Diyarname
Siyasetmedar Gultan Kişanak û û Hevşeradarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser berxwedana Wanê peyam belav kirin. Kişanak got, "We dîrok nivîsî."
KIŞANAK: WE DÎROK NIVÎSÎ
Siyasetmeda û berendama Şaredariya Bajarê Enqereyê Gultan Kişanak ku girtî ye li ser Wanê peyamek belav kir. Peyama Kişanak li ser hesaba X'ya DEM Partî hat belavkirin. Kişanak gok, "Têkoşîna ku we da ji bo dîroke bû mal. We dîrok nivîsî. We hêviya gelê me ya ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bilind kir. We nîşan da ku li hemberî vîna gel tu kêmîn nikare bi ser bikeve. Ji ber ku we ev hestê xweş da me ez ji dil û car we pîroz dikim."
Kişanak got ji 7 saliyan heta 70 saliyan ez hemû gelê Wanê pîroz dikim, ji ber ku we dawî siyaseta kayûmê anî ez careke din we pîroz dikim."
JI ZEYDAN SIPASÎ
Hevşaredarê Bajarê Mazin a Wanê Abdullah Zeydan jî peyamek belav kir û sipasiya her kesî kir.
Zeydan wisa got, "Di seri de ji bo gelê me yê ku bi heybet xwedî li vîna xwe derket, ji bo hevserokên me, ji bo Leyla Zana, Ahmet Turk, Başak Demirtaş, hemû mebûsên me, rêhevalên me yên partiyê, sipasî ji bo birêz Demirtaş û Mizraklu ku piştgiriya mezin dan, sji bo hemû girtiyên zindanan, ji bo hemû gelê Tirkiyeyê ku edalet, hiqûq û demokrasiyê parastin, ji bo kedkarên çapemeniyê, ji rast heta çep hemû partî, Saziyên Sivîl, ji bo hemû kesên piştgirî dane, ez sipasiyên xwe pêşkêş dikim."
Şaredar Zeydan got êdî dem dema xizmetê ye û peyama xwe wisa temam kir, "Emê xizmetên layiqê gelê xwe pêk bînin, di vê warî de bila şika tu kesî tune be."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Wanê navçeyên CHP û AKP'ê jî mazbata xwestin!
- Îmamoglu mazbata girt û Wan jî bibîr xist
- DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK'ê da
- Baro sibê li Wanê tên ba hev
- Demîrtaş: Wê Wan xwedî li vîna xwe derê
- DEM Partî: Emê li YSK'ê îtîrazê bikin
- Serokê TÎP'ê Baş ji bo Zeydan diçe Wanê
- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye
- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye
- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê
- Yenîden Refahê banga hilbijartina pêşwext kir
- Navçeyên ku herî zêde deng dane DEM Partî kîja ne? (Lîste)
- Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)