Bi zordariya hikumetê rojnamegerên navdar jî ji karê xwe dibin. Nivîskarê rojnameya Akşamê Oray Egin bal kişand ser çend rojnamegerên ku bi awayekî bi zordariya hikumetê ji kar hatine dûrxistin. Vaye nivîso Egin:
Can Dundar bi ku ve çû?
Oray Egin
Nûçeyên sereke "Can'li Haber", bernameya bi prestîj a NTV ku Can Dundar pêşkêş dikir zû dikeve betlaneyê. Ecêb e ne? Li pêşiya me hê hilbijartin heye. Can Dundar jî yek ji qozên girîng ê vê kanalê bû. Jê wêdetir "Can'li Haber" vîtrînê NTV bû.
Berî her tiştî ev ne li gor salnameya televîzyonkarî ye. Bernameyên wisa wekî standard heta dawiya pûşperê didomin. Lê vaye Can Durdarî biryareke wisa daye...
Bêyî ku dirêj bikim ez sedema wê eşkere bikim: Bi qasî ku ez hîn bûm Can Dundarî hefteya borî xwest kesa herî zêde li ser nîqaş heye Nuray Mertê bike mêvan, li ser 'namerd'ê* biaxive.
Tê gotin ku rêveberiya NTV jêre gotiye 'dernexe' bernameyê... Bifikirin, bi ser de jî Nuray Mert amadekarê bernameyeke wê kanalê ye.. Digel vê.
Can Dundar ku dawiya mehê dê biçûya betlaneyê li ser vê dest ji kar berda û çû.
***
Can Dundar ne yekemîn kes e... Nizanim haya we jê heye ji rûyên ekranê yên em hîn bûne ev demeke dirêj e yek jî li holê naxuye...
Pêşî Cigdem Anad çû, dûre îsal dibe ku çêkerê bernameyê yê herî serketî Mirgun Cabas... Vê hefteyê jî Banu Guven derket betlaneyê!
Ne tenê li NTV, min dizanî li gelek kanalan zordarî li ser sazkarên bernameyan heye, lê ez qet nefikirîm ku dê ev rûyên ekranan derxin betlaneyê. Bi ser de jî ne Dundar, ne Anad, ne Guven, ne Cabas ne li aliyên tam dijber in.
Ger li hemberî rojnamegerên ku li navendê disekinin û tenê karê xwe dikin jî tehemul nema be...
Hin ji van navan dê êvara hilbijartinê de li ekranê bêne xetibandin lê ev yek ne telafiya xatirxwestinê ye.
10.06.2011, Akşam
* Ji ber axaftineke Nuray Mert, Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jêre 'namert' gotibû.