___Dilyar Amûdî___
Gava em li welêt bin û yan jî li bajarê dewletên serdest bin, em neçar dimînin ne xwe bin; em neçar in ku kirasên serdestên xwe li xwe kin. Anku em dibêjin qey ev ji neçarî ye.
Lê gelo bi rastî jî ev neçarî ye yan em êdî ketine şikil û dirûvê serdestên xwe û me xwe winda kiriye?
Yanî bi gotineke din, em ji mecbûrî xwe dişibînin neyar û serdestên xwe yan jî ew tişt bûye beşek ji me û çûye?
Teqez e ku bersiva vê pirsyarê dijwar e û lêkolîn pêwîst e. Lê tiştê min li Ewropayê dît; em êdî bi têra xwe dişibin neyarên xwe, em êdî têra xwe ne xwe ne.
Dikanên "doner" an jî "şawirma" her di destê wan kesan de ye ku ji Rojhilata Navîn hatine. Li wan dikanan ji bilî "doner," lahmacun/lehmbiecîn (nanê bigoşt) û tiştên wisa jî tên firotin.
Çi çaxa tu di ber dikanekê ji van dikanan re derbas dibî, tu lê dinerî tu texmînan dikî gelo ev a kê ye? Bi piranî tu qet texmîn nakî ku ya kurdan e, tevî ku piranî yên kurdan in.
Heger ez qalib û zimanê serdestan bi kar bînim, ez di ber kîjan dikanê re derbas bûme, min zaniye yê li wir dixebite ji Tirkiyeyê yan ji Sûriyeyê ye. Lê gelekî zehmet bûye ku texmîn bikim bê kurd e.
RESTORANTA KURDEKÎ BAKURÎ
Li bajarekî em çûn cihekî, ez bi tirkî axivîm û min pirsî tu ji ku yî? Got, ez ji Çewligê me, lê mixabin kurdiya wî ne baş bû; jixwe qîza wî bi tirkî dizanî lê bi kurdî nedizanî. Lê li vir mesele ne meseleya zimanî ye; jixwe ew qeder e û min destê xwe jê şûştiye. Mesele ku mirov tu rengê kurdîtiyê li wê xwaringehê nedidît. Bi ser halan de jî, navê nanê bigoşt jî wekî Turkish Pizza nivîsîbû, tevî her kes navê lahmacunê dizane.
RESTORANTA KURDEKÎ ROJAVAYÎ
Li bajarokê din, em di ber dikanekê re derbas bûn. Me zanî ku xwedî ji Sûriyeyê ye. Xortek bû, em bi erebî axivîn. Wî got, erebiya min ne baş e. Min pirsî tu ji ku yî. Got, ji Qamişloyê me. Îca em bi kurdî axivîn lê dîsa mesele ne ziman e. Heger ne ji zimanî be, min nedizanî ku ew dikan a kurdekî ye, lê min ê bigota qey a erebekî sûrî ye.
Yanî ji bilî dikanekê giştik wisa bûn. Ez çûm cem şirnexiyekî, wêneyê Stenbolê li sînga dikanê daliqandibû. Ma gelo wêneyekî Çiyayê Cudî têra çi yê wî nedikir, ez nizanim.
Ez çûm cem kurmancekî Amedê, dîsa min got qey a tirkan e. Li dikana xwe hinek dia daliqandibûn ku alaya Tirkiyeyê li bin wê xêzkirî bû.
GELO EM MECBÛR IN TURKISH PÎZZA BINIVÎSIN?
Gava mirov li ser difikire, dizane gelek sedem hene ku em wisa bûne. Lê gelo em mecbûr in wêneyê Stenbolê û alayên Tirkiyeyê daleqînin? Gelo em mecbûr in navê nanê bigoşt bikin Turkish Pizza?
Li vir kî ji min dipirse tu ji ku yî, bê ravekirin dibêjim Kurdistan. Lê carinan ez dibêjim heqê van biyaniyan heye ku guh li me nekin û bibêjin sûrî û tirk. Ma ne va ye em bixwe xwe wisa dihesibînin?
Dîsa dibêjim, sedem pir in ku em wisa bûne. Lê em dikarin hinekî din bişibin xwe û bibexişînin. Ku min dîsa ez bi reşbînî tevgeriyan û aliyê nebaş ê diasporaya kurdan dît.
Ev çend mînakên ji çavdêriyên min in. Belkî ez şaş bim û hêvîdar im wisa bim jî.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!