___Dilyar Amûdî___
Ev pirsa dijwar ku gelek kurd wê dikin hincet û dev ji axiftina bi kurdî berdidin. Îca vê pirsê pirseke din bi xwe re anî; gelo kurdiya baş tiştekî çawa ye?
WEKÎ PIRTÛKAN AXIVÎN
Gelo kurdiya baş, ew e ku mirov wekî pirtûkan biaxive? Bawer nakim tiştekî wisa li tu devera dinyayê hebe. Li tu derê tu kes wekî pirtûkan naaxive. Helbet mirov her hewl dide bi zimanekî wisa biaxive ku her kes jê fêm bike û ji bo wê jî dixwaze nêzîkî yê standard bike lê tu kes bi temamî wekî pirtûkan naaxive.
KURDIYA DEVOK TÊDE TUNE BIN?
Gelo kurdiya baş, ew kurdiya ku devok tê de tune be? Bi min ne ew e jî. Tirkan ji xwe re devoka Stenbolê çêkiriye û çavên kurdan bi wê tirsandine lê li her derê dinyayê devok hene û bi piranî ew devok winda nabe heta gava mirov tiştekî standard an akademîk jî dixwîne.
Kurdî jî him bi zarava ye û him jî bi devok e û ji xwe ne hewce ye bibêjim. Ev hem zengînî ye û hem jî bedewiya zimanê me ye.
Hinekan ji nezanî hinekan ji bo rehetiya xwe, ji xwe re ev kiriye hincet û dest ji axiftina kurdî berdaye.
KURDIYA SAFÎ KURDIYA BAŞ E?
Gelo kurdiya baş ew petî û safî kurdî be? Tu peyvên biyanî tê de nebin? Helbet na. Tu zimanekî wisa li dinyayê tune ye. Piraniya zimanan piraniya peyvên xwe ji zimanên din birine.
Lê gelo kurdiya baş çi ye? Bersiva vê pirsiyarê, hîn gava ez biçûk bûm, xalê min dabû.
Kurdiya baş e, ne ew kurdî ye ku peyvên tirkî, erebî û farisî tê de tune ne. Anku hewl nede ku tu peyvên "safî, ceribandin, helal û hwd" ji zimanê xwe derxîne, her wiha hewl nede ku peyva "zikak" derxîne ji ber ku di fikira de ye ku ew tirkî ye.
PEYV TIRKÎ YAN EREBÎ BE WÊ ÇAWA BE?
Peyv bi eslê xwe tirkî be yan erebî be ne kêşe ye. Mesele ku ew peyv bi awayekî xwezayî ketiye kurdî yan na, ew peyv kurdî xera dike yan na.
Îca xalê min ji bo vê digot, ne hewce ye ku mirov wisa zehmet bike. Kalikên me çawa diaxivîn, em wekî wan biaxivin besî me ye.
Kurdiya baş ew kurdiya ya ku piraniya kurdan bi hêsanî jê fêm dike.
ANÎNA BA HEV DU EXTIYAR AN DU CIWANAN
Du kalên bîne ba hev, yek serxetî û yek binxetî, ew ê li ba hev rûnên û bidêrin wekî ku ev 100 sal hev nas dikin û yek nabêje, kurdiya min nebaş e yan fêm nakim. Lê em du kurdên ciwan bînin ba hev, îhtîmal her sê hevokan carekê bibêjin, min fêm nekir.
Îca belkî ev pîvan pîvana herî baş e jî. Eger peyv an hevok tu li Mêrdînê dibêjî, yek ji Qamişloyê fêm nake, nexwe problem di wê gotinê de heye. Eger peyva yekî ji Hekariyê, kurdekî Behdînanê fêm nake, nexwe kêşe di wê gotinê de heye.
KURDIYA LI HER DU ALIYÊN SÎNOR TÊ FÊMKIRIN
Anku ew kurdiya ku aliyê din ê sînor jê fêm dike, kurdiyeke gelekî baş e. Ew kurdiya ku kalikê te jê fêm dike kurdiyeke baş e. Ji bilî van her kurdî, bi îhtîmalele mezin kurdiyeke çêkirî û ne zêde baş e. Lê em slogana xwe ji bîr nakin. Xerabtirîn kurdî jî ji baştirîn tirkî, erebî û farisiyê çêtir e.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


