___Dilyar Amûdî___
Kurdên me yên Serxetê bi awayekî balkêş bi paşnavê xwe ve hatine girêdan. Heta ew kesên ku bi her awayî dijî mêtîngeriya tirkan in, dijî hebûna çi tiştekî tirkî di jiyana xwe de ne, li wî paşnavê tirkan daye wan xwedî derdikevin.
Ne ku tenê lê xwedî derdikevin lê bi awayekî komnavî jî bi kar tînin: Em ji Ozmen’an in, em ji Oguz’an in, em ji ‘Deger’an in û hwd (Min paşnavê hevalên xwe nivîsine ji bo kes aciz nebe). Hinek hene ku piçekî bi meseleyê hesiyane û tîpên tirkî ji wan paşnavan derdixin û dikin ‘Ozmen, Oguz û Deger”. Lê ma çi têkiliya van paşnavan bi wan kesan, malbata wan, eslê wan an çi tiştê wan heye.
Demeke gelekî dirêj e. Heta hema hema ji roja ku ez ketim xaka Serxetê û paşê Tirkiyeyê ve û heta min dixwest li ser vê mijarê binivîsim lê ya rastî min nedizanî çawa. Ez hîn jî nizanim zêde bê derûneyeke çawa li dû vê meseleyê heye ku ew qasî pê ve tên girêdan lê bi qasî çend dîtin û xwendinên min, ez ê hewl bidim çend xalan bibêjim ku belkî em bi hev re li ser bifikirin.
Ataturk ev qanûn ji bo çi derxistin?
Wekî tê zanîn li Tirkiyeyê ev “Qanûna Paşnavan” di sala 1934’an de derketiye û di 1935’an de jî bûye likar. Wekî yek ji şoreşên Ataturkî tê nasîn. Yek ji mercên wê ku navên eşîr û miletên din jî ji wan paşnavan bûn ku hatibûn qedexekirin.
Di nav tirkan de baweriyeke seyr heye ku berî komarê paşnavê xelkê tune bûn û wisa bawer dikim ku gelek kurd jî di vê baweriyê de ne.
Ma bi rastî paşnavên me tune ne?
Paşnav çi ne? Paşnav ew beşê navî ne ku bi mîratî ji nifşekî digihîje nifşê din. Helbet wekî têgeh belkî nû be lê di pratîkê her hebû. Carinan wekî leqeb bû carinan navê kalik bû. Ne tenê li nav kurdan lê înglîz, ereb û gelek neteweyên din jî wisa ne; yan navê cihê jê hatine, yan navê bapîrekî wan e, navê navdarekî wê malbatê ye, navê karê wê malbatê ye.
Wekî mînak li Amûdê, maleke heye mala “Çemento” ye ku dibêjin navê wan bûye mala Çemento ji ber ku dîwarê wan yekem dîwarê çemento bû li Amûdê.
Malbatek heye ku Kavsenorî ye ku xizmên wan li serxetê jî hene. Navê vê malbatê ji navê gundê wan hatiye û merivên wan jî gava hewl didin xwe bi binxetiyan bidin nasîn wî navî dibêjin. Ew nav jî bişaftin û kelijîna tîpên peyvên “kevirê sînorî” ye ku bi demê bûye kavsenorî.
Malbatek heye mala “Gunreş”.. Xwedê dizane çîroka wan çi ye lê paşnav. Mala Seyda heye ji ber seydatî kiriye. Ev nimûneyên balkêş in lê bi piranî mirov li ser navê eşîra xwe û carina kalikên xwe tên nasîn. Bi piranî xelk diçin heta dawî û dibêjin em ji malbata filankesî ne.
Em miletekî bindest in û gelek tişt ne di destê me de ne. Em neçar dimînin rahêjin nasnameyên dagirkerên xwe, em neçar dimînin zimanên wan bixwînin û em neçarî gelek tiştên din dimînin ku di encamê de em carinan ji bîr dikin ev tişt neçarî hatine û rastî tiştekî din e. Ev jî asayî ye lê mirov pê diêşe gava ku dibîne her kesî wisa xwe bi wan paşnavên asîmîleker ve girêdaye û qebûl kiriye.
Ji aliyê yasayî ve ez zêde nizanim lê wisa min çend caran pirsî ji hevalên parêzer - ya rastî kesekî wisa giringî neda mijarê ji ber ji wan re normal e - lê wisa bi ser zimanan got ku ne hêsan e. Eger ne pêkan be jixwe em nikarin tiştekî bikin lê wekî din bi min ev ji navê bajar û gundan jî girîngtir e. Pêwîst e em hewl bidin bi awayekî fermî paşnavê xwe yê berra vegerînin. Eger em nikaribin bi qanûnê vegerînin jî, pêwîst e em di nav xwe bi kar bînin.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!