logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

  • Dîrok: 13/04/2026
  • Beş: Serbest

 

 

___Yaşar Eroglu___


Bi salan e di nav xebatên zimanê kurdî de me û hewl didim ku xizmeta zimanê xwe her roj bi pêş de bibim. Di van xebatan de gelek çavdêrî, tecrube û têgihiştinên min derketin holê. Eger gotin di cihê xwe de be anatomi û fîzyolojiya ziman gelek bala min dikişine. Gelek gotarên min di encama vê balkişandinê de derketin. Jixwe xebatek xebateke din bi xwe re dikişine û mijar wiha tê dizên.

Çend sal berê di dema xebatên min de bala min pirbûna peyvên yekkiteyî kişandibû. Min ev mijar di hişê xwe de da aliyekî ku roj bê li ser bisekinim. Her hal ew roj îro ye û ez ê li ser bisekinim. Kingê min xebata bi navê Êşa Zimanê Kurdî wekî gotarekê tekez kir, di dema vê xebatê de bala min pirbûna peyvên yekkiteyî kişandibû. Kîjan peyv hate bîra min yekkiteyî bû. Dil, dar, kar, jar, sar, şûr, kûr, dûr, hûr, par, bîr, zer, zêr, şêr, har, bar, tîr, tî, sî, bî, … û bi sedan, hezaran peyvên yekkiteyî di zimanê me de wekî kaniyê diherikin.

Em heyîna peyv û gotinên kurdî-kurmancî bînin li ber çavên xwe. Em dikarin vê heyîne bi çend serenavan bigirin dest: Lêker, peyv, rader, daçek, nav, hoker, hejmar, rengdêr, tewang û hwd. Piraniya van ji aliyê koka xwe ve yekkiteyî ne. Hemû daçek, heta 10an hejmar yekkiteyî ne. Heta bîstan hejmar bi hejmara dehê hatine dariştin, kok yekkiteyî ne. Ji bîstan wêdetir hejmar kit bi kit tên bilêvkirin. Bîst û yek, …. Bîst û neh. Heta hejmara sed, serê her deh hejmara dehan yekkiteyî ne; bîst, sî, çil, pêncî (awarte), şêst, heftê(koka wê heft deh e), heştê (koka wê heşt deh e), nod. Sedî şûndetir careke din dibe yekkiteyî; sed, du sed, … neh sed.

Lêker, karekî, kirinekê, tevgerekê îfade dikin, ji ber wê ye ku bi demê re ji yekkiteyîtiyê derketine û wekî rader karîger bûne. Yanî di dawiya lêkeran de paşgirên wekî in, an, andin girtine lê belê di eslê xwe de ew jî yekkiteyî ne; ken-în, şûşt-in, kir-in, hat-in, got-in …. Û hwd.

Di mijara lçkerên pêkhatî-dariştî de lêker bi pêşgiran ji hev dizen; lêkerên pêkhatî ne xwerû û xweser in, yanî ji pêşgirên yeykkiteyî pêk tên; rû-nişt-in, ra-bûn, ve-kir-in, da-hûr-andin… û hwd.

Peyv, nav, rengdêr, hoker, tewangên neyekkiteyî bi piranî yan hevedunî ne yan jî bi paşgir an pêşgiran pêk hatine; sal-ve-ger, dar-is-tan, şi-van, berx-van, bar-gir, ser-şo, bin-rax, zar-ok.

Hin mînak hene ku kokên wan yekkiteyî ne lê bi qertafekî hatine dariştin, wateyeke nû pêk anîne, wekî Kan-î, kok ocax e lê kanî nû didarijîne ango ocaxa avê. Pişt-î, pişt bi koka xwe paş e, piştî peyveke nû didêrîne ango tiştê ku bi piştê tê girtin, rakirin. Şil-î, koka wê bi wateya ne ziwa ye lê şilî peyveke nû ye û wateya baranê derdixe. Nêr-î, kok bi wateya ne mê ye lê nêrî wateyeke nû didarijîne û tê wateya bizina nêr, ka-dîn, koka peyvê ka ye lê kadîn wateyeke nû qezenc dike û ji bo cihê kayê tê bikaranîn. Der-î, kok der e lê derî wateyeke nû ye û hêmaya parastina avahiyan ji hundir û der dike. Ser-î, koka wê hêmaya jor îfade dike, lê serî wateyeke nû digire û serê zindiyan û hêmayên wekî wan temsil dike. Koka peyvên bi vî awayî hemû jî yekkiteyî ne. Mînakên wiha gelek in lê ji bo derbirîna mebesta me têrê dikin. Ev rewş peresana zimanê kurdî raberî me dike. Ziman ji yekkiteyî çawa veguheriye pirkiteyiyê amajeke ji wê ye.

Pirbûna peyvên yekkiteyî di zimanê kurdî de nîşanek e ku zimanê kurdî di peresana ziman a dîrokî de gelek demdirêj yekkiteyiya xwe parastiye û nişan e ku heta roja îro jî hatiye û di ziman de serwer e. Veguherîna peyvên yekkiteyî ya bi aliyê pirkiteyî ve girêdayî gelek şert û mercan e. Ez ên ku sereke ne dikarim wiha derpêş bikim.

1- Derketina ji çiyan ber bi deştan; rewşa aboriya deştan hin guherîn li civakê ferz kirine.

2- Hem bi vê rewşê re girêdayî hem jî derveyî wê pêdiviyên demê ziman veguherandiye ser mercên nû. Em dizanin ku ziman hêmanekî zindî ye, di bin şert û mercên nû de xwe nû dike.

3-  Têkildariya bi gelên cîran re lihevbandorbûn pêk hatiye, ziman peyv û qalibên nû ji wan girtine û dane wan.

4 - Ol û baweriyên nû, di serî de îslamiyetê bandoreke gelek mezin li ser ziman kiriye, ziman li gorî hêmanên baweriyên nû ber bi guherandinê araste bûye.

5 - Bi xala 4an ve girêdayî perwerdeya medrese û pê re wêjeya kurdî ya klasîk.

6- Dagirkerî û mêtingeriyên mayînde.

Ev xal dikarin bên zêdekirin jî. Peresana xalên diyarkirî ziman ji rewşên nû re rû bi rû hiştiye.  Xalên 4 (wêjeya klasîk ne tê de), 5 û 6 bi peresana dînamîzma navxweyî neqewimîne, bi şîdet û spartinê ji qewmînên ji derveyî dînamîzma navxweyî pêk hatine û dînamîzma navxweyî parçekirine, mecbûrî şert û geşedanên xwe hiştine. Ango xwezaya ziman jî bi qasî bandora wê veguheriye.

Ez ê li vir qevdek peyvên yekkiteyî diyar bikim. Ên ez diyar dikim ev in: Dil, dar, kar, jar, sar, şûr, kûr, dûr, hûr, par, bîr, zer, zêr, şêr, har, bar, tîr, tî, sî, bî, mal, hewş, rewş, sêv, kar, berx, mîh, cer, ceh, gir, goşt, xweş, xwar, şîr, sîr, pîr, qîr, kêç, kur, mêr, jin, şev, roj, se(g), jêr, jor, gor, dor, por, sor, reş, beş, kaş, ker, ber, der, nîr, mê, kêm, şil, bav, dê, ez,  tu, ew, em, hûn, min, te, wî, wê, me, we, wan,  mer, bêr, kurk, purt, kurt, şîn, şîp, gîsk, bisk, poz, dev, lêv, çav, guh, birq, tîr, nîr, dur, mû, zû, tû, rû, mişk, qaz, dir, vir, bir, ger, pişt, rişk, pişk, ling, pî, zend, mil, gur, pez, gûz, kap, çok, dest, hiş, geşt, gund, ga, ka, nerm, sur, qulp, xurc, deng, derz, dîk, hesk, hesp, cîl, pîl, cil, kinc, nirx, rext, kêr, geh, paş, pêş, diz, diş, dêm, dem, deq, pîz, êş, ax, ba, zik, piş, cem, rex, nik, şax, kul, kew, baz, baş, beş, geş, qenc, kêl, rêl, zêl, hêl, dêl, berf, qerf, merc, kils, rê, xwişk, pişk, tişt…

Dixuyê ku di zimanê kurdî de peyvên yekkiteyî wekî kaniyan e, tu pêşî vekî dibin coyê avê û diherikin. A balkêş ew e ku ev peyv tenê çavkaniyeke vê kaniyê ne ku me hinek jê girtine.

