___Dilyar Amûdî___
Ziman bingehê sereke yê ragihandinê ye ku bi armanca dazanîn û gihandina agahiyan tê kirin. Anku armanca sereke ku saziya medyayê, xwînerî bi awayekî bide fêmkirin çi, ji bo çi, li ku derê, bi destê kê û çawa qewimiye. Helbet ev jî ne karekî hêsan e. Divê mirov bikare zimanekî herikbar û sade bi kar bîne lê her wiha agahiyan wisa ragihîne wekî ku bûne bê ku tu guhertinê têxê.
Helbet beşek ji medyayê û ragihandinê jî, girêdayî ragihandina bûyerên welatên din e ku hem li çandeyeke cuda diqewimin û hem jî bi zimanekî din jî çêdibin. Îca li vir werger jî dikeve meseleyê ku ew bixwe hunereke din e lê her wiha beşekî giring ê rojnamegerî û medyayê ye.
Werger bixwe karekî zehmet e, divê mirov bi her du zimanan baş bizane, divê haya wî ji çanda her du zimanan hebe, divê hem bi gotinan re dilsoz be lê bi wateyê re dilsoztir be. Wekî mînak "kick the bucket"; wateya herfî yan peyv bi peyv "pêhna xwe li dewlikê xistiye" lê wateya wê bixwe "mir" e. Îca ji mirov nabe ku vê wekî "pêhna xwe li dewlikê xist" wergerîne. Li gorî cih û armanca wergerê mirov dikare alternatîfan bi kar bîne, lê "pêhna xwe li dewlikê xist" ne yek ji wan alternatîfan e. Eger mirov karekî wêjeyî dike, dikare hewl bide biwêjeke kurdî ji bo wê bibîne. Lê eger nûçe be, divê mirov giringiyê bide wate û agahiyê bêtir. Ji ber xwîner li wir dixwaze fêm bike çi çêbûye ne ka tu çawa werdigerînî.
Piştî vê destpêka dirêj, dixwazim bêm ser sedema nivîsê û meseleyê: min nûçeyek di Rûdawê de dît sernav wisa bû "Hakan Fîdan: YPG lîstikan xirab dike, tevlî sîstemê nabe" ku werger ji nûçeyeke tirkî ye. Lê sernav wisa beloq û seyr disekine, heta mirov bi tirkî bizane jî, eger peyva "oyunbozanlik" neyê bîrê, dê xweşik fêm neke ka mebest çi ye.
Ya baştir ew e ku edîtor bêtir li ser wateyê rawestiye û tiştekî wekî "YPG li ser soza xwe nasekine".
Heger mirov wergera ingiîzî ya nûçeyê bixwîne, ew ê tiştekî wisa tê de nebîne.
Ev jî ne tenê kêşeya wergerê nîşan dide lê nîşan dide bê em çiqasî bi zimanê xelkê difikirin û hîn jî medyaya me û zimanê xweşik entegreyî hev nebûne.
Mixabin gelek rewşên wisa di medyaya kurdî de hene. Zehmetir dibe ku mirov nûçe û agahiyan bi kurdî bixwîne û fêm bike.

***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?
- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


