logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'
news-details

Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)

Ez dê li ser romana Jan Dost ya bi navê “3 gav û 3darek” ku min di beşa yekem de qal kiribû, şîroveyên xwe berdewam biki

  • Dîrok: 12/01/2013
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Ez dê li ser romana Jan Dost ya bi navê “3 gav û 3darek” ku min di beşa yekem de qal kiribû, şîroveyên xwe berdewam bikim. Ji ber ku kesên dîroka xwe fêr nebin wê tim tûşî bêbextiyên qenebxêran werin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn çawa ku nivîskar Osmaniyan dişibîne gayê pîr, bi rastî jî di dîrokê de di salên êdî Osmanî di her şerî de têk diçû de, çarê -împaratorê-rûs Nîkolayê Yekem, Dewleta Osmaniyan dişiband mirovekî nexweşê ku êdî ji nexweşiyê filitandina wî negengaz e, wisa jî ji bo dewlemendiyên wê yên sererd û binerd di navbera hêzên navneteweyî de şer diqewimîn. Di vê navberê de nivîskar parçebûna kurdan, bi heviyên qels li bendêmayîna alîkariyê ya ji hêzên wekî îngilîz û fransiyan, tîne ziman. Behsa Peymana Sewrê dike ku çawa ji bo kurdan hêviyeke ji tayê xav hatiye hûnandin bû. Dîsa ew hêviya ji tayê xav çawa bi hevkariya komara nû ya li Enqerê hatibû damezrandin û hêzên emperyal ên wekî îngilîz û fransiz ve bi Peymana Lozanê, li Swîsreyê tê qetandin û kurd tevî xewnên xwe têkdiçin -bi kêra nûnerê hikumata Enqerê Îsmet Paşa ve hatiye tûjkirin têne gurandin- bi xemgîniyek vedibêje. Û li Lozana Swîsreyê hêzên emperyal tenê Peymana Sewrê kefen nekirin, di heman demê de pêşeroja kurdan jî kefen kirin. Ev hevoka ji rûpeleke wekî çemê xemgîniyê diherike, wê rewşa kambax rave dike: “Îsmet Paşa bêyî ku Mûsilê bixe bêrîka xwe, li Enqerê vegeriya. Lê tiştê ku bi dest xistibû, ji Mûsilê buhatir bû, mezintir bû, bêrîkên wî hemû tije kiribû: Qedera kurdan” (rûp.137).
Di dawiya romanê de dema ku serbaz serê Şêx Seîd bi zor dixe xeleka werîsê sêdarê ew dîsa di deşta salên borî de digindire û xwe li gundê Qolhisara Xinûsê li bin dara tûyê bi mebûsê berê yê Bedlîsê yê meclîsa Enqerê re di sohbetek de dibîne. Di wê sohbetê de Yûsif Beg li ser lîstikên îngilîzan ku li ser pêşeroja kurdan lîstibû û kurd hevîşkest hîştibû disekine: “Me digot a niha dê îngilîz alayên xwe ji Amediyê û Silêmaniyê, fransiz jî ji Sûriyê bikişînin vir û bi hawara me ve werin. Lê!...(rûp.145). Piştî ravekirina van rastiyan Yûsif Beg wî vexwendî serhildanê û rêberiya şoreşê dike: “…yê ku karibe vê tevgerê bi pêş de bide, cenabê te ye ezbenî.”(rûp.146). Şêx Seîd di kêliya ku serbaz xeleka werîsê sêdarê li qirika wî dişidîne, cardin vedigere tûrikê xeyalan û çawa bi Xalid Begê Cibirî re, Yûsif Ziya Begê Bedlîsî re û bi agahiya rewşenbîrên li Stenbolê wekî Seyid Ebdulqadir re biryara serhildanê girtibûn di ber çavan re derbas dikir, û bêwext girtina hevalên xwe bi bîr dianî, dûre çawa ji hêla Komeleya Azadî ve wekî serek hatibû qebûlkirin…
