Dilyar Amûdî
Putin gotiye ku Tirkiye têkeve Sûriyeyê, dê mala bavê wê bişewitîne û dê di cih de bombeyeke nûkler biavêje ser Tirkiyeyê ku tenê tirkan dinase ta ku wan bi tenê bikuje lê kurdan nekuje û Tikiye giştik ji kurdan re bimîne.
Belê, bi rastî jî..
Eger we rojekê nûçeyeke wisa dît û xwend necefilin û nequtifin, heta nefikirin bê gelo bombeyeke wisa heye an tune jî, an tiştekî wisa gengaz e an na.
Ji ber çi, hûn dizanin!
Ji ber ku di Twitter, Facebook û ragihandin û çapemeniya me kurdan de, her tişt pêkan e.
Ne girîng e ku tiştekî wisa rast be an na, lê ya girîng ku em ji xwe re daxwaz xeyalên xwe di çavên xwendevanan de wekî rastî bidin pejirandin.
**
Ev çend roj in ku nûçeyeke di nav rûpel û malperên kurmancan digere û vê dawiyê Rûdawê jî wekî nûçe belav kir ku dibêje, Putin gef li Tirkiyeyê xwarine û gotiye, nekeve Sûriyeyê û behsa kantonên kurdan kiriye û hwd.
Ji ber tecrube û serpêhatiyên me yên berê, ez li nûçeyê di malperên dinyayê de geriyam, lê mixabin min tiştekî wisa nedît, belkî rast be jî lê bawerî bi çapemeniya me nemaye.
Belkî hûn dibêjin waa! Ne ewqasî jî, ma çi bû?
Lê ka hema em ji xwe re wisa vegerin bi paş de û li çend bûyeran binerin.
DAIŞ berbanga 25'ê hezîranê êrîşî Kobaniyê kir û em ji xew rabûn û me bihîst ku ew bêtar hatiye serê gelê Kobaniyê yê reben. Me ji xwe re got, gelo em dikarin çi bikin? Gelo em çi bikin? Me got, divê em dinyayê pê bihesînin û me di cih de dest bi weşandina wêneyên komkujiya Kobaniyê kir. Erê! em li malên xwe li ser komputerên xwe bûn, lê me wêneyên komkujiya Kobaniyê parve dikir.
Çawa? Yaw hêsan e, hema te çi wêneyê zarokên kuştî ji înternetê peyda kir, belav bike?
Tiştê ez fêm nakim; gelo qey li Kobaniyê 250 kes (zarok û jin û kal Û pîr) nehatin kuştin, lew pêdiviya me bi wêneyên sexte û nerast heye?
Belê hatin kuştin, lê ma em ê çawa xwe bigirin heta ew wêne werin, divê em zû bi zû rojnamegeriya xwe, şîrovekarî û analîzên xwe bikin, berî ku hinekî din bên û tiştên rast bibêjin û ew tişt ne li gorî dilê me bimeşe.
Lê pirsyareke besît: Gelo bi wan wêneyan, we çi fêde li gelê Kobaniyê kir?
Mînakeke din; berî demekê PKK û PDK ketin qirika hev û her yekî ji wan got ku wî Şingal azad kir û me jî da dû wan û PKK'iyên Twitterê got ku PKK'ê Şingal azad kir û pêşmerge reviya û PDK'iyan digot na me azad kir.
Nizanim bê kê azad kir, lê dizanim ku hîn DAIŞ li wir e û hîn Şingalî di bin konan de ne û hîn li çolan perîşan in û hîn kes nikare vegere û hîn û hîn û hîn..
Duh yekî ji Kobaniyê Quran şewitand û ji ereban re got “hûn hov in, hûn û dînê we, ji me re ne lazim in” û vîdeoya wê belav kir.
Gelo ji bo çi wiha kir? Çi fêda wê li me hebû?
Wê rojê nûçeyek di medya civakî de belav bû ku kurdên Şingalê li garaja Stembolê ne û ji birçîna dimirin û her kesî di medya civakî de got, xwedî li wan derkevin û divê em wan bi tenê nehêlin, lê kes ji mala xwe derneket û neçû ji ber wan peywira xwe kir û got “divê em li wan xwedî derkevin”
Di van bûyerên Sûriyeyê binxetê de gelek kes bûne rojnameger, nivîskar û şîrovekar, tenê ji ber bi erebî dizanîn û nûçeyên Facebookê di medyayê de belav dikirin.
Gava ew nûçe belav dikirin yekcar nedifikirîn bê rast in an jî gelo çi tehdeya wan li xelkê heye an jî encamên wê çi ne.
Ya girîng xelk bibêje ku vaye nivîsî û navê rojnamegerî û rewşenbîriyê bi xwe ve bizeliqîne.
**
Medya civakî derfet û şensekî mezin e ji bo me kurdan heta ku em bikarin ji qedexe û astengên dewletên serdest xelas bibin û bigihên hev û hayê me ji rewşa her çar perçeyên welatê me çêbibe, lê ne wisa! Ne bi derewan, ne bi çîrokên vala! Ne bi sloganan!
Nursel Aydogan tiştek got û her kesî dest bi şîroveyan kir û got, çawa wisa dibêje lê kêm kêm kesekî li gotina wê nerî. Tevî ku ez dizanim gotinên wê ne di cih de bûn û gelekî şaş bûn jî lê dîsa jî ne wek gotinên medya civakî bûn, lê em bibêjin xem nake û xelkê şîrove kir û fikirên xwe li ser gotinên wê got, lê gelo gotinên Selahedîn Demîrtaşî yên li ser televizyona Menar ya Hizbûllahî?
Ma ne hûn bi erebî nizanin, ev hûn çawa di cih de xwe ser serî diavêjin û dibêjin çawa wisa got?
Min li hevpeyvînê giştikî temaşe kir, lê mixabin min carekê tenê jî navê Hizbûllahê bi lêv nekir. Ez dibêjim “Mixabin” ne ji ber negotiye, lê ji ber ku medya me û me derew kiriye.
**
Mixabin ku em dibin rojnamevan, analîst, siyasetmedar û her tişt, lê em nabin welatiyên Kurdistanê ku dilên wan bi ser welat û gelê wan de diêşe û em ne li gorî hestên neteweyî bertek û nerînên xwe dibêjin, lê li gorî berjewndiyên xwe yên şexsî an jî ji bo piştgiriya partiyekê ji partiyên me yên siyasî.
Pêdiviya me bi medyayeke neteweyî heye ku rastiyan ji me re bibêje, ne henekê xwe bi me bike!
Pêdiviya me bi medyayekê heye ku baweriya me pê bê ne ku piştî em nûçeya wê bixwînin em neçar bimînin ku malperên dinyayê gişî bixwînin ta ku piştrast bibin.
Ne zehmet e, wellehî ne zehmet e!
Berî hûn nûçeyek, tiştekî an fikirekê binivîsîn, 5 deqîqeyan li ser bifikirin û bibêjin, gelo ev nivîs dê çi fêde li me bike? Gelo baş e an xerab e?
Medyayek ku baweriya kurdan pê neyê ne pêkan e ku baweriya dinyayê pê were.
01.07.2015, ji Nûçexaneyê hatiye girtin