logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çalakî û gotinên îro hatin kirin
  2. Meclisa Taxên Kurdan banga hikumeta Şamê qebûl nekir
  3. Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?
  4. Hunermendan ji bo Rojava û Rojhilat bang kir
  5. Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye
news-details

McGurk nivîsî: 7 mijarên sereke yên 2026'an

  • Dîrok: 01/01/2026
  • Beş: Serbest


___Amadekar: Dilyar Amûdî___

Nûnerê Amerîkayê yê li dijî DAIŞê yê berê û analîzkarê têkiliyên navdewletî Brett McGurk, di CNN'ê de nivîsek bi sernavê “Ji hişê çêkirî heta Venzeulayê: Çima 2026, bo hêzên cîhanê saleke guhertinê ye?” nivîsî û tê de behsa 7 xalan kir.

Analîzkar McGurkê bi hêzên kurdî li Rojava jî xebitiye û heta par jî di birêvberiya serokê berê yê DYA'yê Joe Biden de bû. Ew di nivîsê de dibêje, “mirov wisa hîs dike ku sala borî ne saleke veguhestinê bû lê pêvajoyeke guhertinê bû”. 

McGurkê destnîşan dike ku 2026 dê sala guhertinê be û ew ê çend xalên germ di rojeva cîhanê de hebin û wan xalan wisa rêz dike; Venezuela, Ûkrayna, Taywan, Îsraîl,Îran, terorîzm û Hişê Çêkirî( HÇ).

Analîzkarê amerîkî wan xalan wisa şirove dike:

Venezuela: Rêya girtî
Birêveberiya Trump hêzeke leşkerî gelekî mezin li Karayib û Atlantîkê bi cih kiriye ku tiştekî wisa ji demên herî xeter ê dema Şerê Sar ve pêk nehatiye. 

Artêşa amerîkî operasyonên tund li dijî qaçakçiyên madeyên hişber bi rê ve dibe. Bêyî ku kongreya DYA'yê pesend bike û bêyî ku nîqaşeke vekirî bên kirin jî, nêzîkî 30 êrîşan hatine kirin.

Trump hefteya borî, tansiyon bilindtir kir. Wî li dijî şandina petrolê bi awayekî derqanûnî asteng ragihandin û dest danî ser tankerên petrolê jî.

Ev wekî polîtikaya guhertina rejîmê dixuye ku hêza leşkerî piştgiriya wê guhertinê dike. Wisa diyar e ku Qesra Spî dixwaze serokê Venezeualyê Nicolas Maduro bi dilxwazî dev ji desthilatdarê berde û jiyana xwe ya mayî li Rûsya yan devereke din biborîne. (Jixwe) tê gotin ku Trump ev rasterast jî (jê) xwestiye. 
Lê ev ihtimal gelekî qels e. Mînakên wisa pir kêm in ku serokên wekî Maduro ji ber fişara aborî û gefên derveyî dest ji desthilatê berdane. (Rakirina serokê leşkerî yê Haîtiyê Raoul Cedras di sala 1994'an de yek ji van mînakan bû, lê wê çaxê jî, berî ew teslîm bibe, artêşa DYA'yê jixwe li ezmanan bû da ku wî welatî dagir bike.)

Trump niha teqez dike ku DYA dê di Nîv-cîhana Rojavayî de hêzeke serwer be. Ji bo parastinê berjewndiyên DYA'yê, ew ê amade be ku hêzê bi kar bîne jî.

'DIVÊ HÊZÊN EWROPÎ YÊN KOLONYALÎST NEYÊN HERÊMA ME'
Birêveberiya nû, ji vê polîtikaya nû re dibêje “Pêveka Trumpî” ya li li Doktrîna Monreoyê hatiye zêdekirin. Ew doktrîn dibêje ku divê hêzên ewropî yên kolonyalîst neyên herêma me. Lê di dema Monreoyê de, keştîgel an jî komkeştiyên DYA'yê tine bûn. Niha beşekî giring ji xurttirîn hêza deryayî ya cîhanê li ber devê Venezuelayê sekiniye. 
Gelo ev tê çi wateyê? Dibe çarenûsa Maduro di sala 2026'an de bersiva vê pirsê bide. Eger ler ser desthilatê bimîne, wê çaxê ew wisa bê dîtin ku Trump tenê gefan dixwe lê ti tiştî nake. Eger biçe, gumana kêm kesan dê hebe ku Trump ji dil jî serwerê nîv-cîhana rojavayî ye. Li gorî min, karekî birêkûpêk li ser vê meseleyê nehatiye kirin lê êdî biryar hatiye dan û çûye. Encam dê çawa be, ew ê gelek tiştan nîşanî me bide bê ka Trump di dema serokariya xwe ya duyem de dê çi bike.

Ûkrayna - Sala 5'an
Di meha sibatê/reşemiyê de, şerê Ûkraynayê dê têkeve sala xwe ya 5'an. Pûtîn wê çaxê bi niyet bû ku Kievê bigire û Ûkraynayê wek welatekî serwer têk bibe. Îro hêzên wî di pirrika rojhilatê Ûkraynayê de asê mane, ne dûrî sînorên Rûsyayê ne û bêtirî mîlyonek qurbanî dane. Ev şer ji bo Rûsyayê malwêranî bû, lê tevî wê jî, Pûtîn gavê bi paş ve naavêje, lê armancên wî biçûktir bûn.

Dibe ku sala 5an a şer bibe xala çûna ber bi aştiyê ve, ji ber ku aliyên şerker dê bêtir nêzîkî jihevketinê bibin an jî dê qumareke xetertir bilîzin da ku rewşa heyî bişkînin.  Pûtîn îdia dike ku ew şagirtê dîrokê ye. Ihtimal heye ku ew sala tê wek fersend dibîne ku viyana Ûkraynayê bişkîne.

Taywan, li ser menûyê ye
Yek ji dîmênên diyarker ên 2025'an, ew dîmen bû yê ku tê de, Pûtin li Pekînê bi serokê Çînê Şî Cinpîng, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û serokê Îranê re civiyabû. Ev her çar welat  (wekî CRINK tên binavkirin) li Ûkraynayê piştigirya Rûsyaê dikin. Di demekê de ku DYAê xwe vedikişîne, ev çar welat hewl didin dinyayê dabeş bikin ku Rûsya û Çîn li hinek beşan xwediyên biryarê bin. Cîhaneke wisa ye ku hêzên mezin daxwazên xwe pêşkêş dikin û hêzên biçûktir stûyê xwe li ber ditewînin û bi ya wan dikin.

Tiştê seyr ew e, wisa dixuyê ku polîtkayên birêveberiya Trump jî bi vê nerînê re li hev dikin. Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya wê (birêveberiyê),  Amerîkayê wek hêzeke "nîv-cîhanî" bi nav dike û wisa dibêje, "Ew rojên ku DYAyê, wek Atlasekî, pergala tevahiya cîhanê li ser milê xwe hildigire, çûn".

Stratejî tiştin wisa dibêje ku hevalbendên me yên tradisyonal ên ewropî diazirîne. Dibêje ku qels in û ji ber polîtikaya wan a koçberiyê ya sist, di bin xeterê de ne ku "şaristaniya wan ji nav biçe". Berdevkê Pûtin Dimtiry Peskov jî got, "stratejiya Trump bi vîziyona me re digunce."

Taywan jî, ew herêm e ya ku pê re ev mesele dê ji teroriyê derkeve. Washingtonê 50 salan hêz da Taywanê ku bi pêş ve biçe û aştiyê li giravê biparêze. Ev tişt bi polîtkayeke ne-zelal kir ku him Taywanê wek beşek ji Çînê dinase û him jî têkiliyên aborî û ewlehîyê bi Taywanê re diparêze. Hefteya borî, Trump mezintirîn pakêta çekan di dîrokê de bo Taywanê pejirand; ev ji 11 milyar dolaran pêk dihat; moşek, drone, amûrên pêşketî yên çekên parastina hewayî di nav xwe dihewîne.  Tê zanîn ku Çîn jî amadekariyên xwe dike ku heta 2027an Taywanê dagir bike.

Wekî tê payîn, gava Trump biharî serdana Pekînê bike da ku bi Şî re bicive, Taywan dê mijara navendî be û dibe ku siberoja wê di xeterê de be. Ev yek ji giringtirîn mijarên rojeva ewlehiya cîhanê ye.  Taywan di navenda jiyana me ya rojane de cih digire, ku li wê derê çîp bo otomobîl, telefonên me tên çêkirin. Herwiha eger Çîn giravê dagir bike yan jî istiqara wê têk bibe, tê pêşbînkirin ku maliyeta vî tiştî bigihêje nêzîkî 10 tirilyon dolar.

Lê hîn jî ne diyar e ka Trump dê piştgiriyê bide polîtikaya dehê salan a Amerîkayê- wek ku firotina çekan a dawî pêşniyar dike - yan jî wek stratejiya ewlehiya neteweyî dibêhe, ji bo lihevkirineke bazirganî û qebûlkirina Pekîn wek serwera herêma xwe, ew ê dev ji van berjewndiyan berde. Civîna wî ya Pekîn dê ji nêzîk ve ji aliyê Taipei(Paytextê Taywanê) ve were şopandin;  bi vê gotinê jî, gava tu ne li ser maseyê bî, tu li ser menûyê yî.

Îsraîl - Hilbijartinên krîtik
Ji aliyê serkeftinên leşkerî ve, Îsrailê saleke baş borand. Bi rehîne û rêkeftineke agirbestê li Xezayê dest pê kir û bi rizgarkirina hemû rehîneyan û planeke agirbestê. Ew plan  ji 20 xalan pêk tê û ji aliyê Encûmena Asayîşa NYyê ve hatiye pesendkirin. Herwiha bangê li Hemasê dike ku çekan deyne. Îran ji sala 1979an ve di qelstirîn rewşa xwe de ye. Serokên komên terorîst ên ku demekê Îsraîl dorpêç dikir - Hemas û Hizbullah- êdî mirî ne.

Lê tev wê jî, Îsraîl, hinekî ji ber perçebûnên xwe yên navxweyî, nikarîbû wan serkeftinên lêşkerî bike destkeftiyên polîtîk û dîplomatîk. Îsraîl îro di dîrokê de ji aliyê tengtirîn koalisyon ve tê birêvebirin û di bin hikmê partiyên rastgir ên nasyonalîst de ye. Ev hikûmet civaka Îsraîlê polarîze dike û danûstendinê bi paytextên ereban re jî dûr dixîne. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, serokê kevnar ê rastgiran li Îsraîlê, xwe wek endamê herî lîberal di koaliysona hikûmeta xwe de bi nav dike.

Kêm îsraîlî bawer dikin ku pêwîst e, formûla birêveberiya teng piştî du salan ji şerî berdewam bike. Di 2026an de, derfeta wan dê çêbibe ku tiştekî derbarê vê meseleyê de bikin. Piştî çar salan ji hilbijartinên dawî, divê Îsraîl di 27 Cotmeha 2026an hilbijartinên parlamtoyê bike. Ihtimal heye ku hilbijartin zûtir jî were, eger Netanyahû bangeke wisa bike yan jî hikûmeta wî nikaribe biharî budçeyê bide qebûlkirin. Encam jî dê diyar bikin ka Îsraîl dikare serkeftinên xwe yên leşkerî saxlem bike yan jî di statukoyeke nediyar de qels bimîne.

Eger encamên hijbijartinên Îsraîlê, koalisyona yekitiyeke nû be yan jî bi kêmasî koalisiyoneke bê endamên tundrew ên hikûmeta niha ya Netanyahûyî be,  ihtimal zêdetir dibe ku Trump berî bidawîbûna serdema serokatiya xwe, bi tevlêkirina Erebistana Siûdî, peymanên Îbrehîm berfirehtir bike.  Eger hilbijartin têkevin rêyeke girtî, yan hikûmeteke nû çênebe yan ya herî xerab hikûmeta niha çêbibe, wê çaxê ihtimal tine ku pêşketineke dîplmatîk çêbibe û dibe Îsraîl fersendeke dîrokî ji destê xwe bibe.

ÎRAN: 
Îranê saleke gelekî xerab buhirand lê dibe 2026 hîn xerabtir be. Berî ne demeke dirêj, Îranê di rêya tora wekîlên xwe (Hizbullah, Hemas, milîstên iraqî û hûsiyan) idia dikir ku li Rojhilata Navîn bi hêz û bandor e.  Herwiha ev jî hebûn;  programa wê ya moşekan, pergala parastina hewayî ya rûsî ya pêşketî û programa wê ya nûkleerî ku sînorên bikaranîna sivîl derbas dikirin. Tehran di (şexsê) Beşar Esed de xwedî hevalbendekî dilsoz bû û Sûriye ji xwe re bi kar dianî da ku tora xwe li dora Îsraîlê xurt bike ji bo ku armanca xwe ya ragihandî bîne cî; (Îsraîlê) ji nexşeyê rake.

Ev hemû bi ser serê wê de hatin xwarê. Piştî êrîşa Hemasê ya 7 Cotmeha/kewçêra 2023'yan bi ser Îsraîlê de, Îranê biryareke çarenûs da û tev li wê kaosê bû. Wê qet bîr nebir ku ew ê bi serê wê de biteqe. Îro gelek serokên wê êdî mirî ne. Wekîlên wê hatine jihevxistin. Pergalên wê yên parastina hewayî hatine jinavbirin. Programa wê ya nûkleer di bin erdê maye. Hevalbendê wê yê sûrî çûye.

Îran him ji aliyê leşkerî û him jî ji aliyê aborî ve di rewşeke zehmet de ye. Dibe ku kêmbûna avê bibe sedem ku Tehran vala bibe yan jî dana(belvakirina) bi kontrol a avê çêbibe. Bi ser de jî, Serokê Olî Elî Xamneyî 86 salî ye. Tê gotin ku nexweş e, kêm derdikeve pêş xelk lê hîn jî diyar nekiriye ka kî dê şûna wî bigire.

Di sala 2026'an de, rewş ji bo Îranê baştir nabe. Eger Îran hewl bide programa xwe ya nûkleer dîsa bide destpêkirin, an jî wek tê ragihandin, cebilxaneya xwe ya moşekan nû bike, dibe Îsraîl dîsa êrîş bike. Nifûsa ciwan a Îranê, pergala olî ya li ser desthilatê naxwaze û piştî çûna Xamneyî eger krîzek çêbibe, dibe ew pergala seqet bibe. Di heman demê de, ihtimal heye ku rejîmeke jihevketî terorê bike yan jî êrîşên bêfikar li dijî Îsraîlê pêk bîne. Lewra îsal bala xwe bidin Îranê. di sala 2026an de, ihtimal heye ku hinek surprîz li wir çêbibin.

Terorîzm: Ew vegeriyaye
Vê dawiyê li ser podcasetê ji min hat pirsîn bê piştî 20 salan ji xebata di dîplomasî û ewlehiya neteweyî de, çi ye ew tiştê xewa şevan ji ser çavên min dibe. Bersiva min terorîzm bû. Ev bersiv di deh salên dawî de ne bersiveke wisa bû ku mirov dê di nav kesên ewlehiya neteweyî de bibihîze. Nexasim ku birêveberiyên li dûr hev hatin, ji bo ku xwe ji gefên komên tundrew wek Qaîde û DAIŞê dûr bixin ku karejî zehmet e û pêwîstiya wî bi çavkaniayn heye. Wan bi awayekî qismî berê xwe dabû reqabeta bi Çîn û Rûsyayê re.

Mixabin, em her dem tenê bi qasî êrîşekê dûr guhertina rêya dîrokê ne. Ev tiştekî wisa ye nabe piştî 25 salan ji 9/11an jî bê jibîrkirin. Di navbera salên 2014an-2018an de ez beşdarî serkêşiya operasyonên li dijî DAIŞê bûm. Amerîkayê hevpeymaneke navdewletî ava kir ku ji 80 welat û rêxistinên wek INTERPOL pêk tê da ku endamên DAIŞê bişopîne, şerê fînansekirina wan bike, li dijî îdeoljiya wan şer bike û tora wan ji binî ve rake. Bi ser ket; di navera 2014an-2020an de, êrîşên bi girêdayî bandora DAIŞê bi qasî 60% li seranserê dinyayê kêm bûn. Ew êrîşên aloz ên li seranserê Ewropayê di salên 2015 û 2016an wek Parîs ( Mijdara 2015an) û Brukselê( Adara 2016an)çêbûn, ew sekinîn.

Êdî rewş ne wisa ye. Ji 2022'yan heta 2025Yan, bûyer û mirin dîsa zêde dibin ku ew bi êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê gur dibin. Torên (terorê) yên navdewletî dîsa xwe şarj dikin.

Tenê meha borî, komkujiya li Awistrlyayê pêk hat ku cihûyên li Hanukkahê kirin armanc. Herwiha plana teqandina bombeyekê di nav xelkê de şeva sersalê jî hat astengkirin. Hefteya borî,  DAIŞê li Sûriyeyê ji sala 2019an ve cara yekem du leşkerên amerîkî kuştin. DYAyê jî bersiv da û êrîşî bêtirî 70 "armancên DAIŞê" kirin. Ev jî vê pirsê tîne; gelo ev armanc çima berî niha nehatibûn jinavbirin. Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Brîtanyayê berî demekê kurt, diyar kir ku gefa DAIŞê "gelekî mezin" e. Rayedarên Yekitiya Ewropayê jî ragihand ku ew(DAIŞ) ji bo welatên endamên YEyê "yek ji gefên sereke" ye.

Wisa dixuye ku sala bê jî, ev rewşa nîgeran dê berdewam bile. Da ku ev rewş were berovajîkirin, divê DYA û hevparên wê hevkariya hêzên  ewlehiyê li dû sînoran jî xurttir bikin bêyî ku ti toleransê nîşan bidin. Ev Hevkarî li dijî wasn kesan in ku tundûtûjiyê ji xwe re dikin rê yan jî wek hincet bi kar tînin da ku dozeke siyasî bi pêş ve bibin. Hevpeymana dijî DAIŞê modeleke baş e.

HÇ: Şoreş
Kêm tişt wek Hişê Çêkirî wisa zû û bi bi xurtî jî bûne mijara sereke ya rojeva cîhanê. Jixwe xwe amade dike ku di rojevê de bimîne jî.  Ji ber ku HÇ dikare di qada leşkerî de were bikaranîn û kapasîteya wê heye ku hema hema hemû qadên polîtikaya neteweyî biguehrîne, ew li Washington û Pekînê, wek reqabeteke man û nemanê tê dîtin. Bi piranî ew bi pêşbirka fezayê ya dema Şerê Sar re tê berawirdkirin. 
Sala 2025'an, Çînê dinya şaşomaşo kir gava ku mdeke mentiqê yê pêşketî - DeepSeek R1- pêşkêş kir. Ew modela ku gelekî erzantir hatibû çêkirin, reqabet bi modelên amerîkî re dikir. Zûka derket asta herî bilind di App Store Appleê de û bo demeke kurt bazarên fînansê hejandin; Nasdaq bi lez hat xwarê,  mezintirîn hilberînerê çîpan ê Amerîkayê di rojekê de xusareteke dîrokî kir. Paşê bazar hatin ser hişê xwe lê ew surprîz dersek bû. Li wir diyar bû bê avantajên teknolojîk çiqasî dikarin bihelin.

DYAyê hew daye ku pozisiyona xwe wisa xurt bike; kontrolê deyne ser hinardekirina (teknolojiyê) û tora hevparên ku teknolojiya amerîkî bi kar tînin, berfireh dike. Birêveberiya Trump li ser xebitî ku wan hevpariyan kûrtir bike û pêşniyar kir ku hinek astegên hinardekirinê sist bike - Çîn jî di nav de. Lê ev gav bû cîhê fikarê di nav herdu partiyan de û hîn jî nehatiye sepandin.

Li welat, zehmetî zêde dibin. Pêwîstiua bi elektrîk ji bo piştgirtina torên navendên daneyan roj bi roj zêdetir dibe û DYA di vî warî de li dû Çînê maye. Herwiha roj bi roj bêtir elektrîk tê xwestin. Hinek demokrat bang dikin ku avakirina navendên nû yên daneyan bê sînordarkirin. Wek dema Şerê Sar, dibe ku reqabeta teknolojiya cîhanê û fişara polîtikayên xwecihî li bin guhê hev kevin.

Tê pêşbînkirin ku sala 2026an nîqaşên giran li ser pêşketinên lezgîn ên HÇ, nîqaşên kêşeyên polîtik û gurbûna reqabetên jeopolîtik bên kirin. Dibe ev hemû wisa bikin ku HÇ bibe yek ji hêzên herî bibandor ku polîtikaya cîhanê biguherîne.

 

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

- Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

- ‘Date’a min bi jineke alman re

- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news

Nasnameya kar a Eyşe Şanê, Sal 1984

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li benda xwendevanên xwe ye

news

podcast diyar #diyarname20salîye #podcast #diyarname #booktok #3deqe #film #news #hinar #love #amed

news

Agahiyên li ser weşanxaneyên kurdan û fûarê

news

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 09 01 2026

2025’an de binpêkirinên li dijî ziman û çanda kurdî eşkere bûn

news
  • 04 01 2026

Hin têbînîyên li ser metna bo '100 salîya serhildana Şêx Seîd'

news
  • 03 01 2026

Di sala 2026'an de wê rojeva kurdan çi be?

news
  • 02 01 2026

2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo

news
  • 01 01 2026

Serêke newî / Saleke nû

news
  • 01 01 2026

McGurk nivîsî: 7 mijarên sereke yên 2026'an

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Meseleya nexweşên li girtîgehan

ad

Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin

ad

Komisyona Jinên KNK’ê Nadiye Murad pîroz kir

ad

Ji bo hemû birêveber û karbidestên Kurd 1 T V yê! Tikaye bes bi zimanê kurdî bilîzin!

ad

Dayikên xwestin herin bîrîndaran bînin hatin binçavkirin

ad

Serokên partiyên çepgir li ser sînorê Kobanî ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çalakî û gotinên îro hatin kirin

  • 08 01 2026
news

Meclisa Taxên Kurdan banga hikumeta Şamê qebûl nekir

  • 09 01 2026
news

Barzanî û Talabanî li ser Taxên Kurdan çi gotin?

  • 07 01 2026
news

Hunermendan ji bo Rojava û Rojhilat bang kir

  • 07 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname