logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’

Tirkî dikare bi kurdî û heta pê li serê kurdî jî dike. Ev rastiyek e. Nizanim sedem çi ye lê tirkî zimanekî wisa ye ku x

  • Dîrok: 27/07/2020
  • Beş: Serbest

Dilyar AMÛDÎ

Tirkî dikare bi kurdî û heta pê li serê kurdî jî dike. Ev rastiyek e. Nizanim sedem çi ye lê tirkî zimanekî wisa ye ku xwe vedizne nava mejitê mirovî, hêlîna xwe tê de çêdike û hêkan lê dike û çêlîkên xwe lê xwedî dike. 

Lewra ez naxwazim behsa ziman, girîngiya zimanî û bandora zimanî nekim lê ji roja ku min bi serxetiyan re daye û stendiye, gelek qalibên wisa min dîtine ku mejiyê min dike haho û hawar û her mereq dikim gelo çima wisa dikin. Helbet piştî salan min zanî ku sedem ew e ku tirkî dikare bi kurdî û ne sûcê tu kesî ye.

Îca yek ji wan qalibên ku ez dixwazim li ser rawestim jî ev e; bi ingilîzî “study”, bi erebî “دراسة” bi farisî jî her wiha “درس خواندن” e. 

Nebêjin îca ev ji ku derket; min vîdeoyek li ser youtube dît ku bi sernavê “Resul Bafeyî /Dema Naxwazim Ders Bişixulim”. Wisa nekin wekî ku Resûl tenê wisa dibêje. Hemû serxetî bê îstîsna wisa yan jî qalibekî nêzîkî vê dibêjin. Bi min heta cihekî normal e jî lê…

Ez paşê werim ser “lê”yê. Pêşî ez ji we re bibêjim ku me li binxetê çi digot, me tenê digot “xwendin.” Besî me bû. 

Ez nizanim Başûr lê wekî di sernavê vîdeoya jorê de jî xuya ye serxetî “ders(an) dişuxilim/dixebitim) dibêjin ku bi temamî wergera tirkî ye. Helbet ez nizanim jî ka Rojhilatî çi dibêjin û her wiha ez nizanim bê divê em kîjan were gotin jî. 

Heta ez nizanim bê ya em di bin bandora erebî de mane yan zimanê me û erebî li hev hatiye ji ber ya me û ereban bi temamî ne wekî hev e. 

Ereb “derese û dirase” bi kar tînin ku bingehê peyva “dersê” ye lê peyveke cuda ya xwendinê jî li ba wan heye lê em peyva “xwendin”ê ji bo herduyan bi kar tînin. 

Eger em binêrin ka li medreseyan çi dihat gotin, belkî û ez ne piştrast im em hîn bibin bê divê em çi bibêjim lê niha tiştê herî beloq bi min tê ya ku li serxetê tê gotin..

Ez qet ihtimala ku ez şaş bim ji bîr nakim lewra dibêjim belkî serxetî jî rast bin. Îca ez vegerim ser wê “lê”ya ku min li jorê hiştibû. 

Erê, reng e ku ya li serxetê tê gotin rastir be lê ka çima hûn natewînin. Gava mirov dibêje “ez ders dixwînim” û ne “ez dersan/dersê/dersa xwe dixwînim” wekî ku tu bibêjî, şûjinan di guhê min de radike. 

Ha loma ez dibêjim tirkî dikare bi kurdî, tirkî pê li serê kurdî dike. Mirovên me “ders dixwînin, êk dixwin, mirîşk dikujin…” 

Ez guneh im, hema ji bo xatirê min vê tewanga “pirjimariyê” (binêrin ez behsa ya nêr û mê yên yekjimar nakim) nekujin, telef nekin….


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser wêjeya kurdî pirsên çawa ji Hişê Çêkirî têne kirin?

ad

Têbiniyên vê mehê

ad

Demîrtaş: 'Bi qasî dengek canê wan heye'

ad

Pirtûkek nû "Rêzan û Çolo" derket

ad

Bi merasimekê Bozlak hat oxirkirin

ad

Bi rêya Covit-19 dek û dolabên desthilatdariyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname