logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

  • Dîrok: 07/01/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Nizanim hûn jî wekî min xewn û xeyalên Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî dibînin an na? Mixabin heta di xewn û xeyalên xwe de jî ez reşbîn im. Reşbîniya min ne ji valahiyekê tê lê ji rastiyên niha heyî ve tê. 
Neyaran, sînoran, dema em ji hev cihê mane, perwerdehiya me bi salan dîtiye, em perçewerçe kirine; cuhahiyên me, di şûna bibin bedewî û rengînî ji me re, bûne kêşe û asteng. Helbet mejiyên şûştî (belkî mirov bibêje mejiyên qirêjkirî dê çêtir be) jî hatine afirandin û em bi rastî jî ne rengînî û bedewî ye lê qirêj û kevzik e ku deryaya me ya rengîn genî dike. 

Tevî em hîn gelekî dûrî wê Kurdistanê ne jî di nêrîna min de, divê axaftin, kar û xebatên me hem ji bo wê bin hem jî li gorî wê bin. Anku eger em rêyekê li Qamişloyê vekin, divê em li ser bifikirin gelo em ê rojekê bikaribin wê bigihînin Kirmanşanê? Eger derhênerekî sineyî rêzefilmekî çêbike, divê em bifikirin û hewl bidin ku bihêle dêrsimî jî jê fêm bike.

Dengê we tê min, hûn dibêjin ku di van mercan de ne pêkan e û ne jî dibe. Rast e, gelekî zehmet e û divê haya me ji me û rastiya me hebe û em bi baskên mirîşkan hewl nedin bifirin. Lê ha li vir rola me wekî milet xuya dibe. Ji bo ku em bikarin van tiştan bikin divê em bêtir ji hev fêm bikin û bêtir hev binasin. Mixabin ev jî ne hêsan e lê wekî ku hûn dizanin çareseriya wê tenê ziman e.  

Lê berî ez fikir û pêşniyara xwe ji we re bibêjim ez ê ji we re çîrok û serpêhatiya xwe bibêjim. Ew ê hinekî seyr û ecêb bi we were lê bi rastî wisa ye. Hîn 16 salî bûm, ez çûm li Helebê bixwînim. Piraniya kurdên Helebê efrînî ne. Gava çûm dibistanê, min çavê xwe li kurdan gerand. Îca kurdên min didîtin, efrînî bûn. Ku diaxivîn, min digot qey bi frensî diaxivin. Min tu tişt ji wan fêm nekir. Wan jî ji min. Em neçar dibûn ku bi erebî biaxivin. Bi min wekî mirinê giran bû ku bi kurdekî re bi erebî biaxivim. Lewra min got, nabe û min dest pê kir xwe hînî efrînkî bikim. Ji ber ewqasî konsantre bûbûm, êdî bi amûdiyan re jî bi efrînkî diaxivîm. Jixwe ne meseleyeke zehmet bû. Hefteyekê diduyan mirov fêm dike ku heman ziman in û tenê cudahî devokî ye. Wan "a" dikir "o" (sar-sor) , "o" dikir "û" (dor-dûr) û hinek cuhahiyên din ku ne mijara vê nivîsê ne. 

Belkî bi we seyr were ku çawa me ji hev fêm nedikir. Niha bi saya teknolojiyê û koçberiyê û tevlîbûna civatên me, em bêtir ji hev fêm dikin lê rewş timî ne wisa bû. Herwiha hinek caran hîn jî ji ber gelek sedeman dibe kurmancê herêmekê ji yê herêmeke din fêm neke.  

Ez niha vegerim ser fikir û pêşniyara xwe. Min gotibû çareserî hevnasîn e û ji bo vê jî ziman merc e. Lê wekî ku hûn dizanin di zimanên me devok û zarava û herwiha faktora zimanên serdest heye.    

Ji bo çareserkirina vê pirsê; her ferdekî gelê kurd, pêşî fêrî kurdiya nava mala xwe bibe û pê biaxive. Lê peywira me li wir nasekine. Mesele hem hêsan e û hem zehmet e. Bo mînak bo kurmancekî mêrdînî, tu bi kurmanciya mala xwe yan gundê xwe dizanî, hewl bide tu kurmanciya nivîskî û standard hîn bibî û herwiha hewl bide tu ji kurmanciya Behdînan, Semsûr û Serhedê jî fêm bikî. Tu kurmancekî bakurî yî ku dikarî bi bi kurmancî bixwînî û ji piraniya devokan fêm dikî, hewl bide xwe fêrî zaravayeke kurdî bike. Bi min bakurî divê hewl bidin zaravayên kirmanckî û kurmancî berî soranî hîn bibin, başûrî û rojhilatî bêtir kurmancî, soranî, heweramî û rojavayî hema kîjan be dibe.  

Lê ma li vir peywira me qediya? Na helbet. Tu bi du zaravayan bizanî, xwe fêrî yeka din bike. Heya hûn bikarin ji hemû kurdan fêm bikin. Belkî bi we zehmet tê, lê kesê xweşik bi zaravaya xwe bizane, hînbûna fêmkirina zaravayeke din 10-15 roj in. Axaftin û danûstendin hinekî dijwartir lê ew jî çareser dibe.  

Dizanim ku jiyana tu kesî ji me ne ewqasî vala ye û dema tu kesî tune ku van tiştan hemûyan bike. Lê mixabin em kurd in û bindest in lewra divê ji miletên din bêtir bixebitin. Helbet nabêjim ku herkes divê van tiştan bike. Lê mebesta min her carê hewl bide ku tu hinekî zêdetir hîn bibî. Hinekî li zanîna xwe zêde bikî. Anku nebêje, ez bi devoka xwe dizanim nexwe xelas. Her tiştekî li xwe zêde bike. 

Devoka te tenê têra me nake. Hevnasîn û hevfêmkirin ji me re lazim e da ku em bibin yek giyan û bikarin plana Kurdistana mezin bi hev re deynin.

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Di vîzyonê de fîlmên vê hefteyê

ad

Mebûsên Amedê xwestin Bendava Farqînê bê betalkirin

ad

Di Roja Zarokan de 2 hezar û 559 zarok li girtîgehê ne

ad

Eno axur bi mîlyonek sterlîn hame rotişî

ad

"Di dîrokê de kesayetiya jinê" derket

ad

Agahiyên li ser Serhildana Mele Selîm û Bedlîsê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname