Qamişlo
Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî civîna endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ku duh li dar ketiye, agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniya navendê, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tev li civînê bûne.
Li gor nûçeya ANHA'yê di civînê de desteya serokatiyê ya Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed ji bo hevserokatiya dadgehê, Faya Şemûn û Saêr El Girîd jî wekî cîgirên hevserokatiya dadgehê hatine hilbijartin.
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk 14`ê Adarê erkdarkirina 10 endaman ji bo Dadgehü Parastina Hevpeymana Civakî erê kiribû û van 10 endaman di vê civînê de sond xwarin.