Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê Ahmet Yener encamê fermî yên hilbijartina 31'ê adara 2024'an eşkere kirin. Tenê li 7 cihan ji nû ve dê hilbijartin li dar bike.
Yener îro daxuyanî da çapemeniyê. Va ne agahiyên ku Yener belav kirin:
- Beşdanî sedî 78,12 çêbûye.
BAJARÊN MEZIN
- CHP 14, AKP'ê 12, DEM Partî 3, YRP'ê li cihek Şaredariya Bajarê Mezin bi dest xistiye.
51 BAJAR
- Ji 51 bajaran CHP'ê 21, AKP'ê 12 bajar, MHP'ê 8 bajar, DEM Partî 7 bajar bi dest xistine. Ji bilî van İYİ Parti, BBP û YRP'ê her yekî bajarek bi dest xistiye
REWŞA NAVÇEYAN
- Li navçeyan van partiyan ew qas navçe bi dest xistine: AKP 346, CHP 314, MHP 114, DEM Parti 57, Yeniden Refah Partisi 37, İYİ Parti 22, BBP 13, Demokrat Parti 2, Demokratik Sol Parti 1, Türkiye İşçi Partisi 1, Demokrasi ve Atilim Partisi 1, Sol Parti 1, Saadet Partisi 1. Li aliyê din li 9 navçeyan jî berendamên serbixwe bi ser ketine.
CIHÊN HILBIJARTIN NÛ DIBE
- Li 7 cihan ji nû ve dê hilbijartin li dar bikeve, ev jî ev in: Bîrecîk (Riha), Akpazar (Mazgirta Dêrsimê), Guzelyurt (Aksaray), Pinarbaşi (Kayseri), Yildizeli Guneykaya (Sivas), Luleburgaz Buyukkariştiran (Kırklareli), Saglik (Aksaray). Li van deran roja 2'yê pûşpera 2024'an ji nû ve dê hilbijartin çêbibe.
- Ji herêma kurdan, Ji cihên ji nû ve hilbjartin dê çêbe li Bîrecîka Rihayê DEM Parti bi ser ketibû, AKP'ê îtîraz kir. Li Akpazara Mazgirta Dêrsimê jî CHP bi sedi 38,17'an (471 deng) bi ser ketibû. AKP'ê sedî 37,84 (467 deng) girtibûn, Dem Partî jî sedî 22,20 (274 deng) girtibûn.
BEŞDARIYA HERÎ HINDIK
- Li nav Bajarên Mezin beşdariya herî hindik li Amedê çêbûye: Sedî 67,34. Li nav bajaran beşdariya herî hindik li Çewligê: Sedî 59,63. Li nav navçeyan jî li Baglara Amedê: Sedî 59,76. Li bajarokan herî hindik li Akdagmadeni ya Yozgatê çêbûye: Sedî 36,18
- Beşdariya herî zêde ji Bajarên Mezin herî zêde li Manisayê (Sedî 84,97), li bajaran Artivîn (Sedî 83,44), li navçeyan Karakeçiliya Kirikkaleyê (Sedî 95,93), ji beldeyan jî Yeşiltepeya Aksaray (Sedî 98,04) çêbûye.