Di herka dîrokê de, bi peresana zimanê kurdî, ziman veguheriye û gelek peyv êdî ji yekkiteyî zêdetir bi awayê pirkiteyî tevî ferhenga ziman bûne û ber bi awayê îro veguherîne. Tevî yên hevedudanî û ne hevedudanî min qevdeke piçûk jê girt. Peyvên wekî; Şepal, bêrîvan, karxezal, sosret, sirtik, giran, ziwa, qijik, quling, bilind, dirinde, bêrî, mêjî, garis, gilgil, genim, gemar, serma, destmal, kerî, dergûş, dîwane, xedar, xaşîl, çirûsk, esman, hirmî, kelek, dezgeh, kevir, kezeb, rihan, şîlan, gurçik. Ev tiştekî gelek asayî ye, ziman ji yekkiteyî derbasî pirkiteyî bûye lê hê jî yekkiteyîbûna xwe parastiye, bingeha yekkiteyî xurt maye.

Piştî van tespîtan divê xwînerê vê gotarê bipirse, tu dixwazî bi vê yekê çi peyamê û fikra der barê yekkiteyî de bidî me? Di cihê xwîner de min pirsî û bersiva wê ez ê bidim. Mebesta vê gotarê ev e:

1- Di zimanê kurdî de bingeha yekkiteyî hê jî xurt û berfireh e.

2- Ez vê tezê dişopînin û dibêjim bi van palpiştên li jor diyarkirî dide xuyakirin çendî ku koka gelê kurd ango prokurd bi gelek qewm, komegel, civak û dewletan re têkilhev bûye û ji hinekan qetiya be jî gelê kurd niştecihê vê axa Mezopotamyayayê ye, xwe spartiye çand, ziman û mîrateyeke gelek kevnar. Ev gotar ne îspat e lê texmîneke gelek xurt dide destê me. (Ev nêrîn êdî bi piranî nayê nîqaşkirin jî, gelek derdorên dîrokê re eleqedar qebûl dikin)

3- Ev îşaretên yekkiteyî dest didin ku em bêjin koka zimanê kurdî hem niştecih e û hem jî serêkaniya wî yekser ji serdema zimanê yekkiteyî tê, xwe dispêre vê serdemê. Mebesta vê hevokê ev e; zimanê kurdî zimanekî koçber nîn e, bi her tiştê xwe li ser vê axê dirûv girtiye. Ji ber ku zimanê gelek gelan bi koçberî û serûbinbûnên bi vî rengî dirûvê xwe girtiye, veguheriye. Lê hemû peresana zimanê kurdî li ser axa xwe qewimiye.

Pir pêkan e ku ev tez bi dane û palpiştên din, bi awayekî zanistî jî bê peyitandin. Eger ev bê peyitandin, ev tez dibe rastî û hingê îspat dibe. Rastî ne tenê malê me ne, malê hemû cîhanê ne, gerdûnî ne. Kî dixwaze ji xwe re parekê derxe, pê şanaz be, kî dixwaze bi awayekî din ji xwe re parekî derxe, kî jî dixwaze jê aciz bibe, serbest e. Lê rastî rastî ye, bi inyad e, tu tişt nikare veguherîne ser tiştekî din.

 

 

***

Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn

- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'

   

 

 

 

*******************************************************
 

ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

Agahî di vê lînkê de ne:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)

Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

*******************************************************

 
DIBE EV NÛÇE BALA TE BIKIŞÎNIN

- Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

-  Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

 

- 10 kurtefîlmên pêşbaziyê, 3 jê bi kurdî

- Didu jê bi kurdî, 22 belgefîlm tên

- Amadehî temam bûn: 140 fîlm tên

- Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

 

- Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

 - Pêşbaziya Helbestan li benda berheman e

- Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!

 

 

 VÎDEOYEK:
 


***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diyarnameya nû, nivîskarên nû

ad

Festîvala Şanoyê ya Amedê li dar dikeve

ad

Carlos Latuff xêz kir

ad

Referandûm û pirsên tabû

ad

Çi pêdiviya Putin bi ajanseke nû hebû?

ad

TZPKurdî 'Konferansa hîndekarî û perwerdehiya kurdî' lidar dixe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname