Mahmut Ozçelik
Di dîroka mirovahiyê de bi sedan mirovên têgihîştî û xwedî feraset di hin serdemên neasayî de derketine pêşberî civakan û xwestine rewşa heyî ya aloz bi dawî bikin û di civakê de aştî û aramiyê pêk bînin. Ji van mirovan jê yek jî kesayetekî dîrokî yê rastîn e û navê wî “Manî” ye ku bûye mijara romana dê em li ser qise bikin.
Roman ji hêla nivîskar Kamran Simo Hedilî ve hatiye nivîsîn û ji “Weşanên Na”yê di sala 2013an de bi çapa yekem xwe gihandiye xwendevanên edebiyata kurmancî. Navê romanê “Pêxemberê Jibîrçûyî Manî” ye. Lê berî ku ez li ser romanê hûr bibim, dixwazim bi çend hevokan qala nivîskarê romanê bikim. Nivîskarê romanê Kamran Simo Hedilî li Hezexa Şirnexê tê dinyayê. Dû re malbata wî li Elihê bi cih dibe. Têkoşerekî gelê kurd e ku divê keda wî ya ji bo edebiyata kurdî were dîtin. Hetanî niha du jê roman bi tevahî heşt berhem afirandiye ku li benda xwendina me ne. Ji berheman zêdetir jiyana wî ya têkoşer bala min kişand. Ji ber ku di temenê xwe yî xortaniyê de tevlî têkoşîna gelê xwe dibe, dibe şahid, şagirt û çalakgerê pêngava 1984an; başûr, bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî di nav de li hemû cihan digere û ev gera wî tenê ji bo bidestxistina mafê gelê kurd e. Û ev têkoşîna wî bûye sedem ku li her beşa Kurdistanê di zîndanên dagirkeran de bimîne. Ew niha li Stockholmê jiyana xwe berdewam dike. Em ê wî li vir bihêlin û vegerin romana ku mijara wê jiyana pêxember Manî ye.
Roman ji neh beşan pêk tê û 231 rûpel e. Roman jiyan û têkoşîna Manî ji xwe re esas girtiye. Em bi saya vê romanê derheqê Manî de dibin xwediyê gelek agahiyan. Di beşa yekem de em dibin xwedî wê agahiyê ku Manî ji malbateke esilzade ye. Bav û kalên wî ji Ekbatanê -îroj wekî bajarê Hemedanê tê nasîn ku di nava tixûbên Îranê de dimîne- tên û li Mêrdînê bi cih dibin. Di sala 216an ya piştî zayînê li Mêrdînê tê dinyayê. Navê diya wî Marmarcan û yê bavê wî jî Patîg e. Lê ev navên di romanê de derbas dibin rast in an xeyalî ne, em pê nizanin. Dema ew li Mêrdînê çavê xwe li dinyaya gewrik vedike herêm di hêla siyasî de tevlihev e. Mezopotamya di wê demê de di navbera du dewletan de hatiye dabeşkirin. Li hêla Îranê dewleta Sasaniyan û li hêla rojava jî împaratoriya Romayê serwer e. Ev herdu dewlet di nava şer û pevçûnan de ye. Dîsa rewşa Sasaniyan a hundirîn jî tê vegotin ku Ardeşêrê Babakî çawa dijberên xwe bê bandor dike û dibe tekane hukumdarê welatê sasaniyan.
Dîsa em bi vegotina nivîskar -vebêjî pê dihesin ku dema Manî tê dinyayê baweriya serdest a wê demê ola Zerdeştî ye. Lewra li hin cihan hurmizgehên wan hene û îbadetên xwe dikin. Ji bilî vê baweriya Nabû, baweriya Şamaş ku ji serdemên kevin ve xwedî perestgeh û xwedî murîdan e jî heye.
Li gorî vegotina di romanê de, bavê Manî rojek bi mirovek cilspî re dipeyive, di bin bandora ramanên wî de dimîne û dev ji baweriya Ahura Mazda berdide û dest bi baweriya ola Menakade dike. Ev ola Menakade dikare wekî tarîqetekê were hesibandin ku li derûdora Babîlê dihat zanîn. Ev gruba cilspiyan ku rêberê wî yekî bi navê Sîtav e, di quntara çiyayekî de ji civakê îzoleyî jiyana xwe didomîne û xwedî gelek rêgezên balkêş e. Mînak ji bilî gruba xwe hemû mirovên din gunehkar dihesibînin, di baweriya wan de jin wekî gunehkara herî mezin tê dîtin, bilêvkirina navê jinan jî hem qedexe ye û hem jî guneh e. Xwarina goşt û vexwarina meyê jî qedexe ye. Tenê bi fêkî û hin pincaran xwe xwedî dikin.
Manî dema tê dinyayê ji nigê xwe yê rastê ve astengdar/nivîşikên e. Û hêj yek salî ye bavê wî terka malê dike û bi pey baweriya cilspiyan dikeve. Piştî Manî ji şîr dibe, temenê wî dibe çar salî, bavê wî vedigere malê û kurê xwe digire û dîsa vedigere Wargeha Cilspiyan. Manîyê çar salî dema diçe Wargeha Cilspiyan tenê mêrên cilspî hene, ne zarokek di temenê wî de heye û ne jî jinek, dayikek… Ji bo têkeve nav vê koma serzelût a “bêguneh”, ewilîn porê wî dikurisînin û dû re jî cil û bergên lê jê dikin û bi ava Dîcleyê de berdidin, herî dawî jî wî çend caran noqî bin avê dikin ku ji gunehên xwe yê berê were pakkirin.
Manî hetanî heşt salan hemû rêgezên ola Menakadeyê hîn dibe, dema dibe dozdeh salî bavê wî xwe pê dide nasîn, lê bi dizî. Manî li vê Wargeha Cilspiyan xwendin û nivîsandinê hîn dibe, ji ber ku mirovekî hêgin e, wekî mirovek pirhêl mezin dibe: Şêwekarî, çêkirina hin dermanan û hekimiya nexweşiyan. Li wê wargehê carinan xwe ji koma mêrên cilspî vedidize û di înziwayê de dikeve nava fikr û ramanan. Hûr û kûr diponije û li rastiyê digere. Carinan jî tevî çend kesan diçe bajaroka nêzîkî wargeha wan û tiştên pêwîst dikire. Di çûyinekê de mirovekî bi navê Ferîdûn nas dike. Ev camêr dema têkiliya wan geş dibe, taximek cil û bergên rengîn diyarî Manî dike, lê ji ber ku tenê cilê spî li xwe dikin wê taximê bi dizî tîne wargeha Menakadeyê û vedişêre da ku rojek li xwe bike. Dema di ser vê bûyerê re pênc sal derbas dibe û Manî jî êdî dixwaze rastiya ku lê digeriya eşkera bike, dixwaze wan cil û bergan li xwe bike. Dema dengek ji hêla hundir ve jê re dibêje “Manî dem hat ku tu cilên rengîn li xwe bikî û ji vî wargehê derkevî” (r. 63), bi gotina cêwîkê xwe -dengê dilê xwe- dike û şal û şapikê Ferîdûn diyarî wî kiribû li xwe dike.
Piştî serîhildana li hember qedexeyên ola Menakadeyê, şûraya ku karên olî bi rê ve dibe li hev dicivin û ji ber tawana cilguherandinê Manî ji Wargeha Cilspiyan diavêjin û ew jî berê xwe dide bajaroka biçûk ku Ferîdûn lê bû û ji wir jî li gel bavê xwe Patîg, berê xwe dide paytexta Sasaniyan ku wekî Tîsfûn tê binavkirin. Dema meşa wî ya ber bi Tîsfûnê ve dest pê dike dîrok piştî zayinê 240 e. Ji bo belavkirina ola xwe ya nuh tenê Ferîdûn û bavê wî li dorê ye. Û esasê ola xwe jî bi van hevokan vedibêje:” Ez ê gazî bawermendên hemû olan bikim û bila werin di îbadetgehên ku ez ê çêbikim de îbadetên xwe bikin. Ez ê îbadetgehên xwe wekî cejna Newrozê bikim cihê hemû olan.(r.78). Li ser pişta hêstiran bi qasî hefteyek rêwîtiyê dikin û xwe digihînin bajarê Tîsfûnê ku li kêleka çemê Dîcleyê ava bûye. Li wir bi alîkariya Ferîdûn dibe mêvanê Ardî ku zavayê Ferîdûn e. Li bajarê Tîsfûnê çend rojan bi tena serê xwe digere û bajêr nas dike. ji bo ola xwe bide nasîn cara ewilîn li Baxçeyê Pîrşelar ku tenê mirovên serxweş, bêkes û bêkêr lê dimînin, xebatê dide meşandin. Ev xebata Manî her ku diçe deng dide û di dawiyê de digihîje guhê şahêşahan Ardeşêr(kralê Sasaniyan). Xebatên wî tê astengkirin û ji bo bajêr terikandinê tê tehdîtkirin. Piştî vê bûyera nexweş Manî biryara terkkirina bajarê Tîsfûnê dide û berê xwe dide rojhilat. Li welatê Medya, Ermeniya, Soxdiyan, Parsiyan digere û ji wir jî ber bi Hindistanê ve dihere. Di çiya û geliyan de rastî rêbiran tên û hêstirên wan jê tê girtin û peyatî rê dikudînin… Her cihê ku diçiyê li dêra, li hurmizgeha, li stupa (perestgeha Budahiyan) dihewe û bi sergirtî qala ola xwe dike. Xweşbîniya di navbera olên cuda de bi pêş dixe û dixwaze hemû olên heyî di nava wekhevî û aştiyê de bijîn. Ola ku Manî dixwaze belav bibe hinek hêma ji zerdeştiyê wergirtiye, mînak dijberiya ronî û tariyê di vê baweriyê de jî heye. Belkî hêla vê olê ya herî girîng li hember xwezayê û zindiyên di xwezayê de, bi berpirsiyarî tevgera wan e. Mînak rêgezek wan ya berî xwarin were xwarin, bi niyazek wiha dest pê dike: “Xwedayê roniyê ji bona ev xwarin werin amadekirin, em axê, pincar, fêkî û giyandarên din dixeyidînin û wan diêşînin. Lê ev ji bona xwedîkirina roniya di nava me de dibe. Ev ji bona jiyanê dibe. Ji vê pê ve tu niyeta me ya din nîne”(r.117). Di vê duaya li jor de mirov girêdana baweriya Manî ya bi axê re, bi nebatan re û bi giyandarên li ser axê re dibîne û ev hêj pêş de diçe ku goştxwarin wekî guneh bê dîtin û jiyanek vejeteryanî(tenê bi fêkî û pincaran dermalebûn) tê teşwîkirin.
Dîsa li gorî vegotina di romanê de em digihêjin wê baweriyê ku Manî şîretên Zerdeşt ku dibêje”pêwîstiya mirovan bi ramana pak, peyva pak û kirina pak heye” kiriye bingeha ola xwe. Terbiyekirina nefsê, bi vîn xwe ji xerabiyan dûrgirtin, xwe bi xwe ronîkirin ku prensîbên exlaqî yên ola Budahî ye, kiriye bingeha exlaqê ola xwe (r.130). Li gorî baweriya Manî “di gerdûnê de ronî û tari hene û herdu xwediyê hêzên wekhev in û ronî hêza çêkirinê ye û tarî hêza xirabkirinê ye(r.134).
Manî piştî gera li rojhilat dîsa berê xwe dide Mezopotamyayê û ew û du mirîdên wî ku yek bavê wî Patîg e, yê din Perwîz e ku li çiyayê Zagrosan tevlî gera wî dibe, tê û li bajarê Babîlê xebata xwe didomîne. Em li vir pêrgî çîroka Baxçeyên Hilawestî yên Babîlî jî dibin. Dîsa em dibînin ku artêşa Sasaniyan li ber bajarê Babîlê kon vegirtiye û dixwaze wir dagîr bike, fermandarê artêşê “Hurmiz”e ku kurê kral Şapur e. Hurmiz Manî vexwendî konê xwe dike, ew û Manî hetanî derengiya şevê li ser ol û baweriyan dikevin gengeşiyan…
Dema li nêzîkî Babîlê ev nîqaş dibin, mirina şahê Sasaniyan Ardeşêr digihêje Hurmiz. Ev bûyer stêrka bajarê Gundêşapur geş dike, lewra piştî mirina Ardeşêr, kurê wî Şapur dixwaze li bajarê Gundêşapur merasîma tacwergirtinê lidarxe. Dema Manî agahiya rê û resma tacwergirtina Şapur ya li bajarê Gundêşapur dibihîse, vê wekî fersendekê ji bo nasîna ola xwe dibîne û tavilê berê xwe dide wir. Di Newroza sala 242an ya piştî zayinê de, di dema ku her kes li meydana bajêr li hêviya hatina Şapur e, Manî derdikeve ser dikê û cara ewilîn li hemberî bi hezaran mirovî qala ola xwe dike: ”Bê çawa Buda hate Hindistanê, Zerdeşt hate van deran, Îsa hate Qutsê, ez jî li vir pêxemberiya xwe beyan dikim. Ez berdewama Zerdeşt im, yê Îsa me, û yê Buda me. Bêyî cudaxwaziya olan, ez tevayî olan diparêzim. Erka bingehîn ya ola min bi ronîkirina nava xwe, li hemberê tariya nezanînê rawestandin e. Bextewariya mirovahiyê bi gihîştina zanîna rastî tê… (r.143). Û dema vê beyanê eşkera dike, serleşkerê bajêr midaxaleyî qisedana wî dike û wî ji ser dikê dadixe û bi vî awayî bêyî di beyankirina ola xwe de bi ser bikeve, mecbûr dimîne ku bajêrê Gundêşapur biterikîne.
Piştî Şapur dibe şahêşahan, Manî carek din derfetê dibîne ku derkeve diwana wî û ola xwe û rêgezên ola xwe bi wî bide nasîn. Dema Şapur wan rêgezan guhdar dike, destûrnameyek derdixe ku di welatê wî de li hember xebatên Manî tu astengî neyê derxistin. Ev destûrname kêfa Manî tîne û kar û têkoşîna wî ya ji bo belavkirina ola xwe hêsantir dike. Bi vê hêz û handana kralê sasaniyan, Manî li bajarên wekî Amed, Riha, deşta Heranê û Kerkûkê digere û baweriya xwe belav dike. Du kralên sasaniyan palpiştiya ola wî dikin. (Şapur û Hurmiz). Lê entrîkayên di seraya rêveberiya sasaniyan de jî zengilê talûkeyan lêdixe. Dema Hurmiz dibe kral, ji ber ku palpiştiya Manî dike ji hêla hin peywirdarên berjewendîperest ve nayê qebûlkirin û Hurmiz bi jehrdayînê tê kuştin û dû re “Behram” dibe kralê sasaniyan û ew jî li hember Manî helwestek neyinî nişan dide. Di dawiyê de serpêhatiya Manî bi awayek trajîk diqede. Sal piştî zayinê 276 e.
Em bi saya vê romanê beşek ji dîroka Sasaniyan jî fêr dibin. Hem alîkariya kralên sasaniyan ya ji bo Manî û hem jî xiniziya wan ya bi Manî re weke rêgeza ola wî ku têkoşîna tarî û roniyê esas digire dualîzmekê diafirîne. Li gel xebatên Manî em dibînin ku wî bi qasî dozdeh pirtûkan jî nivîsandiye. (Riya Rast, Veşartî, Şapûrîkan, Olperestî û hwd). Lê nivîskar qet behsa wê yekê nake ka Manî ev pirtûkên xwe bi çi zimanî nivîsandiye.
Xwendina romanê her çiqas ji bo avakirina hişmendiya dîrokê gaveke erênî be jî, carinan ji ber peyvên dîrokî yên zêde hatiye bikaranîn serê mirov tevlihev dibe ku ev ancax dikare bi “ferhengek felsefe û dîrokê” ve were safîkirin: Nabû, Şamaş, Marduk, Îştar, Roma, Part, Medya, Aryan, Împarator Qarakala(yê Romayê ye), Menakade, Tîsfûn, Babîl, Sînod, Mîtra, Enkî û bi dehan peyvên wekî van…
Carinan jî li mirov wisa tê ku ya mirov dixwîne ne romanek e, lêkolîneke zanistiye… Mîna ku mamosteyeke dîrokê bixwaze hin tiştan bi xwendekarên xwe bide hînkirin dixuye…
Wekî gotina dawî ev romana ku bi hişmendiyek dîrokî hatiye nivîsîn, dixwaze ew pêxemberê ku jibûrçûyî ji nû ve di “bîra me ya civakî” de zindî bibe û romanûs di xebata xwe de jî bi ser ketiye, bi hêviya “Pêxemberê Jibîrçûyî” were xwendin û felsefeya wî ya xweşbîn baş were famkirin…
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar
- Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî
- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’