine weşandin. Seyda ku ji erebî ji bo kurdî wergerê jî dike li Stenbolê dijî. Heta niha ji bilî yek werger, ev berhemên wê derketine: "Şeva Dawî”, “Destê Sibê Deriyên Nîv Vekirî yên Evînê”, “Ber Êvarî”.

Kejal Ahmed di sala 1976'an de li Kerkûkê hatiye dinê. Dîplomaya xwe ji Peymangeha Hunerî ya Silêmanî beşa Parêzgarî wergirtiye û xwendina xwe temam kiriye. Ahmed digel xebatên lêkolînî yên li ser jinan ew ji sala 1992'yan ve karê rojnamegerî jî dike. Heta niha helbestên wê ji bo almanî, erebî, farisî, îngilîzî, norvecî û tirkî hatine wergerandin û ew li Silêmanî dijî. Kejal Ahmed ku bi soranî dinivîse ev berhemên wê derketine: “Bendrî Bermûda”, “Wutekanî Wutîn”, “Qaweyek Legel Ew da”, “Awênem Şikand”.

Nahîd Huseynî di sala 1967'an de li gundê Seqizê li Dozexderê hatiye dinê. Ji 18 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye, heta niha çîrok nivîsandine û li Sinê û lîstek zaroka ya şanoyê bi navê "Beqê Nav Avê" pêşkêş kiriye. Huseynî ku bi soranî helbestên xwe dinivîse, karê rojnamegerî û dublajkarî dike li Tirkiyeyê bi navê “Şevek bi şeytên re” pirtûkek wê bi kurmancî derketiye.

Ji parçeyên cihê berhemên ev pênc helbestvanên jin ên kurd ji Weşanên Avestayê di bin beşa "Şahmaran" de derketin. Avesta ku di bin navê "Şahmaran" de helbest û çîrokên nivîskarên jin ên kurd diweşîne vê carê bi hevkariya Anadolu Kultur, Balyozxaneya Stenbolê ya Swêdê û BEKSAV ev 5 helbestvanên kurd di bin navê "Ji 4 welatan şaîrên jin ên kurd tên ba hev" anîn ba hev.
Çalakiya yekem a vê xebatê di 20'ê mehê de li Amedê li dar ket û ya duyem jî li Stenbolê, li Depoya Titûtê ya li Tophaneyê li dar ket.
Çalakiya ku ji aliyê Rûken Bagdu Keskin ve hate bi rê ve birin helbestvanên jin ên kurd Fatma Savci, Gulîzer, Jana Seyda, Kejal Ahmed û Nahîd Huseynî helbestên xwe ji bo temaşevanan xwendin û şanoger Julide Kural jî tirkiya helbestan xwend.
Keskin got ku heta niha di projeya “Şahmaran”ê de 12 berhemên nivîskarên jin ên kurd derketin û wiha dom kir: "Projeya Şahmaranê piştgirî da jinan û her ku diçe  jin zêdetir dosyayên xwe dişînin. Wekî gotina Jana, di vê projeyê de jinan ji xwe re welatakî mê dît." Keskin dûre da zanîn ku di nav projeyê de wekî yekem berhem pirtûka Jîla Huseynî ku di sala 1996'an de jiyana xwe ji dest daye derket û ji bo bîranîna wê helbesteke wê xwend.
Rûken Bagdu Keskin piştî xwendina helbestê got, "Helbestên Jîla nazik in û ew di helbestê de her gazinê dike" û mafê gotin û xwendina helbestê da Kejal Ahmed.
Kejal Amed got; "Helbestên min ji bo şeş zimanan hatin wergerandin, lê xeyala min ew bû ku helbestên min li bakurê Kurdistanê bêne weşandin. Ez gelek kêfxweş im ku helbestên min li vir hatine weşandin û ez li vir im" û dûre dest bi xwendina helbestên xwe kir. Paşê bi rêzê  Jana Seyda, Fatma Savci, Gulîzerû Nahîd Huseynî helbestên xwe pêşkêşî temaşevanan kir.
Para sêyem a çalakiyê îro saet 17'an de dê li BEKSAV'ê li dar bikeve

Foto: Cemil Oguz

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Pirs: Hûn çima destûrê nadin gora Aramê Tîgran bînin Amedê?

ad

'Bavê petrol û gazê' Nadir Nadirov mir

ad

Rojnamegeran jî got 'Ez li vir im'

ad

HRRK'ê serok û rêveberiya xwe diyar kir

ad

Ji bo Emre çavên xwe girtin, lê neheqî li Deniz Naki kirin

ad

KNK'ê Barzanî pîroz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname