• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar

Dîrok : 28 06 2014 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik

Nivîskar Cîhan Yildirim bi çend pirtûkên xwe yên hêja di nava edebiyata kurdî de cihê xwe girtiye. Ji van du heb jê pirtûkên çîrokan e ku jê yek “Nîvê Þevê û Tirkî” ye, ya din jî Fîtnevîzyon e. Ji bilî vana romaneke wî jî bi zimanê tirkî bi navê Daðlarýn Efendisi/Koçero hatiye weþandin. 

Romana wî ya ku em dê li ser analîzê bikin romana wî ya yekem e ku bi kurdî/kurmancî  ji Weþanên “J&J”yê di sala 2014an de derçûye. Navê romanê “Nalebar”e. Nalebar di heman demê de navê lehenga sereke ya romanê ye. Bi rastî navê wê hinek bi mirov xerîb were jî piþtî lêgerînek ferhengî ya biçûk meriv hîn dibe ku Nalebar tê maneya dijraber, tiþt an kesê/a ne ji rêzê. 

Bûyerên di romanê de ji gundekî  dest pê dike. Navê gund Mircanê ye. Di vî gundî de hejar û dewlemend di nava ahengek de jiyana xwe ya rojane didomînin. Di gund de dibistanek jî heye ku zarok lê hevdu dibînin û tovê hezkirinê di dilê hev de diçînin. Di kakilê romanê de malbatek hejar û feqîr heye ku em dikarin wekî malbata Kendav bi nav bikin. Ev malbat ji çar kesan pêk tê: Kendav, Kevota hevjîna wî, keça wan Nalebar û kalikê wê Mishabê kokim ku ji kar û baran ketî. Malbat ji bo debara xwe mecbûr e ku Nalebarê jî daxilî xebata malê bike. Ev xebat þivanî ye. Lê ev xebata bi zehmetiyan dagirtî bi du rûdanên neyînî ve Nalebarê hêvîþikestî dihêle. Ya yekem ew e ku di þevek tarî de, hin mirovên bi rûpoþ ku em di herka romanê de fêr dibin ku hêzên ewlekariya dewletê ne, dorê li mala wan digirin û piþtî lêdan û îþkenceyên mezin bavê wê  bi zorê direvînin û demek dirêj haya malbatê jê çênabe. Rûdana din jî veqetîna hevalê wê yê zaroktiyê û dibistanê ku navê wî Mîrza ye, ji bo xwendina lîseyê berî dide navçeyê û wê bi tenê dihêle ye. Ev herdu veqetîn Nalebarê xemgîn dike, ji ber ku yek bav e û kes nizane çi hatiye serî û yê din delalê ber dilê wê ye ku bi caran evîna xwe bi eþkerayî jê re bilêv kiriye lê ji hêla Mîrzayî ve nehatiye qebûlkirin. 

Piþtî van herdu bûyerên tê jiyîn, felek tevna xwe ya ji bo Nalebarê hêj bi leztir û zalimtir dirêse û ji ber ku bi girtina bav re xebatkar di malê de namîne û debara malê nabe, kalikê Nalebarê du çêlekan bi deyn dikire û pê demek debara xwe dikin, lê dema dayina deyn tê kalikê Nalebarê tenê tiþtek difikire: Di dêvla deyn de teqeskirina Nalebarê…

Dema xwazgîniyê Nalebarê tê û bi kalikê wê re dipeyive û li hev dikin ku ji dêvla deynê çêlekan ve Nalebarê bixwazin, dinya li ber çavê Nalebarê tarî dibe. Bi bihîstina vê xebera reþ re Nalebar û dayika wê qet bi carê vê biryarê qebûl nakin û li dij derdikevin lê kalikê Nalebarê ji ya xwe danakeve û pêkutiya li ser dê û keçikê zêde dike. Di vê navê de tenê deriyek xelasiyê yê nîv vekirî li hember Nalebarê dixuye, ew jî dildarê wê yê zaroktiyê Mîrza ye. Bi xemgînî nameyek jê re diþîne ku jê re bibe alîkar da ku ji vê zewaca ku kalikê wê dike ku ji dêvla deynê du çêlekan ve wê bi mirovekî pîr/kalbûyî re bizewicîne, xelas bibe. Lê mixabin deriyê niv vekirî yê hêviyê bi bersivdana neyinî ya Mîrza re bi tevahî tê girtin û hêvîþikestina Nalebarê tenê jê re riyek dihêle ew jî biryardayîna xwekuþtinê ye. Di rojek ku kes li malê tune ye de Nalebar li dû xwe nameyek biçûk ku xatirxwestinê ji diya xwe dixwaze, dihêle û  bi tivingê dixwaze ku xwe bikuje, lê di vê kirina xwe de bi birîndarî xelas dibe û piþtî emeliyatê vedigere tenduristiya xwe ya berê. Lê tenduristiya ruhî her birîndar e. Piþtî demek derbas dibe, ji bo ku Nalebar ji mal nereve û xisarê nede xwe ji hêla kalikê xwe ve bi zincîrê tê girêdan û bi hefteyan di tewleya ku çêlek têde ye tê hiþtin ta ku ew mirov tê û wê wekî bermaliya xwe dibe. Nalebar piþtî vê zewaca bi zorê tu rehetiyek nabîne. Gundê ku lê bûye bûk tu bextewariyê nadiyê. Her roja xwedê ji mêrê xwe tehde û lêdanê dibîne, wekî çareya dawîn plana kuþtina mêrê xwe çêdike û di þevek ku mêrê wê –Semyan- di xewa giran de ye, bi kêra ku bi dest xistiye bi dehan caran tê de dikute û  bi destê xwe yê xwînî berê xwe dide Stenbolê…

Jiyana Stenbolê ji bo wê tenê deriyên trajediyên nû vedike, lewra romanûs ji bo Nalebarê tevna felekê carê li dar xistiye û wisa dixuye ku ev rewþ li dûrî welatê wê jî dê bidomê: Pêþî ji hêla hin serseriyan ve tê revandin û di daristanekê de tûþî tecawizê dibe, zêr û zîvên ji welêt aniye hemûyî bi dest serseriyan ve berdide û tutûrût li ortê dimîne, paþê êdî wekî qedera hin jinên “tenê û bêçare”, xwe dispêre pavyon û barên bajarê bê rehm. Di dawiyê de dîn dibe, li kuçe û kolanên Stenbolê bê cih û war dimîne, di tenêtî û hejariyek de li ber dîwarê dibistanek ku di zaroktiya xwe de pir jê hez dikir, dimire.

Di nava van rûdanên li eniya Stenbolê diqewime, Kendavê ku di þevek tarî de ji hêla hêzên tarî ve hatibû qepeçekirin û windakirin, piþtî çend salan ji girtîgeha ku em nizanin li kîjan bajarî ye, di sibehek demsala biharê de vedigere gundê xwe û dibîne kundê kor li ser xaniyê wî dixwîne: Keça wî Nalebar mêrê xwe kuþtiye û reviyaye cihek ku kes nizane ku der e, jina wî Kevot bi nexweþiyê, bavê wî Mishab jî di qezayek trafîkê de miriye. Li pey hînbûna rewþê, Kendav ji bo þopê li dû keça xwe rast bike, dikeve rêkek dûr û dirêj û bi perîþaniyek nezin xwe digihîne ser gora wê ya li Stenbolê…

Di romanê de cih zêde ne zelal e. Tenê em dizanin ku Nalebar li gundekî bi navê Mircanê zarokatiya xwe derbas kiriye. Piþtî reva ber bi Stenbolê ve cih hêj zelaltir dibe. Hetanî bi navê termînala Esenlera Stenbolê jî bi kitekit tê kifþkirin. Lê dema Nalebar ji gund ber bi bajêr tê ku here Stenbolê, tu navê bajêrî derbas nabe. Em li vir kêmasiya ku di romanên gelek nivîskarên kurd de dixuye ku navê bajar û welatê xwe bi lêv nakin lê navê bajarên ku lehengên wan dû re lê bi cih dibin bi hûrgiliyan vedibêjin, tên; ev jî dibe ku ji derûniya rakêþiya civaka serdest qewimîbe… 

Hebûna du navendan- gundê Mircanê û Stenbol- ku yek sembola jiyana feodal û kevneþopî ye, ya din jî sembola jiyana modernî ye; di jiyana Nalebarê de tu guherînên erênî pêk nayîne. Ev cihên navborî jî peyamek e ku hin jin li tu cihî xwe di ewlehiyê de nabînin û bajarên modern jî herî hindik bi qasî cihên çolter/gundewar jiyanê li jinê teng dike, hetanî mirov dikare bibejê hêj zalimtir e û jinê - jina bêkes û bêhêz- bê nefes tazîrût li holê dihêle. Ji xwe di tu cihî de qala dema bûyeran nayê kirin, tenê dem carinan wekî payiz, carinan wekî bihar derbas dibe û ji daweta ku bi siwarî tê kirin mirov têdigihêje ku dema jiyana malbata Nalebarê hêj wekî îro mirov ne xwedî derfetên pêþketinê ye. Lê carinan qala otobêsa gund, mînîbûsa gund jî tê kirin ku ev jî tevliheviyan di serê xwîner de çêdike. Di hêlek de daweta bi hespan pêk tê -daweta Nalebarê- di hêlek de otobês û mînîbûsa gund û piþtî Nalebar li Stenbolê ji hêla magandayên bajêr ve tê revandin û vebêj qala þêlandina wê dike, em dibînin ku telefona wê ya destan jî heye û tevî zêrên wê hatiye dizîn. Ev jî nakokiyek derdixe holê ku di dema teknolojî û pêþketinên wê de, romanûs hem qala bikaranîna alavên çûnûhatinê yên mîna “mînîbûs û otobêsê” dike û hem jî qala “daweta bi hespan” dike ku ev herdu rewþ  li hev nakin…

Roman bi tevahî ji hêla vebêjerê îlahî ve tê vegotin. Carinan hin diyalog hebin jî mirov dikare bibêje ku vegotinek dûz/rast ya ber bi pêþ ve hatiye hilbijartin û bûyersaziya romanê li dora jiyana Nalebarê diçerixe. Ev cure vegotin mîna romanûs peywîra neqilkirina bûyeran wergirtibe dixuye û ji hêla kûrahiya romanê ve, ji hêla ravekirina derûniya lehengan ve û ji hêla nebûna dengên cihê ve romanê lawaz dihêle. Di hemû kat û cihan de navend Nalebar e. Ev jî di hêlek de fêhmkirina romanê hêsantir dike û dihêle xwîner bi hêsanî bûyeran biþopîne, di hêlek de jî lawaziyek derdixe holê ku di vegotinê de monotoniyek bixuye. Her dem vegotina vebêj/nivîskar serdest e, di romanê de navê Nalebarê heye lê “dengê wê” zêde tune ye. Herka bûyeran ber bi xeteke rast ve ye. Dem her ber bi pêþ ve diherike, em hema hema qet pêrgî ber bi rabirdûya tu kesên di romanê de nayên. Bîranîn, ber bi rabirdûyê ve veger, hin mihasebeyên ber bi rojên tarî yên derbasbûyî ve pir hindik dibe mijara behskirnê ku ev behskirin jî ne ku bi qasî em derûniya lehenga romanê nas bikin, geþ dibe. Ev jî þêweyek vegotinê ye ku derfetek diafirîne ku xwîner bêyî zêde bûyeran tevlihev bike û xwe bi metnê re biwestîne, bi hêsanî bixwîne û bigihêje encamê. 

Romanûs Cîhan Yildirim zimanek edebî yê herikbar bikar aniye, lê dubarekirin û redektenekirina hin hevokan jî wekî siyek li kêleka vî zimanê edebî ji xwe re cih dîtiye.  

Mirov dikare ji romanê çend peyamên xemgîn werbigire ku dilê me herdem pê êþiyaye  û wisa dixuye hêj gelek jî dê pê biêþe: Di jiyana kevneþopî de exlebî zarokên keç û pê re jî jin, ji jiyanek mirovane tên qutkirin. Lewra em dibînin ku piþtî xwendina dibistana navîn diqede, ji ber ku dibistana lîseyê li gund tune ye, xwendina Nalebarê bi dawî dibe; ligel vê hevalê wî yê lawîn Mîrza diçe navçeyê xwendina xwe didomîne. Dîsa em dibînin ku keç bêyî vîna xwe ya azad û xwesteka xwe di bin jiyana feodalî de têne pelçiqandin û bi darê zorê di temenek biçûk de têne zewicandin. Lewra em dibînin ku Nalebar li hember deynê malbatê wekî alavek guherînê tê bikaranîn û bi mirovek kalbûyî re bi darê zorê tê zewicandin. Þîdeta bedenî û ruhî ji zaroktiyê hetanî cihê lê bûye bûk jî didome. Nalebar ewilîn þîdetê ji kalikê xwe Mishab dibîne, dû re piþtî zewacê heman þîdeta fîzîkî/bedenî ji mêrê xwe Semyan dibîne. 

Peyama din jî ew e ku di romana kurdî de herdem hêlek siyasî dixuye. Lewra em dibînin ku di vê romanê de jî ji heman malbatê du kes bi ber bayê zilma dewleta romê dikevin. Yê yek kekê Nalebarê ye ku li çiya ji hêla leþkeran ve tê kuþtin, yê din jî bavê wê ye ku di êvareke ku endamên malbatê li ser sifrê ye, mirovên bi rûpoþ bi ser malê de digirin û bavê Nalebarê bi teroristiyê tawanbar dikin û wî bi darê zorê direvînin û di tariya þevê de winda dikin. Disa ji bo cerdevantiyê pest û pêkutiya li kalikê Nalebarê tê kirin jî hêla romanê ya siyasî ravî me dide û me ber bi salên dojehî yên heyama serdestiya cerdevan û leþkeran derbasdar bû ve dibe. 

Mirov dikare vê jî bibêje ku nivîskar li hember serlehenga xwe-Nalebarê- pir bê însaf tevgeriyaye û ew ji karesatekê ber bi karesateke din ve tehn daye û ji hêla bextewerî û rehetiyê ve bi qasî serê derziyê jî riya xelasiyê nedaye ber: Di nîvî de hiþtina xwendina dibistanê, bi zorê zewaca wê, bi destê xwe kuþtina mêrê xwe, reva Stenbolê û li wir tûþî taciz û tecawizê hatina wê û herî dawî dînbûna wê û li ber dîwarê dibistanekê di tenêtî û birçîtiyê de mirina wê…  Gelo Nalebara ku nivîskar/vebêj wê ji çend rûpelan carê wekî “Nalebara xweþik” bi nav dike qet layiqî xweþikiyekê nebû di tevahiya jiyana xwe de… Tenê xweþikiyek pê dide jiyîn û bi baweriya min ev jî bextewariyek demdemî ye û romanê jî dikiþîne nava nîqaþeke dîtir: Nalebar dema li Stenbolê ye di pavyonekê de rastî mirovek bi navê Alper tê û piþtî xwarin û vexwarinê û derbasbûna þevê, bi hev re diçin mala Alper û li wir çirûskek bextewariyê di þeva tarî de dixuye û bi tîrêjên rojê re jî winda dibe. Hevþabûnên wan ên wê þevê wisa tê vegotin, nivîskar nola ku tixûbê erotîzmê derbas kiribe û bi çargavî ji erotîzma bê hefsar ber bi vegotinek pornoyî ve çûbe dixuye. Dê di vê hêlê de nêrînên rexnegirên romanê û xwîneran diyarker be.

Dîsa mirov dikare wekî encamekê bifikire ku ji keçikek dilpak û miþthêvî ya di destpêka temenê xwe de xeyalê xwendineke bi serkeftî û pê re jî bi destxistina pîþeya mamostetiyê dikir, çawa çêdibe û hemû hestên xwe yên dilpak winda dike û ji wê keçikê tenê jineke ku bi laþfiroþiyê li ber xwe dide, li hole dimîne. Ev peyam jî dide selmandin ku “pergala modern û jiyana feodal” ya bi pest û pêkutiyan jiyan li jinan teng kiriye, di kesayeta Nalebarê de ji bo jinan ka dibe egerên bobelatên çawa erjeng yên encam hevpar… Ligel vê, jiyana modern ya metropolan jî, jinê wekî objeyek seksê bikar tîne û belkî ji pergala feodaliyê wêdetir û xetertir jiyanê li jinê diherimîne. 

Ev roman ligel têkoþîna jinek ku bi þikestinan dagirtiye, di heman demê de pirsgirêkên gelê kurd yên demeke -salên nodî- siyasî û civakî jî di serpêhatiya Kendav -bavê Nalebarê-  de berpêþî me dike.

Bi hêviya ku were xwendin…

 

firatt_muratt@hotmail.com         

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poþmanî

- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuþtinên kiryar nediyar

 - Pêþangeha Sûretan: Çend dîmen ji êþ û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoþeyî 

- Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz    

 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

Biryar: Îsal ‘Sala Melayê Cizîrî ye’

07 01 2023

Ev jî hene

Ji Amedê re riya herî qutebir

Ji Amedê re riya herî qutebir

11 11 2009

Kurdên qenc û yên xirab

Kurdên qenc û yên xirab

02 05 2009

Bestekarê mezin ê cîhana sînemayê Morricone mir

Bestekarê mezin ê cîhana sînemayê Morricone mir

06 07 2020

Kesayetiya Ferhad Pîrbal û jin

Kesayetiya Ferhad Pîrbal û jin

19 04 2017

Çend galgalên dera hanê!

Çend galgalên dera hanê!

20 05 2022

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname