Diyarname
OHD'ê (Komeleya Hiqûqzanên ji bo Azadiyê) ragihand ku Lijneya Hilbjartinê ya Wanê derbe çêkiriye û mazbataya ku dvê bida Berendamê DEM Partî Abdullah Zeydan, daye berendamê AKP'ê Abdulahat Arvas.
OHD'ê got ku dadgehê bi biryareke siyasî dest daniye ser vê vîna gel, bang li hemû endamên xwe, hempîşe û raya giştî ya demokratîk kir ku dijî vê derên û xwedî li vîna gel derên. OHD'ê got ku ew meseleyê dişonîn.
Niha li ser Lijneya Hilbijartinê ya Wanê Şaredarê DEM Partî Abdullah Zeydan û alîgirên DEM Partî kom bûne û çalakiyan li dar dixin.
ZEYDAN: EMÊ VÎNA GEL BIPARÊZEN
Zeydan li vê derê axivî û got, "Tu eleqeya vê bi navê min tune ye. Divê her kes dijî vê bêhiqûqiyê derê. Parastina 345 hezar dengên Waniyan deynê me yê şerefê ye. Ew nikarin vê bêhiqûqiyê bikin. Yên li difikirin ku li ser wê kursiyê dê rûnin ez ji wan re dibêjim, ger ez vê yekê qebûl bikim ez bêşeref im. "
Zeydan got ku heta ev biryar bê guherandin emê mafê xwe biparêzin. Em bêdeng namînin.
BANGA ŞERMEZARKIRINÊ
Li aliyê din Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bang kir ku îro saet 17.30 de li Parka Rojava ya li Bulvara Dicle Kentê bên ba hev û çalakiya protestoyî bikin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê jî bi sernavê "Nikarin dest deynin ser vîna Waniyan" banga protestoyê kirin. Ewê îro saet 18.00'an de li ber avahiya DEM Partî ya Kadikoyê bêne cem hev.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû?
- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye