logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava
  2. Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
  3. 'Vê carê rast e' hat
  4. Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
  5. Festîvala Wêje û Helbestê ya Jinan dest pê kir
news-details

‘Date’a min bi jineke alman re

  • Dîrok: 16/09/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Min sernavê vê nivîsê berî nivîsê nivîsî. Ez bi piranî wisa nakim lê vê carê min wisa kir ji ber ku ihtimal heye, hinek kes bibêjin, “ma çi îşê me bi te û ‘date’a te heye!!”. Bi rastî xebera wan e. Lê li gel ku dizanim kêm kes dixwînin jî, ez dîsa jî ji ber du sedeman dinivîsim. 

Sedema yekem ew e; dixwazim ji dîrokê re binivîsim ku me hewl dida yan jî dixwest hinek tiştan bikin. Naxwazim kesên li dû me bên bibêjin, bav û kalên me çima ev nedikirin û çima ew 
nedikirin. Bila bizanin ku em li ser gelek tiştan difikirîn û me hewl dida em bikin. 

Sedema duyem jî ew e; dixwazim bi kurdî her tiştî bikim û li ser her tiştî binivîsîm. Ez dixwazim em kurd hîn bibin ku li ser her tiştî bi kurdî biaxivin. Ne şert e ku tenê wêje yan siyaset be. Lê bila hestên me yên rojane, serpêhatiyên me û hema her tişt bi kurdî be. Bila her tişt bi kurdî hebe. Dixwazim bi kurdî li ser bacanên sor, li ser qeliyê, li ser mirîşkan, li ser xewê, şevê, ramûsan, henakan, çekan û her tiştî binivîsim. Dixwazim her kes bikare vê bike ku em hişê xwe azad bikin ji wan zimanên din. 

Îca piştî ku min ji we re got bê "çima ez tiştên wisa dinivîsîm", îca ez ê ji we re qala wê bikim bê min çawa jineke alman nasî. 

Ez li bajarokekî biçûk ê Almanyayê dijîm. Li wir jî xwaringeheke kurdan heye ku ez diçim li wir xwarinê dixwim. Hingî ku ez diçim cihê min jî diyar e. Maseyeke mezin heye û her diçim li aliyê ber pencereyê yê maseyê rûdinêm. Helbet em û xwediyên xwaringehê jî bûne dost û henekan bi hev re dikin. Îca ew jî wekî hemû kurdan, diçin û tên û dibêjin, ka tu çima nezewiciyî û ka bizewice! Îca ez berî çend rojan dîsa çûm wê derê, min dît jinek li aliyê din ê maseya min rûniştiye. Jineke wisa ye ku seqema jiyanê por spî kiriye. Jineke wisa giran ku temen û jiyanê çîrokên xwe li ser rûyê wê nivîsîne. Jinek wisa ye ku mirov gopalê wê nebîne jî dibêje qey gopalê wê heye. Pîzza wê û çaya wê jî li ber wê bû.

Xwediyê xwaringehê hat silav li min kir û paşê bi henekî got, “ka em te û vê jinê bi hev bidin nasîn!” 

Min jî got, “Bi min qayîl nabe.”

Wî dest pê kir, tiştinan bi almanî jê re got, lê almaniya min zêde nebaş e. Min tenê fêm kir ku dibêje “bi îngilîzî dizane.”

Jina alman bi dengekî nizim û bi îngilîzî got, “ez hinekî dizanim.” 

Lê ji bilêvkirina wê diyar bû ku îngiliziya wê gelekî baş e. Piraniya almanan bi îngilîzî dizanin lê berovajî wan, bilêvkirin û aksana wê, ne almanî bû lê îngilîzî bû. 

Min jî jê re got, “Na tu gelekî baş bi îngilîzî diaxivî”.

Wê got, “Ez du salan li Brîtanyayê jiyam.” 

Min jê re got, “Loma axiftina te ew qasî baş e” û axiftina me dest pê kir.

Ez: Tu kengî li Brîtanyayê bûyî? 
Ew: Sala 70'yî bû. Ez paşê vegeriyam Almanyayê ye.
Ez: Te li wir çi dikir?
Ew: Min dixwend. Ez salekê li Fransayê jî mam.
Ez: Tu niha bi frensî jî dizanî.
Ew: Ne zêde têdigihêm lê baş naaxivim.
Ez: Te li wir çi kir?
Ew: Min mêrê xwe li wir nasî. Li wir “Kellner” dixebitî. 

Kir nekir, îngilîziya peyva “Kellner” a almanî nehat bîra wê, min jî jê re got, “garson”. Wê got “Erê.” û me axaftina xwe dewam kir.

Ez: Tu çima ji Brîtanyayê vegeriya yî? 
Ew: Dayika min ez birim. Yarekî min ê singapûrî hebû. Diya min hat û dît ku ez bi wî xortekî din re dijîm. 
Ez: Çima dêya te, tu vegerandî Almanyayê?
Ew: Li ser min tirsiya. Wê çaxê ne wekî niha bû. 
Ez: Êdî jin azadtir in.
Ew: Erê. Min mêrê xwe nas kir. Ez 22 salî bûm, em zewicîn. Berî 50 salan bû.

