Ji bo guhdarîkirinê:
Jixwe hinga biçûk bûm jî min ji vegêrana çîrokan hez dikir:
Ew çîrokên ku min bi xwe li hev dianîn.
Car caran dapîra min ji bajêr dihat serdana me da ku li pîbarî dêya min rabe. Evarê, wê em dikirin nava nivînan û hewl dida da me bi çîrokên ku me bi sedan caran jê guhdarî kiriye bike xewê.
Ez ji nivînan radibim û jê re dibêjim:
Ez ê çîrokan vebêjim, ne tu.
Ew jî min dide ser çongên xwe û dihejîne:
De bêje, hadê tu bêje.
Min bi hevokekê dest pê kir, hevokeke ketûber û her tişt jixweber herikî. Karakter xuya dibûn, dimirin, yan jî winda dibûn. Serketî û têkçûyî hebûn: Wê ev xal ebed bi dawî nebe jixwe. Li ser çongên dapîra min dibû pelepela devê min û li hev digeriya:
Û paşê... û paşê...
Dapîra min ez kirim nava nivînan, roniya lambeyê hûr kir û çû pêjgehê.
Birayên min di xew de ne, ez jî bi xew ve diçim, û di xewna min de çîrok berdewam dike; car xweş û geh tirsnak.
Tişta herî zêde jê hez dikim vegêrana çîrokan e; ji birayê min ê biçûk Tila re.
Ew şêrînê ber dilê dayê ye. Sê salan ji min biçûktir e, ji ber vê jî, her çi jê re bibêjim bawer dike. Mînak, ez wî dikişînim quncikeke bexçeyê û jê dipirsim:
- Tu dixwazî razekê bidim te?
- Raza çi?
- Raza çêbûna te.
- Di çêbûna min de tu raz tune.
- Heye. Ez ê ji te re bêjim, lê bi şerdê tu sond bixwî ku tê ji kesî re nebêjî.
- Sond dixwim.
Nexwe, guh bidê:
- Tu esil zarokekî bêkes î. Tu ne ji malbata me yî. Me tu li zeviyekê dît; terikandî, tazî û birçî.
Dibêje:
- Ne rastîka ye, derew e!
- Wê dê û bavê min dawiyê, yanî tu mezin bû şûnde vê ji te re bêjin.
Tu wiha zeîfokî, wiha şût î tazî... xwezî te zanibûya bê dilê me çi qasî bi te êşiya.
Tila dest bi girî dike. Ez wî hembêz dikim:
- Megrî. Ez bi qasî birayê xwe yê heq ji te hez dikim.
Yanî bi qasî Yano?
Hema hema. Yano birayê min ê heq î helal e.
Difikire:
- Îcar çima paşnavê min û we yek e? Û çima dayê ji we her duyan bêtir ji min hez dike? Tu û Yano hûn tim tên cezakirin, lê ez ebed.
Jê re rave dikim:
- Paşnavê me û te yek e erê, ji ber ku dayê û bavo tu bi awayekî fermî wekî ewled stend. Û dayê ji me bêtir ji te hez dike, çimkî ew dixwaze nîşan bide ku ew tu ferqê nake navbera te û zarokên xwe yên heq.
- Ez zarokê wê yê heq im!
Tila diqîre û ber bi malê ve bazdide:
- Dayê! Dayê!
Ez bi dû dikevim:
- Ka te sond xwar ku tê tiştekî nebêjî? Min tenê henek kir.
Êdî dereng e. Tila digihîje pêjgehê û hema xwe diavêje hembêza dayê:
- Ji min re bêje ku ez lawê te me! Lawê te yê heq û tu jî dêya min a helal î!
Bêguman, ji ber van gotinên min ên tewşomewşo, dayê min ceza dike: Ez li quncikeke odeyê bi ser gurzê gilgil de çong dişikînim! Piştî bîstikekê Yano jî bi gurzek gilgilê din tê û li kêleka min çong dide ser!
Jê dipirsim:
- Tu çima hatî cezakirin?
- Nizanim. Min tenê destê xwe bi qotê serê Tila da û min got:
Ji te hez dikim, bêjiyê heram!
Em keniyan. Zanim, ji bo ku pişta min bigire, bi qestîka xwe daye cezakirin; ji ber ku bêyî min hedar nayê wî.
Di salên pê re, ez ê dîsa tiştik miştikên kelevajî ji Tila re bibêjim. Ji Yano re jî dibêjim, lê ew ji min bawer nake, çimkî ew salekê ji min mezintir e.
Di pê re, wê kurmê nivîsandinê were min: Hinga ku ew têla zîvîn a zaroktiyê qetiya û hinga ku ew rojên xerab û ew salên ku dibêjim, "Ji wan hez nakim" hatin...
Dema ku ji dê û bav û birayên xwe vediqetim û diçim dibistana leylî ya li bajarekî nenas, li wir, ji bo puxtekirina êşa dûrketinê, hew çareyeke min heye: Nivîsandin.
Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.

Agota Kristof nivîskareke macar e; di sala 1935'an de li Macaristanê hatiye dinê, di sala 2011'an de li Swîsreyê miriye.


