Rojek e*
Arjen Arî
Di destê êvarê de neynika tarî.
Tarî hêdî hêdî wekî eyloyekî baskreþ î fere, ronahiyê dixe bin perê xwe.
Navê wî bazî Xalid e.
Çi navekî pîroz.
Baweriyê dide mirov, rihê mirov þa dike.
Ya Rebî, daîm bike vî navî. Eniya wî berjêr meke. Mûîn û alîkarê wî be. Li piþt be, pê re be heta dawî.
Qenceke ji qencan e Xalid. Wî serferaz bike Ya Reb, di þêrê ku bike de wekî peyrevê xwe Xalid!
Amîn...
*Ji bo bîranîna 74’emîn salvegera þehadeta Þêx Seîdê kal û hevalên wî.