logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

  • Dîrok: 14/01/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Ev bêtirî sed salan e ku em di ber xwe de didin, me bi sedhezaran şehîd dan, me bajar, gund, çem, dar, ajal û kulîlk jî winda kirin, bi sedhezaran mirovên me xwe, zimanê xwe, çanda xwe ji dest dane, em bûn koçber û penaber.

ÇEND FÎLM, ŞANOYÊN ME HENE?
Em li paş vê cîhanê giştikî man; berovajî xelkê ku bi sedhezaran fîlm, şano û rêzefilmên wan hene, me bi zor û hefte belayan çend film, sê-çar rêzefilm û şano hene.

STRANÊN BI ZIMANÊ SERDESTAN
Gelek dengxweşên me stran bi zimanên serdestên xwe gotin, hinekan ji wan li dijî me, li dijî xwe stran gotin.

BI PIRTÛKAN XIZMETA SERDESTAN
Ne tenê hejmara pirtûkên me gelekî kêm man lê belê gelek çîroknûs, helbestvan û romannûsên me, xizmeta zimanê neyarên me kirin. Heta dema me, hat dizîn; çi gava ku em neçar bûn ku li gorî saeta Enqereyê kar bikin çi ew dema me xerc dikir da ku em zimanê wan hîn bibin. Anku li ser rêya azadiyê û serxwebûnê me ne tenê can dan me gelek gelek tiştên hêja winda kirine.  

ME HER KES MECBÛR KIR QAL Û HESABÊ ME BIKIN
Hîn jî em negihane serxwebûnê lê li gorî mercên xwe, li gorî ku dinyayê giştikî em piştguh kiribûn, li gorî zalimî, xedarî û bêwijdaniya neyarên me, em gihiştine astekê ku me herkes mecbûr kiriye, hesabê me bike, qala me bike, me û hebûna me qebûl bike. Me doza xwe gihandiye astekê êdî ji sînorên dagirkerên me derketiye, doza me li her derê ye êdî nahêle xew têkeve çavên serok û wezîrên neyarên me. 
Ligel gelek kêmasî û windahiyên me, çi gelê me çi siyasetmedarên li welêt bi deng, pênûs, komputer, helbest, stran, çîrok û romanên xwe di ber xwe de didin. Her wiha li diasporayê jî bi rêxistin, çalakî û xebatên xwe dikevin medya, parlementoyan û qadan û dengê doza me digihînin dinyayê. 

TIŞTÊ ÇÛ Û TIŞTÊ BÊ
Tiştê çû gelekî dijwar bû û belkî ne kurd bûna tu kesî nikarîbûya rakira lê hîn rê dirêj e û îhtîmal heye ku tiştê tê hîn jî girantir be.  
Ev xebat û têkoşîna li pêşiya me, nabe li ser milê yek kesî, yek partiyê yan yek hêzê bimîne. Ev kar û xebat erka me hemûyan e. Her yek ji me, çi ji dest bê divê texsîriyê neke. Êdî ne dema rûnistin û payînê ye. Em nikaribin ti tiştî bikin jî gelek tişt hene em bikin.

ŞAŞIYA YEKÎ JI ME YA ME HEMÛYAN E
Em hemû nûnerên gelê xwe û doza wî ne. Lewra mixabin şaşiya yekî ji me li ser me hemûyan dihesibe. Ji ber vê berî her tiştî li dinyayê û li pêşberî gelên din -Dinya ne neyarên me- baş me temsîl bikin, bila kes kurdan şaş nenase. Karê me çi be jî, divê em di karê xwe de serkeftî bin da ku em amade bin welêt ava bikin, her kes bi kêmasî li malê bi zarok û hevserê xwe re bi kurdî biaxive, herkes piçekî dîroka xwe bixwîne. 
Her wiha divê tercîha me tim kurd bin û em piştgiriya kurdan bikin. Eger hûn tiştekî bikin pêşî çavên xwe bigerînin ka kurd wî kar dikin an na, û li gorî wê, ji dikanên kurdan bikirin, li xwaringehên wan bixwin, li stranên wan guhdarî bikin, pirtûkên wan bixwînin, kanalên wan ên YouTubeê bişopînin, malperên wan bixwînin. Çiqasî hûn bikarin ew qasî bikin lê rêya hêsan nebijêrin. Ciwan xwîna xwe didin ji bo me, gereke, em bikarin van tiştan bikin. 

JÊHATÎ Û ZANEBÛN AN TÊKÇÛN
Belkî di dîrokê de tu carî dengê me ew qasî li dinyayê venedaye, belkî em tu carî ew qasî nêzîkî azadiyê nebûne. Em ne jêhatî û zana bin, dibe her tişt ji destê me here.  
Kes nizane bê ew ê sibe çi bibe lê wisa difikirim ku êdî peywira me hemûyan e ku çi ji destê me bê em bikin. 
Ez hêvîdar im ku ez ne şaş bim û ew dengê tê, dengê azadiyê be. 

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Kurte'yên kurdan di '!F İstanbul'ê de

ad

Êdî kanaleke sendîkayan jî heye

ad

BDP îro komê ava dike

ad

Tugluk: Dersa hilbijêrî ji bo tirkan bidin

ad

Li ser "...bir eksigiz" çend gotin

ad

Li Silêmanî salona sînemayê hat vekirin: Heftê 8 fîlmên biyanî dê nîşan bidin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname