Diyarname
Di hilbijartina 31'ê adara 2024'an de Dem Partî li Bîrecûka Rihayê bi ser ketibû. Mehmet Begit ku hatibû hilbijartin îro ji DEM Partiyê îstîfa kir.
Hat gotin ku Mehmet Begit gotiye, "Mudexeleya li hemberî ala ma, Ataturk û posterê Serokomarê me nayê qebûlkirin" û îstîfa kiriye.
Ligel Hevşaredar Begit endamên Meclisa Şaredariyê Mahmut Dirier, Sakip Yaşar, Reşit Çelikhan û Ahmet Arar* jî ji DEM Partî îstîfa kirine.
DEM Partî di hilbijartinê de bi sedî 54.39 bi ser ketibû. AKP bi sedî 28.52 bûbû duyemîn.
***
*Piştî rojan, roja 6'ê gulanê Ahmet Arar ragihand ku wî îstîfa nekiriye, haya wî ji daxuyaniya şaredar tune ye. (Ev not 7'ê gulana 2024'an li nûçeyê hatiye zêdekirin)