Diyarname
Li Helebçeyê 2'yemîn Festîvala Wêje û Helbestê ya Jinan bi merasimek dest pê kir.
Merasima destpêkirina festîvalê li Salona Prof. Dr. Mustafa Zalmî li dar ket. Di merasimê de ligel Waliya Helebçeyê Nuxşa Nasih, gelek rayedar, nivîskar, rewşenbîr û helbesthez amade bûn.
Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunerê ya Helebçeyê bi diruşma "Jin razên xwe tenê bi pênûsên xwe dinivîsin" festîvalê li dar dixe.