logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

Ji bo eşkerekirina danezana hilbijartinê HDP'ê li Stenbolê civînek li dar xist. Di civîna ku li Navavenda Çanda Mustafa

  • Dîrok: 21/04/2015
  • Beş: 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî

Cemil Oguz

Ji bo eşkerekirina danezana hilbijartinê HDP'ê li Stenbolê civînek li dar xist. Di civîna ku li Navavenda Çanda Mustafa Kemal li dar ket de Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag beşdar bûn û danezan eşkere kirin.

Hevseroka HDP'ê Yuksekdag got ku em bang li hemû civaka Tirkiyeyê dikin ku bikevin nava vê danezanê, ji ber ku di vê de hemû Tirkiye heye.

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş got ligel vê danezanê ji dêvla tirsê dê hêviya HDP'ê cih bigire.

Demirtaş diyar kir ku ji bo yekzilamî, siltanî û serokdewletî cih nîn e, ji dêvla vê xweîfadekirin heye, emê vê derê bikin bexçeyê kulîlkan, werin hûn jî tixumek li vê bexçeyê biçînin.

Di civîna ku Demîrtaş bi henekên xwe reng dida de danezan hate eşkere kirin. Dema beşa jinan hate xwendin, Demirtaş gotina, "Em li vir li cem we ne. Ji nav salonê ji yek du mêran dengê nerazîbûnê hat, lê em li vir in", dema li ser Wezareta Karên Diyanetê hat axivîn, Demirtaş gotina "Emê erebeya meqamê yê serokê diyanetê çi bikin? Me xeber neda." Dema ku dem hat dê rojnameger pirsan bipirsin jî Demirtaş gotin avêt ber rojnamegeran û rexne li hikumetê kir: "Berî hûn pirsa xwe bikin, navê xwe, saziya hûn lê dixibitin û navnîşana xwe zelal bibêjin!"

Di danezana hilbijartinê ya HDP'ê de gelek xalên balkêş hebûn. Vane hin xal:

- Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û hemû saziyên berhemên Derbeya 12'yê Rezberê dê bêne belavkirin. YOK (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) dê bê betalkirin.

- Walî jî di nav de hemû rêveberên herêmî dê bi hilbijartinê bêne ser kar. Tirkiye li gor xweseriya demokratîk dê bê birêvebirin. Pergala hevserokatî dê bê pêşxistin û Hevserokwezîrî jî dê bê çêkirin. (li ser pirsa dê çawa be, Demîrtaş mînaka Îsveçê da ku ew der ji aliyê komîteyek ji 7 kesî pêk tê ve tê bi rê ve birin û ji nav wan her sal yek tê hilbijartin û ew bi rê ve dibe)

- 10 Xalên Lihevkirina Dolmabahçeyê tê qebûlkirin.

- Komîsyona Heqîqetê dê bê avakirin, ewê li ser komkujî, înfaz û windayan bisekinin.

- Pergala cerdevanê dê bê betalkirin, cerdevan di karên din de dê bêne peywirdarkirin.

- Di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê ji bo gel pêşeroja xwe ya siyasî bi xwe bi awayekî azad diyar bikin emê bixebitin. Li Rojhilata Navîn ji bo xurtikirina têkiliyên çandî, civakî û aborî xurt bibin emê bixebitin.

- Ji bo parastin û pêşxistina hemû çand û nasnameyan emê bixebitin.

- Ji bo jinan dê Wezareta Jinan bê ava kirin.

- Ji bo jinan perwerdehiya bê pere, perwerdehiyeke baş û ya bi zimanê zikmakî dê bê dayîn.

- 8'ê Adarê dê bibe roja fermî û betlaneyê.

- Ji bo jin bixebitin dê li her taxê kreş hebin. Ji bo zarokên wan kreşên ku 24 saetan xizmetê dikin bêne vekirin û xizmet dê bi zimanê zikmakî bê dayîn.

- Pergala 4+4+4 a perwerdehiya Tirkiyeyê dê bê betalkirin.

- Ji bo hemwelatiyên astengdar dê 'Wezareta Astengiya ji Holê Radike' bê avakirin.

- Ji bo ciwanan Wezareta Ciwanan bê avakirin.

- Her ciwanê temen di navbera 15-25'an de dê mehê 200 TL pere ji bo heqê rê û tiştên wisa bigire, ji bo ciwanan dê Qerta Jiyana Ciwan bê derxistin, ev qert li her derê welat dê derbas bibe, ciwan bi vê bê pere dê bikaribin herin muzeyan jî.

- Girtiyên nexweş di cih de dê bêne berdan, girtîgehên zarokan dê bêne girtin. Ji bo zarokên ber bi sûcê ve hatine dehfdan dê navendên perwerdehî û piştgiriyê bêne vekirin.

- Yên nexwazin leşkeriyê bikin dê neçin leşkerî, bixwazin li saziyek ew diyar bikin de de kar bikin.

-HDP ji hemû komkujiyan dê li ser navê dewletê lêborînê bixwazin.

- Li her derê dê înternet hebe, ciwan bê pere dê bikaribin xwe bigihînin înternetê.

- Mafê dengdayînê emê daxin temenê 16'an, mafê hilbijartinê jî daxin 18'an.

- Elekrtîrk, ava dê bê pere bidin malan (heta mîqtarek) û kesên mala wan tune di kirê de ne, dê 250 TL alakîra ji bo vê yekê bidin wan.

- Meaşa herî hindik a mirovan dê 1800 TL be û emê bacê ji vê negirin.

- Dema xebatê li Tirkiyeyê rojane dê bibe 7 saet. Heftane her kes dê 35 saet bixebitin.

- AVM dê li navenda bajêr êdî neyên çêkirin.

- Ji bo cotkaran, dê bac ji mazotê wan neyê girtin. Av û elektrîk dê ji bo cotkaran bê pere be. Deynên elektrîkê yên gundiyan dê bêne betalkirin.



Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî - Nivîsên Dawî
news
  • 16 11 2015

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

news
  • 05 11 2015

Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama pîrozbahiyê

news
  • 04 11 2015

Tu şîrketek anketê encam nizanî û hinan lêborîn xwest

news
  • 03 11 2015

4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz kir

news
  • 02 11 2015

HDP li 9 welatan bû yekemîn

news
  • 01 11 2015

Deqe bi deqe agahiyên li ser hilbijartinê (ev nûçe her tê nûkirin)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Du bajar du zindan

ad

Ba li ber wî radiweste!

ad

YSK'ê berendamekî HDP’ê yê Wanê veto kir

ad

Fîlmek li ser jiyana Obama hat kişandin

ad

Îdîa: Malbata Barzanî li Amerîkayê du xanî bi 47 mîlyon dolarî girtin

ad

Îdir li Gîresunê bi ser ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname