___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Di serdema nûjen de mirovahî bi qeyraneke kûr a nirxan û wateyên re rûberû ye. Di hundirê vê qeyranê de lêborîn û bexşandin (forgiveness) wekî yek ji kêşeyên herî tevlihev ên jiyana takekesî û civakî derdikevin pêş. Ev kêşe ne tenê di warê exlaqî û felsefî de, herwiha di warên derûnî, civakî û siyasî de jî xwediyê girîngiya mezin e.
Dîroka mirovahiyê di rastiyê de dîrokeka tundî û gunehan e. Ji kuştinên komî bigire heta zilm û kirêtkirin (humiliation) û biçûkxistinên takekesî, ji şer û qirkirinên nifşî bigire heta neheqiya civakî û aborî – mirov berdewam bi şopên van xerabiyan re rûberû dimîne. Kêşeya bingehîn ev e: Mirov çawa dikare bi van şopan re bijî? Çawa dikare xwe ji zîncîrên kîn, kerb, hêrs û tolê (revenge) azad bike? Û ya herî girîng jî gelo lêborîn û bexşandin riya derketinê ji vê kilamê ye?
Lêborîn û bexşandin ne tenê çalakiyeke hestyarî yan exlaqî ye. Ev di heman demê de pêvajoyeke veguherîner (transformative) e ku hem nasnameyan (identities) hem jî têkiliyên civakî ji bingeha wê vediguhezîne. Dema mexdûr (victim) tometbar (perpetrator) dibexşîne, ev tenê hesabkirineke takekesî nîne – ev di heman demê de danasîna têkiliyên hêzê, çêkirina deriyekî nû yê jiyanê û ji nû ve sazkirina siberojê ye.
Di vê çarçoveyê de lêborîn û bexşandin wekî çalakiyeke şoreşgerî (revolutionary) tê pênasekirin ku mexdûr ji nasnameya "qurbaniyê" û tometbar jî ji nasnameya "gunehkariyê" azad dike. Ev veguhestin (transformation) ne tenê navxweyî ye, herwiha veguhestineke derûnî, giyanî civakî û siyasî ye ku rêya çêkirina civakeke dadmend û aştîxwaz vedike.
Sirûşta Bexşandinê
Bexşandin yek ji çalakiyên herî tevlihev û kûr ên mirovahiyê ye ku di hundirê xwe de hêzeka xweserî ya şidet û tundiyê vedihewîne. Dema rûdaneke tundî yan zirardîtin diqewime, du nasnameyên bingehîn derdikevin pêş: tometbar û mexdûr. Ev nasnameyan wekî qalibên sabît li ser kesayetiya mirov dimînin û rêya derketina jê pir dijwar e.
Lêborîn û bexşandin di vê çarçoveyê de çalakiyek şoreşgerî ye ku qurban ji wê nasnameya "mexdûr"ê azad dike û di heman demê de tometbar jî ji nasnameya "sûcdar"ê rizgar dike. Ev pêvajo ne tenê veguherandineke navxweyî ye, herwiha veguherandineke derûnî, civakî û siyasî ye ku têkiliyên hêzê ji bingeha wê vediguhezîne.
Di dîrokê de lêborîn û bexşandin wekî mafek îlahî (divine right) hatiye dîtin. Xwedê ku xwedan hêz û şiyaneke bêsînor e, biryar dida ka kî bijî û kî bimire. Mafê lêborîn û bexşandina jiyanê, dirêjkirina temenê û heta rêdana xerabiyê jî heqê wan bû. Di dema kevin de ev hêz û şiyan gihîşt mîran: mîr xwedan mafê bexşandinê bûn û dikarin gunehên herî giran bibexşînin. Îro jî serokên dewletan di nîzama hiqûqî de dikarin mafê lêborînê bi kar bînin.
Cudahiya di Navbera Lêborîn û Bexşandinê
Bexşandin pirî caran wateya rakirana hiqûqî ya gunehê ye: qanûnên bexşandinê, betalkirina cezayan, efûkirina ji cezayê ye. Ev ji aliyê desthilatdariyê – ango dezgeha ku xwedan hêza cezadayînê ye – tê kirin.
Lêborîn pêvajoyeke derûnî û hestyarî ye ku bi hesta tometbarî (guilt), deyndariyê û wijdanê ve girêdayî ye. Lêborîn û bexşandin rabûyê nû nake, zirar û ziyanan venagerîne, lê gengaza ku mirov bi çavekî din li dîrokê binêre pêşkêş dike. Ev jî barê derûnî sivik dike.
Dema mirovek ji kesekî lêborînê dixwaze, mexdûr dikare wî bibexşîne. Lê kêşeya bingehîn ev e: tometbar dikare xwe bibexşîne? Ev pirsiyar rasterast li navenda têgihiştina lêborîn û bexşandinê ye.
Bîrdoziya Diyariyê
Têkiliya avahiyê di navbera tol û diyariyê (gift) de Marcel Mauss di bîrdoziya xwe de diyariyê wekî awayekî têkiliyê ku li ser bingeha beramberiyê (reciprocity) rave kiriye. Tol jî wekî diyariyê, bersivek e ku ji çalakiyekê hatiye kirin. Tola ku nayê stendin wekî hesteke kêmasiyê li mirov vedigere, hesteke deyndariyê çêdike.
Di vê çarçoveyê de devberdan ji tolê jî dikare wekî diyariyek ku ji tometbar re hatiye pêşkêşkirin were fêmkirin. Lêborîn û bexşandin tiştê ku hatiye jiyîn ji holê ranabe û ne şikestinê çêdike û ne jî dîrokê vediguhere. Lê balkêşana me ya li ser rûdana trawmatîk vediguhere. Hêrsa ku di her bîranînê de vedigere û li derûn û giyana me vedibe bêbandor dike.
Bexş çakiyekî ku ji kesekî re tê kirin, diyariyek e. Ev nîşan dide ku bexşandin di bingehê de çalakiyek diyarikirinê ye ku ji mexdûr ber bi tometbar ve tê pêşkêşkirin.
Piştî rûdaneke trawmatîk hêrs û hesta tolê ya ku ji hundir tê girtin, cihê hundirîn ê mirov vediguhezîne girtîgehekê. Lêborîn û bexşandin riya derkeftina ji vê girtîgeha navxweyî ye. Armanca lêborîn û bexşandinê ev e: dîsa ji nava dil û hinavê xwe aştiyê bibînin, ji hêrs, kîn, kerb û tolê azad bibin.
Nûnertiya Navxweyî
Hêrsa ku di hundirê me de hol û heldidin, bêkû em hîs bikin, bi me re dikeve danûstandinê. Nûnertiya (representation) hêrs û kerbê dest bi jiyanê dike di hundirê me de. Ango em dibin xwediyê ji kesê ku em herî kêm jê hez dikin di hundirê xwe de. Wateya vê ev e: takekesê ku em wekî "xerab" yan "tometbar" dibînin, berdewam bi me re dijî di hundirê me de.
Lêborîn û bexşandin rizgariya ji vê nûnertiya hundirîn e – ango ji tiştê neyînî yê hundirê me. Ev jî destpêkek nû, gengaza arastebûna siberojê pêşkêş dike. Di rastiyê de ev rêguhîzaneke hundirîn e ku mirov ji têkiliya bi xerabî û tometbar re ber bi têkiliya bi xwebûna xwe û siberoja xwe ve vediguhezîne.
Şikestina Ewlehiya Bingehîn
Rûdanên trawmatîk "hesta ewlekariya bingehîn" (basic trust) ku Erik Erikson behsa wê kiriye û "baweriya bi cîhanê" ku Jean Améry pênas kiriye ên mirov bi jiyanê girê dide, ji holê radike. Di van mercan de mirov wekî ku nikare ji yên din re bawer bike nikare ji hebûn û xwebûna xwe jî bawer bike. Ji ber vê yekê aştî û lêborîn "tiştê tirsnak" e. Aştî divê ji nû ve bingeha ewlehiyê ava bike.
Di lêborîn û bexşandinê de mirov ne tenê ji tometbar re lê ji hebûn û xwebûna xwe re jî li hev tê; têkiliya bi xwebûna xwe re jî nerm dibe.
Hevdilî û Têgihiştin
Lêborîn û bexşandin dan û standin e – devjiberdana ji gotûbêja hêrsê ye. Kesê dibexşîne heta niha bi hêrs li tometbar dinêrî lê vêga divê hev fêm bikin. Takekesê ku hatiye xapandin divê bizane çima hatiye xapandin. Bi vê re wateya lêborîn û bexşandin geşe û geşedana kapasîteya hevdiliyê (empathy) derdikeve holê.
Hevdiliya ku li vir tê behskirin ne tenê têgihiştinek bihor e, nêzîbûnyek hestyarî ya ku tê hîskirin û veguhere. Hevdilî fedakarî, lihevkirin û kapasîteya paşvekişandina agresyona xwebûna xwe vedihewîne.
Lê dijwariya ev e ku mirov hestekî di xwebûna xwe de nas dike dema li yekî-din dibîne, loma têgihiştin û hevdilî ava kirin zehmet nabe. Lê hestekî ku di xwebûna xwe de qet pêşneketiye di yekî-din de naskirin û hevdilî avakirin zehmet e.
Guherandina Nasnameyan
Pêvajoya lêborîn û bexşandinê carna dibe sedema veguherandinên nasnameyan jî. Nasnameyên tometbar û mexdûr têne çareser kirin lêbelê trawmaya jiyayî ji holê ranake; lê nasnameyan vediguherîne. Ev çareserî ji nû nivîsandina dîrokê nîne; wateya vekirina derekî nû yê kirdekirinê ye.
Mirin û ji nû ve vejîna sembolîk divê were pejirandin ku lêborîn û bexşandin her car encamên erênî çêdike. Lêborînxwazî di hin rewşan de dikare ji bo vegerandina gunehan bibe sedem, vekirina cihî ji bo gunehên nû were karkirin.
Cudahiya di Navbera Rûmet, Namûs û Şerefê de
Rûmet (dignity) ji şeref û namûsê cuda avahiyek e. Namûs di hundirê sînorên ku civak diyar kiriye de dikare bê veguharandin. Şeref (honor/reputation) jî dikare bê guherandin û ji nû bê bidestxistin. Lê rûmet nirxek ku bi cewherê mirov ve girêdayî tê pejirandin, di her mirovî de wekî navxweyî hatiye pejirandin.
Rûmet di rastiyê de nayê windakirin. Lê di demên kirêtkirin û biçûkxistin û tundiyê de takekes dikare hîs bike ku rûmeta xwe windakiriye. Cudahiya li vir bi awayê ku jiyan di asta hestyarî de çawa tê tecrûbe kirin ve girêdayî ye.
Rehenda Dinî ya Bexşandinê
Bexşandin ne tenê takekesî-derûnî; di heman demê de pratîkek çandî û dinî ye. Bi taybetî di çarçoveya dinî de bexşandina Xwedê pirî caran tê girîngdarkirin û wekî heqekî bingehîn tê pejirandin. Ramana ku heta gunehên herî giran jî ji aliyê Xwedê ve dikarin bêne bexşandin ji bo bawermenda awayekî hêvî û paqijbûnê pêşkêş dike.
Lê hin hestên tometbariyê tenê bi spartin û şandina ji Xwedê re nayên sivik nabin. Dengê wijdanê berdewam bi ravekirineke îlahî nayê hişkirin. Wijdan hem bi pergalên nirxên takekesî hem jî yên civakî ve girêdayî komek avahiyên razber (abstract structures) e.
Cudahiya Navbera Lêborîn û Bexşandinê
Di navbera têgîna lêborîn û bexşandinê de cudahiyek girîng heye. Lêborîn rûdaneke navtakekesî (interpersonal) ye ku di navbera du kesan de çêdibe. Bexşandin vê ji bêtir hewldanek navxweyî, exlaqî û derûnşîkarî (psychodynamic) ye ku di hundirê mirov de çêdibe.
Bexşandin ne tenê çalakiyek e ku mirov dikare ji xwe re bibêje "ez vî kesî dibexşînim" û xelas bibe. Ev pêvajoyeke tevlihev e ku poşmanî (remorse), pejirandina gunehên xwe û hewldanên telafikirinê (compensation efforts) vedihewîne. Lê gerîneciha vê pêvajoyê ji tevger û reftarên tometbar (perpetrator) zêdetir bi şerê ku mexdûr (victim) di asta hestyarî û sembolîk de dide girêdayî ye.
Ya bingehîn ne bincilkirina hêrsa mexdûr, arezûya tolê (revenge) û hêviyên rastiyê ye. Pêwîst e mirov bi van hestan re rû bi rû bibe, wan nas bike û fêm bike. Di vê çarçoveyê de lêborîn û bexşandin dibe ku wateya ji nû avakirina têkiliyê nebê – bingeha mekanîzmaya rizgariya ji barê navxweyî ye.
Bandorên Derûnşîkarî di Rewşên Trawmatîk de
Bi taybetî bandorên derûnşîkarî (psychodynamic) yên kûr ên tometbarî û lêborîn û bexşandinê di çarçoveyên trawmatîk de girîng dike. Dema em li tradîsyona Freudî dinêrin, em dibînin ku rewşên ku tometbarên rastîn û zerardîtinên rastîn hene pir caran di malbatê de çêdibin: dê û bavên ku bedkarî û îstismarê (abuse) dikin, lêkolerên ku tundiya laşî (physical violence) yan hestyarî bi kar tînin.
Di van celebê rewşan de zarok dikare bi tometbar re xwewekîdîtinek mazoşîst (masochistic identification) bike. Ev wateya wê ye ku zarok gunehan bi hundirê xwe re dide û bistîne, hebûn û xwebûna xwe bênirx dike û bi jiyana xwe vê avahiyê ji nû ve çêdike. Zarok bi xwe re dibêje "ez gunehkar im, ez şayî vê xerabiyê me."
Bexşandin ji lêborîna tometbar zêdetir hesabkirina bi vê tometbariya navxweyî û şemalê nasnameya (identity) ku çêdike watedar dibe. Gunehê rastîn wekî tometbariya nevrotîk (neurotic guilt) nayê çareser kirin û ji holê ranake. Lê dikare were naskirin, bi hestyarî were karkirin û di têkiliya ku bi tometbar re ji nû ve bê pênasekirin û bê veguhertin.
Sirûşta Tolê wekî Berteka Rêguhêzî
Tol û heyfhilanîn ne tenê wekî berteke prîmîtîv (primitive impulse) lê di heman demê de wekî berteka rêguhêziyê (regulatory response) tê nirxandin. Hesta tolê pirî caran ji serboriya kontrola windayî, bêwateyî yan bêhêztiyê çêdibe. Ev hest di rewşekî ku sînorên xwenasiya takekesî parçe bûne de derbirînkirina xwezaya ji nû avakirina rêbazek sembolîk (symbolic method) e.
Civakên nûjen devjiberdana ji tolê wekî nîşandêreka şaristaniyê (civilization) bilind dikin. Lê di asta takekesî de ev rûdawa bincilkirî bi şêweyên patolojîk dikare vegerehe. Devjiberdan ji tolê ne tenê hilbijarandineke exlaqî ye, di heman demê de şêweya xwe-rêguhîzaneke (self-regulation) ku eziyê diparêze ye.
Arezûya tolê ew bertek û bersiva ku takekes di cîhana xwe ya navxweyî de ji neheqiya ku dîtiye ye. Li hember bênirxbûn, nedîtin yan jî kirêtkirin û biçûkxistinê (humiliation) berevaniya xwe-pejirandinê, jesta rûmetê ye. Ev arezû ku di asta xewn (dream), fantezî û sembolîk de dixebite dikare domandina pêwendiya bi tometbar re jî bike. Heta dikare ne derbirînkirina zerar dîtinê lê berxwedan û bergiriya (resistance) hebûn û xwebûna xwe be.
Tol wekî Berxwedana Bêdeng
Bi taybetî dema ku behs jinên ku rastî tundiyê hatine, tol dikare bibê şêweya berxwedan û bergiriyeke bêdeng (silent resistance), jesta dadmendiyek nediyar (unclear justice). Tol di hin rewşan de vediguhere îfadeyek ji evînê, jêvebûnê heta xwe-hezkirinê. Ji ber vê yekê divê di warê terapiyê de bi zanebûn bê nirxandin.
Ramana bingehîn ku van nêrînan hemû hevpar dike ev e: Bexşandin ji bîrbirin (forgetting) yan nedîtin nîne. Ne înkara guneha ye ne jî ya gunehkar e. Li dijî van, pêvajo nêzîkhatiyeke dirust (honest approach) a mexdûr e ku ji nakokî û hestyarên xwebûna xwe dixwaze.
Dawîkirin yan Avakirina Têkiliyê
Lêborîn û bexşandin carinan ne bi avakirina têkiliyê lê bi dawîkirinê girêdayî ye. Carinan ne bi çêkirina dîrokê lê bi pejirandina wê girêdayî ye. Li derûnşîkariyê (psychodynamic) ev ji pozîsyonên ku di cudakirina baş û xerab de kategorîk (categorical) dimînin derketin û veguhastina pozîsyoneke kirdeyî ya ku dikare hevdijiyê (ambivalence) helgire derbirîn dike.
Ev pozîsyona nû dikare şîn û reşgirêdanê (mourning) bike û çêkirinê bi awayê rastîn lêgerîne. Di vê pozîsyonê de mirov fêr dibe ku bi nakokî û tevliheviyên jiyanê re bijî.
Jîna bi "Nelêboranbûyî"
Lêborîn û bexşandin ne riyayeke gerdunî ye herkes dikare tê derbas bibe ne jî pêvajoyek ku ji nakokiyan azad e. Lê pejirandina rastiya efektîf (affective reality) a tolê, sirûşta têkiliyî ya tometbariyê û tevliheviya takekesî ya lêborîn û bexşandinê dikare bingeheka exlaqî ya nû ava bike.
Ev bingeh ji ti lihevhatinên mezin yan aştiyên dramatîk pêştir herî kêm gengaza fêrî jîna bi "nelêboranbûyî" (unforgivable) vedike. Lêborîn û bexşandin ne fermaneke exlaqî (moral formula) ye ku mirov dikare wekî reçeteyek bi kar bîne. Ev pêvajoyek tevlihev û nakok e ku ne ji bîrbirin û ne jî bincilkirinê dixwaze.
Naskirina arezûya tolê wekî rastiya hestyarî, pejirandina rehenda (dimension) têkiliyî ya gunehê û nirxandina lêborînê wekî rêguhîzaneke takekesî ya navxweyî dikare jîna bi "nelêboranbûyî" gengaz bike.
Sînorên Lêborîn û Bexşandinê
Ji demên ku bi dehan hezar mirov hatine kuştin, împeratoriyên zilmê (oppressive empires) hatin damezrandin em derbas bûn. Ji bo vê rewşê ti lêborîn û bexşandin tune ku dikare bi rengekî tam van xerabiyan ji holê rake. Lê bi vê yekê re jî lêborîn û bexşandin daxwazên ne-gengaz (impossible demands) in.
Aştiya ku em dibêjin xwezî, bibiryar (determined) û şahiya bi cîhbûna ne-gengaz e. Ev ne înkar e ne jî berdan e. Ev pejirandina ku mirov di hundirê xwe de tiştên ne-gengaz jî vedihewîne û bi van re jînê fêr dibe ye.
Di vê çarçoveyê de lêborîn û bexşandin ne çareseriya her tiştî ye lê riyayek e ku mirov dikare bi tevlihevî û nakokiyên jiyanê re bijî û bi van re aş bibe bêkû wan înkar bike yan jî ji wan reviyaye.
Encam
Di dawiya vê dahûrînê de em digihêjin encameke tevlihev û paradoksî lê rastîn: lêborîn û bexşandin ne riyayeke gerdunî ku herkes dikare tê re derbas bibe ne jî pêvajoyek ku ji nakokiyan azad e. Ev pêvajo di heman demê de hem gengaz û hem jî "ne-gengaz" e.
Lêborîn di rastiyê de tenê dema li "nelêboranbûyî"yê diçe wateya rastîn hilde. Wate ev e ku hinek guneh û xerabî hene ku bi rengekî heyben "lênaborin" in. Lê paradoks li vir e: tenê van gunehan lêborîn û bexşandin dikare wateya xwe ya kûr nîşan bide.
Ev ne înkarê kêşeyan ye ne jî devjêberdana ji daxwaza dadmendiyê. Ev pejirandina rastiya tevlihev a jiyana mirov e ku di hundirê mirovbûnê de tiştên "ne-gengaz" jî hene û jîna bi van re fêrbûnê dixwaze.
Yek ji encamên herî girîng guherandina nasnameyan e. Nasnameyên "tometbar" û "mexdûr" têne çareser kirin. Ev ne jêbirina trawmayê ye, lê veguhestina wê ye. Rûdanên trawmatîk ji holê nayên ranîn, lê nasnameyan diherikîn.
Di vê pêvajoyê de mirov mirin û ji nû ve jidaybûneke sembolîk dijî. Ango kesayeta ku berê bi trawmayê ve hat pênasekirin transforme dibe kesayeteke ku dikare bi van serboriyan re bijî û ji wan fêr bibe.
Lêborîn û bexşandin ne tenê kêşeyek takekesî ye, herwiha kêşeyek derûnî, giyanî, civakî û siyasî ye. Civakên ku bi trawmayên komî re rûberû ne – wekî civaka kurdî – di riya çêkirina siberojeke dadmend û aştîxwaz de bi vê kêşeyê re rûberû ne.
Lêborînên fermî ên ku ji aliyê dewletê ve têne dayîn pirî caran ne-bawerîbûn û ne-rastîbûnê tîne holê. Sedema vê yekê ev e ku ev lêborîn tenê di asta peyvê de ne, di çalakî, helwest û sembolan de cih nagirin. Lêborîneke rast guherandina çîrokê, vegotinê, nirxan û pratîkan vedihewîne.
Lêborîn û bexşandin ne ji bîrbirin û ne jî bincilkirinê dixwaze. Ev pejirandina arezûya tolê wekî rastiya hestyarî, nirxandina rehenda têkiliyî ya gunehê û dîtina lêborînê wekî rêguhîzaneke takekesî ya hundirîn e.
Di vê çarçoveyê de mirov fêr dibe ku bi nakokî û ambîvalansê (ambivalence) xwe re bijî. Pozîsyonên qet ên "baş" û "xerab" tên betalekirin û pozîsyonek nû ya ku dikare tevlihevî û nakokî helgire tê pejirandin.
Lêborîn û bexşandin bingeheka exlaqî ya nû ava dike ku ne li ser înkara xerabiyê lê li ser pejirandina tevliheviya jiyana mirov hatiye avakirin. Di vê bingehê de mirov dikare hêvî, evîn û aştiyê bijî bêkû ji rastiya xerabî û tundiyê razî be.
Ev bingeh gengaza fêrî jîna bi "nelêboranbûyî" vedike. Ango jîna bi hesta ku hinek xerabî lênaborin in, lê bi van re jî jîn gengaz e.
Çavkanî
- Erikson, E. H. - Têgîna "Ewlehiya Bingehîn" (Basic Trust)
- Améry, J. - Têgîna "Baweriya bi Cîhanê" (Trust in the World)
- Mauss, M. - Bîrdoziya Diyariyê û Beramberiyê (The Gift - theory of reciprocity)
- Jung, C. G. - Têgîna "Aliyê Siyê" (Shadow - psychological concept)
- Freud, S. - Bîrdoziya Derûnkolînerî û Analîza Bîraniyên Zaroktiyê (Psychoanalytic theory)
- Derrida, J. - Bîrdoziya "Nelêboranbûyî" (Theory on "the unforgivable")
- Lacan, J. - Têgîna "Yên-din" (The Other - l'Autre concept)
Termên Bingehîn
Bexşandin (forgiveness): Pêvajoyek navxweyî, derûnî û exlaqî ye ku mexdûr ji barê hestyarî û tolê azad dibe. Ne tenê bexşandina tometbar e, lê veguherandina têkiliya bi rûdana trawmatîk re ye.
Lêborîn (pardon/amnesty): Çalakiyek fermî û hiqûqî ye ku pirî caran bi peyvên dewletê yan çalakiyên dezgehî tê kirin. Dikare wateya rakirin, lêgergirtin yan kêmkirina cezayê be.
Lêborînxwazî (apology): Pejirandina şaşî û xwestina lêborînê. Divê bi dilê rast, bi veguherandina tevger û sembolik were kirin.
Mexdûr (victim): Kesê ku ji xerabiyê zirar dîtiye. Ev nasnameyek e ku piştî rûdanê derdikeve û mirov dixwaze jê azad bibe.
Tometbar/Kirar (perpetrator): Kesê ku xerabî kiriye. Piştî rûdanek tundî ev nasname derdikeve û mirov bi vê nasnameya xwe ve girêdayî dimîne.
Tol/Heyfhilanîn (revenge): Bersiva ku mirov li hember neheqî yan xerabiyê dide. Çalakiya ku ji bo telafiya neheqiyê tê kirin.
Hêrsbûn (resentment): Hêrsa bincilkirî, kîna domdar û êşa ku nayê derbirîn a ku kronîk bûye. Ji tolê cuda ye – tol çalakiyek aktîf e, hêrsbûn rewşek pasîf e.
Dadmendî (justice): Pergala civakî ya çareserkirina neheqiyê. Ji tola takekesî cuda ye û bi rêya dezgehan tê bicîhanîn.
Trawmaya Tometbar (perpetrator trauma): Rewşa derûnî ya tometbar dema ku fêm dike çi xerabî û têkçûn çêkiriye.
Rengvedan (projection): Mekanîzmayek berevaniya navxweyî e ku mirov taybetî, hest an ramanên xwe yên ku ji wan nerehet e li kesên din datîne.
Xwewekîdîtina Mazoşîst (masochistic identification): Dema zarokek an mexdûr xwe bi tometbar re hevdiliyê dike û gunehê wekî taybetiya xwe qebûl dike.
Hesta Ewlehiya Bingehîn (basic trust): Têgîhek Erik Erikson e. Ewlehiya bingehîn ku zarok di salên yekem ên jiyana xwe de ava dike.
Baweriya bi Cîhanê (trust in the world): Baweriya giştî ya ku cîhan cihek ewle û hêvîşîn e. Şidet û zilm vê baweriyê ji bingeha wê ve hildiweşîne.
Aliyê Siyê (shadow): Têgîhek Carl Gustav Jung e. Aliyên kesayeta mirov ên ku jê nerehet e. Di pêvajoya lêborîn û bexşandinê de mirov bi vê "siyê" xwe re rû bi rû dibe.
Yên-din (the Other): Têgîhek bingehîn a psîkanalîz û filozofiyê ye, bi taybetî di bîrdoziya Jacques Lacan de. Mirov nasnameya xwe tenê di têkiliya bi yên-din re ava dike.
Diyarî (gift): Li gor Marcel Mauss, diyarî awayekî têkiliyê ye ku li ser bingeha hevberî ye. Têkiliya navbera diyarî û tolê balkêş e.
Hevdilî (empathy): Kapasîteya fêmkirina hestên yên din. Ji bo lêborîn û bexşandinê pêwîst e lê dikare bi trawmayan zirarê bibîne.
Rûmet (dignity): Xweseriya mirovan e û nayê kirîn û firotin. Lê kirêtkirin dikare birînê li ser nûnertiya navxweyî a rûmetê çêke.
Namûs (honor - social construct): Li gor civak dikare bê windandin û bidestxistin. Ji rûmetê cuda ye û pir girêdayî civak e.
Şeref (honor/reputation): Dikare bê windandin û ji nû bidestxistin. Ji rûmet û namûsê cuda ye û li gor çalakiyên mirov diguhere.
Kirêtkirin (humiliation): Çalakiya ku rûmet û şexsiyeta mirov binilî dike. Yek ji sedeman herî dijwar ên tolê ye.
Poşmanî (remorse/repentance): Hesta tometbar piştî fêmkirina xerabiya xwe. Ji bo lêborîna rastîn pêwîst e.
Şînûşûn (grief/mourning): Hesta ku piştî windabûnê diqewime. Beşek girîng a pêvajoya çêbûnê ye.
Hevdijî (ambivalence): Rewşa ku mirov dikare hestên dijber di heman demê de hîs bike û bi wan re bijî.
Veguhestin (transformation): Veguherandina bingehîn a avahî, têkilî an nasnameyan.
Derûnşîkarî (psychodynamic): Nêrîna ku mirov bi hêzên navxweyî ên derhişî ve tê rêvebirin.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî
Parve Bike