Mahmut Ozçelik
Dema mirov çav bi pirtûkek birêz Helîm Yûsivî dikeve, ewilîn navê pirtûkê bi mirovî re şaşwaziyek diafirîne û dû re di hişê mirovan de hêj pirtûk nehatiye xwendin hin pirs û meraqan ava dike. Serqisê “Mirî Ranazin”, “Gava Ku Masî Tî Dibin”, “Mêrê Avis” û “Tirsa bê Diran” her yek di hişê mirov de berî xwendinê hin pirsan pêk tîne. Ez wisa bawerim ku Helîm Yûsiv navên pirtûkên xwe bi hişmendî, bi xebateke hûrgilî hilbijartiye, ne ku bi rasthatinî ev navinan li pirtûkan hatine danîn. Li ser çîroknûsî û romanûsiya nivîskar tişta ku mirov lê zêde bike bi baweriya min ne hewce ye. Ji ber ku gelek nivîs li ser hatine nivîsîn. Min vê carê xwest ku li ser romana wî ya bi navê “Tirsa bê Diran” ku ji weşanên Avestayê di sala 2006an de derçûye hin hevokan lê bikim…
Roman bi lêvegera vegotina zarokatiya Mûsa û hevalên wî yên bi navê Qado û Simko dest pê dike. Û pê re jî bi kirinên wan yên tu kes ne li bendî ne, hatiye xemilandin. Şûmiya zarokan û lîstikên herî xerab yên zarokan bi kêfxweşî pêkanîne, bi hosteyî tîne ziman. Zarok tim boçikên/teriyên hin heywanan jê dikin û di ciheke nepen de wekî “pêşangeha teriyan” bi cih dikin. Ne pisîk, ne kûçik, ne jî ker û hespên taxê ji terî jêkirina van zarokên nehs û şûm xelas nabin.
Mirov bi vebêjiya Mûsa yan jî bi ya Qado fêr dibe ku cihê jiyana xwe lê derbas dikin cihek bi “tirsê”/zilmê hatiye rapêçan e û xwînerê kurd ne jê bê hay e: ”Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji were bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de (r. 27).
Roman bûyerên li Qamişloyê û der û dora wê qewimîne vedibêje. Sereklehengê romanê Mûsa ye û li “Binxetê” li Qamişloyê dijî. Û em bi vegotina wî ya lê vegera li rabirdû û zaroktiya xwe hîn dibin ku li Qamişloyê piştî vegera ji dibistanê, dema xwe ya mayî di kar û barên dikanê de, ji bo alîkariya bavê xwe bike, derbas dike. Lê dikan ne tenê ya wan e. Şirîkê dikanê jî heya, ew jî Heseno ye û Mûsa dil dikeve keçika wî Leylayê. Çîrok li dor vê evîna Mûsa û Leylayê bi tevî bûyerên civakî diherike. Pê re jî zilma dûgela Sûriyeyê ya ligel muxaberata xwe çawa tevgerên mirovan dişopînin û tirsên nedîtî dikin dilên mirovên herêmê bi kitekit tê vegotin. Bi derbasbûna demê re rojek bavê Leylayê biryarê dide ku ji Qamişloyê barbike û here bajarê Hesekê. Dema veqetînê êdî dinya li Mûsa teng dibe. Ji hêla din ve jî hevalên Mûsa yê zarokatiyê ku bi jêkirina teriyên ajalan hetka ajal û mirovan biribûn, her yek ji bo xwendina zanîngehê li bajarekî Sûriyeyê belav dibin. Mûsa xwe di tenêtiyek xemgîn de dibîne. Di vê navê de du karakterên/tîpên romanê yên hişsivik hene ku yek jê “Kalo” ye û tim meşkek qul di bin çengên wî de ye û her dixwaze wê meşkê binepixîne û bi dengê bilûra xwe jî xelkê bajêr sermest bike. “Tûtino” jî tenê dinyayê ji tûtin û dûmanê dizane. Ev herdu hişsivikên bajêr xemla romanê ne. Û em di herka romanê de fêr dibin ku hişsivikiya Kalo ne tesadufî ye, encama êşa tirsê û zilmê ye. Piştî lawê wî ji hêla zordestên rejîma Sûriyeyê ve tê windakirin, ev rewşa wî ya bêsiûd jî dest pê dike…
Nivîskar di beşên “dîroka tirsê” de zilma rejîma Sûriyê ya li ser kurdan bi me dide fêmkirin: “Em beyî xwesteka xwe bûn zarokên tirsê (r. 28)”. Lê ev tirs tenê ne di dilê zarokan de bi cih dibe, her wiha her kes bi vê zilma ku tirs afirandiye re rû bi rû dimîne. Ev zilm û tirsa afirandî di derûniya Mûsa de bandorek wisa rûxîner diafirîne ku Mûsa bi kuderê ve dihere an bi çi karî ve mijûl dibe, tavilê difikire ku mirovek çavzer û sergirtî li dû wî ye û wî dişopîne. Ev bandora neyînî dema Mûsa xwe digihîne Almanyayê û wekî penaber dest bi jiyaneke nû dike jî dev ji pêsîra wî bernade…
Romannûs metafora “tirsê” pir baş bi kar aniye û di ruhê xwîner de erdhejînan çêdike. Di romanê de bikaranîna “rêbaza laytmotîfê” ya vegotinê kelecanek dike dilê xwîner. Xwedêgiravî tirsa ku her dem yekî çavzer û sergirtî wî/Mûsa dişopîne û tirsa ku pizika di pişt qorikên wî de dê wekî teriya ajalek dirêj bibe, her dem di bîrê de ye û ev fikrên eletewş wî zivêr dike, derûniya wî her ku diçe xerab dike. Xwîner jî bi qasî Mûsa xwe di nava nerihetiyek derûnî de dibîne.
Roman bi lênihêrtinek rasteqîn, bi bûyersaziyên ji jiyan û tiradîsyona kurdî hatiye wergirtin, tevî uslûbek çavkaniya xwe ji rastiyan digire û bi zimanek herikbar hatiye hûnandin.
Dîsa karakterê hişsivik Kalo hin beşên dîroka me ya dema Osmaniyan mîna dîroknasekî bi bîra me dixe. Wekî mînak serhildana Şêx Ubêdulahê Nehrî çawa ji hêla hêzên îranî û osmaniyan ve hatiye fetisandin bi xemgîniyek kûr ve tê vegotin.
Dîsa di parçekirina Kurdistanê de rola du dîplomatên –di rastiyê de hêzên emperyal sembolîze dikin- ewropî ku wekî peyman jî navê xwe di dîroka me ya reş de bi cih kiriye, bi bîra me dixe. Sykesê îngilîzî û Pîcotê frensî çawa di dema Şerê Yekem yê Cîhanê de mudaxeleyî tixûbên Kurdistanê kirine û bûne mîmarên afirandina serxet û binxetan… Piştî çûna fransizan ya ji Sûriyeyê, îcar zilma nû ya despot û serokên dewleta nû dest pê dike. Dîsa em têdigihîjin ku li nêzî tixûbê Bakur çawa dewleta Sûrî kurdan ji gundên lê niştecihin bi darê zorê derdixe, erdên wan dagîr dike û ereban ji heremên dûr tînin û “kembera ereban” di navbera kurdên Bakur û Rojava de wekî dîwarê şermê yê van salên dawî çêdike û demografiya erdnîgariya kurdan xerab dike. Ev beşên romanê bi xwîner re hişmendiyek netewî-dîrokî pêktîne. Ev dîmena kurdan ya bi darê zorê mecburî terkandina cih û waran, di kesayetiya malbata Qado de tê teswîrkirin.
Di vegotinê de “dengên cihê” xwendevan li xwendinê dişidîne. Lê xwezika ev dengên cihê tenê dengên ji mexdûrên zilmê pêknehatiba, di nav van dengan de dengek dijber yê nûnerê tirs afirandî jî hebûya. Û bi deng û tevgerên nûnerê/karakterê tirsparêz û zilimkar re, me yê kirinên wan yên hovane bi çavdêriya nivîskar ya ji dûr ve wekî çîrokek nexwendiba, bi deng bibihîsta û bi dîmen û diyalogan jî di hişê xwe de tomar bikiriba… Lê mixabin nivîskar qet cih nedaye dengê/karakterên dûgela tirs afirandî û dengên di romanê de yekalî maye ew jî tenê dengê mexdûran e: Kaloyê hişsivik ku ji dîroka kurdan çîrokên serhildan û têkçûnan vedibêje, Simkoyê ku hevalê Mûsa yê zarokatiyê ye bi çîroka xwe ya di nava du keçên çeleng de asê mayî, Qadoyê carinan di bin navê “dîroka tirsê de qala zilm û zordariya dûgela Sûriyeyê dike, kelecana ciwanan ya di dema xwendina zanîngehê de, romanê li pêş çavê xwîner rakêştir dike. Dîsa romannivîs karakterên xwe yê ji hêla hişî ve ne normal dixuyin –Kalo û Tûtino- di dema bûyerên Qamişloyê de -ku di sala 2004an de di dema lîstika futbolê de qewimiye- wekî mirovên herî jêhatî û wêrek li pêşiya girseyan li hember zilm û şovenîzma ereban dide meşandin. Bi rastî mirov difikire ku gelo em mirovên li dû maf û azadiyan, bi qasî van herdu karakterên romanê yên bêhiş xwedî li mafê xwe derketana û haya me ji dîroka me hebûya em ê îroj ne li asteke din ya jiyanê bûna?
Bi bûyerên li Qamişloyê ku di dema lîstika futbolê de diqewime, pêla serhildanê wekî pirîskên agir di demek kin de li hemû bajarên Binxetê yê kurdnişîn belav dibe û cara yekem e ku li hember serweriya dîktatorê ku çil sal e li ser kar e tirsa gel tê şikênandin. Bi gotineke din diranê tirsê ji hêla gelê kurd yê berxwedêr ve tê kişandin û “tirs bê diran” dimîne… Lê dîsa jî navê wê û sawa wê her heye.
Mûsayê Qamişloyî ku mamosteyê dîrokê ye, piştî bûyerên li Qamişloyê û li herêmên din berfireh dibe û dû re vedimire vê carê pêrgî tirsa muxaberata Sûriyeyê tê. Ne tenê Mûsa, her wiha her mirovê ku bêhna welatparêziyê jê tê tûşî binçavkirin û terora siyasî tên. Mûsa jî ji vê pêla tirsê ya muxaberatê, para xwe hildigire û hetanî Şamê diçe û di lêpirsîn û îşkenceyan re derbas dibe û di dawiyê de tê berdan. Di heman heyamê de Mûsa pêrgî karesatek din jî tê: Ev karesat jî piştî bûyerên Qamişloyê kuştina Şêx Maşûq Xiznewî yê neqşebendî ye ku kurdekî xwedî ilm û zanînê ye û ji hêla hêzên tarî yên girêdayî desthilatiya Sûriyê ve tê kuştin (2005). Mûsa êdî bi van bûyer û kuştinan dibîne ku li welatê tirsê nikare bijî, biryara xwe ya ji welêt derketinê dide û bi alîkariya qaçaxçiyan ewilîn dihere Kazakistanê, li wir bi saya hin mirovên rêber xwe vedişêre, carinan bi jinên laşfiroş re kela dilê xwe dadixîne. Û piştî derbasbûna wextek jî îcar berê xwe dide Ewropayê. Hevalê wî yê zarokatiyê Qado jî bi rêwitiya keştiyê xwe digihîne welatê Ewropayê. Lê herdu ji hev bê hay in. Û jiyanek naşibe jiyana Qamişloyê, çandek biyanî di ruhê wan de birîn û tirsên nû diafirîne… Qadoyê ku li Qamişloyê teriyên kûçikan jêdikir li vir pêrgî jina bi navê Anêt tê ku kûçikek xwedî dike û nirxa ku mirovan li Binxetê nedida mirovan Anêt li vir dide kûçikê xwe û ev rewş Qado di şaşwaziyê de dihêle. Bi gotinek din ji kûçik didexise, belbî dixwaze bibe kûçikek mirovê ewropî… Dîsa Mûsayê ku ji ber polês û elemanên muxaberatê qul bi qul xwe vedişart û nedixwest pêrgî wan û dengê wan bê, li Almanyayê dema ji balafirê piya dibe û li hember polêsê wir dibêje pasaporta min tune ye, dibîne ku polês qet vê rewşê nake xem û bi henûnî jê re alîkariyê dike. Ev helwesta polêsê alman şanî wî dide, wî dilerizîne, lewra polêsên muxaberata Sûriyeyê û yên li Almanyayê ji hêla mirovperweriyê de bi qasî çiyan ji hev dûr in... Ev rewşên cuda herdu penaberan di derûniyên şikestî de dihêlin. Û êdî Mûsa -mamosteyê dîrokê yê Qamişloyî- bi rabirdûyek birîndar û bi nexweşiyên derûnî yên hemû wesleyên wî rapêçayî, li parzemîna Ewropayê dibe penaberê ku bi dû berpirsê bûye egera dîrokek talanbûyî û welatek parçebûyî. Bi dû Seykis û Pîcotan dikeve ku hesab ji wan bipirse, lê mixabin encam têkçûnek bi hiznan dagirtî ye…
Û ew têkçûnên bi hiznan dagirtî îroj bi saya gel û lehengên xwe yên evîndarê azadiyê veguheriye serkeftinek bêhempa ya bi xweseriya demokratîk hatiye tacîdarkirin…
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’