Diyarname
DEM Partî li Qersê û li navçeyên Amed û Mêrdînê îtîraz kir. Li Xelfetî AKP'ê îtîraz kiribû, biryar hat dayîn. Va ne notên îro:
QERS
Rêxistina DEM Partî ya Qersê bi sedema hîle û bêisûliyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Qersê da.
DEM Partiya Qersê 2'yê mehê serî li Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê dabû, ji ber îtîraza wan hat redkirin vê carê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Taxa Cumhuriyetê li Ataturk Ortaokulu 18, li taxa Fevzi Çakmak li 5 sindoqan hilbijêrên ji derve anîne dengdan hatiye kirin û ji ber vê yekê xwest hilbijartin bê betalkirin û ji nû ve bê lidarxistin.
Li gor DEM PArtî li van dibistanan hemû hilbijêr ji derve anîne. Li sindoqa bi nimreya 1042'yan a Ataturk Ortaokulu 120 hilbijêr hene,ji van tenê kesek li wir rûdinê, yên din hemû ji derve anîne.
DEM Partî dibêje 3 hezar û 842 leşker û polîs ji derve anîne û deng dane. Li Qersê MHP'ê 16 hezar û 384 deng, DEM Partî 13 hezar û 120 deng girtin.
HEZRO
Li Hezroya Amedê DEM Partî li Hilbijartina Navçeyê îtîraz kiribû, ev îtîraza wan hatibû redkirin. Vê caRê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kir.
Li Hezroyê 904 deng betal kiribûn. AKP'ê bi 4 hzar û 83 dengan Hezro girt. DEM Partî 3 hezar û 712 dengan de maye.
STEWR
Li Stewra Mêrdînê jî DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da. Di serîlêdanê de hatiye gotin ku tenê li Navnîşana bi nimreya 12'yan a li Taxa Kaplan de 650 kes dixuyin ku ev yek tenê jî wekî delîl têrê dike. Li Stewrê 978 polis-leşkerên ji derve anîne deng bikar aNîbûn. AKP li vir bi 767 dengan li pêş e.
XELFETÎ
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê DEM Partî bi 906 dengan bi ser ketibû. AKP'ê bi îdîaya bêisûl deng hatine bikaranîn 2'yê mehê serî li Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê dabû. Lijneyê red kiribû, lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr daxwaza AKP'ê qebûl kir. Li Xelfetî ji nû ve hilbijartin wê lidar bikeve. Li ser Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mebûsê DEM Partî Omer Ocalan û hevberendamên DEM Partî yên Xelfetî Mehmet Karayilan û Saniye Bayram daxuyanî dan çapemeniyê. Ocalan got: "Lijneya Navçeyê daxwaz AKP'ê red kir, lê li bajêr bi awayê ku hatibû eyarkirin Lijneya Bajêr wekî hilbijartina Hîlwarê, ji bo hilbijartina Xelfetî ji biryara ji nû ve lidarketinê da." Ocalan got, "Çawa dibe bila bibe, emê mal bi mal bigerin û ji nû ve bi ser bikevin" û got, "Bila kes moralê xwe xira neke Deynê me ji bo gelê Hîlwan û Xelfetî heye. Gere em vî deynî bidin. Gere em herin her derê. Emê herin cem mirovên bi wijdan ên deng dane AKP û partiyên din jî. Gere em hemû bibin yek, li ser navê heq û heqîqetê bimeşin."
GÊL
DEM Partî ji bo Gêla Amedê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da. Li Gêlê DEM Partî bi 217 dengan winda kiribû. Li Gêlê 2 hezar û 218 deng hatine betalkirin. DEM Partî dixwaze ev deng ji nû ve bêne hilbijartin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Wêneyê rojê: Hevşaredaran dest bi paqijiyê kirin
- Kayûmê Kayapinarê 2 pirtûkxane û 3 salon dewr kirin
- Rêveberê CHP'ê ji partiya wî hat îxrackirin
- Ji Gultan Kişanak û Abdullah Zeydan peyam
- Li Wanê navçeyên CHP û AKP'ê jî mazbata xwestin!
- Îmamoglu mazbata girt û Wan jî bibîr xist
- DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK'ê da
- Baro sibê li Wanê tên ba hev
- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê
- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye
- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê
- Yenîden Refahê banga hilbijartina pêşwext kir
- Navçeyên ku herî zêde deng dane DEM Partî kîja ne? (Lîste)
- Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)