Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
Mahmut Ozçelik
Þahînê Bekirê Soreklî nivîskarekî hêja ye ku bi çend pirtûkên xwe yên giranbuha kitêbxaneya edebiyata kurdî xemilandiye. Ji çîrokan hetanî romanan berhem afirandine. Dîsa ji zimanên îngilîzî, almanî û erebî roman, helbest û hin gotar wergerandiye zimanê kurdî. Niha jî li welatê “perê dinyayê” Awutralyayê bi cih bûye û li bajarê Sydneyê di dezgeha “SBS Radio”yê de bernameyên kurdî pêþkêþ dike. Soreklî bi du romanên xwe di xizmeta wêjeya kurdî de ye: Wendabûn û Veger. Ji ber ku tenê romana wî ya bi navê “Veger” bi dest min ketiye, ez ê hewl bidim ku li ser vê pirtûka wî hin paragrafan lê bikim.
Roman bi çapa xwe ya yekem di sala 2006’an de li Duhokê ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve hatiye weþandin. Lê mixabin Weþanxaneya “Na” yê ev agahî ji bîr kiriye û di rûpela diduyan de wekî “çapa yekem” 2014/Îzmîr kifþ kiriye. Romanivîs di destpêka romanê de sê rûpel ji bo nasîna lehengan, cihên ku bûyer lê qewimîne terxan kiriye û bawerim ev kifþkirin ne pewîst e. Ji ber ku xwîner dema li xwendina romanê germ bû, dê bi hêsanî hem lehengan nas bike û hem jî cihên ku bûyer lê qewimî ne…
Cihên bûyer lê derbas dibe romanivîs wekî “bajarê Tarê/welatê Tarê” bi nav kiriye. Di honaka romanê de Tar di heman demê de navê bajarekî ye ku paytexta welat e. Ligel bajarê Tarê çend gund bi hinek taybetiyên xwe dibin navenda hin bûyeran. Gundên ku herî navdar ev in: Avdar, Saran û Bêçarê. Ev bajar û gund bi temamî xeyalî ne û her çiqas navê kurd û Kurdistanê di romanê de derbas nebe jî em ji îma û îmajan pê derdixin ku rastiya gund û welatê kurdan û rewþa wan ya civakî ya demekê radixe ber çavan.
Roman li ser esasê hin merivên ku welatê Tarê terikandine û li dinyayê belav bûne, xwendine û bûne xwedî pîþeyan û li ser daxwaz, plan û pêþengiya Leheng Axa, bi qasî du hefteyan li bajarê xwe yê zaroktiyê Tarê “vedigerin” û li ser rewþa welatê xwe komxebatan pêktînin û dixwazin qedera welatê xwe vegerînin rewþa berê ku wekî “War” dihate nasîn, hatiye hûnandin. Lê hin navên wekî Amerîka, Boston, Almanya, Berlîn, Viyana û Romanya derbas dibin ku hin rewþenbîrên welatê Tarê/kurdan li van deveran xwendine û bûne xwedî kar û dezgeyên girîng, ev cih û warinan di rastiya xwe de hene û dîsa em di hêla cih û warên kurdan de pêrgî xumamiyek tên ku nivîskar bi navên xeyalî wan bi nav dike. Dema behsa cografiyaya welatê Tarê/welatê kurdan tê kirin xeyal li peþ e, lê dema ku qala cografiya yên din dibe rastî di meriyetê de ye…
Bûyerên di romanê de li ser du stûnan hatiye rûnandin: Yek jiyana li gundên ku me li jor navên wan rêz kiriye û bi axa, mele û þêxên xwe ve pergalek birêvebirinê heye. Ya din li navenda bajarê Tarê, li derûdora Çayxaneya Aramo li hev kombûna hin rewþenbîran e ku li ser daxwaza leheng Axa ji welatên cur bi cur hatine û hewl didin ku çalakiyek rêzekonferansan li dar bixin…
Vegotina bûyeran ji hêla vebêj-nivîskar ve dest pê dike, lê di herka romanê de em dibînin ku yek ji lehengê romanê “Pîran” bûyeran vedibêje, carinan rêbaza diyalogê derdikeve pêþ; wekî di navbera Pîran û Rastîn de, yan jî di navbera Pîran û Lorînê de. Dîsa di dema kombûna rewþenbîran de em bi saya gotar pêþkêþkirinê dengên cihê cihê mirovan jî dibihîsîn: Kadirê Rojperest, Perîþan Pêzan, Bêwar Ramanî, Ronî Kaþanî û hwd. Her yek ji hêlek ve bi þêweyên îronîk û mîzahî pest û pêkutiya desthilatdaran ya li ser merivên welatê Tarê û rewþenbîran tîne ziman. Li dor hêmayên wekî “kevir”, “mix”, “pênûs” û “perên teyran” ku wekî alavên nivîsandinê tên bikaranîn û wekî sembolên berxwedanê ne, pê re jî qedexekirina van hêmayan ya ji hêla desthilatiya Tarê ve tê ravekirin.
Bûyerên di romanê de bi destpêkirina jiyana rojane ya li gundê Avdarê dest pê dike: Di sehera sibehê de dengê dîkan, zirîna keran, ewte ewta kûçikan û dengê mele Boyar têkelî hev dibin û em pê dihesin ku jiyanek kevneþopî ya rojane li gundê Avdarê dest pê dike. Meleyê gund Boyar gelek ji karê xwe yê yeknesak bi gazin e. Jiyana di navbera mizgeft û malê de bêhntengiyê lê çêdike û wekî çare karê mizgeftê radestî lawê xwe yê mezin dike û carinan ji gund bi dûr dikeve. Ji bilî Avdarê gundekî din jî heye ku navê xwe Saranê ye, ji bîst malî pêk tê û Leheng Axa xwediyê wî ye. Romanivîs taybetiyên Leheng Axa wisa rêz kiriye ku mirov bibêje ax xwezila axayek wekî Leheng Axa xwediyê gundê me jî bûya: Leheng Axa xêr û bêra zeviyan ji nîvî zêdetir li gundiyan belav dike, merivek aþtîxwaz e, kîn û rik pêre tune ye, li gund xwedî pirtûkxaneyekê ye, weqfek bi navê “Weqfa Kaþan Begê” ava kiriye û bi saya vê weqfê lêçûnên nexweþan dabîn dike û pê re jî hin zarokên di xwendinê de jîr û zanaye diþîne Awustiryayê bajarê Viyenayê… Û bêyî pirsa “gelo bi rastî di dîrokê de axayê me yê xwedî pirtûkxane hebûn an na?” mirov nikare vê beþê derbas bike. Pirsa “ger axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane hebûna dê halê me yê îroj ev bûya?” tê bîra mirov. Mixabin ku ev axayê xwedî xisletên pak li hesabê deshilatdarê welatê Tarê nayê û fermana kuþtina wî tê dayîn. Û di herka romanê de em dibînin ku dikeve kemîna leþkerên bajarê Tarê û tevî Halo yê rewþenbîr ku ji Viyaneyê ji bo rêzekonferansan hatibû bajarê Tarê tên kuþtin…
Di herka romanê de em dibînin ku stêrka “Çayxaneya Aramo” ku li bajarê Tarê ye diçirûse. Ev çayxane dibe navenda geþedanên girîng. Hin mirovên jîr û zana, rewþenbîrên ku zaroktiya wan li welatê Tarê derbas bûye, bi egerên cihê cihê xwe gihan dine welatên wekî Ewropa û Amerîkayê, piþtî xwendina xwe kuta dikin û dibin xwedî erk û payeyên bilind, bi vexwendin û pêþengiya Leheng Axa vedigerin welatê xwe û li bajarê Tarê rêze konferansan derheqê mijarên cur bi cur de pêþkêþî milet dikin. Li vî mekanî çalakiya pêþkêþkirina gotaran balkêþ e. Di vir de romanivîs bala me dikiþîne ser wê rewþê ku rewþenbîrên zarokatiya xwe li welatê Tarê derbas kirine, piþtî demekê li welatên dereke xwendine û bûne xwedî gelek agahiyan, lê li welatê Tarê cihê ku lê bûne mêvan ne ewqas azad in. Ji ber ku her yek li odeyek hatiye ezimandin û qisedana bi hev re an derbaskirina demê ya bi hev re mîna ku qedexe be dixuye. Xala din jî ew e ku romanivîs þêwazeke mîzahî bi kar aniye û rewþenbîrên gotarên xwe pêþkeþ dikin wekî xwe bi xwe pesnê xwe didin û xwe jîr û zana derdixin pêþ, ravî me dide. Mînaka vê yekê vegotina Pêzan Perîþanî ye ku derheqê “qederê” de qise dike: “Bi kurtî, heger ne ji daxwaza min ya bi îsrar bûya, ez ê yan li gund mabûma û îroj bavê deh-duwazdeh kur û qîzên perîþan bûma, yan jî bûbûma esrarkêþekî, yan tew “oxlanciyekî”, û heye ku îroj mirî, yan girtî bûma. Lê na, min qedera xwe du cara, ji du caran zêdetir bêguman, guhert û bi serbilindî dikarim xwe wek rewþenbîrekî gelê xwe bi nav bikim.” (Rûp. 43). Li vir uslûbek mîzahî bikar aniye û rewþ û rola nivîskarên me di awêneya bajarê Tarê de raxistiye ber çavan ku beyî xwendekar an gel wan wekî rewþenbîr bi nav bikin, ew bi xwe dilezînin û rewþenbîriya xwe îlan dikin…
Li gel van geþedanên li bajarê Tarê em dibînin ku li gundên nêzîkî Tarê jî hin pirsgirêk diqewimin. Jiyana axatiyê hêj berdewam e. Hin erd û gund ji Kaþan Begê gihîþtiye kurê wî Leheng Axayî. Nakokiyên di navbera gundiyan de dibe sedem ku li gundê Bêçarê ji du malbatên rikeberê hevdu, du mirov bên kuþtin û þîn û dengê zêmaran li asîmanê derdorê konê xwe vegire. Û mirovên wekî axa, mele û þêx di nav de bi bandor in vê bûyera xwînî çareser dikin û malbatan li hev tînin. Lê lihevanîna malbatan rayedarên dewletê zivêr dike û li pey vê planek ji bo kuþtina Leheng Axa û Mele Boyar çêdikin û di derengiya þevê de li serê riyê kemînê datînin, Leheng Axayî dikujin û vê bûyerê jî vediþêrin û dikin stûyê “Rêxistina Serdarê Tarî.” Divê em li vir vê bibêjin ku Soreklî dema bûyerên welatê Tarê radigihîne me, di nav de qala þerê dewletê û “Rêxistina Serdarê Tarî” dike, em dizanin bêyî nav û dîrokê bide qala kîjan salan û kîjan rêxistinê dike. Ji vir û pê ve tama hingivîn ya ji romanê tê, cihê xwe dide tama hingivê xwê bi ser de hatî reþandin. Ji ber ku tevgera gelê kurd bi navandineke qet mirov napejirîne bi nav kiriye û mîna ku li hemberî hemû þêx, mele û axayan be, daye nasîn. Lê ev jî rastiyek e ku sînorê edebiyatê bi qasî ku em texeyul nakin berfireh e, tenê bi þertê ku rastî neyê veþartin û bûyer neyên berevajî kirin…
Her çiqasî romanivîs di destpêka romanê de destnîþan dike ku cih û bûyer hemû xeyalî ne jî, mirov di herka romanê de têdigihîje ku “Welatê Tarê” Kurdistan bi xwe ye û pirsgirêkên li gund û bajarên wê tên jiyîn bi hemû dîmenên xwe rastiya welatê me yê wextekê radixe ber çavan: Pergala axatiyê, reva ji welat (penaberî), nakokiyên di nava gundiyan de û pevçûnên wan ku bi kuþtinan bi dawî dibe, zilm û zora desthilatiya mêtinger ku mirovan bêçare dihêle, þerê azadiyê, rexistinên tundrew ên olî ku jiyanê li mirovan teng dike, toreya zewicandina keçikan ya bê dilê wan -di kesayetiya Lorînê de dixuye, ku bi serîhildana Lorînê re pêk nayê û paþê bi dilê xwe bi Pîran re dizewice û dibe sedem ku Pîran ji Almanyayê vegere welatê xwe- hemû bi hev ve girêdayî hatiye vegotin ku di rastiya xwe de her yek dikare bibe mijara romaneke xweser…
Ber bi dawiya romana “Veger”ê de em dibînin ku xeyalê Leheng Axa –di esasê xwe de xewn û xeyalên nivîskar Þahînê Bekirê Soreklî bi xwe ye ku welatekî di dahatûyê de dixwaze bibîne îdealîze kiriye- hêdî hêdî pêk tê. Welatê Tarê bi saya mirovên xwedî vîn, têkoþer û rewþenbîr ji talanbûn û wêranbûnê xelas dibe; zanîngeh lê çêdibe, akademîsyên li ser hawirdorê, li ser felsefeyê, li ser jin û zarokan agahiyên dorfireh didin niþtecihan û bi vê perwerdehiyê ve Tar li navê xwe yê qedîm vedigere, ji nû ve dibe “War,” warê evînê û her der êdî Baxçeyê Ronahiyê ye ku her mirovê bixwaze dikare tîbûna nezanîna xwe ya derheqê her babatê jiyanê de biþkênîne. Lê dema mirov li rastiya halê heyî yê welat vedigere dengê hewar û qêrîna li çiyayê Þengalê û bêdengî û bêwijdaniya dinyaya hevçerx dîmenek mijanî ya bi jan diyarî me dike…
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar
- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar
- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poþmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuþtinên kiryar nediyar
- Pêþangeha Sûretan: Çend dîmen ji êþ û birînên me
- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoþeyî
- Þûrkêþiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’
- Ereb Þemo û Hêviyên Bextewariyê
- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’