Ji bo guhdarîkirinê:
Em ji navenda penaberan a Zurîhê, li tevahiya Swîsreyê hatin "belavkirin". Bi vî awayî, ji bextê me re, em hatin Neuchâtel Valanginê ku li wir daîreyeke du çavî ya ji hêla gundiyan ve hatibû raxistin li bendî me bû. Çend hefteyan paşê, min li kargeheke saetan a li Fontainemelon dest bi xebatê kir.
Ez saet di pênc û nîvê sibehê de şiyar dibim. Pitika xwe têr dikim, cilên wê lê dikim, cilên xwe jî li xwe dikim û bi busa (otobus) şeş û nîvan berê xwe didim kargehê. Li ser rê pitika xwe datînim kreşê û diherim kargehê. Saet di pêncê êvarê de ji kargehê dertêm. Keçika xwe ya biçûk ji kreşê hildidim, dîsa li busê siwar dibim û vedigerim. Li sûka gund, ji dikanê asûkên xwe dikim, li malê sobê vêdixim (di apartmanê de germahiya navendî tune), şîvê didim ser û hazir dikim, zaroka xwe dikim xewê, firaxan dişom, hinekî dinivîsim û dûre bi xwe jî diçim radikevim.
Kargeh ji bo helbestnivîsandinê pir guncav e.
Kar têra xwe yeknesak e; meriv dikare li ser tiştin din jî bifikire, û rîtmeke bi rêkûpêk a makîneyan heye ku tê bêjî risteyan ditiktikîne! Di dexlika min de kaxez û qelemeke min jî heye. Hinga ku helbest şiklekî digire, ez not dikim. Êvarê jî xweşik di defterekê de tevî dinivîsim.
Em nêzîkî deh macaran li heman kargehê tevde dixebitin. Di navbera nîvroyê de em li kantînê digihîjin hev, lê xwarinên kantînê hingî ji xwarinên ku em hîn bûne cudatir in, em hema hema tiştekî naxwin. Ê min ez bi xwe, herî kêm salek e, nîvro hew qehweyeke bi şîr vedixwim û pê re jî hinek nan.
Li kargehê, her kes li hemberî me nazik û baş e. Bi me re rûken in, bi me re diaxivin, bes em tu tiştî ji hev fêm nakin.
Lê çol jî tam ji vir dest pê dike. Çola civakî, çola çandî. Kelekela rojên şoreşê û revê, dewsa xwe ji ker-lalî û valahiyê re hêla ye; em bêriya wê nostaljiya wan rojan dikin ku me têr hest pê dikir em beşdarên tevgereke muhîm û dîrokî ne, em bêriya welêt dikin û em bi hesreta malbatê, heval û hogirên xwe dijîn.
Hinga em hatin vir, me tiştek hêvî dikir.
Me nizanibû em hêviya çi dikin, lê teqez ne ev bû: Ne ya van rojên dilguvêş ên xebatê, ne ya van êvarên ji deng xalî, ne ya vê jiyana sarqerisî, neguher, bê surprîz, bê hêvî...
Ji hêla aborî ve, erê em piçekî din ji berê çêtir dijîn.
Ji dêleva yekê, du odeyên me hene. Têra xwe komir û dexlûdanê me heye. Lê tişta ku me winda kiriye, xwedî bedêlekî pir girantir e.
Di busa sibehê de, kontrolvan tê li kêleka min rûdine, her sibeha xwedê tim wiha ye; heman kes e, yekî qelew û şên e. Di tevahiya domana rêwîtiyê de bi min re diaxive. Ez jê pir baş fêm nakim, lê ez jê têdigihîjim ku bi nêta, min aş û dilniya bike dibêje, wê swîsrî nehêlin ûris werin heta vir! Dibêje, divê tu êdî netirsî, êdî ne xemgîn bî;
tu niha di ewlehiyê de yî.
Pê re dibişirim; nikarim jê re bêjim ku ji ûrisan natirsim û ger xemgîn bim jî, ev bêtir ji ber ewlehiya zêde ya niha ye, çimkî ji bilî vê jî tiştekî ez bikim tune. Ji bilî kar, kargehê, asûkan, şûştin û xwarinê tiştekî ku li ser bifikirim tune. Û ji bilî yekşemê tu tişt tune ku ez lê çaverê bim da ku têra xwe razêm û di xewn û xeyalan de welatê xwe hinekî din zêdetir bibînim.
Bi kêmzanîna xwe ya fransî, bêyî dilê wî bihêlim û wî biêşînim çawa dikarim jê re rave bikim ku welatê wî yê xweşik ji bo me penaberan ji çolekê pêvtirkê ne tiştekî din e;
çoleke ku divê em jê ve biborin da ku em bigihîjin wê tişta ku jê re tê gotin "entegrasyon", "asîmîlasyon".
Lê wê hingê, min hê nizanibû ku wê hin ji me jî ebeden nagihijinê...
Tevî ku cezayê girtîgehê li pêşiya wan bû, ji nava me du kes vegeriyan Macaristanê. Du kesên din, du xortên ciwan, azib, hê dûrtir çûn, çûn Amerîkayê, Kanadayê. Çarên din hê û hê dûrtir çûn; çûn wê devera herî dûrtir, ango çûn wêdetirî hudûdên gewre!
Van her çarên ku min ew nas dikirin di du salên ewil ên mişextiya me de xwe kuştin.
Yekî jê bi heb û dermanên barbîturîk, yekî bi gazê û du heban jî bi kindiran:
Ya herî biçûk hijdeh salî bû. Navê wê Gisele bû...
Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.