Werin bi îstatîstîkan em li Rojava binêrin, lê berî wê çend gotin…
Li Rojavaya kurdan dengê zimanê kurdî bi xurtî bilind dibe. Li vê dere ku niha sedî 90’ê kurdan jê hez dike, dil dide, hêvî pê ve girê daye û dixwaze bigihîje miraza xwe.
Erê li wê derê li dibistanan serdema perwerdehiyê ji bo 2025-2026’an dest pê kir.
Çawa dest pê kir?
Bi xwendina sirûda Ey Reqîbê
Kengê dest pê kir?
14’ê rezbera 2025’an, roja yekşemê.
Çima yekşem?
Ji ber ku li wir hefte wisa dest pê dike. Li Başûr jî bi heman awayî.
Baş e, li ev Rojava û bajarên di bin destê Rêveberiya Xweser de ne çend dibistan hene, çend xwendekar hene? Çiqas pirtûk ji bo dibistanan hatine çapkirin? Û mirov dikare van îstatîstîkan û welatên din çawa bide ber hev?
De kedem bikin, em bi din ber hev:
HEJMARA XWENDEKARAN – HEJMARA QIBRISA TIRKAN
- Îsal 713 hezar û 554 xwendekarî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ku di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de ye dest bi xwendinê kirin.
Nifûsa Qibrisa Tirkan ku dewleta Tirkiyeyê ji bo vê derê serxwebûnê daxwaz dike 382 hezar e. Yanê temamê Qibrisa Tirkiyan encax nîvê xwendekarên ku li vir dersê dibînin e. (1)
Nifûsa Luksembûrgê 600 hezar e, ya Giravên Solomon 728 hezar e. Nifûsa Karadaxê 617 hezar e ku Karadax endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Lê ev Yekîtiyya Ewropayê ji bo Rojava tiştek nake. Hin gavên biçûk ên hin welatan ne têde.
MAMOSTE Û WELATÊN BI QASÎ VÊ HEJMARÊ
- 35 hezar û 513 mamoste li dibistanên Rêveberiya Xweser dersê didin.
Nifûsa Cebelîtarikê 32 hezar e. Tîma fûtbolê ya neteweyî ya Cebelîtarik heye; statuya wê heye ku bi vê beşdarî maçên Kûpaya Cîhanê dibe lê Rojava nikare beşdarî civînek Kûpaya Cîhanê jî bibe. Xalek din, gelek Spanyolî tên vê giravê, yanê Cabelîtarikê û dixebitin, loma jî Spanya dixwaze Cebelîtarik jî bikeve nav “Peymana Schengen”ê. Lê li Spanyayê ji bilî Katalonyayê kesî ji bo Rojava tiştek nekiriye. Katalonya jixwe ne Spanyol e, gelekî cuda ye.
- Di bin rayeya Rêveberiya Xweser de 3 hezar û 647 dibistan hene. Hemû nifûsa Giravên Falklandê 3 hezar û 800 kes e.
4 MÎLYON PIRTÛK Û WELATÊN 4 MÎLYON TUNE NE
- Ji bo serdema dibistanê dor 4 mîlyon heb pirtûk çapkirine.
Ev hejmar ji hemû welatê Hirvatistanê ku 3 mîlyon û 871 kes e zêdetir e. Serjimariya Gurcistanê 3 mîlyon û 700, a Uruguay 3 mîlyon û 554 hezar e.
Nifûsa Ermenistanê 2 mîlyon û 981 hezar e. Serokê Ermenistanê hê meha borî li Koşka Spî mêvanê Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî bû.
Filistîna ku di serî de Tirkiye gelek welat dixwazin wekî dewleteke serbixwe bê nasîn ji 5 mîlyon û 400 hezar kesî pêk tê. Yanê Filistîn hemû piçek ji vê hejmara pirtûkên ku Rêveberiya Xweser îsal çap kirine zêdetir e.
- Li vê herêmê hemû pêkhate bi zimanê xwe dersê dibînin. Ders bi 3 zimanên sereke tê dayîn: kurdî, erebî û suryanî.
Ew qas îstatîstîk bes in.
Dinyaya ku di nav de welatên nifûsa wan bi hezaran, erê bi hezaran, yanê bi qasî bajarokek Qamişloyê jî tune ne, erê ev welat bi awayî fermî têne nasîn. Li Neteweyên Yekbûyî 193 welatên endam hene; mînak Danîmarka nifûsa wê 5 mîlyon û 977 hezar e, nifûsa Rêveberiya Xweser jî bi qasî Danîmarkayê ye lê ev der ne ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, ne jî ji aliyê Danîmarkayê ve hatiye nasîn.
Mixabin rewş bi vî awayî ye. Ew qas gel, ew qas ked, lê li aliyê din statuya ku li dinyayê hê jî nayê nasîn.
Em îstatîstîkan, welatên heyî û rewşa Rêveberiya Xweser deynin aliyekî, em gotara xwe bi gotina Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semîra Hec Elî temam bikin. Ew li ser perwerdehiya îsal wisa dibêje, “Îsal dê beşa duyemîn a materyalên sererastkirî ku balê dikişînin ser pêşxistina ramana rexnegir, perwerdehiya sivîl, zanist û ziman werin dayîn. Mafê her zarokekî/ê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe." (2)
***
1- Derbarê welatan de min ji agahiyên li Wîkîpedîayê fêde girt
2- Ji ANHA’yê