___ Cano Şakir___
Di bin diruşmeya "Projeya Çaksaziya Rastiya Civaka Êzîdî û Diyaloga Êzîdî-Êzîdî", yekem konferansa Êzîdiyan li bajarê Hanover ê Almanya hate lidarxistin. Di roja yekem de, konferans bernameyeke berdewam pêşkêş kir, ku tê de çend rûniştin, panel, û semîner hebûn. Beşdaran û kesayetên ji welatên cuda yên ku nûneriya rêxistinên mirovî yên ku mafên mirovan û kêmneteweyan, wekî mîna Êzîdiyan, diparêzin, û her wiha rayedarên alman jî di nav de hebûn.
Tiştê ku di roja yekem a konferansê de bala min kişand ev bû ku hemî bername, naverok û rêzikname ji meylên siyasî û îdeolojîk dûr bûn, tevî propagandaya ku li ser medyaya civakî belav bûn ku ev konferans di bin bandora partî û komên siyasî de ye. Ji ber di demên borî de ku piranî konferans û rûniştinên berê ji hêla partiyên siyasî ve dihatin bandor kirin.
Ji bo min, ez ne dijatî- dijber û ne jî li dijî tu partiyek siyasî me, çi rengê wê be. Her partî an komek xwedî raman û meylên xwe yên siyasî ye. Lê belê, rastiya Êzîdî û nasnameya Êzîdî hewce dike ku biryarên wê ji civaka Êzîdî bi xwe werin dayîn û werin girtin.
Di vê konferansê de kesayetên cur bi cur ji hemû beşên civaka Êzîdî beşdar bûn, bi taybetî ji elîta rewşenbîr, tevî hebûna zêde ya rewşenbîran, aliyê wêjeyî yê vê konferansê di hemû nîqaş û semîneran de pir kêm bû.
Min gelekî hêvî dikir. ku pencereyek wêjeyî di konferansê de bihate vekirin.
Bi taybetî wekî ku tê zanîn, ola Êzîdî li ser stûn û bingehên çandî wêjeyî û rewşenbîrî yên bêhempa têne naskirin.
Her bi piraniya dem û pirsên beşdaran û mêvanan ên konferansê ew bû ku ji bo rastiya Ola gelê Êzîdî û karesat, trajediyên û komkujiyên ku wan di seranserê dîrokê de û heta roja îro kişandine bûn, ku sedem jê ew bûye ku nebûna hevgirtin û yekîtiyê di navbera civaka Êzîdî de di hemû astan de, vê xalê bi şêweyekî taybet mohra xwe li konferansê kir.
Hemî panel, semîner û nîqaşan bandorek lê hebû,
Heger her yek ji me ji xwe bipirse.
Gelo wê çi dibe eger em projeya reformê û rastiya civaka Êzîdî çareser bikin û gelek pirsan bipirsin?
Ma em bi rastî di vê demê de hewceyê guherîn û reformê ne?
Ma rastiya Êzîdî bi rastî hewceyê guhertin û reformê ye tevî hemî şert û mercên heyî yên navxweyî û derve?
Reformên olî çi ne gelo?
Rola ol di reformkirina civakê de çi ye?
Civak çawa dikare were reformkirin?
Têgeha reforma civakî çi ye?
Ev hemû analîzek kûr, ravekirinek felsefî ya berfireh û belavkirinek di nav hemû beşên civakê de hewce dike.
Ger em hinekî li efsane û çîrokên ku li ser ola Êzîdî têne belavkirin binêrin, em ê gelek tiştan destnîşan bikin ku bandorek neyînî li ser vê olê dikin.
Bi tîtina min a dilnizm, ez bawer dikim ku pirsgirêk an jî dilema Êzîdî, ji sedsalan berê heta roja îro, pêwîstiya wê bi şoreşek fikrî, rewşenbîrî û çandî hewce dike. Ev şoreşa rewşenbîrî bi elîta xwende ve girêdayî ye, û civaka Êzîdî xwedî van komek û kesayetên rewşenbîrî yên jîrek in.
Ger em paşeroj û rastiya li Ewropayê lêkolîn bikin, em dibînin ku di sedsalên 17 û 18’an de, ramanên têkildarî Xwedê, aqil, xweza û mirovahiyê di nêrînek cîhanî de hatine entegrekirin ku li welatên Rojava pejirandinek berfireh bi dest xistiye û pêşkeftinên şoreşgerî di warê huner, felsefe û siyasetê de derxistiye holê.
Dibe ku em xwe di hewcedariya Martin Luther (1483-1546) de bibînin, serdema Reformasyonê li Ewropayê piştî nerazîbûna wî ya li hember indulgencên ku ji hêla Dêra Katolîk ve hatine dayîn?
Pirs ev e, çima em ji vê ezmûna gerdûnî û dîrokî ya mirovî sûd wernagirin?
Ma em ne xwedî şiyan in ku wisa bikin?
An jî rastî, şert û mercên herêmî û siyasî, û xizanî-nezanî rê li ber me digirin ku em gavekê ber bi pêş ve bavêjin û li şûna wê du gavan paşve bavêjin? An berevajî vê?
Belê.
Li gorî daxuyaniya dawî ya roja duyemîn û encamnameya herî dawî, ez di roja duyemîn de ne amade bûm, lê bi rêya têkiliyê bi hevalan re, ji nav beşdaran encumen û desteyek şêwirmendiyê hat avakirin. Em hêvî dikin ku ev desteya şêwirmendiyê û encumen, ku hatin avakirin, dê bibe destpêkek wêrek ber bi şoreşek fikrî, rewşenbîrî û hişyarkirinê.
Di dawî de, ez spasiya xwe ji her kesê/î re dikim ku beşdarî serkeftina vê konferansa girîng bûne, nemaze kesayetiya rewşenbîr ya ku ez rêzê li wî digirim, rêzdar Dr. Xelîl Cindî, û ji hemî kesayetî û aliyên din ên ku beşdarî kirine silavên xwe bi rêz dikim.
***
Nivîsên Cano Şakir ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-
- Li Rojava xebatên Avakirina Mezargehek
- Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî
- Di ezmûna Ehmed Huseynî de felsefe
- Ezmûna Ehmed Huseynî û cîhana wî ya helbestê


