logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir
news-details

‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

Ez dikarim bejim Berbiska Zer ji hêla nivîskar ve ji du metafor û çar stûnan hatiye avakirin.

  • Dîrok: 11/08/2012
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Dema min Berbiska Zer a ji hêla nivîskar Omer Dilsoz ve hatiye nivîsîn di nav pirtûkên herî zêde tên xwendin de –her çiqas di refên rêza duyem û  jêr de bû jî- dît ez pê gelek serbilind bûm. Min pirtûk tevî çendên din stand û di rewşek guncav de xwend. Bi vê xwendinê re ez  bi  hêlek ve pir serbilind bûm, ji ber ku romanek bi tevnsaziya xwe ya serkeftî û bi zimanek bi gelemperî sade hatiye nivîsîn û mirov bi hêsanî dikare bişopîne, ji hêlek de jî ez dilzîz bûm, ji ber ku di fînala romanê de “hestîyên”  mirovên bêsuc di çalan de dihat dîtin. Vê rewşê nola ku dualîteya di felsefeya Zerdeştî de hebû dianî bîra min. Pakî û kirêtî, tarî û ronahî an rindî û xirabî, û şerê di navbera van  aliyan de.
Ez dikarim bejim Berbiska Zer ji hêla nivîskar ve ji du metafor û çar stûnan hatiye avakirin. Metafora yekemîn di destpêka pirtûkê de bi hevoka “Temaşevanên hêja îro jî çaleke tijî hestî hate dîtîn” xwe dide der (rûpel-9). Di hemû pirtûkê de ev metafor ji hêla Sînemê ve bi zindî tê bikaranîn. Metafora duyemîm ‘xewn’ e. Ev jî dîsa her gavê ji hêla Sînemê ve tê bikaranîn. Di diyaloga bi Cemîl re vê rewşê rave dike û di hevokeke de dibêje: “Ez çi zanim, dibêjî qey ya ez dibînim ne xewn e, hema rastî ye. Xewnên gelekî zelal in. Pê re êşek dide hestiyên min û tê re hişyar dibim” rûpel-10). Bi vê metafora xewnê dixwaze rastiyek- ya rast zilma hatiye jiyîn- bi mirovan bide famkirin. Gelo rastiya hatî  jiyîn çi ye? Xwîner êdî  bi van du metaforan xwe li rastiya demek hatiye jiyîn digire û li pey şopan dikeve. Ji bo ku wan şopan bi dest bixe di nava lêhûrbûna xwendinê de ye.
Romanivîskar ji bo ku xewna xwe bi mirovan bide fêrkirin çar stûnên stûr ji xwe re hilbijartiye. Ya yekem ji koma mirovên gundê Sêserê pektê û serkêşiya wan Berjen û kalikê wî Nûh dikêşe û çend jinên gund ên bi navê Gulê, Durê, keça Durê Sînem, Zerê û dînokê gund Bilbil û melayê gund Sadiq e. Di vê koma yekemîn de nivîskar jiyana gund, rewşa wan ya debarê, têkiliyên wan ên bi hev re, kevneşopiyên wan di hin diyalogan de bi serkeftî tîne ziman. Bi taybetî hatina Nûh û neviyê wî û li kêleka gund bicîbûna wan, debara wan ya bi aşvaniyê, hatina Gulê ya vir û geşbûna têkiliyên di navbera Gul û Nûh de pir balkêş e. Di vê stûnê de romanivîskar nola hin romanivîskarên din hin rewşên awarte ku tê de zoriyan dikêşe vebêje, bi alîkariya dînekî dide vegotin. Bi vê hem ew ji berpirsiyariyê difilite him jî tiştên tê gotin bi asayî ji ber ku ji devê dînekî derketiye  ji hêla xwendevan ve bi hêsanî tê pejirandin. Dînê romanek Helîm Yûsîv  jî hebû û di tevnsaziya romanê de gelek  xwendevan şiyar dihişt, dema mirov dînê  romanivîskar Omer Dilsoz Bilbilo û peyvên wî dibihîse bi rastî jî ji rêzê der e.  Xwendevan bi qisedanên vî dînî -Bilbilo- bi taybetî diyalogên di nav wî û Gula jinebî de derbas dibe mirovan dibe sohbetek gundan ya rastîn... Dema Bilbilo dibêje: “Gulê, gula min, hema carekê…” (rûpel-35) an  gava dibêje: “Gulê, tu jinebî yî, ma dilê te naçê…”(rûpel-63) an dema ku Bilbilo nagihîje tu xwestekên xwe û bi hêrseke mezin dibêje: “Hey dinyayê, min tê nayê, hinek pê dimirin, hinek ji bo dimirin…”(rûpel-63). Bi van diyalogan  re  rastiyeke  mirov dikare li her gundekê rast were ber bi çav xwe dide der. Di vê tevna koma yekem de Sînem û Berjen bi hatina Gulê ya cem bapîrê wî Nûh, hev nasdikin, ev naskirin li bêriyê bi dîtina hev u du û yek caran bi hatina mala wan ve geş dibe û ji bo Berjen dibe evîneke jênager. Lê di vir de balkêş e Sînem tevî ku keça Durê ye tim bi Gulê re tê mala Berjen û di vir de xumamiyek heye. Dema Berjen derfetê dibîne rojek berbiska Sînemê ya zer ji guliyan derdixe û  ji xwe re dike amûra hezkirina ji dûr ve ya Sînema xwe. Romanivîskar li vir jî me di şaşwaziyek de dihêle, ji ber ku pirê caran mirovê ji yekê hez dike hin tiştan dide hezkiriya xwe, lê li vir Berjen ji dergistiya xwe berbiska zer digire û pê hezkirina xwe ya nepen aş dike.
Stûna duyem ya tevnsaziya romanê ji koma li bajarê Tîjê û ji Sînem, Zînê û Cemîl dijîn ve pêktê. Tîjê wekî navek xeyalî hatibe neqandin jî di hin hevokan de mirov bi hêsanî pê dihese ku ev der Amed e. Çimkî di çend cihan de qala dîroka wê ya sî û sê medeniyetan lê ava bûyî, qala sûr û bedenên wê, qala zebeşê wê tê kirin. Têkiliyên vê komê bi hev nasîna li zanîngehê  dest pê dike û bi xwepêşandan û karên şoreşgerî ve geş dibe, paşê Zînê û Cemîl ji hêza xwe ya şoreşgerî gelek tiştan winda dikin û ji armancên xwe bi dûr dikevin, Zînê tenê dibêje kariyer, Cemîl jî ji jiyanek lûmpenî pê ve naxwaze tiştek bike. Dema ku Sînem li pey hestiyên komî ku ji hêla jinekê ve jê re hatiye gotin û ew jî li pey şopa çala hestiyan dikeve, vê xebata Sînemê bi gotina; “Sînem ez serê xwe bi van pûçatiyan naêşînim,ez kêlîka tê de dijîm… Ji bo min xem nîn e, ez aqilê xwe bi van tiştên beyhûde serobin nakim,.. Ma tu  çi difikirî Zînê?” (rûpel-78) re dide der. Ev her sê parêzvan bi hewldana Sînemê bi pey ronîkirina kareseteke kiryarên wan nediyar dixuye lê ji hêla her kesî ve tê zanîn dikevin û bi fînala vekolana cihên şahidan destnîşan kiriye, digihîjin hestiyan û bi hestiyan re derketina berbiskeke zer Sînemê dike rêwitiya zaroktiya wî ya bi Berjen re bi nepenî jiyabû. Ev beşa romanê bi rastî jî wisa bihestiyar e ku mirov bê rondik rijandinê ne gengaz e ku derbas bibe, çîmkî kuştina Nûh û neviyê wî kuştina civakeke radixe berçavan, di dirûvê vî kal û wî zaroyî de mirov têdigihê ku miletê bindest ê bêhêz û bêçek  çawa ji hêla bêwîjdanan ve tê tunekirin, ev jî hestiyarbûnek diafirîne, û gava çekdarên di dilqê gerîla de tê û bi cil û bergên gerîlayî her xerabiyê bi gundiyên bêguneh re dike mirov dikeve kûrahiya ramanan, di wan ramanan de lawaziya xwe, xeletiyên xwe û civaka xwe dibîne, çimkî di koma ku ji tîmên taybet  pêkhatiye rêzeçiyayên Bestanê nasnakin yê ku ji wan re rêberiyê dike ji civaka me ye û hin xwe firoşên demek di şer de cih girtiye û têkçûyî ne.
Kuştina Nûh û neviyê wî di heman demê de peyama şiyarbûneke dide xwîner ku sê nifş e em tên kuştin û tunekirin, êdî  çavên xwe vekin û şiyarbin, nola ku peyama nepen ya “êdî bes e bide ye.” Di navbera kal û zaro de nifşa ku wekî bavê Berjen jî di nav de ye jixwe bi tevahî di geremola şerê kirêt de hatiye fetisandin…  
Stûna sêyem ya tevnsaziya romanê ji leşkerên bi qasî sê mehî perwedeyek hûrgilî dibîne û  bi qasî ji avhewaya wê tê famkirin -ji ber ku di cihek de derbas dibû ku dozdeh mehan baran dibarîbû- ji Derya Reş piştî rêwîtiyek dûr û dirêj xwe digihêjin çiyayên Bestanê… Li nêzî gund sengerên nepen çêdikin û bi şal û şapikên gerîlayî xwe dipêçin û dest bi kirêtiyan dikin, da ku gundiyên bêguneh van kiryaran wekî kiryarên gerîlayan bihesibînin û jê nefret bikin, komandarê van leşkerên taybet -bi texmînî qasî çil kesî ye- Efe ye. Bi rûtbeya bînbaşîtiyê tîman  li dor xwe dicivîne û vê hişyariyê lê dike “Eskerên min ên qehreman(…), me hinek kesên pispor anîne, yekîneyeke taybet e, evne Kurdî baş dizanin, şareza ne, berê di nav wana de bûne (ji wana qasit gerîla ye), her kom û yekîne em ê  yekê  ji vana bidinê. Ev yekîneyên ku em  ê wezîfedar bikin dê bişînin gundî, dê biçin  li malan bigerin, dê wekî terorîstan tevbigerin, daxwaza nan û erzaqî  ji wan bikin.Tenê yên ji vê yekîneya  taybet dê bi gundiyan re biaxife…  (rûpel-104)  Bi van gotinan alayên hemîdiye ku di dema Hemîdê Duyemîn ve hatibû sazkirin tê bîra mirov ku Alayên Hemîdiye çawa  li hember kurdên  dijberî dûgelê, fileyan an elewiyan hatibû bikaranîn… Dîrok dubare dibû bêyî haya me piran jê hebe.  Ev tîmên taybet bi rojan li pey xerabiyan digerîn û di dawiyê de Nûh û neviyê wî direvînin û di cihek terazîn de dikujin, dema êdî Nûh dizane ku dê bê kuştin dikeve bîra zaroktiya xwe: “Dayika wî hate bîrê. Kenê ewil yê yarê hate bîrê wî, dema ku Nûhê piçûk li Navçiya gava cara ewil dilê dayika xwe hêlabû û bi xebera wê nekiribû… Ji ber hindê kizinî bi hinava ket….(rûpel-244). Ev hevokên hestiyar ger bîr û hişmendiya dîrokî bi mirovî re hebe dê tavilê mirovî bibe û di nava karesata ku Sî û sê Gule ya Ehmed Arîfî tîne ziman, bike mêvan û  xemgîniya kul û kedera wan gundiyên li Geliyê Sefo ji hêla Mustafa Muglali ve hatibû kuştin bi bîra wan bixîne… Di Sî û Sê Guleyê de  gundî dema dizanin ku êdî dê bên kuştin xeyalên wan  tevlihev dibe, û diçin rojên rabirdûyê; filîntaya bi naz tê bîrê, ew caniyê ji deşta Haranê kirîbû tê hiş, dema kêvroşka zik şîrîsipî direve ew gundî di nava wan bîranînan de bû. Û bê çare bûn nola ku niha Nûh û neviyê xwe jî bêçare ye… Dîroka her dem dubare dibû serê xwe li latan dixist û gêjokî dibû.
Stûna çarem ya tevnsaziya romanê ji koma gerîlayan pêktê. Gerîlayên ku ji çend kesan pêktê li sertarê rêzeçiyayên Bestanê wekî grûbek çavdêriyê bi cih bûyî. Lewma jî hemû kiryar û kirêtiyên ku lêşkerên taybet ku bi şal û şapik û şûtikên gerîlayan ve xwe pêçane û di dilqên wan de  ji hêla wan de tê dîyîn, ji gerîlayan tevî  ku ên alîgirê êrîşê ye hebe jî fermandarê wan Cûdî destûrê nade wan ku bi hestên demdemî rabin û tiştên xelet bikin, biaqilî tevdigerin û hişmendiya xwe jî Rizgar bi gotina: “Ferqa me; em ji bo bîr û baweriyekê ew jî ji bo bicîanîna peywirekê li wê derê ne” (Rûpel-185) tîne ziman.
Tevna romanê de mirov bêyî qala Emre bike derbas bibe ev dibe kemasîyeke.Emre di koma leşkerên ku li gundê Sêserê kozik vedabûn de peywîrdarbû û govaniya hemû hovîtiyan kiribû, piştî leşkeriyê bi wijdana xwe re dikeve  cedelê û li hember dengê dilê xwe têk diçe  û dikeve pey wijdana xwe ya ku li Sêserê winda kirî. Gotina wî ya; “Gelo hesteke çawa ye  ku mirov wijdana xwe binase û pê re were rûkarî hev!, Gelo wijdan  çi ji mirovî dixwaze û çi bi mirovî dide kirin?”, ”Erê erê, heke dengê wijdanê nebûya ne mimkûn bû ku çu tiştî dîsa berê min  bidaya van deran û niha ez li vê derê bûm; li kavil û kavilistana wijdana xwe… “Wijdana min ez bezandibûm nav vê çîrokê û niha min ber bi hestiyên wijdana xwe ve dibezand!...(rûpel-229). Di nav van pirs û psîkolojiya bi wijdanê re di nava şer de Emre dengê wijdana xwe dipejirîne û li pey wijdana xwe ya windayî digere di nava kavilên Sêserê de…
Bi  rasthatinî dîtina hestiyan ya ji hêla şivanekî ve karesata koma tîmên taybet ên ku dibin fermandariya  Efe de  hatibû kirin ewilîn bi saya jinebî Gulê digihîje ber destê parêzerên Tîjê, ji wir jî bi heviya ku şahidan bibînin bi dayîna îlanan ya rojnameyan li welat belav dibe. Emre derfeta  ku bi pey wijdana xwe bikeve dibîne û tê Sêsera xopan….
Ev bûyerên bi metaforên hestî û xewnê  hatiye rapêçan hovîtiya salên1990’an bi awayeke vekirî radixe berçavan. Wan salên hêzên leşker bêkontrol mirov di parzûnê zilmê re derbas dikir bi bîra me ya wekî bîra masîyan zeîf e dixîne.
Bi van bûyerên kirêt em têdigihên ka çawa evîn û hezkirinên mirovên bêguneh nîvco mayî. Di kesayetiya Berjen û Sînemê de mirov vê rastiya nîvcomayî dibîne… Ew berbiska zer a ku destpêka evîna du ciwanan bû, di dawiyê de dibe hevalê karesateke bi hestiyan sembolîze dibe. Dîsa mirov têdigihêje ku tu heştê salî bî an tu çardeh salî bî jî ji bo berjewendiyên dagirkeran dibî qurban…
Romanivîskar heta mirov bihizire bi rêk û pêk stûnên tevnsaziyê qewî daçikandiye axa di bin nigên bêwijdanan de hatiye eciqandin. Herikbariya wê, ew vegotinên ku meriv li xwendinê sor dike û demek xweş -diyalogên di nav Gulê, Nûh û Bilbilo de- û demek reş -bûyerê kirêt ruhsariyek li ser psîkolojiya xwîner çêdike- bi mirov dide jiyandin bi tevahî serkeftina Dilsoz e. Tevna romanê di heman demê de ji bo ku xwîner şiyar û baldar be bi vebêjên cur bi cur hatiye xemilandin, mînak Sînem çawa peyvê xelas dike bêyî haya te jê hebe tu dinihîrî wa ye Gulê zûde dest bi vegotina serhatiya xwe kiriye, ji  wê de hew  te dît Emre bi wijdana xwe re ket danûstandinê, tu hîn di nav fikrên  wir de yî îcar dengê Berjên ji paragrafeke din bilind dibe û hemû deng senfoniyek têkel pêktînin, xasma di rûpelên ewilînên bi qasî çil rûpelî.
Bi van çend hevokên jêr jî ez dixwazim çend kêmasiyên li ber çavên min ketiye bînîm ziman.
Ya yekemîn belkî kêmasî jî nebe romanivîskar hema di pirên rûpelan de bêjeyên di heman wateyê de bi hev re bikartîne: Parêzer û ebûqat r-11, bûyer û qewmîn r-17, rik û înad, xama û nûgiha, şans û avantaj r-21, yasa û qanûn, heq û maf, daxwaz û xwezî, mexdûr û neheqîdîtî r- 23, diş û baltoz r-27, zeîf û jar,r- 31, cezb û rakêş r- 44, hazir û amade r-49, wawik û çeqel r-50, mekteb û dibistan r- 66, ala û beyreq, îşaret û nîşan r-170, elektrîk û ceyran r-215 û yên din…
Ya duyem ji paragrafa herî dawiyê ya ji rûpela 254’an dest pê dike  û qala bernameya Rûbirû ya Tvyê  dike û pê ve  nola ku li bejna xelasiya romanê nehatiye, çîmkî bi dû ew qas bûyara trajîk a ku bi kuştina kal û nevî qediyaye pê ve girtina dîlanek hinekî beloq dixuye. 
Her tişt ji bo kawdan û kemilîna ferhenga kurdî…

firatt_muratt@hotmail.com

 


 

Parve Bike

Youtube Me

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Cizîrê pîleya germê rekor şikand

ad

3 pirtûkên helbestan ên Xaylaza Reşîd

ad

Saet 17.00: Notên ji bajarên kurdan

ad

Panzêr û Ga wê derkevin pêşberî hev

ad

Polanya ji Almanyayê tazmînatê dixwaze

ad

Li ser “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecik Vegerin” şêwir çêbû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname