Ji bo guhdarîkirinê:
Li stêrkan dinêrim, ne tenê me stêrkên li ezmên hevalên min. Cardin li vir xirecir e, cardin şer kirin e, li hewşê heşt heb wesayîtên polîsan. Xwe ji wê qelebalixê vedizilînim.
Diçim li bin darekê rûdinêm û diponijim.
Paşê Qeyd û Bend, Bo Xatirê Xaltika Aso vedikim:
"Go rokê gulan bû, min pel pêçan. Pelê rezan bû, go min pelên xwe pêçan, min dan ser agir."
Gotin xelas dibe, tenê muzîk didome:
- Ez kîjan xwarinê çêbikim ?
Min gotibû:
- Pel, û kortik.
Xwarineke pir xweş, û bi tahm e.
Pel, û kortik li ser tifikê dikeliyan; yê min jî dilê min geh dikeliya geh jî diêşiya:
Biçe cara dawî serîkî bide darên xwe yên fisteqan. Ez ji malê derketibûm; lê min xwe li ser gora dê, û bavê xwe dîtibû. Bi wan re diştexilim:
- Rojekê ez ê vegerim; lê tevî bûka we û neviyên we.
Kêliyekê li wir mabûm, û vegeriyabûm malê:
- Tu çû nav daran?
- Erê ez çûm.
Jixwe ew jî du dar bûn, û pala xwe dabûn hevdû.
Dilê wî diêşiya; lê bi henekan dilê xwe haş dikir.
Gava li welêt bûm, û ez bi tena serê xwe li malê dimam, xwernedîtek bûm. Ji min nedihat ku ez ji xwe re xwarinekê çêbikim; lê penaberiyê ew xwernedîtî min ji ser xwe avêt. Tu mecbûr î bijî, ji ber vê hinî çêkirina gelek xwarinan bûme; lê min nedizanî pel û kortikan çêbikim. Min zehf bêriya wan jî kiribû, car caran diket bîra min.
Lê gerdûnê ew ji min re anîbûn. Gava meriv ji dil bixwaze, Xwedê an em bêjin gerdûn dide meriv. Vê carê jî, xwesta min çawa pêk anîbû? Ez bêjim.
Berî du hefteyan çîroknûsê hêja Amed Çeko Jiyan li min geriyabû:
- Ka dawiya hefteyê, bibe mêvan.
- Vê dawiya hefteyê diçim cem Yehya Omerî, hefteya bê, bi kêfxweşî ez ê bêm.
Gava Amed Çeko Jiyan geriyabû, gotibû dilê te diçe kîjan xwarinê? Min ya dilê xwe gotibû:
- Min berî du hefteyan li cem mala hevalê xwe yê ji gundê Xerabê Bava şamborek, û kutilk xwarin. Pel, û kortik heyat in.
Bi ken, û henekan me telefon girtibû.
Bi rastî jî, surprîzên gerdûnê xweş in, berî ku ez jê re binivîsim wî min li cihê Bamf'ê ditibû. Paşê bi xêra gerdûnê me hev dîtibû, pirtûkên xwe ji min re îmzekirin.
Di van rojên wisa de, ev pirtûk zêr bûn.
Li trêna xwe siwar bûbûm, min berê xwe da mêvandariyê. Li stasyonê, li bendî min bû. Ez gihîştim bajarê wî, me her yekê çixareyek pêxist û li ser lingan sohbeta xwe kir. Paşê em derbasî malê bûbûn.
Li ser ocaxê pel û kortik. Min hîs kir ku wê tehma pel û kortikên xweha min bida min, ew ên li ser tifikê. An jî ew ên ku xwehe min danîbûn ser tezgehê û hevalê min ê ku li Sirûcê jiyana xwe ji dest dabû xwaribûn:
-
Xwezî aniha pel, û xortik hebûna.
Ez, û wî li çûbûn cem mala birayê, li malê kesek tune; lê li ser tezgehê ew xwarina pel, û kortikan.
Bê qey Xwedê, dengê wî bihîstibû.
Xwesteka wî ji dil bû, dilê wî paqij bû.
Dilê xwe li wan rehet kiribû.
Ji kêliyê hinekî dûr ketibûm, paşê vegeriyabûm.
Min û Amed Çeko Jiyan qehweya xwe li bexçeyê vexwar, sohbeta xwe domand. Min got:
- Xwezî te berdewama çîroka Varjabed anîbûya.
Poşmaniyek lê bûbû bar. Mîna bêje, xwezî min berhema xwe ya pêşî bi Varjabed xelas bikira. Paşê kêliyê xwe dispart çîrokan, li vê xerîbiyê bûbûm mêvanê dildozekî wêjaya dayika xwe.
Paşê em derbasî ser xwarinê bûbûn. Ji sifreya me bêhna welêt dihat, tewlê pel û xortik hingî tehma wan xweş bûn min digot qey xweha min li ser tifikê çêkirine.
Piştî xwarin û wê sohbeta xweş berê wesayîtê li gund, stêrkên ku li bajêr xuya nedikirin li gund dibiriqin.
Piştî xwarina pel û kortikan bi zikê têr sohbet jî xweştir dibû. Te dî dibêjin wêje zik têr nake; lê ne xem e rih têr dibe. Geh me li stêrkan dinêrî geh me qala Varjabed dikir.
Di nava civakê de, gelek kesan nasnameya xwe vedişartin, Varjabed jî yek ji wan bû.
Li bin wê darê bûm, min dixwest ji kêliyê dernekevim; lê carinan hişê min diçû windayînan li wan difikirîm. Min; ez ê doh û yê aniha dianî ber hev. Ka bêje, ez ê min ê berê, tu dixwazî çi, ez ê aniha re çi bêjî?
Biçe razê, sibê rojek nû derdikeve. Xwe avakirina xwe bispêre wê roja nû û bawer bike. Ji xwe, ji xwe bawer bike, xwe teslîmî rêyê bike, binêre va ye tu bi xwe dibînî bê di teslîmiyeta rê de çi surprîzên xweş meriv dibînin.
Bi ya ez ê berê dikim, êdî ew qasî ne bi hêrs e jî.
Min serê xwe danîbû ser palgehê, û ew kêliyên xweşî mêvandariyê li tûrikê biranînan zêde dikir.