Mirov ji nameya Şêx Seîd ku ji serekên Xormekên Gimgimê re, ji dêrsimiyên ku elewîne re şandiye, xebera ku taybetî ji bo Seyid Riza serekê kurdên Dêrsimê yên ku elewiye re şandiye da ku piştgiriyê bide serhildanê fêr dibe ku, doza Şêx Seîd dikir dozeke ne tenê olî, di heman katê de millî bû… Nivîskar vê taybetiya serhildanê ji devê Şêx Seîd wiha bi me dide fêmkirin: “Sond bi zatê Xwedê teala, ez dê vê şaşikê ji serê xwe daneynim, heta yan di rê ya dîn û millet de şehîd bibim, yan jî istiqlalê…(rûp.156). Tevger û xebata Şêx Seîd ya ji bo serhildanê di “berfeharek” sibatê de jî berdewam bû. Solaxa, Licê, Hênê, Pîran û cihên din tev agahdar  kiribûn ku amadehiyan bike da ku serkeftin bi dest bikeve. Lê mixabin wekî gotina nivîskar “ehmeqiya hin kesan, ji alîkariyê dûr sekinîna kurdên elewî yên Gimgim û Dêrsimê - bi taybetî Seyid Riza-  amadehiyên bêwext ên eşkera dihat kirin, dibû sedem ku di serhildanê de derz û şkestin çêbibe. Di kêliya darvekirina Şêx Seîd ya di gava dawî de, dîsa bîranîn xwe di serî de dilivîne; xwe li Pîranê li mala birayê xwe Ebdurrehîm, di civatekê de û li kêlekê jî tevî mirovên dozê çend fîrar jî bi tivingên xwe rûniştîne. Ev fîrarên bi tifing dibin sedem ku dûgela li pey Şêx Seîd bû, pêşwext mudaxele bike û serhildanê bitefîne… Û bi vê jî, gûza ku Şêx Seîd ji bo biavêta ser qubê di dest de bû, ji dest tê girtin. Ew gûza ku bi sedan lehengên tî yên azadiyê xwestibûn ku li ser qubekê bidin rawestandin...
Divê mirov bi qasî ku nivîskar bi hişmendî li ser xiniziya kesên nehiştin serhildan bigihîje  armanca xwe, di kesayetiya hevlingê wî Qasim Beg de dibîne, ji wî zêdetir jî mirovên bi daw û doza neteweya xwe ve girêdayî jî, tevî ku di romanê de bi navê sedan kesî yê rastîn re, seyîsê Şêx Seîd çerkez û  wêrekiya wî jî bibîne. Heta kêlîka dawî Şêx Seîd tenê nehîştina wî,   bi dilpakî û bi dilsozî û aramî çûna wî ya sêdarê ew di bin quba ku gûz lê nedihat sekinandin  de kir lehengek nemir… Divê bê zanîn ku navên di romanê de derbas dibin jê gelekên wan navên rastîn ên dîrokîne: Xalid Beg, Şeyh Ubeydullahê Nehrî, Qasim Beg, xizmetçiyê Şêx Seîd Çerkezê Yûsif, Seyid Ebdulqadir, Şerîf Paşa û hwd… Ev kesayetiyên rastîn ku hinek wekî lehengên romanê, hinek wekî agahiyên ji dîrokê tên bikaranînin di teknîka “romana dîrokî” de mirov dikare bibîne û wekî romana realîst ya beşek ji dîroka civakê penase bike. Roman kana xwe ji bûyerên rastîn digire. Ev cure roman ji bo hişmendiya neteweyî roleke sereke dilîze û divê girîngiya wê neyê jibîrkirin, lewre her dûgel ji bo ku neteweperweriya miletê xwe zindî bihêlin, bi saya hin nivîskarên xwe bi taybetî li ser vê beşa romanê ya mijara wê dîrok e û exlebî jî bi serkeftinên fîşalî dagirtiye radiwestin. Lê mixabin li ser dîrokê pirtûkên tên nivîsîn ger li gor fikra hin kesan nebe bertekên tund jî nîşan didin. Ji van yek jî pirtûka Ahmet Kahraman a bi navê “Serhildanên Kurd” ku bi tirkî di Weşanên Evrenselê de derçûye û tê de bi berfirehî qala serhildana Şêx Seîd û xiniziya Qasim Beg jî tê kirin, ji hêla hin derdorên bi awayekî xwe bi Qasim Beg ve girê didin ve rastî nerihetiyan hatibû, ku di civatek de ji wan hinan gotibû ku xweziya Ehmed li ser Qasim Beg nenivîsanda bila kê dinivîsand bila binivîsanda. Ez jî ji vir dibêjim ku vaye xweziya we bi cih hat û yekê Binxetê -Jan Dost- li ser hunera Qasim Begê we nivîsandiye. Halbûkî ya birêz Ahmet Kahraman kiribû tenê nivîsîna rastiya demek hatibû jiyîn bû. Di herka romanê de em pêrgî bi sedan sedemên têkçûna serhildana Şêx Seîd tên; bazara navneteweyî ku dihîşt Fransa leşkerên artêşa  nehemîn a tirk bi riya trênê di Binxetê re bigihîne Mêrdînê, kêmbûna çek û rextên serhildêran, ji hişmendiya netewî dûrbûna wan, kêmasiya dîsîplînê, têkiliyên feodalî, li hin bajaran talankirina dikan û mal û milkên xelkê –wekî Elazîz- pêşwext destpêkirina serhildanê, di berf û sermaya sibatê de hemû bûn egera têkçûnê… Û bi rojan dorpêçkirina sûrên Amedê bê encam dimîne û Şêx Seîd vedikişe aliyê çiyê, Hênê û bi vê vekişînê re jî hêvîşkestin dest pê dike û serhildêrên bê organîze riyên xwe li pey Şêx Seîd avare dikin. Li ser vê rewşa kambax Şêx Seîd wiha dibêje: “Ez emîrê kê me heyran! Her yek bi serê xwe ye. Bila hima ez xizmetçiyê wan bim. Çû gûza min jî qub negirt.” Ev hêvîşkestin xwe di îmzeya şêx de jî dide der. Di destpêka serhildanê de li Dara Hênê bingeha hikumetekê hatibû avêtin û şêx Emîrulmucahîdîn bû, lê di dawiya rojên bi şkestin li Amedê diqewime îmzeya wî bi Xadimulmucahidîn diqediya, û leşkerê Şêx Seîd ji ber artêşa tirk ji hev ketibû û her komek di geliyek yan di deştekê de yan jî di quntara çiyayekî de bi tenê mabû. Koma ku Şêx Seîd di nav de xwe li Çiyayê Şerefdînê digere û ji wir jî ber bi rojhilat diçû, bi xefka ku hevlingê wî, qaymeqamê Gimgimê, pismamê Xalid Begê Cibirî Qasim Beg jê re danîbû, li ser pira Ebdirahman Paşa tê girtin, di meha avrêlê de şêx di xeyalên xwe yên di nava qîrê de, bi destê kelepçekirî ji Gimgimê ber bi Amedê tê û deng li Amedê dike; “Diyarbekir! Îro ez dîl di destê romiyan de dibim mêvanê te. Hêviya me ne ev bû! Avêtina gûzan li ser quban zor e, wê ez westandim, ne vê rêwîtiyê.”(rûp.193), û li hember Sayib Begê bi xwe mebûsek bû lê di wê kêlîkê de serdarê Îstîqlal Mahkemesî ya Amedê bû, vê nîşê dide nivîsîn: “…Heyata min a fanî gihîşte dawiya xwe, lê ez ne poşmanim ku bi vî awayî dimirim, ez dibim qurban di ber dîn û millet de û neviyên me dê ne rûreş bin, gava ku me bînin bîra xwe.” (Rûp.192). Piştî li ser pira Ebdirahman Paşa ya li nêzî Gimgimê dîl hat girtin Şêx Seîdê heftê salî, li pey heftê û penc rojên zindanî li hember sêdarê gava çaremîn dihavêje û di kêlîka dixwest wê pirsa ku dereng mayî ji Xweda bikira di nîvî de dimîne, pirsê wiha dest pê dikir: Xwedayê min te çima… û bi çimayê re wêrîsê sêdarê gewriya wî bêyî ku bihêle deng derkeve dişidîne û hevok bi çimayê nîvco dimîne!
Di romanê de gûz, sêdar, tîbûn û qub çend metafor in ku nivîskar li dora van rastiyên hatine jiyîn vedibêje. “Tîbûn” metaforek e ku zilma serdestan tîne ziman. Bi hişmendî û zanatî hatiye bikaranîn. Lewre “tîbûn” di qada dîrokê de wekî sembola zilma li hin kesan hatiye kirin dertê hemberî me. Mînak dema cihû pêxember Îsa çarmîx dikin an kurê Muaviye Yezîd, lawê xelîfe Elî, Husên li Kerbelayê li nêzîkî çemê Feratê dorpêç dikin û hêsîr digirin, bi rojan bêav dihêlin. Çawa ku ji van mînakan jî xuya dibe “tîbûn” di herka dîrokê de ji hêla mezlûman ve dibe sembola berxwedana mafdar, ji hêla serdestan ve jî dibe sembola zilmê…
Dîsa qub/qubbe jî di şaristaniya îslamiyetê de cihek girîng digire. Ji hêlek ve giloverbûna asîman û gerdûnê sembolîze dike, ji hêlek ve jî di tesewûfê de jiyana piştî mirinê, axretê bi bîra mirovan tîne, di heman demê de hêza yekîtiyê û li pêş jî girîngiya peşengek bi bîr dixe. Lewre qubeya ku ji jor ve di her du hêlan ve li hev tê, bi yek kevirek esasî serê xwe digire. Ev  hem dibe sembola yekîtiya xweda, hem jî li jêr dibe sembola peşengek ku civak li dorê kombûyî…
Roman heta mirov bixwaze sade û bi kurdiyek wekî çemê Mûradê diherike hatiye nivîsîn, lê xwezîka ew çend risteyên ji helbestên klasîk bi kurdiya îroj bihata nîşandan, mînak: “Kuca dannedi halê ma, subukbaranî sahilha! (rûp.159). Gelo dê çend xwîner jê fêhm bike ka ev riste çi dibêje? Dibe ku nivîskar serwerî wejeya me ya kevn a klasîk an zimanê erebî û farisî be lê xwîner? Tiştek din ku mirov di romanê de lê digere an tê hişê mirov ew e ku gelo nivîskar li ber sêdarê Şêx Seîd ew qas di deştên xeyalan de gerand çima carekî be jî di deşta wan xeyalan de cih neda zarokên wî? Qey zarokên wî -bi qasî ku em dizanin pênc keç pênc jî lawên wî hebûn - qet bi qasî kakilê gûzek jî di bîra şêx de tunebûn? Û ez dixwazim bi nîv helbesteke  helbestvanê hêja Rojen Barnas ku li ser Şêx Seîd nivîsandiye nivîsa xwe bi dawî bikim:
…
“Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal,
Bijîşk Fûad im
Pêşmergekî bê navûnîşan
Û qevdek ji pincara welat im.
Ez duh şehîd bûm
Îro, nûhat im.”(Rojen Barnas, Şi’r -1-, rûp.29)

Her tişt ji bo li dara wêjeya me guliyek din zêde bibe ye.
                                                                                             
firatt_muratt@hotmail.com

**

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev

ad

'Jin TV' dengê jinan bilind dike

ad

Kûpaya Cîhanê wê çawa bidome?

ad

Berendamên CHP'ê yên bajarên kurdan

ad

Fîskstura Super Lîgê diyar bû

ad

Ji bo berdana DÎHA'yiyan kampanyaya îmzeyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname