Ahmet GUNERÎ
Helbestvanê gewre û ramanwerê alman Goethe demekê wiha dibêje: “Meriv herî baş xwe dîsa bi merivan dinase.” Nexwe ev şexsiyet ev çend li ser mirovan û kelûpelên mirovî ponijiye ku gihîştiye fikr û ramaneke bi vî rengî.
Mirov dema ku li ser van bîr û boçûnan disekine, bi rastî jî tefekkurên mirov vê yekê dipeyitîne. Gava ku mirov xwe di valahiyeke kûr de dibîne xwe diavêje tûşa wêjeyê. Wekî Goethe jî dibêje xwe baştir karakterên romanan ango edebiyatê de dibîne. Bi rêya vê yekê; mirov ji kesên dorhêla xwe, têkilîyên civakî û evînî û hêvî û valahiyên hestî pê dihese.
Ger meriv nivîskarê nûjen ê çek-fransî Mîlan Kundera bixwîne, ew jî van rastiyan dubare ji muxatabên xwe re dipispisîne.
Di nava analîz û tehlîlên derûnî, edebî yên muasir de, Kundera cihekî têra xwe girîng digire. Romana wî ya bi navê “Nasname “(Identitiy) vê yekê bi awayekî serkeftî dide pêşberî xwîneran. Ew xebata xwe bi zimanekî tirpantûj, îroniyeke xweşbêj pêşkeşê xwîneran dike.
Her çend hin rexnegirên ewropî romana wî kurt dibînin (Roman 163 rûpel e), bi ya min roman têra derdê xwe û merama xwe tîne ziman kûr û gur e.
Piştî ew qas girîzgahê em werin ser babeta xwe. Roman li ser nasname û şexsiyeta derûnî radiweste ango alema hundirîn. (inner world-psychological world) Lê destpêk jixwe bi paradoksekê ve dest pê dike; gava pêşîn ku serlehengên hev û du pêşwazî bikin, xerîbiyek derdikeve der. Serlehengê mêr Jean-Marc yara xwe ango Chantalê digere li peravê, lê belê wê bi sîlûeta jineke ji wê pîrtir û siktir tevî hev dike. Ji hev nenasîn û nefêmkirin di dîmenên pêşîn de diyar e.
Hem Jean-Marc hem jî Chantal wetrê ji hev û du gelek baş fêm dikin lê di dawiya dawî de ev her çend ne rast e derdikeve holê. Jixwe piranî caran partner her zanîn hev û du dinasin û fêm dikin; lê gotin û tevgerên xwe şaş şîrove dikin. Chantal ji partnerê xwe çar salan mezintir e û demekê xwe bi xwe dibêje. “Di kolanan de êdî tu mêr li min nanêrin.” Li gorî wê nasname têgihîştina (perception) kesên derveyî ne. Ew pîrbûn û sikbûna xwe bi eleqeyên mêrên xerîb dipîve. Jean-Marc dikeve rewşeke dudilî bê ka gelo nêrîna wî têra wê nake, ji ber çi hêj eleqeyên mirovên dîtir dixwaze. Ji ber ku Jean-Marc ji wê zehf hez dike, dixwaze wê dilxweş û kêfxweş bike û li ser navê kesekî sêyem nameyan jê re dişîne. Di wêjeyê de vê yekê re dibêjin CYRANO. ( Cyrano: Mêrê ku rûpoşa kesekî dî bi kar tîne û ji yara xwe re dibe evîndar) Bi nasnameyeke cuda dibe heyranê veşarî yê Chantalê. Di vê noqteyê de her tişt rengekî kompleks digire û serpêhatiya konsepta nasnameyê pêngava pêşîn diavêje. Konsepteke kompleks. Nasname rasteqîn diqulibe li ser nasname nerasteqîn.
Carinan meriv kesê/a ku pê re dijî nikare nas bike û li pey hewldanên ku meriv bikaribe wê kesê/î binase xwe bi xwe derheqê xwe de dikeve şik û gumanan. Gelo kî me ez? Li gorî demê, rewşê û pêwendiyê (context) şexsiyeta kesê/î çawa diguhere. Aya yar, ku xwedî tiştên nepenî hebe û wan bi yarê re parve neke çi bandorê li ser jiyan û têkiliyên wan dike.
Pirtûka Kundera ango “Nasname” yarî û jin û mêrî bi awayekî balkêş pêşkêşî xwîneran dike. Heger ku meriv evîndar dibe nasname diyardeyeke fîks nîn e û wekî çemekî diherike û vediguhere mislê jiyana rasteqînî.
Paşxana (background) merivan çawa tesîreke mayînde li ser jîyana mayî dike. Çi mêrebî be, çi jinebî be û çi xwedî zarok be û hwd. Wekî helbestvan William Blake serpêhatiyên mirovan ji “man of innocent” (Kesê/a Mesûm-Paqij) heta “ man of experience” (Kesê/a Tecrûbedar) dibêje.
Di bin sîwana nediyar û têkiliyên şêlû de, Nasnameya kurt û gur layiqê xwendinê ye bi ya min.
07/09/12
Nisêbîn
guneria@gmail.com


