LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê Komîsyona Aborî û Darayî ya Parlemana Başûrê Kurdistanê Dr. Izet Sabir li ser gotara serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û rewşa aborî ya herêmê ji rojnameya me re peyivî û kêşeya esasî ya krîza aborî û pirsgirêka sereke ya gotara serxwebûnê jî wekî rêveberiya xirab bi nav kir. Li gorî Dr. Izet Sabir dema aborî serbixwe bû û sîstema siyasî ya Başûrê Kurdistanê parlemanî û bi îstîqrar bû, serxwebûna Kurdistanê jî de facto dibe.
Bê parlamen çawa serxwebûn wê bê ragihandin
Dr. Izet Sabir li ser pirsa ka gotara serxwebûnê û rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê bi hev re xwediyê çi têkiliyê ne, got, „Mafê gelê Kurdistanê ye ku biryarê di biwara çarenûsa xwe bide. Lê belê, li vê herêma me parleman ev sê sal in hatiye betalkirin, partiyên siyasî di nav xwe de ne li hev in. Civîna nakin, li gel hev rûnanên, rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê xirab e. Bi vî halê heyî ti ne mumkin e ku serxwebûna Kurdistanê bi dest bînin. Divê gelê Kurd yekgirtî be, yek gotar be. Eger Kurd yek gotar nebin, wê çawa be. Gelo kî divê biryarê bide, helbet parlemana herêma Kurdistanê, ger ew biryarê nede, ew referandûmê neke wê çawa be! Tu nedikarî çaksaziyê bikî, nedikarî rêveberiyekê durist bikî."
Peymana bi BOTAŞ´ê re pişta aboriyê şikand
Dr. Izet Sabir li ser xurtiya aboriya Başûrê Kurdistanê de dibêje, Başûrê Kurdistanê gelekî dewlemend e, îşaret bi çavkaniyên xwezayî yên mîna neft, gaza xwezayî û avê dike û wiha dewam dike: "Erdeke me ya baş heye ji bo çandiniyê, destê kar û kirekarên me yên şareza hene, ango tevahiya bingehên aboriyeke baş ên me hene. Lê belê rêveberiyeke me ya xirab heye. Eger rêveberiya me başbûya, rewşa xelkê Başûrê Kurdistanê nedigihişt rewşa niha heyî. Mûçe ji nivî kêmtir bûne, bi sedan projeyên mezin nîvco mane, pirsgirêka civakî çêbûye, dizî çêbûye. Ev hemû nîşanên hebûna rêveberiyeke xirab e, ango dahat û pereyên Kurdistanê bi başî bi rê ve naçin. Li serê hemû pirsgirêkan jî ew peymana Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi şirketa Tirk BOTAŞ´ê re ya ji bo 50 salan e. Neft û gaza xwezayî ya Kurdistanê bi rêya lûleyên BOTAŞ´ê di ser Tirkiyeyê ve digihêjin bender û bazarên dinyayê. Herêma Kurdistanê neft û gazê bi gelek erzanî difiroşe. Gelek pereyan dide kiriya lûleyan, şirketa Tirk pereyên xwe digire, di encamê de ji bo xelkê KUrdistanê beşeke kêm dimîne. Ji ber vê yekê rewşa herêmê li şûna ku di asta xwe ya herî baş de be, mixabin di asteke pirr xirab de ye."
Li ser vê jî Dr. Izet Sabir di nava gotina xwe de îşaret bi dewlemendiya Başûrê Kurdistanê wiha kir: "Başûrê Kurdistanê ji her sê beşên din ên Kurdistanê gelekî dewlemendtir e. Li Bakur av pirr e, lê neft kêm e; li Rojhilat kişt û kal hene, lê neft nîne, li Rojava neft heye, lê gaz nîne. Li Başûr hemû damanên xwezayî hene. Ji ber wê yekê nabe ku Başûr di vê rewşa xirab a aborî de be."
Serokê Komîsyona Aborî û Darayî ya Parlemana Başûrê Kurdistanê Dr. Izet Sabir dibêje, rast e ku şerê DAIŞ´ê û hebûna penaberan zextê li aboriyê dikin, lê belê ji ber ku dewletên cihanê jî alîkariya çek, xwurekan û pereyan dide, nabe ku mirov bibêje, "Ev ji ber DAIŞ´ê yan jî penaberan e. Nexêr, şaşiya îdareyeke xirab e Kurdistanê bi rê ve diçe."
Serxwebûna aborî şert e ji bo serxwebûnê
Li ser bibîrxistina bi ser nexistina serxwebûna aborî ya sektorên çandinî, pîşesazî li Başûr, Dr. Izet Sabir wiha dipeyive: "Li tevahiya dinyayê, heger dahata welatekî ji neftê yan jî yek dahatê be, ew welat beşên din ên aboriyê baş û çê neke, aboriya wî welatî serketî nabe. Herçî em in li Başûr, me tevahiya sektorên din ên aborî kirine bi qurbana neftê. Çandinî, pîşesazî hemû bi qurbaî neftê kirin. Heger vê neftê bi başî bi kar bînî, civak sûdê jê werdigire, bi xirabî tesîra xirab li hemû sektorên din dike."
Li ser pirsa serxwebûnê û elaqeya wê bi têkiliyên aborî bi welatên derve re û siyaseta xweserkirina aboriya herêmê re, Dr. Izet Sabir dibêje, "Tu serxwebûna xwe bi ser naxî, heger aboriya xwe tu bi ser nexî. Heger çandiniyê, pîşesaziyê beşek ji xelkê neke, heger di warê dabînkirina pêdiviyên rojane yên jiyana mirovan de tu xweser nebî, tu nikarî doza serxwebûnê bikî. Weke nimûne, îro li Kerkûkê alaya Kurdistanê hatin hildan, çav li rê ye ku Abadî mûçeyên karmendên Kerkûkê bibirre, ji Başûrê Kurdistanê re dibêje, madem te alaya xwe bilind kiriye, divê tu mûçeyan bidî. Heger hilberîna çandinî û pîşesazî li cem te nebe, karekî pirr zehmet e tu doza serxwebûnê bikî li Başûrê Kurdistanê."
Li ser pirsa ka çi ji bo Kurdistanê baştir e, di warê Tirkiye û Iraqê de, Dr. Izet Sabir dibêje, "Bi ya min ne Enqere ne jî Bexda baş in. Lewma ne Bexda pê xweş e Kurdistan serbixwe be, ne Enqere, ne Îran û ne jî Sûriye. Rêya rast yekgirtina gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd e. Ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin. Ango bi xwe xwe ser bi xwe bikin. Hingê bi emrî waqih ango de facto tu serbixwe dibî. hingê neçar dibin qebûl bikin. Ji bo vê divê aboriya te serbixwe be. Partiyên siyasî û gelê girt hevgirtî be, hingê kar hemû hêsantir dibe."
Serokê Komîsyona Aborî û Darayî ya Parlemana Başûrê Kurdistanê Dr. Izet Sabir di dawiyê de jî bi van gotina banga xwe dike: "Eger aboriya herêmê serbixwe be, sîstema siyasî parlemanî bi îstîqrar û çê be, ji sedî sed Kurdistan de facto serbixwe dibe. Ez ji gelê Kurd û partiyên siyasî dixwazim, aştiya xwe bikin, hevgirtî bin da ku siyseta me û aborya me serbixwe be."
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin