Diyarname
Piştî hewldana destadana ber mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan îro gel li kolanan bû. Baro jî ketin nava hewldanê.
Baroya Wanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir, ev kirin wekî "Derbeya Sivîl" bi nav kir û got, "XWedîlêderketina demokrasî, hiqûq û vîna azad a gel mafê me ya bingehîn e. Ji bo em banga destjêberdana vê bikin, bang li YSK'ê bikin ku li gor hiqûq û demokrasiyê tevbigere, emê li Wanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Em bang li hemû baro, hiqûqzan, saziyên sivîl û rêxistinên mafan dikin ku piştgirî bidinê."
Baroya Amedê jî eşkere kir ku ewê sibê li Wanê piştgiriya vê daxuyaniyê bikin. Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî twitek belav kir û got, "Li hemberî vê bêhiqûqiyê emê bêdeng nemînin û sibê li Wanê bin.
Baroya Mêrdînê jî dijî biryarê derket û daxuyanî da.
Baroya Enqereyê jî bi daxuyaniya bi sernavê "Mafê telsîmê gel bikin" belav kir û got, "Ev biryara der barê Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ê hatiye hilbijartin de hatiye dayîn derbeyeke li dijî hikqûq û demokrasiyê. Em bang li berpirsan dikin ku ji bo anîna cih a hiqûqê û terciha demokratîk a gelê Wanê di cih de gavan biavêjin."
Li aliyê din daxuyaniya baroyan roja 3'yê mehê saet 14.30 de li ber Edliyeya Wanê ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê
- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye