Di nava wan çar dîwaran de, çîrok dişewitîn,
helbestan dixwestin bi hewara wan ve biçin;
lê ew jî dişewitîn. Jixwe stran, ji êvara Xwedê ve sêwî bûn.
Ew bi qasî dilên xwe mezin bûn.Yên derûdora wan girtibûn li derveyê bûn;
devê wan genî, xwîn ketibû çavên wan
çi bihata ber wan xeradikirin.
Li hêlekê tarîtî li hêla din ronahî hebû. Av nebedî bûbû; sîh û sê pepûle bûn her tiştê wan nîvco hiştibûn. Hin ji wan li ser derenceyê rûniştibûn.
Di destê wan pepûleyan de pêşeroja mirovatoyê hebû; lê bê çaretî ji dilê wan difûriya.
Ew taritiya li derveyê wê Otela Madimaqê, bi xwînê destmêj girtibûn, qelbê wan kor bû. Ew hosteyê xerabiyan bûn, wê rojê ne tenê sî û sê pepûle qetirkirin wan mirovatî qetil kiribûn.
Hin ji wan bi dixanê fetisîn; hin ji wan bi agir şewitin; lê ya bi rastî hatibû şewitandin çîrok bûn.
Yek ji wan çîrokan jinika hollandayî, Carîna Cuanna bû. 7'ê Tîrmeha 1970'an li Hollandayê tê dinê, meraqa wê berê wê dide Enqereyê. Ev jinika aktivîst wêneyan dikşîne, rojnivîskê digire, resîman xêz dike.
Di 30'ê Hezîranê de berê xwe dide Sêwasê, semah herî pir balê wê dikişîne. Li semahê dinêre, armanca wê lêkolîna li ser semahê ye. Lê ew bixwe dibe semah.
Aniha vê şevê Carîna semahê digerîne, çavên wê bûne stêrk, kirasek spî lê ye û dikene. Piştî bi têra xwe semahê digerîne radihêje lênûsk û qelema xwe. Dinivîse: "Di wê ciwaniya xwe de, ez bûm şehîda heqîqetê. Ji terefê dinyê, çûbûm terefek din.
Ew cihê ez lê bûm li min xerîb dihat; lê meraqa min ya li hemberî zanînê berê min dabû wir. Min ew kesên ku min bi agir şewitandin nasnedikir, tu hiqûqa min jî bi wan re tune bû; lê wan çima min şewitandin?
Qey bo ez bibim pepûle min şewitandin? Qey Xwedayê me ne yek bû? Ez şewitîm, bûm heqîqet. Bi min re sî û du pepûleyê din jî şewitîn.
Kê ji wan re gotibû biçin wan mirovan bişewitîn? Ne qaşo dewledê diviya bû me biparasta? Em li wê Otelê bûn, hetanî bêhna xwe ya dawî jî li xelasiyê digeriyam."
Berî ji welatê xwe derkeve kelecana wê pir bû, ne dizanîbû ku wê ew Otela Madimakê ji xeyalên wê re bibe gor. Dilê wê dikizirî, xewnên wê difûriyan.
Li wêneyê wê dinêrim. Kenê wê, porê wê, guharên wê:
- Carîna, lê por zerê!
- Çi ye?
- Bêje kê we şewitand ?
- Ez berê bi agirê heqîqetê şewitî bûm; lê nizanim bê ew kî bûn.
Ji mizgeftê derketibûn li ber wê Otela Madimakê bûn, dixwestin deng li heqîqetê qût bibe. Ew der bûbû qîr, û qiyamet. Bê qey dojehê, bihuşt dişewitand.
Wan bi wê qetlîamê gelek mirov ji ola Îslamê dûr xistin. Yek ji wan jî ez bûm, belkî şikestina min ya pêşî yê li hemberî ola Îslamê ev bûyera Otela Madimakê bû.
Wekî pir zarokan ez jî, di nava travmayan de mezin bûm. Mezinan digotin: "Heger hûn nimêj nekin, hûnê li wê dinêya din di nava agir de bişewitin. Bi wê tirsê hetanî zemanê xwe yê lîseyê jî, min nimêj dikir; lê bi guhdarîkirina strana Grup Yoruma li ser qetlîma Otela Madimakê li ber deriyê dersxaneyê ez matmayî mabûm.
Wê çaxê ez hînî bûyerê bûbûm, nizanim bê çima ji nimêjê sar bûbûm? Kesên di terîqetekê de cîh digirtin dihatin propagandaya ola Îslamê dikirin; lê min qala bûyera Otela Madimakê dikir.
Aniha diponijim, heger li dinyaya din dojeh hebe çima me bi wê dojehê ditirsînin? Ma ne wateya Îslamê aştî bû. Wan kesan li ser navê Îslamê nehewiyeke mezin kiribûn. Jixwe eleqeya wan bi Îslamiyetê re hebûya tiştek wisa nedikirin. Lê vê kêliyê fêm dikim ku ya wan nijadperestî bû.
Wê nijadperestiyê qelbê wan reş kiribû. Çi gunehê wan mirovan hebû? Li ser sifreya heqîqetê ew mirov li hev kombûbûn; lê çima hatibûn şewitandin?
Carîna şewitî, Hesret şewitî. Bi wan re sî û yek pepûleyên din şewitîn.

Carina Cuanna Thuijs di sala 1970'ê de hatiye dinê, ji bo zanîngeha ku lê dixwend li Tirkiyeyê tez amade dikir, li Sêwasê ew jî hat şewitandin.


