Diyarname
Mebûsên Stenbolê yên BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel û Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ji bo beşdarî HDP'ê bibin ji BDP'ê îstîfa kirin.
Ligel her sê mebûsan dê mebûsê Stenbolê Levent Tuzel jî beşdarî HDP'ê bibe. Bi vê yekê hejmara mebûsên BDP'ê daket 26'an.
HDP dawiya vê hefteyê kongreya xwe ya awarte li Enqereyê li dar dixe. Niha Hevserokên HDP'ê Fatma Gok û Yavuz Onen in. Tê gotin ku dê Kurkçu û Tuncel ji bo Hevserokatiya HDP'ê bêne hilbijartin.