Diyarname
Roja 27'ê adarê Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê ragihandibû ku cara yekê dê îmzeya serokek DYA'yê yê dijî li ser pereyên kaxiz be. Niha jî hat ragihandin ku dê fotoyê Serokdewletê DYA'yê Donald Trump li ser paseportan be.
Li ser ê yekê BBC nûçeyek belav kir û got ku li ser rûpelê hundir ê paseportan dê portreya Trumpî, teksta Danezana Serxwebûnê, Ala DYA'yê û îmzzeya Serok di rengê zêrîn de hene.
Di paseportên niha li piyaseyê de bûyerên dîrakî wekî xwe danîna li Hîvê, Peykera Azadiyê û sembolên neteweyî hene.
Di paseportê niha pêşnûmaya wan hatiye amade kirin de wê fotoyê Trumpî jî hene. Li gor agahiya Qesra Spî wê hejmarek taybet ji van paseportan bê amadekirin, ev dê tenê li paytextê bêne belav û wê ji bo 10 salan derbasdar bin.
Heta niha nav û fotoyên Trumpî li hin cihên DYA'yê, li avahiyan û kargehan danîne. Li alyê din navê Navenda Sehneyên Hunerî ya John F. Kennedy bi biryara heyeta mutevelî rakirin û navê wisa guherandin: "Navenda Turmp-Kennedy".
Tê gotin ku Darpxaneya DYA'yê xwe amade dike zêrên 24 eyar ên ji bo bîranînê amade bike û li ser van fotoyê Trumpî hebe.
Li aliyê din hat gotin ku li Washington DC abîdeyeke serketinê ya 76 metre bilind wê bê çêkirin; wekî pêşqebûlek hatiye qebûlkirin ku navê vir "Arc de Trump" be.


