Diyarname
Li hemberî destdana vîna gelê Wanê ku mazbata nedane Hevşaredarê DEM Partî Abdullah Zeydan lê dane berendamê AKP'ê, DEM Partî daxuyanî da û got: “Lijneya Hilbijartinê ya Wanê li ser fermana desthilatdarî li dijî vîna gel derbe pêkaniye û mazbata bi awayekî ne rewa daye berendamê AKP’ê Abdulahat Arvas. Lê belê pêvajo bi dawî nebûye. Hiqûqnasên me dê li dijî vê derbeya li dijî vîna gel, sibê li YSK’ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) îtîraz bikin. Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li pêşiya YSK’ê daxuyaniyê bidin. Heta ku em vê derbeyê vala derdixînin jî dê tevî gelê xwe heta tiştên aîdê xwe bistînin dê têkoşîna xwe bidomînin.”
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye
- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê