___Dilyar Amûdî___
Carekê ez bi yekî îngilîz re bi îngilîzî diaxivîm û min dît ku gotinan dipelixîne, tev li hev dike, min jî jê re got, tu van şaşiyan dikî. Îca mêrik hêrs bû û got, "ez rojeke din bi îngilîzî naaxivim." Wî biryar da ku bi kurdî biaxive. Ez li ber geriyam. Min got, heyran nabe, ev çi ye! Ne heyfa zimanê dayika te ya şêrîn e ku tu dev jê berdî, wî got, "na û ez qet qebûl nakim. Ez ê êdî bi kurdî biaxivim." Min kir nekir, nebû û ew roj ev roj e, wî ciwanmêrî gotinek bi îngilîzî nekiriye.
Çi çîrokeke seyr e, ne wisa! Belkî gelek kes ji we dibêjin, ev çi derew e! Xebera we ye, zirderew e. Tiştekî wisa çênebûye û çênabe jî. Tu kesî, ji ber ku hinekan henekê xwe pê kir an jî jê re got tu xweş nediaxivî yan jî şaşiyan dikî, dest ji zimanê xwe bernedaye.
Yanî helbet kurd ne tê de! Em kurd zêde hesas in. Hema li hemanan e ku dev ji axaftin û nivîsîna bi zimanê xwe berdin û dest bi tirkî bikin.
Mirov carinan şaşî û çewtiyên wisa dibîne ku dixwaze xwe li wir bikuje. Lê mixabin ji bo ku wî kesî ji kurdî sar neke, tiştekî nabêje. Lê gelo bi rastî jî ev tiştekî baş e? Gelo bi rastî jî ev normal e? Gelo em wisa bihêlin ziman xera bibe û biherime jî, dê tehdeyê bêtir li zimanê me neke?
Dizanim dê gelek kes çeng bibin û bibêjin; kurdiyeke xerab ji tirkiyeke baş çêtir e. Erê, ez jî wisa difikirim lê kurdiya baş ji herduyan çêtir e. Gelo çima em kurdiya baş jî naxin nav bijarteyan? Gelo çima kurdiyeke baş jî ne yek ji rêyan e?
EM FENOMENAN JÎ REXNE NEKIN?
Ji bilî wê, em hemû dizanin bê agahî û tiştên şaş çiqasî zû belav dibin. Gelek tişt hene, tevî ku şaş in, lê ji ber hinekan dest pê kiriye, êdî di zimanê me de rûniştine û em nikarin jê derxin. Ez tenê mînakekê biçûk bidim; gotina "pirsa/kêşeya kurd". Êdî biçûk û mezin, zana û nezan her kes vê dibêje. Lê pirs an kêşeyek çawa dibe ku kurd be? Ji bo bê fêmkirin hinekî wê, tirkî û îngilîzî bidim ber hev; Di îngilîzî de de "Kurd" û kurdish" (ne behsa zimanê kurdî dikim) hene lê ew di tirkî de her "Kurt" e. Anku tirkî navdêr û rengdêrî bi yek peyvê dinimîne lê îngilîzî ne wisa ye. Her wiha kurdî jî wekî îngilîzî ye. Peyva kurdî ne tenê ji bo zimanê kurdî tê gotin lê ji bo çi tiştê bi kurdan ve girêdayî jî tê gotin. Anku cil û bergên kurdî, xwarinên kurdî û hwd. Her wiha mirov dikare bibêje cil û bergên kurdan û xwarinên kurdan jî. Lê nuansek heye; wê çaxê em behsa aîdiyeta wan dikin ne nasnameya wan. Lê ev mijareke dirêj e û dizanim, gelek kes dê nikaribin xwe ji zimanê tirkî xelas bikin û vê qebûl bikin. Loma ez li vir dev ji ve meseleyê berdim û vegerim ser meseleya dilmayîna kurdan ji rexneyan.
Niha me fêm kir; em mirovên normal rexne nekin û nebêjin we şaşî kirine da ku wan ji zimanî sar nekin, lê gelo em mamoste, nivîskar, fenomenên medyaya civakî yên kurdî jî rexne nekin?
Eger yek vîdeoyekê li ser zimanê kurdî çêke û şaşiyan bike, em nebêjin te şaş kiriye? Em bihêlin bi dehan kes şaş fêr bibin?
Eger nivîskarek tewang û ergatîvê binpê bike û bibêje, "kê we şewitand?" Em tiştekî jê re nebêjin?! Bila herkes wê şaşiyê dewam bike? Carinan şaşî ne ji nezanî lê bêhemdî jî dibin û belkî hişyarkirin kêfa nivîskarî jî bîne.
QALIBEKE NE KURDÎ
Ez ê ji we re çîrokeke din bibêjim lê ev çîrok vê carê bera ye. Lê berî wê bibêjim, mixabin divê behsa qalibekî ne-kurdî bikim ku di kurdî de cih girtî ye.
Hûn gelek caran hevokên wisa dibînin "ew tiştekî ku her kes nizane ye." Heger hûn perwerdehiya we bi tirkî be, hûn ê vê hevokê normal bibînin. Lê eger hûn bixwînin, ew ê giran be û hûn ê pê bihesin ka çiqasî ne kurdî ye. Hûn wergerînin tirkî hûn ê bizanin ji ku hatiye jî. Îca min di gelek pirtûkan de jî ev şaşî dîtiye.
CIHÛYEKÎ AMERÎKÎ HÎNÊ KURDÎ BÛ
Îca ez bêm ser çîrokê. Ez bi amerîkiyekî cihû re diaxivîm. Em bi kurdî diaxivîn. Wî got ku ev sê sal in, xwe fêrî kurdî dike û gelek romanên kurdî jî xwendine. Navê nivîskarên kurdan jî dizanî. Di axaftina me de, wî jî hevokeke wisa got, "ew tiştekî ku her kes nizane ye." Min jî jê re şirove kir ku ev hevok ne rast e û ya rast ew e ku mirov wisa bibêje, "Ew tiştekî wisa ye ku kes (pê) nizane" an "ew tiştek e ku kes pê nizane." Tiştek negot lê diyar bû gotina min neket serê wî, ji ber rebeno ew qalib di pirtûkan de dîtiye, ew dê çima ji min bawer bike!
Îca dixwazim vê bibêjim; kurdino delalino! Zimanê me bi salan e qedexe ye. Piraniya me xwe bi xwe û bi zorê fêrî nivîsîn û xwendinê bûne. Normal e ku şaşî û kêmasiyên me hebin. Lê bila hinekî em ne ewqasî hesas û dilzîz bin. Divê em hewl bidin hinekî rexneyan rakin û sûdê ji wan bigirin. Nabe, em di cih de bixeydin û herin ber dîwarê zimanê tirkî.
Nexasim ji fenomen, mamoste, berhemçêkerên medyaya civakî û nivîskar, divê bêhna we fireh be û hûn ji rexneyan re jî amade bin. Hûn karekî baş dikin lê rexneyên me dê wî karî bêhempa bikin. Dê rê li ber bigire ku şaşî di zimanê me de belav bibin û tê de bi cih bibin.
Dawiya ma dawî, destûrê bidin min ku şaşiyên we rast bikin û dilê xwe ji min negirin. Armanca min ne biçûkkirina we ye û ne jî fêmkirina we ye; ez tenê dixwazim ku karê we baştir bikin.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike
- Werger û rojnamegerî: Yek mînak
- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?
- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!