___Serwet Ornek___
Pênase
Nîqaşên li ser pênaseya folklorê, bi navkirina têgehê destpê kiriye. Wiliam Thomas di sala 1846an de pêyvên “folk” û “lore” tîne ba hev û vê zanista civakî binav dike. Ji ber ku ev zanist, pişta xwe bi gel ve girê dide û xwe dispêre çande gel, bi awayeke xwezayî taybetmendîyên neteweyî vedihewîne. Bêguman her neteweyek xwedî avahîyeke civakî ya taybet e. Ji vê bonê zanyarên her welatekî di pênasekirin û destnîşankirina çarçoveya folklorê de resenîyên çanda xwe û şêwazên jîyana civakên xwe derxistine pêş û lênêzbûnên cude bikaranîne. Bo nimûne, li Almanya folklor wekî hevîrtirşê zanistên civakî û çavkanîya sîyasetê; li Amêrîkayê folklor, wekî zanisteke dîroka şaristanîyê; li Belçîkayê armanca folklorê berhevkirina hêmanên şaristanîyên çînên gel hatîye pejirandin. Li Fransayê, folklor, jîyana gelan vedikole, bawerîyên hevpar ên bêdoktrîn û bêteorî ye; nayê hînkirin lê gel, xwe bi xwe hîn dibe û ansîklobedîya bawerî, adet û kevneşopîyên netewe û çînên ne pêşketî ye. Lî Îngîlîstanê folklor, wekî zanista kevneşopîyan tê pejirandin û li ser tiştên ku di bin bandora kevneşopîyên ku ji bav û kalan ve hatine veguhestin radiweste, vedikole û berawird dike.
Ji ber van lênêzbûn û şîroveyên cihêreng di navbera folklornasan de pênaseyeke hevpar pêkan nebûye. Lê ev şîroveyên cuda û taybetmendîyên etnîkî berî her kesî bala folklornasên Amêrîkî Francis Leo Utley û Jan Harold Brunvand kişandîye. Utley bîst û yek pênaseyên ku di xebata xwe ya bi navê “Standerd Diction of Folklore” de hatine dayîn, yên pisporên curbecur ên ku bi xebatên xwe yên di warê folklorê de tênê zanîn, analîz dike û hin hevparîyan di navbera wan de dibîne. Li gor wî hevparîya herî girîng û gelemper, veguhestin û ragihandina devkî ye. Ango folklor, wekî “kevneşopîyeke devkî” tê binavkirin. Bêguman taybetmendîyên hevpar ên ku ji pênaseyên cude hatine destnîşankirin der heqê xwezaya gerdûnîya folklorê de fikirekî dide me. Lê mixabin, fikra “kevneşopîyeke devkî” hin pirsgirêkên teorîk jî vedihewîne. Pirsgirêka yekem, nitirandina veguhestina devkî ye. Lewra materyalên folklorê tenê bi veguhestina devkî nayên neqilkirin. Her wiha di çanda nivîsandî de jî hin agahî bi awayekî devkî û tetbîqî tênê veguhestin lê wekî materyalên folklorî nayên qebûl kirin. Her çi qas çanda devkî taybetîyeke folklorê ya sereke be jî ev taybetî biserê xwe têra pênasekirina folklorê nake. Di vê mijarê de folklornasê bi navê Alan Dundes wîha dibêje: “Folklor, tenê nikare bi çanda devkî bê vegotin û pênasekirin, ji ber ku her tişt bi axaftinê û bi gotinê derbasî nifşekî din nabe. Di ragihandinê de çalakî û tevger jî bibandor in. Li gor wî ajotina traktorekî û paqijkirina diranan bêgotin e, bi dîtin û tecrûbeyan derbasî nifşekî din dibe.” Dîyar e ku hin materyalên bilî folklorê jî bi awayekî devkî tên veguhestin lê ne materyalên folklorîk in, ji vê bonê pîvana “kevneşopîya devkî” bi tenê kêrî pênasekirina materyalên folklorê nayê.
Ya duyem hin formên folklorê hene ku, berevajî formên devkî, bi awayekî nivîsandî tênê îfade kirin. Nimûneyên van materyalan jî terxankirin, notên piçûk ên ku li qiraxên pirtukan hatine nivîsandin, nivîsên li ser kêlên goran û nameyên kevneşopî ne. Ji ber ku stranek an çîrokek gelerî xwedî paşxaneyeke dîrokî ye û bi aweyekî nivîsandî an bi rêya wêşanê ve jî tê vaguhestin, tu lêkolîner nikare bibêje ku hevîrtiş û çavkanîyên materyalên folklorê tenê di “kevneşopîya devkî” de veşartî ne. Lê belê folklornas dikare li ser çîrok û stranên ku di “kevneşopîya devkî” de cih û war nebûne jî nîqaşan bike. Lewra berhemeke wêjeyî jî pêkane ku li ser modela gelerî were ava kirin lê ew nayê wê wateyê ku berhem, berhemeke gelerî bi xwe ye.
Lênêzbûna ku folklor tenê li ser kevneşopîyên gundîyan radiweste jî kêm e. Folklor, beşeke zanista civakî ye û bi pêkhateyên ku di nav hemû komên civakî de tên şopandin ve eleqeder dibe. Folklor jî wek civakê bênavber di rewşeke guherîn û veguherînê de ye û ev guherîn tenê kevneşopîyên gundîyan venahawîne. Bêguman şopandina guherîn û veguherînên civakî yên nû jî di nav lêkolînên folklorîk de cih digire. Ev nêrîna ku dibêje folklor, bermahîyên çandî yên demên kevnar in ku di kevneşopîyên gundîyan de dijîn, îro derbasderîya xwe winde kirîye. Li gor Sedet Veyis Örnek der heqê dîyarkirina naveroka folklorê de şaşîyên me hene. Li gor wî “raya gel vê zanînê tenê wekî lîstikên gel û staranên gel diecibîne. Lê di esle xwe de folklor bi van mijaran ve nayê sînorkirin. Lewra folklor zanîna gel a madî û manevî ye ji ber ku hilberîneke mirovî ye him gundî ye him bajarî ye him jî gerdûnî ye.” Lêkolînên di vî warî de nîşan dane ku berhemên nû li gorî pêdivîyê demê tênê afirandin û ev berhem ne tenê di nav gundîyan de di nav hemû komên civakî yên civakê de tên afirandin. Ev çavdêrî û dîtinên cuda, bûne sedema ji nû ve pênasekirina folklorê û denasîna kesên ku wê diafirînin, bela dikin, hildigirin, bikar tînin û parve dikin. Lê belê ji ber ku her folklornas li gor tradîsyon û rê û rêbazên cuda materyalên folklorîk dimêyzîne û dinirxîne bi awayekî xwezayî pênaseyên cude derdikevin holê.
Di destpêkê de folklor wekî zanîna kevneşopî û adetên gelerî, bawerîyên gelerî hatîyê pênasekirin û çîrok, helbest, wêjeya gelerî mijarên sereke yên vê zanistê hatine hesibandin. Lê belê bi domana demê ra qadên xebatên folklorîk berfireh bûne û her bûyerên bi wêjeya gelerî ve girêdeyî bûye materyalek folklorî. Ji ber vê, destnîşankirina mijarên hevpar ên folklorê zahmet e û folklornas di vê mijarê de bi hev nakin.
Pirsên ku folklor dixwaze bibersivîne cur be cur in û her yek pêkhateyeke pênaseya vê zanînê vedihewîne. Hin ji wan pirsan ên sereke ev in. “Folklor çi ye? Bûyerên folklorî divê çawa werin pênasekirin? Cureyên folklorê çi ne û divê çawa werin debeşkirin? Gelo qaîdeyên sabît hene ku van cureyan dîyar bikin? Gel kî ye û taybetmendîyên wî çi ne? Folklor, çawa û ji hêla kê ve tê hiberandin? Folklor bi çi awayî belav dibe? Veguhestina hêmanên folklorê çawa tê misogerkirin? Kîjan berhem bi çi lezê tênê hilgirtin û dîyarkerên vê yekê çi ne? Ji ber çi sedeman û bi çi awayan guherin û veguherîn di folklorê de çêdibin? Hêmanên ku dibin sedema windebûna berhemeke folklorî çi ne? Têkilîya di navbera formên folklorê û naveroka wan de çi ye? Taybetmendîyên avahîya berhemên folklorê çi ne? Folklor ji bo hilgirên wê tê çi wateyê? Mîsyon û bandora performasa folklorê çi ye? Folklor çi hewcederîyê pêk tîne? Fonksîyonên veşartî yên folklorê çi ne? Qadên performansa folklorê çi ne? Ji berhemên folklorîk çawa sûd tê wergirtin?” Lêkolînerên vê mijarê pêwist e ku çê xirab van pirsan bibersivîne û pênaseyeke van hemû pirsan vedihewîne çêbike. Mixabin muşkîlata pênaseyê di vir de dest pê dike. Lewra folklor di qadeke berfireh de tê afirandin û bi hemû rengên jîyanê ve têkilder e. Lê ev rewş ji bo zanisteke piralî û bêser û ber ne kêmahîyek e. Di ronahîya van agahîyan de pêwist e ku em cih bidin hin pênaseyên di vê mijarê de pir tên zanîn û balkêş:
Folklor wekî şaxek serbixwe ya zanistên civakî tê pênasekirin ku li ser berhemên çandî yên madî û manevî yên komeke civakî ku di navbera wan de herî kêm faktoreke hevpar heye mijûl dibe, wan bi rê û rêbazên xwe berhev dike, debeş dike û şîrove dike. Folklor hewl dide ku bi lêkolîna kevneşopîyên folklorîk, zanîneke kûrtir bi dest bixe.
Li gor Yuri M. Sokolov, “folklor ji materyalên civakî û çandî pêk tê û bi berhevkirin û nirxandina van materyalan zanista gel ava dibe. Her wiha dîyar e ku têgeh ji pêyvên folk(gel) û lore (zanist) hatîye çêkirin û tê wateya zanista gel.”
Alen Dundes, berê her tiştî folklorê wekî zanisteke civakî dipejirîne û bi pêkhateyên jîyanê yên wek “rabûn û rûniştin, çand, wêje, cil û berg, edet û tore û avakirina hişmendîya kesayetîyê ve têkilder” dike.
Li gor Sedet Veyis Örnek, “folklor şaxek zanistê ye ku bi berhemên çandî yên madî û manewî yên welatekî an heremekê ve mijûl dibe, berhev dike, debeş dike, analîz dike, şîrove dike û di qonaxa dawî de bikaranîna rêbazên xwe armanc dike ku bigihêje sentezekê.
Li gor Naîl Tan, “folklor şaxek ji zanista civakî ye ku bi rê û rêbazên xwe çanda madî û manevî ya kevneşopî ya gel berhev dike, vedikole, disenifîne, analîz dike û dinirxîne.”
Li gor Pertev Naîlî Boratav, folklor nêrîna civakê ya li hember jîyana rojane û çandî ye. Ji ber vê taybetmendîya xwe folklor, mijarên çandî û civakî vedikole û dinirxîne û bi vî awayî balê dikişîne ser neteweyîbûna folklorê.”
Li gor pênaseya UNESCO’yê “folklor tevahîya afirandinên kevneşopîyên civakî ye û hevîrtirşê çandê vedihewîne. Folklor, şêwaz û nirxên çandî û civakî bi devkî, bi teqlîdî an ji bi awayê din vediguhêze nifşên nû.”
Li gor Mahir UnlU “folklor, tevahîya helwest û tevgerên têkilderî mirov, huner, bijîşkî û jîyanê ye ku di nav gel de û di demên pêşdîrokî de dest pê kirîye û îro jî di nav gel de zindî ye. Ji hemî hebûnên kevneşopîyên neteweyek ra ku di seranserê dîrokê de bi sedsalan li ber xwe dene ra folklor tê gotin.”
Li gor Mîr Celadet Bedirxan, “folklor, zanîn an zanistiya xelkê ye.” Di zaravayên kurdî de ji bo zanista folklorê bi kurmancî “zargotin” û “zanista gel” bi soranî “xelknasî” û bi kirdkî “zanistîya şarî” tê gotin.
Folklor şaxek zanistê ye ku hemû hêmanên devkî û ne devkî yên ku mîrateya çandî ya civakekê pêk tînin û ji nivşekî bo nivşekî din tênê veguhestin vedihewîne. Ev hêmanên bi nîşandana şêwazê jîyanê, bawerî, nirx û têgihiştina estetîk ya mirovan, nasnamêyên civakan ên neteweyî ava dikin. Ji vê bonê folklor ne tenê rabirdûya çandeke, di heman demê de ji bo fêmkirina dînamîk û pêşveçûna wê çandê de agahîyan dide me. Dîyar e ku flklor wekî zanîna jîyana gelerî û çanda gelerî hatîye dîtin. Pênaseyeke bi vî rengî di heman demê de taybetmendîyeke gerdûnî jî dide têgehê. Her ku lêkolînên vê mijarê pêşve diçin em vedigerin çavkanîyên pêşîn û tê dîtin ku di navbera çandên cuda de gelek xalên hevpar hene. Kevneşopî û xisletên ji bo neteweyeke nîşandar û resen di nav civakên ji hev dûr û ne têkilder de jî tên dîtin. Her çend serdem û cih ji hev dûr û cuda bin jî hevparîyên kevneşopî û bawerîyên mirovahîyê dişibin hev.
Wekî hewldenên wateyên qismî û ne zelal yên gelek zanistên civakî pênaseya folklorê jî ne teqez û zelal e. Sedeme vê ne zelalîyê têkilîya wî ya bi raste rast çand, nirx, dîn û bawerîyê ve girêdeyîbûyîn e. Bi gotineke dinê dema nirxên civakî bi pergala çandî, civakî û dînî tên hilberandin bi guherbarên aborî, erdnîgarî û dîrokî ra têkel dibe û di vê pêvajoyê de cudehî derdikevin holê.
Folklor, hêz û îlhama xwe ji çavkanîyên çandî û civakî digire û bêguman haveynê hişmendîya neteweyî vedihewîne. Têgeheke candar û guherbar e bi domana demê ra li gor şert û mercên civakî kirasên xwe diguhere û dikeve formeke cuda. Dîyar e ku di pênaseyên folklorê de têgehên derdikevin pêş “gel” “hilberînên gel” û “gelerîbûn” e. Her folklornas li gor
helwesta xwe ev têgeh nirxandîye. Hin ji wan wekî “kevneşopî ” hinan wekî “hunera gel” hinan jî wekî “wêjeya gel “ pênase kiriye. Lê em ji kana folklorê têdigihêjin ku xala hevpar a pênaseyan bi awayekî xwezayî pekhateyên netewebûnê vedihewînin.
Dîroka Folklorê
Dîroka folklorê bi jîyana civakî dast pê kiriye. Mirovên ku bi hezar salan berê jîyane, dizanibûn agir çawa tê vêxistin; bi zimaneke hêsan diaxifin û hînî çêkirina hin amûran bibûn. Bi wan amûran him xwe him jî hezkirîyên xwe parastine. Dûra hînî çêkirina amûrên hestî û darîn ên ku li gorî kevneşopîyeke dîyarkirî bûne û ev amûrên nû li gel amûrên kevin bikar anîne. Pêra di serdama paleolîtîk de mirovan huner keşif kiriye, mirî û eşyayên wan bi hev ra binax kirine, şikeft bi wêneyên efsûnî xemilandine, wêneyên ku hatine xêzkirin her yek mîna nîşana bawerî û kevneşopîyekî hatiye pejirandin. Ango ev çalakîyên mirovî yên bêhemdî, bûne sedama çêbûna berhemên folklorîk û di pêvajoya dîrokê de li gorî rihê demê têşe girtine. Ev bîr, bawerî û serpêhatîyên mirovahîyê bi gelemperî bi awayekî devkî ji bo nivşên nû hatîye neqilkirin. Bêguman di vê pêvajoya dûr û dirêj de hin materyalên folklorê bi berhemên nivîsandî jî ji bo nivşên nû hatine veguhestin.
Her çi qas kan û paşxaneya berhemên folklorîk serdemên kevin be jî dîroka binavkirina wê ya bi navê “folklor”ê ne ew qas kevn e. Ango bikaranîna têgeha folklorê wek zanisteke civaki di serdema modernîteyê de pêkan bûye. Pêyva folklorê di sala1846an de yekem car ji alîyê lêkolînerê Brîtanî William John Thomas ve di şûna têgeha “kevnareyên populer” de hatîye bikaranîn. Her çi qas pisporên Almanî pêyva “wolkskunde” ji bo vê têgehê bikarbînin jî têgeha “folklor”ê di nav zanistê de bi cih bûye û piştî ku komeleyên folklorê hatine avakirin ev têgeh di nav civaka zanistê de bêhtir hatiye pejirandin.
Dûra li Almanya têkilî û meraqa Johann Gottfried von Herder bi çande gelerî ve û berhevkirina çîrokên pêrîyan ên Birayên Grimm, ji bo pêşketina zanista folklorê wek mîladekî hatîye pejirandin. Herder, çanda gelerî wek hêmaneke bingehîn ya nasnameya neteweyî hesibandîye û bi vê nêrîna xwe ji lêkolînên folklorîk ra rêberî kiriye û perspektîfeke neteweyî deye folklorê.
Di tespîtkirina materyalên folklorê de pirsgirêka sereke, dîyarkirina sînorên wê ye. Berîya gotara Jhon Thoms, belav bibe, li Almanyayê di şûna “folklor”ê pêyva “Wolkskunde” hatiye bikaranîn. Ev pêyv ji bo xebatên Almanyayê tê wateya lêkolîna li ser gundîyan. “Loma xebatên di vî mijarê de di destpêkê de bi gundî û jîyana gundîyan ve sînorkirî maye. Lê dema ku folklorê bala lêkolînerên Amêrîkî kişandîye wê demê naverok, sînor û pênaseya wê jî hatîye guhertin. Lewra li Amerîkayê di navbera gundîyan de ferq an jî çîn tune bûn.”
Heta dewîya sed sala 19mîn “folklore” wek qadeke zanistê li gel komele û wêşanên xwe kongreyan li der dixe û bi vî awayî cihê xwe yên di nav zanistên civakî de zexm dike. Kongreya folklorê ya yekemîn di sala 1889a de li Parîsê kongreya duyemîn di sala1891ê de li Londonê tê liderxistin. Bi saya van çalakîyan pêyva “folklore” cihê xwe yên di nav zanistên civakî de zexmtir dike. Bi taybetî gotar û axaftinên ku di kongreya duyemîn de hatine pêşkeşkirin çarçove, mijar û tixûbên folklorê dîyartir û berfirehtir kirine.
Di pêvajoya dîrokê de folklor jî wek zanistên civakî bi guherîn û lêgerîneke navxweyî ve rûbirû maye. Ji ber ku jîyan dînamîk e û mijara zanistên civakî ya sereke û hevpar jî mirov e, bi awayekî xwezayî guherînên di jîyana civakî de pêkhatî li ser lêgerînên vê zanistê jî bibandor bûye. Di ronahîya van agahîyan de mirov dikare bibêje ku qonaxa pêydebûna folklorê bi aweyeke qethî nayê zanîn. Jîyan û tevgerên mirovahîyê bi domana demê ra dikevin formeke nû û gel li wan xwedî derdikeve. Hin materyalên folklorîk, bi awayeke devkî hatine parastin hin jî bi awayekî nivîsandî. Ev materyalên folklorîk bi saya vebêj, guhdervan û şopînerên mijarê ve hatine veguhestin.
Cîh û Naveroka Folklorê
Kana lêkolînên folklorîk, çanda gelerî ye û çanda gelerî çi madî çi manevî be li gor jîyana rojane, li gor hilberînên mirovî û ruhê demê têşe digire. Ji vê bonê folklor, di koma mirovên ku xwedî taybetmendîyên civakî û çandî yên hevpar de tê hilberîn. Kesên ku xwedî çandeke hevpar e çi di gundan de çi di bajaran de dijî hilgirê materyalên folklorîk e. Lê belê gundî û cotkar, ji ber şêwaza jîyana xwe ya kevneşopî bêtir bi hilberîna folklorê ve hatine têkilderkirin.
Hêman û pêkhateyên folklorê yên bingehîn “anonîmbûn” “devkîbûn” “kevneşopîbûn” “guherbarîbûn” (varyant) û “qalibîbûn” e. Ango ji bo ku berhemeke çandî wekî materyalek folklorîk were pejirandin bi gelemperî pêwist e ku aîdê gel be, anonîm be û li ser kevneşopîya devkî were veguhestin ji bo nifşên nû. Berhemên folklorîk nirxên sabît nînin beravajî vê ew xwedî avahîyek mobîl in û bênavber bêrhemên nû hildiberînin. Her nifşek, li gor ruhê demê nirxên nû li folklorê zêde dike lê di vê pêvajoyê de jibîrkirina hin nirxan jî pêkan e. Bajarvanî û pîşesazîbûn ji bo folklorê ne asteng in, lewra çanda gel li gor jîyana rojane û pêdivîyên demê têşe digire.
Ji bo ku lêkolîneke rêk û pêk werekirin pêwiste ku materyalên ku li ser tê xebitandin li gor hevparîya mijaran û pergaleke werin senifandin. Ev helwest him karê lêkolîneran hesan dike him jî pêdivîyeke zanistê ye. Bi lêkolîn û nirxandina çanda gelerî, folklor dînamîkên civakî û aborî yên civakê derdixe holê; yekitîya çandî ya neteweyê misoger dike; ji çanda heremî berê çanda neteweyî dûra çanda gerdûnî ava dike û bi vî awayî beşderî çanda hevpar a mirovahîyê dibe.
Li gor zanistên civakî yên din folklor, zanîneke cîwan e û di destpêkê de bi mijarên wêjaya gelerî ya anonîm û bi kevneşopî û bawerîyên gel mijûl bûye lê îro tişta ku aîdê gel e bi tevahî wekî mijarên folklorê tê pejirandin. Qada lêkolînên folklorê bi taybetî ji qada wêjeya gelerî berfirehtir e. Ango folklor tenê ji berhemên wêjeyî pêk nayê. Her viha di jîyana rojane de tiştên madî û manevî yên ku têkilderî mirov e bi tevahî vedihewîne. “Rêbernameya Arşîva Folklora Tirkî” qada xebatên folklorê wiha dabeş dike: “ziman û vegotin, gotinên pêşîyan, biwêj, matmeyî, sêrbazî, dua, nifir, dijûn, çîvanok, mamik, efsane, mît, leqeb, sûnd xwarin, heqaret, silav û xatir xwastin, hunera gelerî, bawerîyên gelerî, xurafe, metaforên gelerî, nivîsên li ser kêlên goran, şikandina tilî û pêçîyan, kevneşopî û dengbêjî, edebîyata gelerî, çîrok, lawje, helbestên gelerî, gotinên qalibî, piştevanî, alîkarî û sazîyên perverdehîyê, serdemên veguhêz ên jîyanê, derman û bijîşkîya gelerî, baytarîya gelerî, meteorolojîya gelerî, salname û qanûnên gelerî, mîhrîcan û merasim, pîrozbahî, şîn û şahî, bawerî, şanoya gelerî, lîstikên gelerî, werzîş, reqs û muzîka gelerî, cil û berg û xemilandin, motîfên xalî û xalîçeyan, qîrînên firoşkarên kolanan, huner û karên destan ên gelerî, xwarin û mîmarîya gelerî.”
Vilademir Propp jî di pirtuka xwe ya binavê “Folklor, Teorî û Dîrok”ê de hilberînên folklorî bi hemû kiryarên mirovî ve girê dide û pênase dike. Propp, tiştên ku ji alîyê gel ve hatine afirandin çi madî çi manewî bi tevahî wek mijarên folklorê dipejirîne. Bêguman ev dabeşkirin der heqê formên folklorîk de agahîyeke dide me lê hemu formên folklorê venahewîne.
Ji ber ku folklor şaxek nû ya zanista civakî ye, di destpêkê de wekî şaxek dîrok, etnolojî û zimannasîyê hatiye hesibandin û danasîn. Mixabin, xwedîyê van nêrînan bi gelemperî ne folklornas in, zanyarên zanistên navborî ne. Lê belê gelek zanyar, folklorê wekî zanistek serbixwe dipejirînin û serxwebûna wê wiha diparêzin. Li gorî wan folklor xwedî qada xebatên xwemalî ye, mijarên ku li ser dixebitê bi rê û rêbazen xwe yên resen dinirxîne û bi vê rêbazê digihêjê encameke dîyarkirî. Bêyî vê alîkarîyê, folklor ji gelek zanistan ra materyel û encamên nirxandî pêyde dike û ji rêbazên wan ên lêkolînê sûdê werdigire.
Ji alîyê pêydekirina materyal û encamên nirxandinê ve, folklor bi awayekî nêzik bi zimannasî, dîrok, dîroka hunerê, dîroka olan, wêje, civaknasî, teolojî, erdnîgarî, antropolojî, etnolojî, etnografî, arkeolojî, derûnnasî, bijişkîya gel, bijişkîya heywanan, muzîkolojî, zoolojî, botanîk, mîmarî, aborî û huquqê va têkilder e. Her wiha hemû şaxên hunerên bedew ji folklorê sûdê werdigirin. Dema ku pêwist be, rêbaz û encamên van şaxên zanistê bikar tîne, bi materyalên welatên dinê yên derbarê folklorê de parelelan çêdike, berawird dike û hewl dide ku bigihîje kokên wan. Bi vî awayî ew ji herêmîbûn û netewebûnê ber bi gerdûnîbûnê ve diçe û armanc dike ku beşderî çanda hevpar a mirovahîyê bibe.
Folklornas, dîrokê bi lêgerîna çavkanîyên çanda gelerî di belgeyên dîrokî de bikar tîne û wan bi berhevkirana efsane û destanan pêşkeşî dîroknasan dike. Folklornas, çîrok, stran û berhemên din ên wêjeya gelerî wekî ku bi zimanê gel tênê axaftin berhev dike; zimannas taybetmendîyên zaravayî ji van materyalan destnîşan dike û bi vî awayî ferhenga zimanê zikmakî dewlemendtir dike. Folklornas, rêbazên bidestxistina dermanên gelerî berhev dike û hurgulîyên dermanan pêşkeş dike; dermanên tibba modern jî ji dermanên gelerî tê çêkirin. Folklornas, celebên xanîyên ku ji hêla gel ve hatine çêkirin berhev dike, di xêzkirina planên avahîyên ku li gorî herem û taybetmendîyên awahîyên werin çêkirin de alîkarîya mîmaran dike. Dîroka hunerê, agahîyên bingehîn ji berhevkirinên folklorîk fêr dibe û folklor jî çavkanîya huneran di dîroka hunerê de dibîne.
Teorî, Çavkanî û Rêbazên Berhevkirina Materyalên Folklorîk
Mirrov, wek hebûnekî civakî, di her kêlîya jîyana xwe da, ji dayîkbûnê heta mirinê, bi awayeke xwezayî di nav çandekî de dijî, kesayeta wî li gor wê çandê têşe digire û dibe endamê wê civakê. Ev endamên xwezayî bi hev ra der heqê jîyana rojane û çandinî de nirx û pîvanên nû diafirînin, şêwaz û tevgerên hevpar pêş dixin, li dora van xalên hevpar dicivin û “gelekî” xwedî xisletên hevpar ava dikin û li ser erdnîgarîyekî berfireh de bi hev ra dijîn. Armanca folklorê ya bingehîn jî berhevkirina van mîrateyên madî û manewî yên ku di vê pêvajoya civakîbûnê de hatine hilberendin e. Ji vê bonê pêwist e ku em bi kurtasî li ser teorî, çavkanî û rêbazên berhevkirina matryalên folklorê de agahyan bidin.
Ji bo pênase û dabeşkirina folklorê, her çi qas “teorîya gelemper a folklorê” bi aweyeke giştî wekî referans were pêjirandin jî vê teorîyê bi serê xwe têra pênase û vegotina folklorê nekiriye. Ji ber vê çendê hin teorîyên cihêreng derketine holê. Lê ji ber ku mijara teorîyên folklorê mijareke berfireh û serbixwe ye, em dê nekevin nav hûrgilîyên teorîyan û di vê mijarê de hin serenavan ji dabeşkirina Rıchard M. Dorson wek nimûne bidin besî vê nivîsa me ye:
“Teorîya dîrokî û erdnîgarî, teorîya dîrokî û nûavakirinî, teorîya îdeolojîk, teorîya fonksîyonî, teorîya psîko-analîtîk, teorîya binyadî, teorîya devkî-formulayî, teorîya nav-çandî, teorîya gel-çandî, teorîya girse-çandî, teorîya nîvkadî, teorîya kontekstî.”
Li gel mijar, pênase û teorîyên cihêreng ên folklorê çavkanîyên folklorê jî cihêreng in. Ji vê bonê pêwist e ku folklornas der heqê qadên xebatên folklorê û çavkanîyên folklorê de jî zana û pispor bin. Dursun Yıldırım, çavkanîyên folklorê di bin van serenavan de disenifîne:
Çavkanîyên folklorê:
a. Xebatên qadê: Folklor li ser tevger, raman û afirinerîya mirovan ava dibe. Mirov candarek civakî ye û jîyana wî ya rojane bi gelek pêkhateyên cihêreng ve dorpêçkiriye. Berhemên folklorîk di çarçoveya xwe ya çandî, civakî û erdnîgarî û zimanî de têşe digirin. Di çavkanîyên qadê de lêkolîner bi rêya têkilîyên rasterast û rûbirû bi hilgirê mijarê ve dikeve têkilîyê û materyal û agahîyên ku berhev dike di cihê bûyerê de raçav dike. Ji ber ku ev berhevkirin di habîtata mijarê de pêk tê ji bona berhevkirina materyalên resen derfeteke giranbûha ye. Ev çavkanî him potansîyala berhevkirina materyalên seretayî yên yekem him jî potansîyala bidestxistina materyalên veşartî vedihewîne. Agahîyên vê çavkanyê berfireh û zindî ne; pir caran di çavkanîyên nivîskî de nayên dîtin û ji bona piştrastkirina çavkanîyên nivîskî tên bikaranîn.
b. Arşîv: Yek ji çavkanîyên folkorê jî arşîv in. Nivîs û tomarên dengên ji qadê hatine berhevkirin di van arşîvan de tên parastin. Pêwist e ku ev materyal ji bo sûdwergirtineke erênî li gor perglekî werin senifandin. Bêguman arşîv him ji bo parastin û mayîndebûna materyalên folklorîk him jî ji bo şopandina pêşeroj û paşarojê çavkanîyeke giranbûha ye.
c. Muzeyên Folklorê: Bi taybetî berhemên folklorîk yên madî (etnografîk) di van muzeyan de tên berhevkirin û pêşkeşkirin. Muze di heman demê de arşîvên etnografîk in. Dema ku lêkolîner di arşîvan de dixebite ji bo danberhevdena materyalên madî û manevî pêdivîya bi muzeyan hasil dibe. Lewra berhemên folklorîk materyalên madî jî hildiberînin.
d. Bîblîyografî: Berhemên bi vî rengî him ji bo lêkolînerên xwemalî him jî ji bo lêkolînerên bîyanî çavkanîyên girîng in. Lêkolîner, bi saya van berheman ji xebatên berê hayîdar dibe û ji tecrûbeyên mirovahîyê sûdê werdigire.
e. Îndeksên Folklorê: Yek ji alîkarên lêkolînerê folklorê jî berhemên îndeksî ne. Berhemên bi vî rengî der heqê mijar û motîfên folklorîk de agahîyên senifandî didin lêkolîneran.
f. Termînolojî: Lêkolînerên folklorê divê termînoloja mijarê bizanibin de ku di lêkolînên xwe de hest û ramanên xwe bi awayeke zelal bînin ziman.
g. Çavkanîyên nivîskî û çapkirî: Agahîyên di berhemên nivîskî û çapkirî de ji bo lêkolînerê folklorê çavkanîyên girîng û balkêş in. Lê pêwiste ku lêkolîner bikaranîna van çavkanîyan de balder be. Folklornas divê van çavkanîyan bi nêrîna dîrokzanekî kontirol bike û binirxîne.
Piştî danasîna çavkanîyên folklorê pêwist e ku em bi kurtasî behsa rê û rêbazên berhevkirina materylên folklorê jî bikin. Di vê mijarê de Nail Tan, behsa berhevkirina çar rêbaz û teknîkan dike:
Rêbazên Berhevkirinê:
a. Rêbaza Lêkolînên Qadê: Ji bo bidestxistina agahîyên pêbawer û orîjînal xebatên di qada jîyanê de tên kirin in. Xebatên bi vî rangî ji ber ku di habîtata xwe de tên kirin ku lêkolîner pispor be berhêmên orîjînal tên bidestxistin. Di lêkolînên folklorê de rêbaza herî zêde tê bikaranîn ev rêbaz e. Di xebatên bi vî rengî de teknîkên çavdêrîkirin, hevpeyvîn, anket, rêberî an jî kesên wek çavkanî tênê bikaranîn.
b. Rêbaza Lêkolîna Dozê: Ev rêbaz teknîkên çavdêrîkirin û hevpeyvînê di lêkolînên folklorê de bi hev ra bikar tîne. Bi taybetî di eşkerekirina kevneşopîyan de encamên balkêş û serketî derdixe holê. Ev rêbaz ji bo destnîşankirina kevneşopîyên jidayîkbûyîn, sinetkirin, zewac û mirinê tê pêşniyaz kirin.
c. Lêkolînên Ji Çavkanîyên Niviskî: Ji bo hin lêkolînên folklorê pêwîstî bi çuyîna qadê nîne. Lêkolîner dikare ji berhemên ku wekî pirtuk û gotar hatine weşandin îstîfade bike.
d. Rêbazên Din: Ji bilî rêbazên lêkolînê yê ku me bahskirin rêbazekî têkel jî heye. Hin caran nirxandina materyalên berhevkirî bi rêbazên dîrokî, erdnîgarî, civaknasî, derûnnasî, berawirdî û bîyolojîk di nav hev de tê kirin. Lewra çanda gel, xwedî avahîyeke piral ye, ji vê bonê pêdivî bi bikaranîna rêbazên cuda dibê.
Encam
Folklor; di ravekirina şêwaza tevgerî û jîyanê da, di helwesta li hember bûyer û rewşan da, di têgihîştina jîngeh û cîhana mirovên ku bi taybetîyên xwe yên etnîkî bingeha welatekî pêk tînin da, di destnîşankirina zincîra kevneşopî û adetên ku ji alîyekî ve digihêje rabirdûyê û ji alîyê din ve jî digihîje serdema me de û di bidestxistina demarên çanda gelerî û afirandinên orîjînal û hemdem de xwedî rol û bandoreke mezin e.
Bi rêya kevneşopî, bawerî, çîrok, stran, huner û rêûresmên ku ji nifşekî ji bo nifşekî din têne veguhestin, nêrînên cîhanê, nirx û ezmûnên takekesan û civakan tênê temsîlkirin, Ev temsîlîyet, ne tenê alîkarîya me dike ku em ji rabirdûyê fam bikin, di heman demê de dînamîkên berdewamîya çandî û guhertinê jî eşkera dikin.
Folklor, di heman demê de dîyardeyeke dînamîk û pêşketî ye teqez bandorê li çand û nasnameya civakê dike. Her çi qas di destpêkê de wekî şaxeke civaknasîyê were dîtin jî bi domana demê ra wekî zanisteke civakî hatîyê pejirandin. Bi materyalên xwe yên resen hişmendîya neteweyî meyandîye û ji vê hişmendîyê hefizeyeke kolektîf û nasnameyeke hevpar ava kiriye.
14.08. 2025 / Çêrme / Kanîreş
Çavkanî
1. Alan Dundas, “Folklor Nedîr” Kovara Milli Folklor, Wer. M. Öcal Oğuz-Selcan Gürçayır, 2005.
2. Sedat Veys Örnek, Türk Halk Bilimi, İş Bankası, Ankara, 1977.
3. Buse Asena Kara, Halk Bilimi El Kitabı ( Yayın tanıtımı) Motif Akadami Dergisi, 2018.
4. Yurî M. Sokolov, Folklor: Tarih ve Kuram, Wer. Yerke Özer, Geleneksel, Ankara, 2029.
5. Alen Dundas, Folklor Nedir, Halk Biliminda Kuramlar ve Yaklaşımlar 2, Wer. M. Öcal- Selcan Gülçayır, Gelenekssel, Ankara, 2010.
6. Naîl Tan, Folklor (Halkbilimi) Genel Bilgiler, Halk Kültürü Yayınları, İst. 1985.
7. Pertev Naili Boratav, 100 Soruda Türk Folkloru, Gerçek, Ankara, 1997.
8. Mahîr Ünlü, Kavramlar ve Boyutları, Düşünssel Yazılardan Seçmeler, İnkılap ve Aka Yayınevi, İst. 1980.
9. Celadat Bedirxan, “Ferhengok” Hawar, j, 30, Şam, 1941.
10. Prof. Kadri Yıldırım, Ramazan Pertev, Mustafa Aslan, Jı dastpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Mardin, 1913.
11. Francis Le Utley, “Folklorun Tanımı” Milli Folklor Dargisi, Çev. Sadık Özkan, 2005.
12. Dursun, Yıldırım, Türk Folklor Araştırmalarının Problemleri, Erdem Degisi, Cilt, 1, Sayı, 35, r, 7-10.
13. Vladimir, Propp, Folklot Kuramı ve Tarihi, Çev. Necdet Hasgül, Tolga Tanyel, Avesta, 1998.
14. Richard, M. Dorson, Folklor û Teorîyên Îroyîn, Wer. Necati Keskin, Avesta, İst. 2017.
***
Nivîsên Serwet Ornek ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Peyamên niximandî û masiyên tîbûyî
- Awirên wêrek û kenê bi tinaz