Di wir de, xwediyê xwaringehê hat û got, “Ez xwarina te jî bînim? Bila hûn xwarinê bi hev re bixwin. Date’a we bi xwarin be.” Min jî got, “Çêdibe.” Îca ez dîsa li xanima alman zîvirîm û min axiftina xwe dewam kir.

Ez: Heger tu bikariya yek tişt di jiyana xwe de biguheranda. Tê çi biguheranda?
Ew: Ne tiştek.
Ez: Jiyana te xweş bû?
Ew: Erê.
Ez: Te çi kar dikir?
Ew: Me xwaringehek hebû. Min û mêrê xwe bi rê ve dibir. Ez li wargeha pîr û kalan xebitîm. Ez jî wê karê xwe gelekî hez dikim.
Ez: Te ji bo wê xwendibû.
Ew: Min zimanê îngilîzî xwend. Lê min ji bîr kiriye.
Ez: Na îngilîziya te gelekî baş e. 
Ew: Te ji min pirsî, ka min ê çi biguheranda di jiyana xwe de. Zewac. Ez ê nezewiciyama. Min û mêrê xwe hev berda gava ez çil salî bûm. 

Îca pîzzaya min hat. Pizzaya min, ji ya wê cuda bû. Hinek goştê donerê li ser bû lê brokolî, spînax û îsotên sor li ser bûn. Wê jî wisa li pîzzaya min nerî û pirsî ka navê wê çi ye.

Ez: Nizanim. Ez ji wan re dibêjim çêkin, ew jî çêdikin.
Ew: Ez şînahiyê naxim. Jê hez nakim. Ji goşt hez dikim. 
Ez: Goşt xweş e. Ez jî wisa me lê ez hewl didim hinekî şînkahiyê jî bixwim.

Paşê em vegeriyan ser mijara xwe û ew axivî.

Ew: Zewac nexweş e. Gava  ez zewicîm. Ez 22 salî bûm. Zikê min li ber devê min bû. Ez 8 mehî ducanî bûm. Wê çaxê nedibû jinek bêzewac zarokan bîne. Ne wekî niha bû.
Ez: Niha dayikên “single” (bi tenê) hene.
Ew: Erê. Du zarokên min hene. Ez êdî pîrik im. Heta zarokên neviyên min hene. 
Ez: Te got, herî zêde te ji karê xwe yê wargeha pîr û kalan de hez dikir. Ew çima?
Ew: Min jê hez dikir. Alî wan dikir. Lê min ji qîza xwe re got, heger ez ketim. Min nexe wê derê. Ez jê hez nakim.
Ez: Çima tu jê hez nakî? Qey li wan ne miqate ne.
Ew: Na, ne ji ber wê, lê wisa atmosfera wê nexweş e. Herkes wisa melûl rûniştiye li hêviya mirina xwe ye. Ez têkevim wê rewşê, ez ê otenaziyê bixwazim. Li Almanyayê qedexe ye. Ez ê biçim Swîsrayê ji bo wê.
Ez: Tu hîn li ser xwe yî û ciwan î.
Ew. Ez 84 salî me. 

Min xwest hinekî mijarê dûrî mirin û pîritiyê bibim û min jê pirsî bê herî zêde ji kîjan xwarinê hez dike?

Ew: Şinîtzel. Cihekî nêzîkî vir heye, gelekî xweş çêdike. Ez diçim wir dixwim. Otelekî jî heye. Her demekê diçim wir ji xwe hefteyekê betlaneyê dikim. Ez bi tenê dimînim. Hez dikim bi tenê bim. 
Ez: Tenêtî xweş e. Tu alkolê vedixwî?
Ew: Erê. Heta berî 4 salan min her rok vedixwar. Vexwarin xweş e. Lê niha ez carinan wisa nîv qedeh şerab vedixim. 

Min jê pirsî bê gelo ji kîjan vexwarinê herî zêde hez dike. Lê wisa diyar bû ku di fikir û bîranînên xwe de xayiz bûbû. Dengê min neçûyê lê behsa nexweşiyên xwe kir:

- Gelek nexweşiyên min hene. Ji herêma pelvîsê, çar caran emeliyat bûme. Ji sê cihên din jî emeliyat bûme. Li min nexuya ye lê parkinson bi min re ye. 

Ez: Te negota, ez 84 salî me, min nedizanî. Min digot qey tu herî zêde 70 salî yî.
Ew: Na, ez mezin im. Lê heta berî 4 salan “boyfriend” (yarê) min hebû. Me dev ji hev berda. Wî got, “ka em bi hev re bijîn”. Min got, “Na.” Ew li bajarekî din bû. Dûrî zehmet bû ji bo wî. Lê gava min got "na", ew çû.
Ez: Hestek çawa bû gava we dev ji hev berda.
Ew: Tiştek nebû. Ne wekî berê ye. 
Ez: Te got, hevalekî te yê sîngapûrî hebû. Piştî we dev ji hev berda, te tu carî hewl da ku tu pê re biaxivî.
Ew: Erê. Piştî min dev ji mêrê xwe berdabû. Lê ew hest nemabûn. Êdî çûbû. 
Ez: Mirov mezin dibe, hest û dilê wê, wekî berê namînin. Êdî wekî berê hez nake. 
Ew: Dizanî, ew ‘boyfriend”ê min ê ku berî 4 salan me dev ji hev berda. Piştî me dev ji hev berda bi 4 mehan, ji xwe re yeka din dît. Mêr hemû wisa ne. 
Ez: Ez jî dibêjim jin wisa ne.

Wê serê xwe hejand wekî bibêje “ez nizanim”.

Li wir min li saetê nerî, min dît ku dema otobûsa min nêzîkî bûye. Ez çûm, min heqê xwarina xwe da û lê vegeriyam û min spasiya wê kir ji bo vê sohbeta xweş û têr. Wê jî spasiya min kir. Ez derketim.

Piştî ku derketim, min ferq kir ku min navê wê nepirsiye. Nizanim kurd hemû wisa ne yan ez tenê ji bîr dikim ku li navan bipirsim. Lê ew danûstendina bi wê jinê re, kir ku ez bifikirim bê jiyan çiqasî xweş û nexweş e. Xweş e ji ber ku mirov her rojê tiştekî dibîne û tiştekî nû hîn dibe û nexweş e jî ji ber ku roj bi roj nêzîkî mirina xwe dibe. 

Her wiha nizanim bê min çiqasî xweş û nexweş nivîsiye lê wisa xuya ye ku jiyanek romanek e. Jiyan tiştekî wisa ye ku kurdek û almanek digihên hev û serpêhatiyên xwe yên jiyana xwe parve dikin. 

Di dawiyê de, dinya diguhere û hinek peyvên wekî “date”, “boyfriend”, “girlfriend” hene û ew peyv çandî ne. Ji ber ku di çanda me de hîn jî ew tişt tune ne, peyvên wekî “jivan”, “heval” an “yar” xweşik wateya wan nadin an jî wekî ku kêm dimînin. Nizanim bê mirov dikare ji bo wan çi bibêje.

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye

news

Berhem Çiîrokên liber Bayê Nûbihar #diyarname #news #diyarname20salîye

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandinDîrok: 11/09/2025

news

Berhem: Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî / Brahîm Alûcî / Belkî / 206 rûpel / 2025 / Folklor

news

Dilyar Amûdî: Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyancihûyekî

news

H. Kovan Baqî: Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

news

Yeqîn H.: Çol

news

Kadîr Stêra: Li xerîbiyê pel û kortik

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Sal 1225, Û sal 2025...

news

Omer Dilsoz: Ew warê dûr

news

Keda 16 kesan

news

Erbane...

news

Hogir Berbir: Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

news

Çerkezê Reş 70 salî ye

news

'Em gora Dengbêj Şakiro dibin Agiriyê'

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

Dema binçavkirina Lahûr Şêx Cengî

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 19 09 2025

Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

news
  • 16 09 2025

Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî

news
  • 16 09 2025

‘Date’a min bi jineke alman re

news
  • 01 09 2025

'Payîz an jî Ziyab'

news
  • 01 09 2025

Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

news
  • 31 08 2025

Nîqaşên li ser pênaseya folklorê / Zanista gel

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • Cemil Oguz
news

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Hogir Berbir
news

Gotin Zinarên ‘Dara’yê nerm dikin

  • H. Kovan Baqî
news

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • H. Kovan Baqî
news

Çol

  • yeqîn h.
news

Li xerîbiyê pel û kortik

  • Kadir Stêra
news

NEZANÎN

  • Dilşêr Bêwar
news

Ew warê dûr

  • Omer Dilsoz
news

Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

  • Hogir Berbir
news

Temûz û Xeleka Bedew 

  • Mesûd Qeya
news

Ji peyvê berev nivîsandinê

  • yeqîn h.
news

Nivîsên Kralê Asûrî Salmanasarê 3’yem

  • Hogir Berbir
news

1992 – 2003 – 2012 – 2025

  • Cemil Oguz
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Serena jî têk diçe!

ad

Rêveberiya xirab û gotara serxwebûnê

ad

UNESCO: Wa bermahiyê dîrokî yên miyanê Sûran biparêznê

ad

Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû

ad

Rojnamegerên navdar jî ji karê xwe dibin

ad

Wergera Sîmultane û rewşa wê ya di kurdî de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

  • 18 09 2025
news

Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin

  • 17 09 2025
news

'Vê carê rast e' hat

  • 17 09 2025
news

Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

  • 19 09 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname