logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

(Tê nûkirin) Va ne 11 bajarên DEM Partî li pêş e

  • Dîrok: 31/03/2024
  • Beş: 2024: Hilbijartina-Herêmî

...Ev nûçe tê nûkirin...

 

 

22.30 

Ji Şirnexê banga xwedîlêderketinê

Li Şirnexê niha ajansa dewletê AKP'ê li pêş nîşa dide lê DEM Partî dibêje em li pêş in û banga xwedîderketinê dike.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan  wiha got: “Banga me li gelê me ye. Tevî her cure lîstikan em bi ser ketin. Hûn bi binçavkirina hevalên me yên ji karûbarên hilbijartinê berpirsyar û hevserokên me yên bajêr, bi veşartina girtekan nikarin bi ser bikevin. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava aramiyê de bi partiya xwe re bikeve nava piştevaniyê û xwedî li vîna xwe derkeve. Ewlehiya hilbijartinê û vîna gel berpirsyariya hemû partiyên mûxalîf e. Em ê li vîna xwe xwedî derkevin, em ê bi awayê hiqûqî jî siyasî jî îtîrazên xwe bidomînin. Barkirina daneyên YSK’ê didome, em ji nêz ve dişopînin.”

21.45

Licê yekemîn e

Li nav hemû navçeyên kurdan navçeya Licêya Amedê herî zêde deng dane DEM Partî. DEM Partî li Licê sedî 88.3 deng girtiye û bûye yekemîn. Îro, navçeyeke din ku bi ser 80'ê re deng bigire heta niha derneketiye holê. 

 21.30

DEM Partî li Rihayê 6 navçe girtine

Li Rihayê DEM Partî 6 navçe bi dest xistine. Di hilbijartina 2019'an de tenê navçeyek, Sirûç di destê DEM Partî de bû. Îro li gor agahiyên hê bi dawî nebûne DEM Partî navçeyên Wêranşar, Bîrecîk, Serêkanî, Xelfetî, Sirûç û Bozova bi dest xistine.

21.20
DEM Partî li dor 80 şaredarî girtine

Li gor vê saetê û li gor agahiyên ne fermî DEM Partî 80 şaredarî bi dest xistine. 3 jê bajarên mezin in: Amed, Wan û Mêrdîn. Ji bajaran li Bedlîsê qayişkêşaneke mezin heye. Diçe û tê. 

21.00

Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e

Li gor agahiyên vê kêliyê li Akdenîza Mêrsînê DEM Partî li pêş e. Li vê navçeyê sedî 60 sindoq hatine vekirin. DEM Partî li vir niha bi sedî 32 li pêş e. AKP sedî 24, CHP sedî 20'î de ye. 

20.35

QERS: DEM Partî 1200 deng li pêş e

Berendamê DEM Partî yê Qersê Kenan Karahanci agahî belav kir û got, "Li Qersê li gor agahiyên gihîştine ber destên me, li gor tûtanakan em 1200 deng li pêş in. Tiştê aîdê me ye, hindik maye em disa bi dest bixin." 

20.30 

DEM Partî li 11 bajaran li pêş e

DEM Partî li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Culemêrg, Agirî, Bedlîs, Sêrt, Batman, Dêrsim, Îdir û Mûşê li pêş dixuye.

Li Şirnexê bi dengek biçûk DEM Partî li paş e. Sedî 75 sindoq hatine jimartin. 

20.10:

Bakirhan bang kir: Sindoqan ji lijneyên navçeyan neçin

Hevserokê DEM Parti Tuncer Bakirhan peyamek belav kir û got, "Gelê me yê birûmet, peywirdarên me yên sindoqan, em wekî çavên xwe xwedî li sindoqan û torbeyan derên. Agahiyên serketinê bila nebin sedem ku em ji lijneyên hilbijartinê yên navçeyan dernekevin. Emê hemû bi hev re serketina xwe pîroz bikin. Em bi biryar in, em bi hêvîne û emê dest ji nehawetê bernedin.

20.00

Qaxizman jî ket destê DEM Partî

Navçeya Qersê Qaxizman ku di destê MHP'ê de bû, vê carê DEM Partî bi ser ket. Mebûsa DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit agaihiya serketina partiya xwe ragihand. 

19.40

DEM Partî li 11 bajaran li pêş e

DEM Partî li bajarên Mêrdîn, Amed, Wan, Culemêrg, Agirî, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Îdir û Mûşê li pêş dixuye.

Li Qers, Şirnex û Çewligê qayişkêşan didome

19.17

YSK'e qedexe rakir

Serokê YSK'ê Ahmet Yener saet 19.17'an de daxuyanî da û qedexeya li ser agahiyan rakir. Yener got saziyên ev qedexe berê xira kirine emê doz li wan vekin.
*


DEM Partî: Sindoqan bernedin

DEM Partî bi twitek sipasiya gel ku dengê xwe daye kir û got, "Niha jî dema xwedîlêderketina dengên me ye ku bi gelek zehmetiyan me daye. Guh nedin manîpulasyonan. Em banga hemû muşahidên me û gel dikin; dest ji sindoqan bernedin."

Saet 19.12

Saet 17.00'an de sindoq hatin girtin û dest bi jimartinê kirin. YSK'ê qedexeya li ser belavkirina agahiyan rakir. Û va ne encamên pêşî:

- Bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Batmanê pirsgirêk naxuye.

Ji bilî bajarên di destê DEM Partî de

- Li Dêrsimê DEM Partî niha li pêş e.

- Ji navçeyên ku ne di destê DEM'ê de bûn, li Tetwanê li pêş e. Berendamê Şaredariya Tetwanê yê DEM Partî Mumîn Erol peyam belav kir û ji bo serketina li Tetwanê sipasiya gel kir.

- Sakikî serketina Agirî ragihand

Sirri Sakik li ser Agirî twitet belav kir û got "Sipas Agirî. Ev serketin ê me hemûyan e." 

- Li Dagpinar a Dîgora Qersê DEM Partî bi ser ket. 
Mebûsa DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit ragihand: Me navçeya Dîgor û bajaroka wê Dagpinar bi dest xist. Dîgor di destê MHP'ê de bû.

 

**

 

Nûçeya Eleqedar:

-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin) 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
2024: Hilbijartina-Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2024

Li Hîlwanê DEM Partî bi ser ket (Va ne hemû encamên 7 cihan)

news
  • 01 06 2024

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

news
  • 06 05 2024

YSK'ê encamên fermî eşkere kirin

news
  • 29 04 2024

Hevşaredarê DEM Partî yê Bîrecûkê ji partiya xwe îstîfa kir

news
  • 08 04 2024

'Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe li vir dê neyê girtin'

news
  • 07 04 2024

YSK'î serê Xelfetî, Sêwreg, Kerboran û Urgupî de biryar da

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser heqdestê herî kêm hin not

ad

Nûbihar sempozyûmeke li ser ziman li dar dixe

ad

Vê hefteyê 6 fîlmên nû hene

ad

Serpêhatiyek li gel PEN'a Kurd

ad

Wêneyê rojê ji Amedê hat

ad

Serketiyên dinyayê: Jinên Sirb

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname