___Dilyar Amûdî___
Yek ji tiştên gelekî zehmet bû ku mirov ji kesên ne ji "Sûriyeyê" re rave bike, dîktatoriya Esedî bû. Îhtimaleke mezin e ku gelek dewletên ereban wekî wê bûn yan dişibinê. Lê kesên derveyî civaka ereban nedikarî fêm bikin çawa tiştekî wisa pêkan e
Helbet ji bo me kurdan mesele tu carî ne meseleya kesan e. Anku Esed here jî, yê bi dû wî de bê dê jê ne çêtir be. Heta eger jê çêtir be jî û melaîket be jî, ji me re ne çare ye û ne bersiv e. Meseleya me, meseleya çarenûsê ye, meseleya em bibin xwediyên maf û biryara xwe. Lê dîsa jî di serdema borî ya "Sûriyeyê" de, tiştên balkêş hene ku rojnameya Washington Postê li ser yekê ji wan nivîsiye û min got bi kurtasî hinek xalên balkêş wergerînim. Mijar zimanê şifrekirî ye ku sûriyan bi kar dianî da ku neyên girtin.
Bi dehan salan, sûriyan bi gotin "Guhê dîwaran hene" hev hişyar kiriye ku tê wateyê li ser Esedî, partiya Beesê neaxive, dibe ku hinek bibihîsin û bigihînin muxaberata Sûrî. Esedan bi vî awayî tirs di nava xelkê de çandibû ku kesî newêrîbû li ber kesî biaxive û baweriya birayî bi birayî nemabû.
Nivîskara pirtûka "The Home that Was Our Country: A Memoir of Syria" Eliya Malik, dibêje, "Di nav sûriyan de, ji ber azadiyeke bera/rast a derbirînê tune bû, pêwîstiya te bi zimanekî şifrekirî/kodkirî hebû. Tu li ku bî jî, tu qet nikarî bizanî kî guhdarî dike, Heta gava (rejîm) ne li wir be jî li wir e."
Heger sûriyan li ser yekî bigota "Destnivîs/xeta wî xweşik e", ew dihat wê wateyê ku ew kes muxbir e û dê raporekê li ser te binivîse û bide dewletê da ku te bigirin.
Ne şert e ku mirov li Sûriyeyê be da ku bitirse, lê tu li derve bî jî tu ditirsiya ku muxbir hebin û raporan li ser te binivîsin.
Yek ji gotinên qedexe jî "dolar" bû. Ew bixwe "dolar" li derveya mekanîzmeya dewletê ne serbest bû lê xelk neçar bûn bikirin û bifiroşin. Îca xelkê navê "kesk" (reng) li dolarî kiribû. Ez negihîştim ser ji ber ji mêj ve ne li wir im lê li gorî WP'ê, hikumetê êdî bi vê peyva şifrekirî dizanî loma xelkê êdî ji dolaran re digot, "pûng" an "bexdenos".
Hîn ji dema bavê Beşar Esedî, Hafiz Esed, ve girtin, îşkence û bêserûberbûn tiştekî belav bû. Îca sûriyan navê girtîgehan kiribû "mala xaltîka te". Yekî hewl bida yan bêhemdî tiştekî "nelirê" bigota, derdorê dê jê re bigota "qey tu dixwazî herî mala xaltîka xwe."
Lê ev zimanê şifrekirî ne tenê di nav xelkê asayî de hebû, di nav xebatkarên rejîmê de jî hebû da ku pê xerabiyên xwe veşêrin.
Wekî mînak, muxaberat bixwaze yekî siza bike yan jî têxe nav lêpirsîneke bi îşkence, dê bigota "were qedeheke çayê li cem me vexwe."
Têgeheke din heye ku li Tirkiyeyê jî heye: "Tu dizanî tu bi kî re diaxivî?". Ev gotin bes bû ku tu huş bibî.
Min bi piranî agahî WP'ê birin û kurt kirin lê min bi ziman li gorî xwe wisa hêsan kir. Lê bila ev bûyer bibin ders ji me re ku gava em welatê xwe rizgar bikin divê em wisa ava bikin ku welatiyên me ji birêveberên xwe netirsin. Divê em welatekî ava bikin ku welatî jê hez bikin ne jê bitirsin, ji ber welatê li ser tirsê ava dibin bi hêsanî, di 11 rojan de (wekî Esedî), diherifin lê welatê li ser hezkirin û rêzê ava dibin dinya hemû nikare bîne xwarê.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


